8/13/20

Kuxdin

  

Kurdekî belkî ji kurdbûna xwe fedî dike belkî jî ji kurdbûnê “îstîfa” kiriye û loma naxwaze kes bizane ku kurd e, kir ku ez ji dosyeya xwe ya kurteçîrokan ya bi navê “Fuck, Germans” ku piştî bi nîvî bûbû dora xwe dabû novela “Berxê Nêr”, dosyeyeke din derxim. Navê dosyeya nû ku niha tê de 5 kurteçîrok hene dê “Kuxdin” be. Tenê çîrokên kurdên li Almanyayê dê bikevin nav vê dosyeyê.

    Çîroka dosyeyan li aliyekê, ez ê ji we re behsa wî kurdî bikim.

    Îro piştî ku min Mîr Baz ji kreşê anî, em bi hev re çûn marketa li ser riya mala me ku ji wirê ji bo tirşika êvarê hinek bacansoran bikirin. (Ez dibêjim qey parvekirina nav û wêneyê tirşikê jî ne eyb e.) Piştî ne bacandor kirîn, di nav refikeke li ber derî de kovara marketê ku tê de tarîfên xwarinan hene, bala min kişand. Min rahişt nusxeyeke kovara belaş û me qesta malê kir.

    Di kovarê de li gel tarîfên xwarinên bi berhemên vê demsalê tên çêkirin û reklama berhemên li wê marketê tên firotin, gotareke ku ji çar beşan pêk tê jî hebû. Di her beşeke vê gotarê de kurteprotreya xebatkareke/î wê marketê û tarîfa xwarineke ji “welatê” wê/wê hebû. Di beşa pêşî de yekî alman hebû ku li Afrîkayê çêbûye û li Afrîkayê, Awirturyayê û Almanyayê mezin bûye. Di beşeke din de jineke tirk hebû û di sernivîsa wê beşê de û di naveroka wê de 4-5 caran peyva “tirk” derbas dibû û tê de pesnê xwarinên tirkî (!) dihat dayîn. Di gotareke din de jineke ji Bosnayê hebû û hem di sernivîsa beşê de hem jî di naverokê de çend caran peyva “Bosna”yê hebû û di vê beşê de jî pesnê xwarinên Bosnayê dihat dayîn.

    Heçî beşa balkêş bû, tê de kurteportreya yekî kurd hebû. Lê hem di sernavê beşê de hem jî di naveroka wê de ne behsa kurdbûna wî ne jî pesn û behsa xwarinên kurdî hebû. Di nivîsê de carekî navê “Mûsil”ê û carekê jî navê “Iraq”ê hebû û hew. Ji ber ku navê wî bi kurdî bû, min îhtîmal neda hindê ku ereb e û min li ser înternetê lêkolînek kir. Li ser medyaya civakî rastî profîla wî hatim ku tê de wêneyê wî hebû û navê marketa kovara wê li ber min jî wekî ciyê xwe yê kar nivîsandibû. Li piraniya parvekirinên wî yên bi almanî çend hebên kurdî jî hebûn.

    Li ser vê rewşê ez li çîrok û nîşeyên xwe yên li ser rastiya geh trajîkomîk geh diltezîn ya kurdên li Almanyayê fikirîm. Gelo çima kurdek li Ewropayê dev ji kurdbûna xwe berdide?

No comments: