3/4/08

Levketin (*)

A. Çeko JIYAN

Ev sê sal bûn ku Laser li Amedê dikir ku zanîngehê bixwîne. Belê dikir ku zanîngehê bixwîne... her çiqas di azmûna têketina zanîngehê de encameke baş bi dest xistibû jî, ji ber ku jiyana wî bi carekê re hatibû guhertin, di ezmûnên zanîngehê de, wekî ezmûna têketinê, encamên baş bi dest nedixistin û roj bi roj ji zanîngehê bi dûr diket. Û her ku xwendin û têgihîştina wî û danûstandina wî ya bi mirovan re zêde dibû, dixwest ji tevliheviya jiyana xwe ya bi carekê re hatibû guhertin, derbasî jiyaneke dîtir bibe. Mixabin ev xwestek her tim di dilê wî de wekî kulekê dima û her ceribandin bi têkçûnekê biencam dibû.
Pêşî berê xwe dabû gîtarê; perê ji cixare û çayên li Kuça Hunerê kuştibû û dabû bi gîtareke kevn. Di demên pêş de li gîtarê baş sor bûbû. Jê re têlên nû kirîbûn, ji hevalên xwe deftereke ku welênên stranên destpêka fêrbûna gîtarê tê de hebûn, standibû. Êdî li malê tiştê ku herî zêde rûmet didayê gîtara wî bû; ew gîtara kevin êdî ji pitûkên Freud û Neitche jî biqîmetir bûn li ber dilê wî. Piştî demeke dirêj a xebatê, dengê ku ji gîtarê derdixist dişibiya dengê stranan. Lê hê jî nikaribû stranekê ji serî heta dawiyê lê bixe. Dema ku dengê ji gîtarê derdixist dişiband dengê stranê, ji kêfa dikir bifiriya, mîna zarokên metropolan ku nûçeya bixêr a derketina derve ji dê an jî bavê xwe dibihîstin, kêfxweş dibû; kulîlkên biharê yên çiyayên bilind û asê di rûyê wî de dibişkivîn û jê hezeke bêhempa distand. Dixwest ku piştî lêxistina gîtarê başebaş fêr bibe, gîtara xwe bifiroşe û hinek pere deyne serê û pê elektrogîtarekê bistîne. Lê beriya ku lêxistina gîtarê başebaş fêr bibe, ji gîtarê jî sar bû; wekî ku ji Freud û Neitche sar bûbû.
Piştî sarbûna ji gîtarê, xwe li nîgarkêşiyê qewimand. Xewna wî ew bû ku rojekê wêneyê jineke tazî ku destê xwe ber bi bazekî bi firê dikeve ve dirêj kiriye û bi çavên xemgîn li baz dinêre, çêke. Bi qasî ku li kafeyeke kuça hunerê, li maseyeke li kêleka maseyên nivîskar û hunermedan bi rojan çayê vexwe, pere li boyax û tuvalan dabû da ku wî wêneyê di mejiyê xwe de çêke. Carinan, bi hefteyan ji odeya xwe dernediket. Çavên xwe digirtin û bi saetan difikirî da ku di mejiyê xwe de dîmenan biafirîne û dûre ew dîmenên di mejiyê xwe de afirandine, bi firçeyên xwe yên curbecur, li ser tuvalê nexş bike. Hemû wêneyên ku çêkiribûn li odeya xwe, li erdê, li ser hev kiribûn du kom. Komek hemû wêneyên cur bi cur û koma din ceribandinên wêneyê ‘jina tazî ya destê xwe ber bi bazekî bi firê dikeve ve dirêj kiriye û bi çavên xemgîn li baz dinêre’ bû. Gelek caran ceriband da ku wêneyê nîşaneya kamilbûna di nîgarkêşiya xwe de çêke, lê rûyê jina tazî tu carî nedişibiya rûyê jinan... û baz jî her tim wekî kevokeke çilmisî xuya dikir.
Li dû têkçûna nîgarkêşiyê, mola wî careke din çûbû ser pirtûkan lê hezkirina pirtûkan tenê demeke kin ajotibû; êdî ne ramanên Neitche ne jî yên Freud wekî ramanên wî pêşketî û hevçax bûn li ber dilê wî. Ew jî nizanibû sedem çi ye, lê bi carekê re, evîna lîstikvaniya şanoyê di dilê wî de hêşîn hatibû. Komeke xwendekaran hebû ku berê li saziyeke çandê wekî şanoger dixebitîn. Ji ber ku ew kom li dû pevçûneke digel nûnerên saziyê ji wir hatibûn qewirandin, li ber dilê wî şîrîn bûbûn. Di demeke kin de di nava komê de ji xwe re cî girtibû û tevli xebatên wan bûbû. Di koma şanoyê de xwe dilxweş hîs dikir. Ne pirtûkan ne gîtarê ne jî nîgarkêşiyê ew ji gola xeman ew qas dûr kiribû. Hê di tu lîstikekê de cî negirtibû û derneketibû pêşberî temaşevanan lê di hemû provayan de wekî ku derkeve pêşberî bi hezaran tamaşevanên entelektuel, amade bû. Bi peroşiya sala yekemîn a xwendekariyê, bêyî ku biweste û gazincan bike, di xebatên şanogeriyê de dibeziya hemû karan. Gelek caran hevalên wî yên şanoger ji ber xebitîna wî ya bêwestan ew pîroz dikirin û jê re digotin ku hêz û coşa xwe bi carekê re der neke. Lê wî her tim di dilê xwe de heman hêz û coş, wekî ku tu car winda nebe, hîs dikir. Heke ev rewş wisa bidomiya, dê karibûya vexwarina alkolê jî kêm bike.
Şevekê, digel hevalên xwe yên şanoger, li mala hevalekî xwe bûbû mêvan û heya derengiya şevê li ser leyîstika nû axivîbûn û vexwaribûn. Heke wê şevê nûçeya ku ew ê jî di leyîstika nû de rolekê bistîne nestandibûya, dê bi xwe karibûya û ew çend venexwaribûya. Di destekî de deqa leyîstikê û di destê din de jî qedeha bîrayê, geh qurtek li bîrayê dixist û geh çavekî li beşên deqê yên têkildarî xwe digerand. Ji niha ve dest bi jiberkirina gotinên xwe kiribû. Bi saya alkolê, bi dengekî bilind gotin dubare dikirin.
Ji bo ku bi vê coşê gotinên xwe ji ber bike diviya here malê û bi tenê bimîne. Bi peroşiyeke ku gupegup bi dilê wî dixist, rahişt deqê û pakêta cixarê û derket.
Di tariya şeva zivistanê de, di bin ronahiya zer? a heyvê de dûmana cixareya xwe radestî bê dikir û di sikakeke teng a Baglarê de li ser peyariya ku hemû kortikên wê di bin berfê de winda bûbûn û ji ber berfa spî wekî riyeke ji mermerê xuya dibû, geh bi wê de û geh bi vê de dihejiya. Ji ber ku çend carekê li kortikên ku wekî kortikên jiyanê, jê ve xuya nedibûn û ji bo têkbirinê di bin berfa spî de xwe xef kiribûn, qelibîbû û heya nava derpiyê xwe lewitîbû, bi awayekî ji rêveçûna xwe nebawer, bi gavên biçûk ber bi malê de diçû. Nedihat hişê wî ka çend şûşeyên bîrayê di sohbetên têrken de bi ser kezeba xwe ya ku ji ber nexweşiyê jiyana wî ya zaroktiyê herimandibû û gelek caran ew ji lîstikên zarokan ku li taxê dihatin lîstin bi dûr xistibû de, vala kiribû.
Sira bayê sar ji hêlekê ve hêdî hêdî ew ji bin bandora ava cehî derdixist û ji hêla din ve jî çawa ku nexweşiya wî wekî ku bi devê wî bêje 'ez li vir im' quxînî pê dixist. Di dema xwe ya zaroktiyê de jî, di rojên sar de, carinan wisa kuxînî pê diket û bi her kuxîniyekê wekî parçeyek ji kezeba wî hilbe, ew di nava êşê de digevizand û belxemeke tîr û tarî bi ser dilê wî dixist. Ji ber nexweşiya ku gelek caran ew ji meş û çalakiyan jî bi dûr xistibû û dakiribû nav livînan, gelek caran çûbû nexweşxaneyan û derzî û derman standibûn. Beriya ku dest bi zanîngehê bike, nexweşiya wî hema bêje xwe pê dabû jibîrkirin. Lê di salên zanîngehê de, ji ber alkol û cixareyê derzî û dermanan tu fêde nedidanê.
Di her gaveke din de kuxika wî zêdetir dibû û êşa wî jî bi zêdebûna kuxikê dijwartir dibû. Êdî tê de hal nemabû ku bimeşe, ji bo ku hinek bîna xwe bide, li derçika deriyê xaniyekî ku kevinbûna wê ji sewaxa hilweşiyayî ya dîwarê wê yê qulqulî diyar bû, bi tiliyên xwe yên qerisî ciyekî biçûk ji berfê paqij kir û li wir pal da dîwar. Ji hêlekê ve erdê şil û ji hêla din ve jî bayê ku wekî gûzanekê rûyê wî diçirand, heya mejiyê nava hestiyên wî ew diqerisand. Dilerizî... ji lerizînê nikaribû cixareyê di nav tiliyên xwe de bigire. Wekî ku darniqêlek nikulê xwe li dareke hişk bixe, reqereqa diranên wî bû. Heke demildest xwe nigihanda ciyekî germ, diranên wî dê ji ber levketinê hûrhûrî bibûna. Der û dora wî giş bûbû berf û berf li ser lingê wî kom bûbû. Ji ber ku tu hêz tê de namabû, êdî rabûn qet ne dihat hişê wî. Di vana berfê de, wisa qerisî û bêhêz ji xwe ve çû û bi kuxekux li ser tenişta çepê ku du bost berf lê hatibû, ket.
Lembeya xaniyê ku li derçika wê ketibû erdê, vebû. Jineke ku ji pişt perdê temenê wê diyar nedibû, hat ber pacê û çavên xwe li sikaka xalî gerandin. Jê ve ciyê ku dengê kuxekuxê jê dihat xuya nedibû. Jinika bizdiyayî lampe vemirand û di ber deriyê derve re li laşê di bin berfê de nihêrt. Çû ber wî, pêşî bi caketê wî girt û ew hejand; tu bersiv jê nehat. Jinikê bi baldariyeke bitirs guh li bêdengiya şevê bel kir. Ji der û dor tu his û deng nedihat. Bi wê dilrehetiyê çend careke din bi berstûka caketê wî girt û ew hejand lê dîsa tu bersiv ji laşê qerisî nedihat. Nîşaneya zindîbûna wî tenê hilma ku mîna dûmana cixarê ji devê wî derdiket û lerizîna wî ya ku dişibiya lerizîna seyekî ku xwe ji avê zuwa dike, bû. Nizanibû çi bike, di ciyê xwe de wisa sekinî û fikirî. Ev heft sal bûn ku jiyaneke bî borandibû. Ev heft sal bûn ku bi tenê serê xwe di malê de dijiya û ji bilî çend serdanên lawê cîranê wê, di nava livînan de ew xwe bi xwe bû.
Lawikê di nav berfê de çiqas bêguneh û jar xuya dikir.” Jinik difikirî. Hemin nedibû ku wî li wir, di nava seqema şeva zivistanê de bihêle. Ji ber ku destên wê diqefilîn, bi dawa xwe berfa li ser wî paqij kir, bi her du lingên wî girt û ew heta nava xênî kaş kir. Bi ketina wan a hundir re bû çîkeçîka çûkê di qefesê de. Di bin nêrînên çûkê de, beriya ku êzing dake soba tîna wê şikestiye, cilên wî jê şeqitandin û ew li ser livînê dirêj kir. Piştî ku sobe hinek germ bû û tîna xwe da dora xwe, çend carekê pêjgîr li sobê lefand û pêjgîra germkirî li laşê wî pêşa. Her ku dema pêjgîr lê dipêça tiliyên wê li laşê sar dihingivîn, lerizandineke ecêb dikete laşê wê; bêyî destûra mêjiyê xwe bîhneke kûr ji pozên xwe heya nava kezeba xwe dikişand. Pêjgîr danî erdê û destê xwe li ser laşê bêdeng gerand; laşê direcifî hê jî seqemî bû. Cilên xwe ji xwe kirin, laşê xwe yê ku germahiya dojehî ya salan dihewîne bi laşê sar ve kir û bi wî awayî kete xewê.
Jinik serê sibê zû ji xew rabû. Lawik dilerizî. Destê xwe li ser laşê wî yê ku berevajiyê rewşa bişev, wekî ku di nava agirê de be, germ bû gerand û kete xeyalan. Di xeyalên wê de ew û lawikê ji berfê derketibû hebûn. Gelo li dû jiyana wê ya bî ya ew çend salan, ev diyariyeke Xwedê bû? Bi kuxîniya lawikê li kêleka wê, xeyalên wê ji ber çavan bi dûr ketin. Diviya sobe dadabûya, êma çûkê bidayê û beriya taştêyekê amade bike, wekî; ku her roj dikir azadiyeke biçûk pêşkêşî çûkê bikira.; wê di nava odê de azad berdabûya.
Dema ku Laser şiyar bû bi çavên kûs li der û dora xwe nihêrt. Nizanibû ka ev rewşa ew niha tê de ye xeyal e an rastî ye. Nikaribû çavên xwe baş veke; çavên wî dişewitîn. Laşê wî, wekî ku bi rojan di nava livînên kevn ên hirî de razabe, qerimîbû. Êşeke ku zorê didayê ketibû masûlkeyên stûyê wî. Xwest ku masûlkeyên stûyê xwe yê qerimî rehet bike... li hemberî xwe jineke tazî dît. Jinikê destê xwe bi jor ve hildabû û li bazê ku bi firê diket, dinihêrt. Çavên xwe yên ku bi zehmetî vedibûn hêdî hêdî girtin. Aveke sar bi ser çavên wî yên dişewitin de hat û heya ser sînga wî, mîna rûbarekê ji xwe re rê vekir û heya ku rehetiyeke nayê gotin bi ser dilê wî bixe, herikî.


*Ev nivîs di pergala xebatê ya bi Kurdî (Ubuntu'ya Kurdî) de bi bernameya nivîsandinê ya Kurdî (OpenOffice.org) hatiye nivîsandin.

**http://www.kovaraw.com/index.php?option=hem_content&task=view&id=420&Itemid=59

1 comment:

Anonymous said...

Dembaş hevalê Amed bi rastî çîroka ku te nivîsîye gelek baş hatîye hûnandin û bi hostetî hatîye herikandin.Dema ku min xwend gelek xweşa min çû jiber ku te rastîya îroyîn ravekirîye û jibo nifşên a niha destnîşankirîye.

Jibo te serkeftin bila bereketa Yezdan têkeve pênûsa te ya pîroz.

silav û rêz
Bawer Yekta