7/24/15

Zor zane, zêr zane, mirovê jîr û zana zane

Belê ez jî zanim ku gotina sernavê vê nivîsê di eslê xwe de ne wisa ye. Lê îro gotina li halê me kurdan tê ev e.
Ne ku hinek bêjin “çima tivinga dev bi mor li halê me nayê”?
Belê, piştî mora li devê tivingê şikest, gelekî bi kêrî me kurdan hat. Wa ye li Rojava diyar e. Lê jîrî û zanabûn ji her tiştî pêştir e.

Beriya nivîsê dewam bikim, bêjim ku ev demeke dirêj e ku min tu gotar nenivîsandine.Gelek caran gotin li cem mirov dicivin, dikî ku binivîsî, lê ji ber ku gotina kurdî malê mirî ye, li ciyê xwe ditevizî.

Lê îro li ser nûçeyeke ku dibêje “kesekî di nav Dewleta Îslamî (DÎ) de şerê kurdan kiriye û vegeriyaye Stenbolê, li Stenbolê hatiye înfazkirin” min xwe mecbûr hîs kir ku binivîsim.

Bi raya min înfazkirina li nav bajaran tiştekî gelekî xetere ye. Dibe ku yek rabe bêje “dema endamekî DAÎŞê yê xwînxur bê kuştin kela dilê min datîne”, lê divê herî baş kurd zanibin ku înfazên li bajaran kêra dudev e.

Dibe ku hin kes, hêz û partî -weki yön olperest- kewa dafikê bin yan jî ew dafik bixwe bin. Lê heke rewş were asta “înfazkirina li bajaran”, herî zêde wê kurd zirarê bibînin.
Heke rewş were asta înfazan wê gelek şîrheram û dolheram bên kuştin lê wê bi qasî wan mêrxas û egîd û dîsa bi qasî wan bêkes û bêguneh jî bên kuştin.

Bi raya min, planek ji planên ku ji bo têkbirina destkeftiyên kurdan hatiye danîn ev e.
Heke bi sedan xwînxwarên DAÎŞê li nav bajaran bên kuştin, gava bêgunehek bêhemdî yan jî bi destê sîxur û ajanên di nav hêzên kurdan de bê kuştin dinya hemû wê kurdan bide ber keviran. Ma ne endamê MÎTê bû ku li Stenbolê molotof avêtibû otobusên navbajêr? Paşê Erdogan her ku mîkrofon digirt destê xwe, digot “PKK li bajaran otobusan dide ber molotofan û bêgunehan dikuje”.

Dewleta tirk bêbext e. Dewleta tirk ew dewlet e ku bebik kuştin avêt stûyê PKKê, dewleta tirk ew dewlet e Hîzbulkontra kuştin avêt stûyê PKKê, dewleta tirk ew dewlet e gundî kuştin avêt stûyê PKKê, dewleta tirk ew dewlet e leşkerên xwe kuştin avêt stûyê PKKê.

24.07.2015, Amed

No comments: