11/10/18

Efxanê tirk ê antîkurd



Wêne ji malpera Galerie Jacobsayê
Rojek ji rojên havîna borî gava ji ciyê kar berjêrkî dihatim nav bajêr, dîsa rastî wî şivanê hût hatim ku bi cil û bergên xwe yên gelêrî wekî ji serdemên berê yên almanî pekiyaye hatiye vê serdemê. Berê çend carên din jî min ew bi keriyê wî re likêlekên riyên gundan dîtibû.
Qey bala hevalê min ê li kêleka min rûniştî kişandibû ku ez li şêvanê alman temaşe dikim, hê min ti tişt negotî, wî ji min pirs kir:
- “Tu vî segbavî nas dikî?”
Nizanim çima, lê hevalê min ê ji Qamişloyê hema gava behsa kesekî biyan bikira, digot, “segbav”. Min mesela cil û bergên şivanî danî aliyekî û gotê:
- “Tu bavê wî ji ku nad dikî?”
- “Hi?”
- “Te gotê ‘segbav’. Yeqîn tu bavê wî nas dikî?”
Hevalê min li ser heneka min bi darê zorê xwe kenand û kete behsa şivanê hût:
- “Mala wî li gundekî li paş wî çiyayî ye. Rojên septê xelk diçin wirê heywanan jê dikirin û yê bixwaze heywanê xwe serjê dike.”
Min berê jî ji çend kesan bihîstibû ku mirov li gundekî van derdoran berx, mî yan bizin dikire, heke bixwaze bixwe serjê dike û xebatkarên çewlikê ji te re digurînin û goştê te çawa dixwazî wisa hûr dikin. Li gorî gotina gotinbêjan, piştî ku heywan serjê dikin, digurînin û ûr û rûvî û kezeb û hemû organan ji navê derdixin, goşt tenê diwezinînin. Serê kîloya koştê wezinandî 8 euro didî û ser û pî, kezeb û hemû organên din li ser belaş didin.
Ev çend meh in min dil heye ku ez jî herim miyekî bidim serjêkirin lê ez bêjim ji lihevnehatina dem û derfetê, hûn bêjin ji tiraliyê min miyek neda serjêkirin.
Meha borî min got ‘de ya Ela’ û ketim ser rê. Li gorî tarîfa rê ya min hevalekî standî, min xwe gihand çewlikê. Lê yeqîn ji ber ku ez dereng çûbûm, kes li derdorê tune bû. Paşê hîn bûm ku mirov dikare tenê rojên septan ew jî ji saet 9ê sibê heta 11, 12ê nîvro mirov dikare heywanan serjê bike / bide serjêkirin.
Min jî pişta stûyê xwe xurand û berê xwe da malê. Lê îro li gel ku dinya ewr bû û hêviya min tune bû ku ew der vekiriye, min pêl pedala gazê kir û berê xwe da wê derê. Ya rast, ne ji bo danserjêkirinê lê ji bo bibînim ka li wirê kar çawa dimeşe û hete rojekê min niyet kir heywanekî bidim serjêkirin, zanibim ka divê çawa bikim.
Werhasil ez çûme wê derê. 3-4 siyareyan li ber deriyê çewlikê park kiribû. Li hewşa çewlikê jî 3-4 malbatên ereb û efxanî hebûn. Di nav kamyoneteke biçûk de jî 4-5 miyên ji van miyên ewropî yên ku dûvên wan dişibin dûvên keran, hebûn. Bi silav û helloyan ez jî çûm hewşê. Xortekî ereb ji bo xwe û ji bo yên din heywan neqandî serjê dikirin û karê gurandin û jihevderxistina goştî xema xebatkarên çewlikê bû. Du jinên ereb jî ûr û rûviyên heywanên serjêkirî danîbûn ber xwe û bi aveke jid paqij dikirin.
Zilamekî ku rengê ozbekan lê diket, bi zimanê darî ku devokeke farisî ye, bi dengekî nizm ku nedixwest yên derdoêr bizanin bi çi zimanî diaxive bi jina xwe re peyivî û berê xwe da xwediyê çewlikê. Piştî ku di axaftina almanî de bi ser neket û wî û xwediyê çewlikê ti tişt bi serê hev nexist, jina wî gihîşt hawara wî û bi almaniyeke fesîh tercumaniya mêrê xwe kir.
Di wê navberê de almanekî bilind ku gava dimeşiya dibû teperepa piyên wî bi xortên ereban re sohbetê dikir yeqîn ne bi tiştên digotin lê bi kena xwe ya komîk ew dikenandin. Wa wê kêliyê bala min kişand ku ew şivanê hût ev dehbet-il erd bû ku min ew di nav van cilên qesabiyê de nas nekiribû.
Qey ev temaşeya min a li derdorê dikir ku ez gelekî qure xuya bikim û vê bala zilamê efxanî kişandibû, hêdîka hat ba min û bi tirkiyeke ku diyar bû baş nizanibû, got,
- “Tu tirk î?” Min jî bi tirkî lê vegerand:
- “Na. Ez kurd im.” Li ser bersiva min a bi tirkî, got:
- “Yanî tu tirk î?”
- “Na, yanî ez kurd im. Yanî ez ne tirk im.”
Diyar bû ku dixwest bibêje, “tu ji Tirkiyeyê yî?” lê tirkiya wî têrê nedikir ka çawa bêje loma jî her ku min digot, “ez kurd im,” wî bi israr digot “tu tirk î?” û paşiya paşî, wê bersiva ku wekî kaxizê turnusolê mirovên mirov û mirovên bênamûs û antîkurd ji hev diyar dike, da:
- “Em hemû insan in. Kurd û tirk ferq nake.” Li ser vê bersiva wî ez aciz bûm û min gotê:
- “Tu ozbek î?” Wekî te tif kiribe nav çavên wî, wî got:
- “Na. Ez tirk im.” De îca were vî kerî di vî borî re derbas bike. Ji bo xatirê antîkurdiyê amade ye hazir e ku efxaniya bavê xwe dayne aliyekî û tirkan ji xwe re bike bav. Ji bo israra wî ya di tirkbûnê de bibînim, min gotê:
- “Tu moxol î?” Qey hinek aciz bû. Lê dîsa jî got:
- “Na, ez tirk im.”
- “Tu çînî yî?”
- “Na, ez tirk im.” Li ser vê bersiva wî ya wekî papaxanan jiberkirî, min pirsa ku min dizanî ji bo wî ji kutana kerê şermtir e, lê kir:
- “Tu efxan î?” Li ser vê pirsa min, reng lê nema, te yê bigota qey ew xwîna ji wê cokê diherike ne ji wan heywanên serjêkirî lê ji dêm û rûyê wî diçe. Qet deng jê derneket. Ji bo ku wî zêdetir aciz bikim, min got:
- “Tu darî yî?” Li ser vê gotinê, wî careke din bi wê tirkiya xwe ya ne ti tirkî, got:
- “Na ez tirk im.” Li ser vê, min bi tirkî gotê ku ne şerm e efxan be, ne şerm be darî be, ne şerm e faris be û ne şerm e ozbek yan tiştekî din be. Min çend şîret û nesîhetên din jî lê kirin lê ji awirên wî diyar bû ku nîvê tiştên min bi tirkî digotinê fêm nedikir. Loma min quliband ser farisiyê ku diyar bû farisiya min ji tirkiya wî çêtir bû û min gotê:
- “Tu tirkî fam nakî lê tu ji xwe r edibêjî tirk û çima min got, ‘ez kurd im’ tu wekî tirkên nasyonalîst aciz bûyî û min jî wekî xwe dikî tirk.” Wî serê xwe hêdîka çimand ber xwe û bi sê gavan ji min dûr bû.
Ez ê ku bi gelek ereb û efxanên gava çav bi kurdekî “kurd” dikevin di cî de dibin tirkperest û antîkurd, bi dûrbûna wî kêfxweş bûm û min di dilê xwe de got, “hema ji min ve dûr be, ji kê ve nêzîk bî xema te ye.”
Piştî ku min ji xwediyê çewligê çend fatereşk kirîn, beriya ku derkevim ser riya xwe û herim, çûm ba efxanê tirkperest ê antîkurd û min gotê:
- “Te ji ku zanî ku ez ji Kurdistana bindestê tirkan im?”
Bi tirsa ku ez ê dîsa ji bersiva wî aciz bibim, bi dengekî çilmisî got:

- “Ala Kurdistanê li ser telefona te ye û nivîsên li ser jî ne bi erebî ne.”