7/20/09

KURDÊN ATLANTÎKÊ


AMED ÇEKO JIYAN
Roja hê nû hilatibû, ji ser berfa stûr ku li ser hemû çiya û newalan tebeqeyeke spî çêkiribû dibiriqî û çavên kudîlên ku cara pêşî ji şikefta xwe derdiketin, diteyisand. Kudîl geh bi wê ve geh bi vê ve li derdora diya xwe diçûn û dihatin û bi hêviya ku tiştekî pê bilîzin di bin de bibînin, berfa stûr dixepartin. Dema ku ji berfê pê ve tu tişt bi dest nedixistin, bi heman kêfê xwe li ser û guhê diya xwe dixistin û pê re dilîstin. Dayika ku ji salên borî dizanibû riya wan hê dûr e, ji bilî demên zikê xwe bi giyayê li bin berfê têr bike, qet ranediwestiya. Kudîl hê bi qasî ku ji bilî şîrê diya xwe, xwe bi tiştekî din têr bikin, ne mezin bûn. Dema ku dayika kudîlan têdigihîşt kudîlên wê yên boz westiyane û birçî bûne, gavên xwe hinekî sist dikirin û bi şîrê xwe kudîl têr dikirin.
Ji ber ku êdî dawiya zivistanê û destpêka biharê bû, berfa seranser hemû derên ku çavên hirçê dibirî spî kiribû, hêdî hêdî diheliya û di cokên biçûk de çayên biçûk diafirand. Her ku ber bi jêr ve diçûn, çayên biçûk fireh dibûn û çiyayên zelût diqediyan û çiyayên bi dar û ber, çiyayên bi daristanên asê dest pê dikir. Dayika kudîlan di nav daristanê de bêtir li kudîlan xwedî derdiket û nedihişt ku zêde jê dûr bibin. Hirça ku ji sê mehan ve tu tişt nexwaribû, bi şîrkirina kudîlan hê lawaztir û bêhêztir bûbû. Di ser bêhêziya ji zivistanê mayî de, pirçên wê yên boz çilmisîbûn û rengekî mat girtibûn. Kudîlên salê, berevajî diya xwe, hêdî hêdî qelew dibûn û laşê wan goşt digirt.
Dema ku êdî çayên fireh gihîştin hev û çemên boş anîn pê, bi hêviya ku dê xwarineke têrker bixwe, dayika kudîlan gavên xwe şidandin. Kudîlan jî bi heman lezî da dû dayika xwe. Dema gihîştin newala kûr, pêşî hirçê paşê jî kudîlên wê bi bez xwe avêtin çemê boş. Wekî ku lîstikek be, kudîlan çav dida diya xwe û pençên xwe bi şid li avê dixistin û çepeçep derdixistin. Hirçê bi her lepavêtinekê ji çêm masiyekî somon derdixist, bi her du lepên xwe wekî ku spasiya xwe ji xwezayê re bike masî hinekî bilind dikir û pêşî her kudîlek masiyek didayê û paşê jî ji bo xwe masiyekî mezin digirt û bi heman seremoniyê masî dixwar. Hirçê somonên atlantîkê baş nas dikirin. Her çiqas navê wan somonên atlantîkê be jî, hirçê dizanibû ku ev somon beriya salekê li virê, di nava vî çemî de hatine dinyayê û di yekemîn salvegera rojbûna xwe de ji bo ku hêkên xwe berdin, hatibûn heman çemî. Di goştê somonên atlantîkê de têra xwe vîtamîn hebûn. Ev cure somon piştî ku hatibûn dinyayê, wan berê xwe dabû Okyanusa Atlantîkê û di nav okyanûsa fireh de bi xurekên herî bi çêj û vîtamîn xwe xwedî kiribûn.
Ne tenê malbata hirçê, malbata gurê, malbata roviyê û gelek malbatên din ên ajalan ku zivistana sar nîvtêr nîvbirçî derbas kiribûn, ji bo ku zikê xwe têr bikin û ji bo zivistaneke din di bin çermê xwe de têr bez bicivînin, berê xwe dabûn warên somonên atlantîkê.
Her ku kudîlên hirçê masiyên di nav lepê xwe de diqedandin, hirçê masiyekî din digirt û pêşkêşî kudîlên xwe dikir. Bi vî awayî, ta ku êdî kudîl dikaribûn xwe bi xwe masiyan bigirin, hirçê masî ji wan re girtin û wan jî xwar.
Dibê qey her ku ajalên ji der û dorê hatibûn somon digirtin û dixwarin, hejmara somonan zêdetir dibû û dawî li somonan nedihat. Somon mîna artêşeke ser û bin nexuya, ji okyanusê heta kûrahiya daristanê, di her dera çêm de belav bûbûn û ji bo ku hêkan berdinê, di bin tehtan de li ciyên ewle digeriyan. Piştî ku somonên mê hêkên xwe berdidan binê tehtan, somonên nêr ji bo ku spermên xwe berdin ser hêkan, bi hev re diketin pêşbaziyê. Di nav pêşbaziya wan de, qaqlîbazan xwe noqî nava avê dikir û ji hêkên ku somonan li dû xwe mîna rîşiyekê berdidan, lib digirtin.
Wekî ku zanibin ev çerxa xwezayê û nîşaneya hevsenga xwezayê ye ne hirçê, ne kudîlan ne jî ajalên din somonek tenê jî belasebeb nedikuşt. Her yek ji wan somona girtiye heta misqala dawî dixwar û dasiyên wê berdidan nav çelq û pêlên avê.
Piştî demekê, di bin çermê hirçê de têra xwe don civiyabû û pirçên wê yên şid bûbûn, dibiriqîn. Kudîl jî êdî guvrovî bûbûn. Wan jî wekî diya xwe, rê dida masiyên jar û yên qelew digirtin.
Hemû ajalên li der û dorê êdî ji bo zivistaneke sar û bêxwarin amade bûn. Tenê dar û berên ku di zivistana sar de çilmisî bûn û çiqlên wan mîna bêhal ketibin ber bi jêr ve xwar bûbûn û kêzik û kurmiyên nikaribûn bikevin avê û somonan bigirin ji ziyafeta somonan ku wan bi dilxwazî xwe pêşkêşî hemû ajalan kiribû, bêpar mabûn. Masiyên ku hêkên xwe berdabûn binê kevir û tehtên di bin çêm de, berê xwe didan ciyê jê hatibûn. Lê wekî ku dilê wan bi halê dar û berên li derdorê ne xweş be, xwe ji avê çeng dikirin ser axa nêzî daran û dawî li jiyana xwe ya yeksalî ku têr û tije li seranserê Okyanusa Atlantîkê jiya bûn, dianîn.

No comments: