3/29/21

Hemedê Qutikspî*

Diyarî ji bo @mao4734
 
 

    Hemed wekî hemû rojan kaziba sibê bi alarma telefona xwe ji xewa şîrîn hişyar bû. Ji bo dengê alarmê hevjîna wî ya ku hê sê meh di ser daweta wan re derbas nebûne ji xew raneke, destê xwe bi lez avête telefonê û bi wê eceleyê ji dêvla ku alarmê bigire alarm taloq kir û pê re jî telefona ku gelek caran ji destê wî ketibû û ekrana wê tije derz bû, dîsa ji destê wî ket û bişkoka kêmkirina dengî ya li kêlekê ji ciyê xwe pekiya bin dolaba cilan ya hûthûte.
    Hemed hêdîka ji nav nivînan derket û bi hêviya bikaribe bi pelandina destan bişkoka şikestî ji binê dolabê derxe, xwe li ser xalîçeya stûr dirêj kir ku ji seriyekê heta seriyê din yê odeya fireh raxistî bû û ji bo çêtir bibîne çavekî xwe girt û bi çavê vekirî li bişkokê geriya. Ji ber ku binê dolabê gelekî tarî bû, Hemed bişkok nedît. Li ser vê, lembeya flaşa kameraya telefonê vekir û dîsa hewl da ku bişkokê bibîne. Hemed bi xêra roniya lembeya telefonê bişkok dît lê ew çend dûr çûbû ku ji bo derxistina wê tekane rê ew bû ku dolaba hûthûte ji hev bê xistin.
    Ji ber ku gelek wextê Hemed tune bû, bela xwe ji bişkokê vekir û bi lez xwe amade kir. Hemedê ne tenê zavê salê lê her wisa zavê demsalê bû, li şirketa mutehîtiyê ya nasekî xalê bavê xwe ne bi dilê xwe be jî di karê avahîsaziyê de emeletiyê dikir. Ji bilî serê mehê ku mehaneya xwe werdigirt, hemû rojên din ji karê xwe fedî dikir. Li gorî wî ne belasebeb bû ku gava yek ji yekî aciz dibe, dibêjê “emele”.
    Hemedê emele ku di zaroktiya xwe de karê boyaxkirina solan dikir, her wekî wê çaxê ji destên xwe yên bi boyaxa solan fedî dikir, piştî dest bi karê emeletiyê kirjî jî ji karê xwe yê emeletiyê û cilên xwe yên xebatê fedî dikir û berevajî gelek hevpîşeyên xwe, her roja ku diçû karê emeletiyê pantorê qumaş yê ûtîkirî û qutikê wekî berfa Qerejdaxê spî li ber xwe dikirin û wisa ji malê derdiket û diçû ser karê xwe.
    Hemedê bi cil û bergê xwe yê paqij û ûtîkirî û bi maskeya xwe ya reş ku diya wî di destpêka qedexeyên ji ber nexweşiya koronayê de jê re dirûtibû, bêyî tiştekê bide ber dilê xwe, bi zikê birçî  ji malê derket û li otomobîla xwe ya ji wan otomobîlên jihevketî yên erzan siwar bû ku bi zêrên jina xwe kirîbû û qesta ciyê kar kir. Lê hê ji malê gelekî dûr nebûyî, hema piştî li milê çepê zivirî destikê vitêsê di vitêsa duyemîn de hişk bû û ma. Kir û nekir nikaribû vitêsê biguherîne. Li ser riya ku lîmîta wê ya lezê 80 km/s bû ji neçarî bi vitêsa duyemîn diajot û her ku pêl pedala gazê dikir borebor bi otomobîlê dixist.
    Bi wê stres û aciziya ji ber qorneya otomobîlên giranbuha ku xuya bû xwediyên wan halxweş in, xwe bi zehmetî gihand sîteya tamîrkirina otomobîlan. Ji ber ku ev cara pêşî bû wî otomobîla xwe anîbû ji bo tamîrê, berê xwe da dikana pêşî û li ber dikanê park kir.
    Hemedê bi pantorê ûtîkirî û qutikê spî û telefona ekrana wê tije derz, rasterast berê xwe da hundir û rewşa otomobîla xwe gote xortê ber bi wî ve hatî. Xortê ku cilên xebatê yên qirêj li ber bûn, gava li Hemedî guhdarî dikir, ji aliyekê ve jî li cilên wî yên paqij û lihevhatî û li otomobîla wî ya xirbende û telefona wî ya tije derz dinêrî. Hemedê ku li ber dilê wî ev sedema aciziya wî ya ji cilên emeletiyê ew awir û nêrînên dewlemendan bû, hemû karkerên cilên xebatê yên qirêj li xwe kirine jê re wekî bav û birayan bûn. Loma gava wê kêliyê wî xortê tamîrkar dûmana cixareya xwe bêxem bi ser wî ve berdida, qet jê aciz nedibû.
    Piştî axaftina kurt ya derbarê problema otomobîlê de, xortê tamîrkar kîsikeke naylon anî û da Hemedê di dilqê karmendan de û bi toneke dengî ya nexweş gotê ku paldanka pêş bi wî naylonî binuximîne.
    Hemedê li ser vê daxwaza wî hestyar bû, awirek da cilên xwe yên paqij û ûtîkirî û awirek da cilên wî yên qirêj û di dilê xwe de got, qey ev xort ji ber van cilên wî yên paqij wisa bi dengekî nexweş pê re diaxive. Kêliyekê ji ber wergirtina van cilan poşman bû. Lê gava wî xortî dubare gotê ku paldanka pêş bi wî kîsikê naylon binuxîme, Hemedî di ber xwe de got, “lanet li van cilan bê” û bi dilekî ji hestyariyê werimî xortê tamîrkar hembêz kir, destê xortê ku nizanibû ka Hemed çi dike di qutikê xwe yê spî de da. Hosteyê ku çawa Hedem ji otomobîla xwe peya bûbû awirên xwe kutabûn ser, bi gumana ku Hemed û xebatkarê wî şerî dikin, wekî bazekî xwe dipekîne ser nêçîra xwe, xwe pekand ba wan û bi her du milên Hemedî girtin. Piştî ku hosteyê girgire Hemed zeft kir, ji wan pirsî ka çima şerî dikin.
    Hemedê di nav lepên hosteyî de ku dikir rondikên çavên xwe yên hestyariyê bi sermilên xwe paqij bike, bi pirsa wî re matmayî ma û got:
    - Wî, şerê çi, birê min. Lêwik ev naylon da min ku qoltixê erebê bi kincên wî yên kar qirêjî nebin. Lawo, em jî xebatkar in. Ma me dinya nedîtiye? Ez ê wî qoltixî qurbana qirêja kincên wî bikim, wî!  
    Li ser van gotinên Hemedî, hosteyê wekî hûtekî Hemed berda û gotê:
    - Keko, te şaş fêm kiriye. Tu zanî rojê çend kes tê vira? Hema di erebeya her yekî de mîqrobek hebe? He? Em ê çi bikin? Bi Xwedê em ê bibin qorona û em ê negihîjin êvarê.

 * Vê çîrokê îlhama xwe ji kurtevidyoyeke @mao4734 girtiye û ev çîrok di hejmara 2yan ya kovara Bernamegehê de hatiye weşandin. Ji bo jêbarkirina/daxistina PDFa kovarê li ser virê bitikîne.

 

No comments: