5/27/15

Palmîra rojevê dihejîne; Navro di binê avê de dimîne

Bajarê kevnar Palmîra ku di nav sînorên Wîlayeta Humusê ya Sûriyayê de ye, piştî ku kete destê dijminên mirovahiyê ango kete destê Dewleta Îslamî, kete rojeva cîhanê.
Ev bajar di sala 1980yan de ketiye nav Lîsteya Mîrateyên Cîhanî ya UNESCOyê.
Taybetiya bajar ev e ku di sedsala 1emîn de li ser riya bazirganiyê rawestgehek bû.
Ev bajarê kevnar, îro di bin tehtîda Dewleta Îslamî de ye. Ev rêxistina terorîst, wekî li Nînowayê kir, zirarê dide bermahiyên dîrokî ku ev bermahî wekî mîrateya mirovahiyê tên hesibandin.
Gelekî di cî de ye kutelevîzyon ku rojnameyên navneteweyî -bi taybetî yên rojavayî- mijara rûxandina van mîrateyên mirovahiyê dixe rojeva cîhanê.
Dema ku ew mîrateyên mirovahiyê bi destê wan hovan tên rûxandin, li rexê me, li sêgoşeya Sêrt – Mêrtdîn – Batmanê, bi navlêkirinên kurdî li sêgoşeya Botan, Gurdilan û Toran, li ciyeê ku çemê Botan û çemê Dîcleyê li wir digihin hev bajarekî din yê kevnar rojên xwe dijmêrê.
Wekî her kes dizane li Kurdistanê bendavek, bendava Ilisuyê tê çêkirin... hêdî hêdî... bi qurnazî... bi bêbextî... bi bêdengiya ku mar nêzîkî nêçîra xwe dibe.
Bendava navborî wê newal û girikên li Toran, li Botan û li Gurdilan di bin avê de bihêle... ne tenê newal û girik, wê dîrokê jî di bin avê de bihêle.
Bernamhiyên dîrokî yên li çemê Başûran yê di navbera Gurdilan/Misirc – Sêrtê de ku mîrateya mirovahiyê ya netomarkirî ye wê di bin vê bendavê de bimîne... li gel Tila Navro.
Tila Navro girek bû, ango qotek bû. Di encama lêkolînên arkeolojîk yên ji sala 2009an ve dem bi dem dewam kir de, di bi vî qotî de bajarekî kevnar derket holê. Bajarekî bi sûr û bircên fireh, bilind û dirêj, bajarekî bi lîmaneke tekûz... wê di bin ava bendavê de bimîne.
Tila Navro ji Palmîrayê bi sedan salan kevntir e lê wekî wê ne di Lîsteya Mîrateyên Cîhanî de ye. Belk li dû êrîşên Dewleta Îslamî çend kêlên li Palmîrayê bifilitin, lê Tila Navro wê di bin bendavê de bimîne û wê tu tişt jê nemîne.

































* Peyva “Navro” ji her du peyvên “nav” û “ro/rû/rûbar”ê pêk tê (http://ku.wiktionary.org/wiki/ro)
** Geşta Min (Amed Çeko Jiyan),  Faysal Nayman û Murat Bora ya li Tila Navro (23.05.2015)

No comments: