11/1/21

BÊWIJDAN!

Nivîsên li ser wêne: Na, Erê, Rast, Şaş, Baş, Xirab, Rastî, Derew
Rojeva bakurê Kurdistanê û ya Tirkiyeyê ku carê bandorê li hev dikin û carê bi hev re dimeşin û dibe rojevek, bi bayê bezê diguhere. Mirov ne pê re digihîje ku li ser hemûyan binivîse ne jî pê re digihîje ku hemûyan bişopîne.

Hefteya borî ku min gotinên nivîskara tirk Emîne Şenlikoglu yên derbarê “ensestê” de xwendin, gotinên xortekî rihayî hatin hişê min ku me di destpêka salên 2000î de (2002-2006) bi hev re li Elezîzê Zanîngeh dixwend.

9/17/21

Te go Fîdel? Ê, Dilo jî ji jina xwe ditirse

(Min ev nivîs di sala 2016an de nivîsandibû, lê ji ber ku min ev li ser bloga xwe peyda nekir, careke din diweşînim.)

Hevalekî min ê pir biqedir carekê hatibû Amedê mêvaniya min. Gava em bi hev re li nav sûk û bazarên nav Sûrê û li Ofîsê digeriyan, ji çep û rast peyv û axaftinên tirkî li bin guhên me diketin. Her çiqas mesûl û berpirsê vê rewşê ne ez bim jî, min ji vê rewşê fedî dikir. Û hevalê min jî, wekî ku ev kêmasiya min be, carê digot, “Hefy. Hefya Amedê ku her kes bi tirkî xeber dide.”

7/11/21

Dîrok û çîroka navê Amedê di belgeyên asûran de*

Deng bi zerikê ket çi rast û çi derew.

© Wêne: De L'Isle, Guillaume (1715)
Împeretariya Romaya Rojhilat ya li bin serweriya Constantine
(Ji bo wêne mezin bibe, li serê bitikînin.)
www.bit.ly/3cMG6pt

Min di nivîsekê de behs kiribû ka agahiya derew/nerast ya derbarê qehweya bi navê “Chicorée au Kurde” de çawa di rojnameyan û wîkîpediyayê de (di ya înglîzî û fransizî de jî) belav bûye[1]. Di rastiyê de ti eleqeya “Chicorée au Kurde” û “qehwa kizwana” û “qehweya tirkî” bi hev re tune ye, lê yekî li derekê gotiye/nivîsandiye ku ev qehweya dibêjinê “qehweya tirkî” berê qehweya kurdan bûye lê paş tirkan ji kurdan diziye û kiriye ya xwe”… û agahiya derew wekî tîrekî ji kevanê xwe derketiye.

Heke bêjin çi eleqeya vê û navê Amedê bi hev re heye, ez ê bêjin, eleqeya wan ew deng e ku bi zerikê ketiye.

7/10/21

Vira Amed e, bielime kurdî!

Ji salan sala 2014an bû. Ew sala ku bi sed hezaran kurd û ereb û ermenî û aramiyên ji ber şer û tevliheviya li Sûriyeyê mal û milkên xwe li cî hiştibûn û reviyabûn. Rojek ji rojên wê salê ez û dostê xwe yê salan Omer Dilsoz li nav Sûra Amedê digeriyan... Ameda ku ji ber axaftina bi tirkî her kes jê gazinan dike. Wekî tê hişê min, em ji aliyê Deriyê Mêrdînê ve dihatin û em ji Xana Hesen Paşa derbas bûbûn. Li ber deriyê dikaneke li milê rastê dengekî bi erebî li ber guhê min ket û hema pê re jî çend gotinên bi kurdî ku mirov jê şerm dikir:

“Bi kurdî bêje, bi kurdî. Vira Amed e, bielime kurdî!”

4/7/21

Navê Amedê yê 0 km.

Demeke dirêj e ez li ser navên Amedê lêkolînekê dikim.  Min dil heye encama lêkolînê wekî pirtûk çap bikim. Lê beriya wê, min encama lêkolînê kurt kir û di rojnameya Xwebûnê de bi navê “Dîrok û çîroka navê Amedê” bi du beşan weşand.[i]

Min di beşa duyemîn ya nivîsê de[ii] bi delîl û çavkaniyan diyar kiriye ku di belgeyên asûran de “Amed” nivîsandiye. Belgeya asûran ku tê de navê Amedê hatiye nivîsandin ji serdema Aşûrnasirpal (883-859 B.Z.) maye û li bajarê Qelehê (Calah/Nimrud) hatiye dîtin.

Lê dîsa jî gelek kes guh nadin van çavkaniyan û hê jî li pey îdiayên Şevket Beysanoglu diçin ku wî gotiye “Tirk ji dema Naram Sîn ve li Amedê bi cî bûne[iii]”.

3/29/21

Hemedê Qutikspî*

Diyarî ji bo @mao4734
 
 

    Hemed wekî hemû rojan kaziba sibê bi alarma telefona xwe ji xewa şîrîn hişyar bû. Ji bo dengê alarmê hevjîna wî ya ku hê sê meh di ser daweta wan re derbas nebûne ji xew raneke, destê xwe bi lez avête telefonê û bi wê eceleyê ji dêvla ku alarmê bigire alarm taloq kir û pê re jî telefona ku gelek caran ji destê wî ketibû û ekrana wê tije derz bû, dîsa ji destê wî ket û bişkoka kêmkirina dengî ya li kêlekê ji ciyê xwe pekiya bin dolaba cilan ya hûthûte.

3/4/21

"Tu dizanî Parîs ku der e?"

Li dû parvekirineke kekê Rêbîn Ozmen* yê li ser twitterê ku tê de ev wêneyê kevn yê beşeke Kurdistana dagirkirî hebû, ez vegeriyam salên nodî nav bîranînan.

Sala 1993 yan 94an bû. Salên ku dibistan ji dibistanan bêtir dişibiyan baregehên leşkerî û mamosteyan xwe wekî fermandar didît. Min wan salan li Îmam Xetîba Sêrtê li dibistana navîn dixwend. Mamosteyekî nûhatî ku te digot fermandarekî qişleyê ye, di dersa xwe ya ewil de xwest em yek bi yek xwe bidin naskirin.

Hevalan yek bi yek xwe da naskirin. Piştî xwenasandina her yekî, mamosteyê li nava çavê mirov dinêrî wekî fermandarekî bi dengekî bilind digot: "Yê di dorê de!"