7/22/09

`DIVÊ EM ZAROKAN BI KURDÎ MEZIN BIKIN`


Di pêvajoya ku êdî her kes ji xwepişaftinê gazincan dike de me li ser atolyeyên kurdî yên Kurdî Derê, rewşa perwerdehiya kurdî, têkiliya jinan û ziman û der barê pişaftinê de bi mamosteyên atolyeyên Kurdî Derê Mamoste Rûken û Mamoste Hebîbe re hevpeyvînek kir. Mamosteyan anî ziman ku ji hemû beşên civakê; xwendekarên lîseyê û zanîngehê, dayik, karmend, karker û karsaz eleqeyeke germ nîşanî atolyeyên kurdî didin û gotin ji ber ku dayik zarokan xwedî dikin, hêlekê ve ziman emanetî dayikan e û para giran a barê ziman dikeve ser milên dayikan û gotin ji bo ziman, ji bo çandê û ji bo hebûna me divê zarokên me bi zimanê xwe mezin bibin, heta niha tiştê bûye jixwe bûye lê divê niha pê ve em ji zarokan dest pê bikin û di malan de malbat rê li ber asîmîlasyonê bigirin, zarokên xwe bi kurdî mezin bikin.

- Gelo çi bû ku we biryar girt, hûn hatin atolyeyên kurdî da ku xwendin û nivîsandina kurdî fêr bibin?
Mamoste Rûken: Bi rastî ne ku min kêmasî di kurmanciya xwe de dît, jixwe ne di hişê min de bû ku ez ê werim van rojan. Dema ez cara pêşî çav bi vê avahiyê ketim, min meraq kir ka çi ye. Min got ka ez herimê, ka bibînim çi ye. Ji ber ku ez farqînî me, kurdiya min zelal bû, min hewcetî bi kurdiyeke din nedidît. Lê paşê min dît, dema em bi kurdî dipeyivin em peyvên tirkî bi kar tînin. Sal 2004 bû. Ez serdemekê hatim atolyeyê, xwendin û nivîsandina bi kurdî hîn bûm. Wê çaxê li virê tenê bi kurdî dihat axaftin, ez pir li xweşa min çû. Piştî serdema pêşî qediya, min got ez ê serdemeke din jî werim. Min dît ku min zanîna xwe zêde kir. Bi wî awayî şeş mehan ez hatim atolyeyan. Piştî ku şeş meh qediya, dema ez li malê bûm jî ez li ser kurdî dxebitîm. Geke min rojê saetek be jî ji kurdî re veneqetanda, min digot qey kêmasiyek di jiyana min de heye. Par projeya bi katalanan re hebû, min di televizyonê de dît. Ji bo vê projeyê ez hatim, min jî serî lê da. Me şeş mehan perwerdehiya mamostetiyê dît.
Mamoste Hebîbe: Hê di lîseyê de hişmendiya ziman bi min re çêbû. Mamosteyê me yê lîseyê yê înglîzî di ders de behsa ziman dikir, em li ser ziman diaxivîn, ji me re pirtûkên bi kurdî dianîn. Carekê fotokopiya pirtûka Celadet Bedirxan anî bû. Tabî em li ser nexebitî bûn. Yanî hişmendiya ziman wan da me. Hê wê çaxê me dixest m li ser kurmancî bixebitin lê derfetên me tune bûn. Em li navçeyê, lî Kazarê bûn. Hem îmkan tune bûn, hem jî OSS (Azmûna ji bo ketina Zanîngehê) li pêşiya me bû. Başê em çûn dersxanê. Piştî ku min zanîngeh qezenc kir, ji bo di kurmancî de bi pêş bikevim ez hatim Kurdî Derê. Serdemekê ez hatim kursê, pola mamoste Mikaîl. Bi qasî sê mehan min li wirê perwerde dît. Piştî sê mehan, projeya gihandina mamosteyan dest pê kir. Ez beşdarî wê projeyê bûm.

- Gelo ji ber çi we biryar girt ku hûn bibin mamoste?
M.R: Wekî kurd, min dixwest ji bo gelê xwe tiştekî bikim. Mamosteyên min pêşniyar kir ku ez bibim mamoste. Wan got, Rûken dikare bibe mamoste, dikare dersa kurdî bide, dikare xîtabî xwendekaran bike û tiştên fêr bûne bide fêrkirin. Min ew hêz ji wan girt û wisa biryar girt ku dersê bidim.
M.H: Tadeya li zimanê me tê kirin aşkera ye. Ewqas tade li zimanê me dikin ku mirov îhtiyacê dibîne ku ji ziman re xizmet bike. Pêdiviya ziman bi xizmetê heye, divê em ji xwe kêm bikin, ji malbata xwe kêm bikin û xizmet bikin ji zimanê xwe re. Rewşa kurmancî li holê ye. Îro ez xizmet nekim, ew neke, yên din nekin ziman di xetereyê de ye. Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin.

- Gava hûn ders didin, hûn kîjan pirtûk û materyalan bi kar tînin?
M.R: Sê serdem bi di asta yekemîn de ders da. Di wan sê serdeman de pêşî min bi pirtûka Çeto Ozel ders dida. Ji ber ku ew pirtûk hinek herêmî bû, ji bo mamoste û ji bo xwendekar hin kêmasî derdixistin. Piştî wê Hînker derket. Rê û rêbazên wê baş in. Mirov dikare pê kurdî bi xwendekaran bide fêmkirin. Piştî wê, min di asta duyemîn de ders da du koman. Di wan tecrûbeyan de min li gorî xwe rêbazeke hîn kirinê afirand. Min dêhna xwe dida xwendekaran ka xwendekar ji çi direvin, ez bi wî awayî neçim ber bi wan ve. Di asta yekemîn de jixwe em pirtûka Hînkerê dişopînin. Di asta duyemîn de parçeyên xwendinê amade dikim. Û wekî çavkanî jî pirtûka graerê ya Samî Tan pêşniyar dikim.
M.H: Min heta niha du pol girtin. Yek asta yekemîn bû, min dersa dayikan dida. Pola xwendin û nivîsandinê bû. Ji bo xwendin û nivîsandinê li piyasê pirtûk tune bûn. Ew pirsgirêkek bû. Mamoste Sabahattîn pirtûkek çêkiribû. Min bi fotokopiya wê pirtûkê ders dida. Di pola din de, xwendekar keçikên ciwan bûn. Ji bo wê atolyeyê gotin hûn ê ji Hînkerê ders bidin lê min Hînker bêtir ji bo beşên xwendinê bi kar dianî. Rêziman min ji pirtûkên cuda dan; ji pirtûka Samî Tan, ji pirtûka mamoste Mikaîl û Bahoz. Carna min li pirtûka Celadet Bedirxan jî dinêrt. Yanî min ji tevan digirt û li gorî dersê tiştek amade dikir.
- Eleqeya gel ji bo van atolyeyan çawa ye? Herî zêde ji kîjan temenî û ji kîjan beşa civakê eleqe heye?
M.R: Herî zêde keç û xortên zanîngehê ber bi me ve tên. Ji nava gel jî gelek eleqe heye. Gelekên wan dibêjin, em dixwazin zimanê dayika xwe fêr bibin. Ji xwendekarên lîseyê bigire heta hemû temenan ji bo fêrbûna kurdî tên. Xwendekarê me yê herî bi temen 60 salî bû. Wekî din, ji hemû beşên civakê tên. Ji esnafa bigire heta karmend û karsazan ji bo fêrbûna kurdî serî li me didin.

- We got ku we ders dida dayikan. Gelo eleqeya dayikan ji bo atolyeya ziman çawa bû?
M.H: Beriya min kesî dersa kurdî nedabû dayikan. Ji ber ku tiştekî nû bû, haya gelek kesan jê tune bû. Xwendekarên min 15 kes bûn. Hemû jî eleqedar bûn. Di nav wan de yên ku xwendin û nivîsandina bi tirkî zanibûn jî hebûn, yên ku qet xwendin û nivîsandinê nizanibûn jî hebûn. Hemû ji bo ku fêrî kurmancî bibin hatibûn. Hinek dayik hebûn berê çûbûn kursên zimanê tirkî, lê piştî ku xwendin û nivîsandina tirkî fêr nebûbûn hatibûn atolyeya kurmancî. Li virê xwendin û nivîsandinê hîn bûn. Ji ber ku ew dayik bi tirkî nizanibûn, xwendin û nivîsandina tirkî jî hîn nebûbûn. Lê bi kurdî dizanibûn, yanî bi kurdî dipeyivîn. Loma xwendin û nivîsandina bi kurdî hîn bûn.

- Gelo dayik an jî ciwan, ji ber çi sedemê biryar digirin û dibêjin `Ez ê zimanê xwe fêr bibim`?
M.H: Dayikek hebû, heta wê demê bi zarên xwe re bi tirkî dipeyivî. Digot `ji bo ku tirkî hîn bibim ez tu caran bi zarokên xwe re bi kurdî nedipeyivîm.` Lê paşê ji xwe fedî kiriye, li xwe warqiliye, û ji ber wê sedemê jî biryar girtiye ku xwendin û nivîsandina kurdî fêr bibe. Dema min spartek dida dayikan, min digot sparteka herî baş ew e ku hûn li malê bi zarên xwe re bi kurdî bipeyivin. Tenê du dayik hebûn ku li malê bi zarokên xwe re bi tirkî dipeyivîn, ew jî ji berê ve xwendin û nivîsandina tirkî zanibûn, wan bi tirkî perwerde dîtibû. Dayikan digot, ez ji xwe şerm dikim ku heya niha min xwe ji kurdî dûr kiriye. Yên ciwan jî, wekî bertekekê nîşan bidin dihatin. Yanî didîtin ka çi tadeyî li kurdî dibe û di xwestin bi awayekî bikevin xizmeta kurdî. Hin ji wan dixwazin bibn spîker, hinek dixwazin bibin mamosteyên kurdî.

- Hûn demên atolyeyan çawa diyar dikin? Û di her polekê de çend şagirt hene?
M.R: Demên atolyeyan em diyar nakin. Tên serî li me didin, em wan tînin cem hev. Ew bi xwe diyar dikin ka nava hefteyê an jî dawiya hefteyê dikarin werin. Wekî din, saetan jî ew di navbera xwe de diyar dikin. Di her polekê de 20 kes in. Lê di nava demê de carna ev hejmar dikeve. Nizanim kêmasî ji me ye an ji çi ye, ev jî hêjayî lêkolînê ye.

- Heta niha di nav atolyeyan de çend kes gihîştine?
M.R: Heta niha 800 kesan ji bo fêrbûna kurdî serîlêdan kiriye, 42 atolye hatine vekirin, 600 kes tevli atolyeyan bûne û 211 kesan jî belge standiye.

- Gelo em dikarin bêjin piştî van atolyeyan xwendekar êdî bûne xwendevanên kurdî? Gelo çi rojname çi jî pirtûk, bi awayekî bi pergal dixwînin?
M.R: Em nikaribin ji bo van 600 kesan bêjin jî, em dikarin ji bo 211 kesên ku belge girtine bêjin ku bûne xwendevanên kurdî. Lê ji ber ku wan 389 kesên din heta dawiya atolyeyan berdewam nekiriye, em nikarin ji bo wan bêjin ku xwendin û nivîsandina kurdî baş fêr bûne.
M.H: Di dema dayikan de, min çûrok bi wan didan xwendin, ew çîrokên 100 Şev 100 Çîrok ku di Azadiya Welat de dihatin weşandin. Wekî din, dayik û ciwanan rojane dixwend. Nizanim gelo niha jî xwendinê berdewam dikin an na lê wê dixwendin.

- Gelo li gorî we di navbera “Jin” û “Ziman” de têkiliyeke çawa heye?
M.H: Dayikan ziman aniye heta îro. Yên ziman berdewam dikin jin in, jin zarokan xwedî dikin. Ew zarokan bi çi zimanî xwedî bikin, zimanê wan zarokan dê bibe ew ziman. Bar dikeve ser milê her kesî lê para giran li ser milê jin û dayikan e. Yanî ji aliyekî ve ev ziman emanetî me jinan e zêdetir. Ji ber ku heta niha xwendekarên min jin bûm, dilê min êdî rehet bû. Heta niha min 25 jin perwerde kirine, her yek ji wan du zarokan perwerde bike, dibin 75 kes.

‘Dema em li derve bi kurdî dipeyivin bala derdorê dikişînin’

- Dema em diçin nav kolanên Amedê em dibînin hemû têkilî û danûstandin bi tirkî ye. Li gorî we dê çawa rê li ber pişaftin û xwepişaftinê bê girtin?
M.R: Divê em şîretan li dê û bavan bikin; bila navên zarokên xwe daneynin Zîlan û bi tirkî nebêjin “Zîlan gel buraya”. Zarok pêşeroja me ne. Ji bo ziman, ji bo çandê û ji bo hebûna me divê zarokên me bi zimanê xwe mezin bibin. Heta niha tiştê bûye jixwe bûye lê divê niha pê ve em pêşî li tiştên nebaş bigirin. Divê em ji zarokan dest pê bikin. Divê pêşî di malan de malbat rê li ber asîmîlasyonê bigirin, zarokên xwe bi kurdî mezin bikin. Her tişt di destê dê û bavan de ye, mamosteyên mezin dê û bav in.
M.H: Divê yekser em jiyana xwe rast bikin; êdî bi kurdî bijîn. Di nav malbatê de, bi hevalên xwe re, li derve, li hemû deran divê em bi kurdî bijîn. Dema em li erebeyên navbajêr siwar bibin, dema em biçin kafeyekê, em herin ku jî divê em bi kurdî bipeyivin, hem bi hev re hem jî bi yên biyanî re. Dema hinek ji ciyên din hatin, bila zanibin li virê kurdî tê axaftin û ev der bajarê kurdan e. Dema li derve em bi kurdî dipeyivin, em bala derdorê dikişînin. Divê ev ne wisa be, divê dema li vî bajarî hinek bi tirkî peyivîn balê bikişînin. Ev şerma me ye. Divê em pêşî jiyana xwe serast bikin. Saziyên me, xebatkarên saziyên me ji bo gel model in. Dema di dema hilbijartinan de em diçin derî bi derî li malan digerin, gel me model digire. Dema em bi tirkî bipeyivin ev li ser gel jî bandorê dike.

No comments: