7/11/21

Dîrok û çîroka navê Amedê di belgeyên asûran de*

Deng bi zerikê ket çi rast û çi derew.

© Wêne: De L'Isle, Guillaume (1715)
Împeretariya Romaya Rojhilat ya li bin serweriya Constantine
(Ji bo wêne mezin bibe, li serê bitikînin.)
www.bit.ly/3cMG6pt

Min di nivîsekê de behs kiribû ka agahiya derew/nerast ya derbarê qehweya bi navê “Chicorée au Kurde” de çawa di rojnameyan û wîkîpediyayê de (di ya înglîzî û fransizî de jî) belav bûye[1]. Di rastiyê de ti eleqeya “Chicorée au Kurde” û “qehwa kizwana” û “qehweya tirkî” bi hev re tune ye, lê yekî li derekê gotiye/nivîsandiye ku ev qehweya dibêjinê “qehweya tirkî” berê qehweya kurdan bûye lê paş tirkan ji kurdan diziye û kiriye ya xwe”… û agahiya derew wekî tîrekî ji kevanê xwe derketiye.

Heke bêjin çi eleqeya vê û navê Amedê bi hev re heye, ez ê bêjin, eleqeya wan ew deng e ku bi zerikê ketiye.

Di meseleya navê “Amed” û “Amîd/Amîda”yê de tiştekî wisa anîne serê me kurdan ku em êdî wisa difikirin û wisa bawer dikin, em bûne dizên sola xwe.

Bi’ra jî navê bajêr yê kevn “Amîd” û “Amîda” bûye û van çend salên dawiyê kurdan navê “Amed”ê lê kiriye? Bêguman na. Lê çima gava em kurd dibêjin “Ame(?)d” em devê xwe wisa xwar dikin ku xelk fêm neke ka me gotiye “Amed” yan “Amîd”?

Bersiv her çi be jî sedem hinekî tirs e… tirs jî li ser vê axê para bêkesan û bêxwedanan e. Dibêjin birûsk li nav komeke mirovan bixe ew ê ji xwe re yê bêkes û sêwî hilbijêre. Ma ne ji ber ku kurd “sêwî” bûn navê dewleta Merwanî di qeydiyên serdestan de “Mervanlogullari” bû û heman qeydî îdia dikin, “Tirk ji dema Naram Sîn ve li Amedê bi cî bûne[2]” û di ser de jî dibêjin navê “Diyarbekir”ê berê “Diyarbakır” bûye (ango ev nav ji “bakır”a tirkî tê) û ji ber alfabe û “şîveya erebî” bûye “Diyarbekir”[3]. Lê em (bi saya gotareke mamoste Fêrgîn Melîk Aykoç) [4] ji Herodot dizanin, dîroknûs jî derewan dikin.

 

Heke hûn dixwazin bi hûrgilî dîroka bajêr û navê Amedê bixwînin, pêşniyara min, hûn serdana malpera hembajariyê min ê hêja mamoste Xerzî Xerzan (www.dirokakurd.blogspot.com) bikin û rêzenivîsên wî yên li ser vê mijarê û mijarên din yên têkildarî dîroka kurdan bixwînin. Ji ber ku mamoste bi delîlên nayên înkarkirin ev rastî îspat kiriye, armanca vê nivîsê ya sereke ne dubareya heman delîlan e. Ez ê hin ji heman delîlan û delîlên nû pêşkêş bikim û bikevim pey çavkaniyên îdiayên ku heta niha wekî rastî dihatin qebûlkirin.

 

Bi çend hevokan kurtedîroka bajêr

Li ser dîroka Amedê gelek pirtûk û gotar û tezên ji bo lîsansa bilind û ji bo doktorayê hatine nivîsandin. Bi xêra înternetê min xwe gihand gelek nivîs/pirtûkan. Mirov dikare bêje, ji bilî rêzenivîsên Xerzî Xerzan û gotara Prof. Dr. Canan Parla[5], hema bêje hemû gotarên din kopiyên beşên pirtûka Şevket Beysanoglu û wîkîpedyayê ne. Jixwe li gorî standardên zanistî yên Tirkiyeyê kesekî dikaribe “kopî/paste” bike dikare li ser hemû mijaran teza doktorayê jî binivîse.

 

Dîroka bajêr di hemû çavkaniyan de hema hema wisa ye:

1. Bajar ji aliyê Hurî-Mîtaniyan ve hatiye avakirin.

2. Qralê Asûran Adad Nirariyê 1ê welatê Hûrî-Mîtaniyan dagir kiriye, li ser şûrekî ku ji dema wî maye “Amid” dinivîse.

3. Dîroknûsê Romayê yê ji Antaqyayê Ammianus Marcellinus di pirtûka xwe de navê bajêr wekî “Amîda” nivîsandiye.

4. Heta serdema îslamê navê bajêr “Amîda” bûye, paşê bûye “Diyarbekir”, di sala 1937an de jî ji bo xatirê Ataturk navê bajêr kirine “Diyarbakır”.

5. Û îdiayeke dawiyê heye ku wekî îdiaya di pirtûka Şevket Beysangolu de ye (bekir/bakır). Li gorî vê îdiayê navê bajêr berê “Tîkranokerta/Dîkranagerd” bûye û paşê çend tîp guherîne û bûye “Diyarbekir”.

 

Li gorî encamên lêkolînên arkeolojîk, rast e ku bajêr ji aliyê hurî-mîtaniyan ve hatiye avakirin[6]. Lê agahiyên din? Ez niha ji we re bibêjim, hemûyan konê xwe li ser derewan ava kiriye, hûn ê bawer bikin? Na? Nexwe em bipirsin, kî şûrê Adad Nirarî dîtiye yan dizane li ku derê ye ku dibêjin li ser “Amîd” dinivîse? Erê, Ammianus Marcellinus “AMIDA” nivîsandiye, lê ma em nizanim hemû alfabeyên latînî wekî hev nayên xwnedin? Gelo “bir” bi kurdî çawa tê xwendin û bi tirkî çawa tê xwendin? Çima em ê “AMIDA”ya latîniya dema Ammianus Marcellinus bi tirkî wekî “Amida” û bi kurdî wekî “Amîda” bixwînin? Çima kes nabêje li gorî lêkolînên arkeolojîk Tîgranokerta/Dîkranagerd li ku derê ye? Çima kes behsa nivîsên ji serdema asûran mayî nake?

 

Nexşeya 1ê: © Jean Baptiste Bourguignon d'Anville (1794)
Nexşeya Asyaya Biçûk di serdema antîk de,
(Di nexşeyê de xweş tê dîtin ku Amed li ciyê Ameda îro ye û
Tîgranokerta jî li ber Çemê Xerzan e.)



Rastiya Tîgranokerta/Dîkranagerdê

Ez hema bi kurt û kurmancî bêjim. Ez ji gundê Cimzerqê me û navbera gundê me û bajarê Dîkran 2 km tune ye. Ji bo pesendkirina agahiyan û şêwirînê ez bi her du nivîskarên hêja mamoste Merdan Newayî û mamoste Mem Xerzan re axivîm ku ez û mamoste Newayî gundiyên hev in û mamoste Xerzan ji Telîba ye ku ev gund di nav sînorên Tîgranakertayê de ye. (Ji bo agahiyên hêja spasiya her du mamosteyên hêja dikim.)

Gundiyên gundên derdorê ji berê ve ji kavilên Xirabajar gelek pereyên ku dibêjinê “polikên Dîkran” derxistine û ji berê ve dibêjine wirê “bajarê Dîkran”.  Ev agahiya gundî ji berê ve pê dizanin, ji aliyê zanistî ve jî di encama lêkolînên arkeolojîk de hatiye pesendkirin.[7]


 

Amed û PKK

Em hemû dizanin, îro di nav gel de “Diyarbekir” ji “Amed”ê zêdetir tê bikaranîn û heçî navê “Amed”ê ye her çend beriya PKKê hebûye bi riya PKKê li seranserê Kurdistanê belav bûye. Ji ber vê yekê ye, gelek kesên dijberên PKKê ku hin ji wan yên xwe wekî “dijberên mêtingeriyê” pênase dikin jî navê “Amed”ê qebûl nakin û ji dêvla vî navî ve navê “Diyarbekir”ê tercîh dikin. Û di ser de jî îdia dikin ku navê bajêr “Amîd” bûye û dîroka navê “Amed”ê bi dîroka PKKê re dest pê dike.

Hin kesên din îdia dikin ku navê kevn “Amîda” bûye û bi zimanê asûriyan bûye. Wekî hemû nivîskarên tezên zanistî (?) çavkaniya îdiaya wan Şevket Beysanoglu ye ku wî nivîsandiye “Adad Nîrariyê qralê asûran li ser destikê şûrê xwe ‘Amîd’ daye nivîsandin[8]”. Lê Beysanoglu di heman rûpelê de wisa jî nivîsandiye: “Di berhemên erebî de jî bi piranî wekî Amed derbas dibe.” Mixabin kes behsa vê nake… ji bilî Prof. Dr. Canan Parla[9] û malpera Walîtiya Amedê ku tê de nivîsandiye “li ser destikê şûrê hikumdarê asûran Adad Nirari I (1316-1281 B.Z.) Amîdî yan Amedî hatiye nivîsandin[10].

Mixabin li gel vê agahiya Walîtiya Amedê jî Weqfa Mezopotamyayê ku bi pirtûkçeya xwe ya li ser gramera kurdî zirareke mezin da standardbûna kurdî, di wê pirtûkçeya xwe de di lîsteya navên bajarên Kurdistanê de “Amed” nenivîsandiye. Li gel ku Batman (Êlih) û Entab (Dîlok) bi du navan hatine nivîsandin, bajarê Amedê (di rûpela 27an de) wekî “Diyarbekir” tenê hatiye nivîsandin.

Lê bêguman her kesekî bi xwendin û nivîsandina kurdî re eelqedar dibe “Li Gornistanek Amedê” ya apê Osman Sebrî dizane[11].

Ev hemû jî nîşan didin ku gel navê Amedê ji PKKê fêr nebûye lê PKK navê Amedê ji gel fêr bûye û li vî navî xwedî derketiye û li seranserê cîhanê belav kiriye.

 

© Wêne: La Rue, P. D., Somer, J. & Mariette, P. (1651) Assyria vetvs diuifa in Syriam, Messopotamiam, Babyloniam, et Assyriam. Paris: Sumptibus Petri Mariette Lutetiæ. [Map] Retrieved from the Library of Congress, https://www.loc.gov/item/2004629154
© Wêne: La Rue, P. D., Somer, J. & Mariette, P. (1651)
Assyria vetvs diuifa in Syriam, Messopotamiam, Babyloniam, et Assyriam.
Paris: Sumptibus Petri Mariette Lutetiæ. [Map]
Retrieved from the Library of Congress,


Navê bajêr di nexşeyên kevn de

Em hemû dizanin dîroka nexşeyan, bi taybetî nexşeyên di standardên nexşeyên îro de gekekî ne kevn e. Lê min ji înternetê çend nexşeyên ku tê de herêma me jî heye peyda kirin. Navê Amedê di van nexşeyan de wekî “Diyarbek, Diyarbekr, Amîda, Amada, Amet û Ameda” hatiye nivîsandin. Ji ber ku nexşeyên tê de “Amid” û “Diyarbekir” dinivîse ji yên din zêdetir in û xweş peyda dibin, ew di vê nivîsê de nehatine nîşandan.

 

Çavkaniyên ji van nexşeyan kevntir pirtûkên dîroknûsên sedsala 7emîn Teberî û Dînewerî ne. Di van pirtûkan de navê bajêr bi tîpên erebî wekî “آمد” hatiye nivîsandin ku îhtîmal e ev wekî Amed, Amêd yan Amid bê xwendin. Îhtîmal e ji ber vê yekê, wekî min li jorê nivîsand, Ş. Beysanoglu di pirtûka xwe ya navborî de nivîsandiye “Di berhemên erebî de jî bi piranî wekî Amed derbas dibe”. Wekî din, di berhemên farisî de jî li gel “Amid”ê wekî “Amed” jî derbas dibe. Di malpera Encyclopedia Iranica de di du gotaran de ku tê de behsa Amedê tê kirin, gava behsa çavkaniyên erebî tê kirin wekî “Amed” hatiye nivîsandin lê gava behsa çavkaniyên rojavayî tê kirin wekî “Amid” hatiye nivîsandin[12]. Di vê ansîklopediyê de bi navê “Amida” jî gotarek heye û wisa dest pêdike: AMIDA, Pers. Āmed (modern Dīārbakr)[13] Bi kurdî: AMIDA, Bi farisî Amed (“Diyarbakır”a niha).

 

“AMIDA”ya bi latînî

Wekî tê zanîn, delîleke ji bo navê “Amîd/Amîda”yê tê pêşkêşkirin jî çavkaniyên Romayê ne. Tê gotin ku Dewleta Romayê pereyekî ku li ser “Amîd” nivîsandî çap kiriye û her wisa dîroknûsê romayî yê ji Antaqyayê Ammianus Marcellinus (330-391 P.Z.) di pirtûka xwe de navê bajêr wekî “AMIDA” nivîsandiye.

Lê gelo “i”ya “Amida”yê bi zimanê latînî wekî “i”ya tirkî û “î”ya kurdî tê xwendin? Di encama kurtelêkolînekê de ez hîn bûm ku nivîsandin û bilêvkirina latînî di nav salan de guheriye. Çavkaniyên li ser înternetê behsa du awayên bilêvkirin/telefuzê dikin: Classic û Ecclesiastical. Ango ya klasîk û ya dêrê.

Bilêvkirina latînî berê bi “awayê klasîk” bûye lê paşê di serdema navîn de bi bandora dêrê “awayê Ecclesiastical” jî peyda bûye. Îcar di dema Ammianus Marcellinus de awayê klasîk hebûye. Wekî di vê vidyoya Youtubeê de ku xwendina alfabeya latînî li gorî bilêvkirina klasîk fêr dike, “i” ne wekî “î” lê zêdetir nêzîkî “ê”yê bûye[14].

(Hûn dikarin berê kameraya telefona xwe bidin vê koda QRê û ji devê mamosteyekî zimanê latînî xwendina tîpa “i”yê di zimanê latînî de bibihîzin.)

Li gorî vê agahiyê, di dema Ammianus Marcellinus de “Amida” bi bilêvkirineke nêzîkî “Amêda”yê dihatiye xwendin  lê piştî serdema navîn, wekî gelek peyvên latînî xwendina “Amêda”yê jî guheriye û êdî wekî “Amîda” hatiye xwendin. Ev jî nîşan dide ku dîroka navê “Amîda”yê ji serdema navîn dest pê dike.

 

Şûrê Adad Nirariyê 1ê (1307 – 1275 B.Z.)

Şûrê Adad Nirari,
Metropolitan Museum of Art New York
http://bit.ly/3rgJL2u


Piştî pûçkirina vê îdiayê dixwazim behsa îdiaya din bikim ku dibêjin, “li ser şûrê Adad Nirariyê 1ê Amid” nivîsandiye. Di weşaneke “Metropolitan Museum of Art New York”ê[15] de û di hin çavkaniyên din de behsa nivîs û bermahiyên serdema Adad Nirariyê 1ê tê kirin. Di wê beşê de tê gotin, ji dema Adad Nirariyê 1ê gelek nivîs û her wisa şûrek û serê bivirekî gihîştine roja me. Şûr li New Yorkê li “The Metropolitan Museum of Art”ê ye. Li gorî agahiya li ser malpera muzeyê[16], nivîsa li ser şûrî wisa ye: Palace of Adad-nirari, king of the universe, son of Arik-den-ili, king of Assyria, son of Enlil-nirari, king of Assyria. Bi kurdî: (Milkê) qesra Adad-nārārī, şahê gerdûnê, kurê Arik-dîn-ili, şahê Asûr, kurê Enlil-nārārî (ku ew jî) şahê Asûr bû. [17]

Bivir jî li Parîsê li muzeya Louvreyê li Beşa Kevnareyên Rojhilatî[18] ye û li gorî agahiya li ser malpera muzeyê, li ser vî bivirî navê Adad Nirariyê 1ê dinivîse.

Wekî din, di pirtûkên bi navên “Assyrian Rulers of the Third ans Second Millennia BC (to 1115 BC)” û “Ancient Records of Assyria and Babylonia” de nivîsên ji dema Adad Nirariyê 1ê mayî hene lê di van nivîsan de “Amid” nanivîse lê hin navên têkildarî civak, bajar û deverên herêmê hene: Subarî, Taîdî, Şurî, Kahat, Amasakî, Hurra, Şuduhî, Nabula, Waşşukanî, and Irridî, Kaşiyerî û Eluhat.

Îhtîmal heye ku Beysanoglu îdiaya xwe dispêre Lîpînskî ku Lîpînskî dibêje, dibe ku bajarê “Eluhat”ê ku di nivîseke ji serdema Adad Nirariyê 1ê mayî de behsa wê tê kirin, navê kevn yê Amedê be[19].

Lê “Eluhat” ji Amedê zêdetir navê “Êlih”ê tîne bîra mirov.

 

Nivîsên din yên ji serdema asûran

Her çend di belgeyên ji serdema Adad Nirariyê 1ê mayî de navekî ku em dikaribin bêşik bêjin “va ye navê bajêr ev bûye” tune ye, di belgeyên din yên ji serdemên hikumdarên din yên asûrî mayî de gelek caran behsa herêmê û bajêr heye. Di wan nivîsan de tê gotin ka wan kîjan dever û bajarên herêmê wêran kiriye û wan li kîjan dever û bajaran wekî “artêşa DAIŞê” serê mirovan jê kirine û bêguman li ba agahiyên li ser hovîtiya wan agahiyên li ser navên cografîk yên herêmê jî hene.

Di wan nivîsan de navên wekî “welatê Madanî/Madanu”, “welatê Amadanî/Amadanu”, “bajarê Amedî/Amedu” hatine nivîsandin. (Tîpa dawiyê ya van navan (i) di wergera înglîî ya hin pirtûkan de wekî “u” di hinan de jî wekî “i” hatiye nivîandin.)

Gelo ew çawa dizanin ka “Madanî” û “Amedî” ku der e? Bêguman li ba van navan navên din jî hatine nivîsandin û li gorî tarîfên di nivîsên asûran de mirov dikare ciyê gelek bajaran bizane.

 

A. Kirk Grayson, (1987) Assyrian Rulers of the Third ans Second Millennia BC (to 1115 BC), Toronto, Weşanên Zanîngeha Torontoyê r. 252
A. Kirk Grayson, (1987) Assyrian Rulers of the Third ans Second Millennia BC (to 1115 BC), Toronto, Weşanên Zanîngeha Torontoyê r. 252

Wekî mînak, di nivîsên ji serdema Tukultî-Nînurtayê 1ê[20] (1244 – 1208) (neviyê Adad Nirariyê 1ê yê xwediyê şûrê navdar) û di nivîsên ji dema Tîglat Pîleserê 1ê[21] (1244 – 1208) mayî de navê “welatê Amadanî/Amadanu” dinivîse. Di pirtûka bi navê “The Routledge Handbook of the Peoples and Places of Ancient Western Asia” de ji bo vî navî ev agahî hene: Amadanu (Madanu): Welatekî çiyayî yê Serdema Tûncê û Serdema Hesinî, li bakurê Mezopotamyayê, li bakurê rojavayê zincîreçiyayên Kashiyariyê yê bi navê modern Tur Abidîn[22].

Wekî di vê ferhengê de dinivîse, ev herêm li bakurê rojavayê Tur Abdîn e. Hin îdia hene ku “Amadanî” Çiyayê Qerejdaxê bûye û hin îdia jî hene ku ne Qerejdax lê li bakurê Qerejdaxê bûye. Lê li gorî hemû texmîn û îdiayan ev devera di nivîsên asûran de behsa wê tê kirin derdora Ameda îro bûye.

 

A. Kirk Grayson, (2002) Assyrian Rulers of the Early First Millenium, Toronto, Weşanên Zanîngeha Torontoyê r. 220
A. Kirk Grayson, (2002) Assyrian Rulers of the Early First Millenium, Toronto, Weşanên Zanîngeha Torontoyê r. 220

 

Navê ku di wan nivîsan de navê herêmê bû, di nivîsên ji serdema Aşûrnasirpalê 2yê (884 – 859 B.Z.) mayî de wekî navê bajarekî derdikeve pêşiya me. Nivîsa ku di wêneyan de bi asûrî û înglîzî xuya dibe, bi kurdî wisa ye:

James Henry Breasted, Ancient Records of Assyria and Babylonia, The University of Chicago Press, New York, r. 168
James Henry Breasted, Ancient Records of Assyria and Babylonia, The University of Chicago Press, New York, r. 168

 Min bajarên di navbera çiyayên Amadanî û Arqaniyayê de şewitandin. Min welatê Mallanuyê yê li nav çiyayê Arqaniyayê xist bin kontrola xwe. Ez ji welatê Mallanuyê derketim û min bajarên welatê Zambayê şewitandin, ku li ser riya min bûn. Piştî ez ji çemê Suayê derbas bûm, min li ber çemê Dîcleyê kon vegirt. Min bajarên her du aliyên çemê Dîcleyê yên li ser çiyayê Arkaniyayê kirin girên kavil. Temamê welatê Habhuyê ji min tirsiya û teslîm bûn. Min xerc ji nav wan stand û min zilamekî xwe li ser serê wan wekî walî tayîn kir. Ez ji bora çiyayê Amadaniyê hatim bajarê Barzanîştunê. Min berê xwe da bajarê Damdammusayê, bajarê Îlanuyê zilamê Bît-Zamanî. Min bajêr dorpêç kir. Şervanên min li hemberî wan wekî çûkan firiyan. Min bi şûr 600 yekîneyên wan yên şer têk birin û min serê wan jê kir. Min 400 leşker zindî girtin. Min ji nav wan 3,000 kes dîl girtin. Min ev bajar bi dest xist. Min leşkerên dîl û serên jêkirî birin bajarê Amediyê, bajarê wî yê qraliyê (paytext) û min li ber dergehê bajêr ji wan seriyan lod çêkir. Min leşkerên zindî li dora bajarê wî li qazoxan dan. Min li ber dergehên bajarî wî şer kir û min baxçeyên wî talan kirin. Ez ji bajarê Amediyê derketim û li bajarê Allabsiyayê ketim bora çiyayê Kaşiyariyê ku ji nav bav û kalên min yên qral kes heta vê derê nehatibû.  [23]

 

Wekî ji vê belgeya hovîtî û komkujiyê xuya dibe, artêşa hov pêşî hatiye çiyayên Amadanî û Arqaniyayê, paşê li “Amedî/Amedu”yê û derdorê komkujî kiriye û çûye aliyê çiyayê Kassiyariyê.

Di hemû çavknaiyan de tê qebûl ku çiyayê Kassiyariyê rêzeçiyayên Tur Abdînê ye[24] û Arqaniya jî devera Erxeniya îro ye[25]. Ango ev bajar di navbera Erxeniyê û Mêrdînê de ye û wekî di nivîsê de hatiye diyarkirin, ev bajar paytexta Bêt-Zamaniyan e ku jixwe me ev dizanî[26].

Trevor Bryce, (2009), The Routledge Handbook of the Peoples and Places of Ancient Western Asia, New York, Routledge, r. 38
Trevor Bryce, (2009), The Routledge Handbook of the Peoples and Places of Ancient Western Asia, New York, Routledge, r. 38

Encam

Ev belge û delîl nîşan didin, navê vê herêma ku wekî welatê “Mît-an/Med-an” tê zanîn berê Med/Mad/Amad bûye û paşê ev nav bûye navê bajêr. Di encamê de xuya dibe ku ji berê ve navê bajêr Amed bûye, heta Serdema Navîn bi latînî jî wisa bûye lê piştî guherînên di zimanê latînî de navê bajêr êdî di belgeyên latînî de bûye “Amîda”. Divê em ji bîr nekin ku ev nav wekî navê “Diyarbakır”ê navekî fermî bûye ku tenê di qeydiyan de û li ser zimanê biyaniyan wisa bû. Loma di navbera “Amîda” û “Diyarbakır”ê de ti cudahî tune ye. Heçî “Diyarbekir” e, ew jî navlêkirina biyaniyan e û nikariye navê Amedê ku ji mîtaniyan maye bide jibîrkirin.

* Ev nivîs wekî du beş di rojnameya Xwebûnê de (hejmara 63yan û hejmara 65an) -mixabin bêyî lîsteya çavkaniyan- hatiye weşandin.



[1] Etîketa qehweyeke ji dawiya salên 1700î mayî: Chicorée au Kurde, https://amedcj.blogspot.com/2020/01/etiketa-qehweyeke-ji-dawiya-salen-1700i.html

[2] Şevket Beysanoğlu, (1987), Anıtları ve kitâbeleri ile Diyarbakır tarihi, Cild 1, r. 21.

[3] Şevket Beysanoğlu, (1987), Anıtları ve kitâbeleri ile Diyarbakır tarihi, Cild 1, r. 9

[4] Fêrgîn Melîk Aykoç, Rastîya Dîroka Medan û Çîrokên Persan, http://dirokurd.blogspot.com/2018/09/rastiya-diroka-medan.html

[5] Surlari ve Türk Dönemi Dokusuyla Diyarbakır Kenti https://www.ayk.gov.tr/wp-content/uploads/2015/01/PARLA-Canan-SURLARI-VE-T%c3%9cRK-D%c3%96NEM%c4%b0-DOKUSUYLA-D%c4%b0YARBAKIR-KENT%c4%b0.pdf

[6] Çavkaniya 4an.

[7] Tigranokerta, https://en.wikipedia.org/wiki/Tigranocerta

[8] Şevket Beysanoğlu, (1987), Anıtları ve kitâbeleri ile Diyarbakır tarihi, Cild 1, r. 3.

[9] Çavkaniya 8an.

[10] Diyarbakır tarihi, http://www.diyarbakir.gov.tr/diyarbakir-tarihi

[11] Hawar, cild 1, hejmar 1-23, https://bnk.institutkurde.org/catalogue/detail_pdf.php?pirtuk=885&r_total=ok&r_autcode=

[12] ARRAJAN, https://iranicaonline.org/articles/arrajan-medieval-city-and-province-in-southwestern-iran-between-kuzestan-and-fars

[13] AMIDA, https://iranicaonline.org/articles/amida-pers

[14] Learn Latin with Kostas- Lesson 4 Short and Long Vowels, https://youtu.be/dTrHzdNW3BM?t=320

[15] Prudence O. Harper, Evelyn Klengel-Brandt, Joan Aruz, Kim Benzel, (1995), Discoveries of at Ashur on the Tigris Assyrian Origins, r. 119

[16] Sickle sword, https://www.metmuseum.org/art/collection/search/322443?fbclid=IwAR2D_28_-0gdajjHdATpt2T0iIqrzxYIhXoLVooY35dxUTl19ns2Eokb2Dk

[17] A. Kirk Grayson, (1987) Assyrian Rulers of the Third ans Second Millennia BC (to 1115 BC), Toronto, Weşanên Zanîngeha Torontoyê r. 173

[18] Hache inscrite au nom d'Adad Nirari I (1307 - 1275 avant J.-C. ), http://cartelen.louvre.fr/cartelen/visite?srv=car_not_frame&idNotice=24897

[19] Lipinski, (2000), Aramaeans: Ancient History, Culture, r. 153, 159–61.

[20] A. Kirk Grayson, (1987) Assyrian Rulers of the Third ans Second Millennia BC (to 1115 BC), Toronto, Weşanên Zanîngeha Torontoyê r. 236, 252, 292,

[21] A. Kirk Grayson, (2002) Assyrian Rulers of the Early First Millenium, Toronto, Weşanên Zanîngeha Torontoyê r. 21

[22] Trevor Bryce, (2009), The Routledge Handbook of the Peoples and Places of Ancient Western Asia, New York, Routledge, r. 38

[23] A. Kirk Grayson, (2002) Assyrian Rulers of the Early First Millenium, Toronto, Weşanên Zanîngeha Torontoyê r. 220

[24] Between the Musuku and the Arameans the Earlt History of Guzana/Tell Halaf, https://core.ac.uk/download/pdf/227000222.pdf, r. 298

[25] ‘Ömür Harmanşah, Source of the Tigris’. Event, place and performance in the Assyrian landscapes of the Early Iron Age, r. 189

[26] https://en.wikipedia.org/wiki/Amida_(Mesopotamia)

No comments: