7/29/15

Tirk naxwazin ne ku tenê dewleta wan

Belê, çareseriya pirsgirêka kurd tirk naxwazin, ne ku dewleta tirk. Yanî pirsgirêka kurd ne tenê ji ber dewleta tirk e, ji ber gelê tirk e.

Selahattin Demirtaş​ û Yalçin Akdogan derbarê "pêvajoya aştiyê" de axivîne.
Demirtaş di roportajekê de ji Ezgî Başaranê re gotiye "Erdogan piştî anketên li dû civîna li Dolmabahçeyê dîtiye ku dengên AKP dikevin û yên HDPê zêde dibin û gotiye, 'Madem ku tu fêdeya vê ji me re nîne em çima ketin nav vî karî?' û paşê gotinên li dijî pêvajooyê ji AKPê bilind bûne." (http://www.radikal.com.tr/yazarlar/ezgi_basaran/provokasyon_olmayacagini_bilsem_polislerin_cenazesine_gitmek_isterdim-1404954)
Yalçin Akdogan jî beşdarî bernameya "Edîtor" ya Ajansa Anadoluyê -ajansa fermî ya dewletê- bûye û gotiye "Tu yê dengan bistînî û tu yê bêjî werin vê problemê çareser bikin." (http://www.cumhuriyet.com.tr/haber/siyaset/333227/Akdogan_surecin_niye_bu_hale_geldigini_itiraf_etti.html)

Tiştê ku ez ji van gotinan fêm dikim ev e ku dewleta tirk -ku piraniya endamên wê ji tirkan yan jî ji kesênku xwe tirk dizanin pê tê- ku niha di destê AKPê de ye dixwest ku pirsgirêka kurd heta radeyekê çareser bike. Yanî dixwest ku kurd di nav malên xwe de azad bin, li derve nîv azad bin lê li saziyên fermî yên dewletê "welatiyên tirk" bin.
Lê piştî ku AKPê/dewleta tirk di anketan de dît ku gelê tirk "azadiya li malê" jî ji kurdan re naxwaze, yanî piştî civîna li Dolmabahçeyê dengên AKPê kêm bûn, AKPê jî dawî li pêvajoya navborî anî.
Loma sedema pirsgirêka kurd pêşî gelê tirk e û paşê dewleta tirk e.

Heçî yên ji min bawer nakin fermo lêkolînekê bikin ka ew kesên li bajarên Enedolê kurdan lînç dikin endamên gelê tirk in yan jî karmendên dewleta tirk in.
Hûn ê bibînin ku ew kesên kurdên belangaz yên ji bo gezek nan çûne bajarên Enedolê lînç dikin endamên gelê tirk in, tirk in yan jî xwe tirk dizanin.

No comments: