1/6/24

Agahiya çapbûna Berxê Nêr û Berbang jî Şahid e

Dixwazim agahiya çapbûna du pirtûkên xwe bi kêfxweşî bi we re parve bikim.

Du pirtûkên min ku yek jê çapa duyemîn e, ji Weşanên J&J derketin.

Romana nû ya nivîskar ya bi navê “Berxê Nêr” û çapa duyemîn ya pirtûka wî ya bi navê “Berbang jî Şahid e” ji Weşanên J&J derketin. Çapa pêşî ya Berbang jî Şahid e sala 2014 ji Weşanên J&J derketibû. Adnan Çelik di hejmara 10an ya Toplum ve Kuramê de ji bo vê pirtûkê wisa nivşsandibû: “Romana min a bi navê Berbang jî Şahid e kuştinên Hizbullahê yên li dijî sivîlan bi şahidiyên karakterên sade ku bi rengekî edebî hatine afirandin, vedibêje.”

Omer Delikaya jî di nirxandina taybet û berfireh ya li ser vê pirtûkê de ku di hejmara 7an ya Kovara Wêje û Rexneyê de weşandiye, wisa nivîsandiye: “Jixwe vegêr salixê qetlê bi rengekî wisa dide ku têkilîya ku wê demê di navbera JI-TEM û Hîzbullahê de hebû bi aşkereyî dîyar dike… Di pirtûkê de barçav e ku nivîskarê ciwan A. Çeko Jiyan, bi honaka xwe ya serkeftî wêneyekî baş ê salên 90î bo xwînerên xwe berpêş kiriye di şexsê lehengên cihêreng de.”

Pirtûka din ya nivîskar romana wî ya dawiyê ya bi navê “Berxê Nêr” e ku Amed Çeko Jiyan di vê romanê de çîroka karakterekî “bêkarakter” vedibêje. Berxo yê ji gundekî çiyayî (û xeyalî) yê Misircê/Kurdistanê ye wekî gelek xortên Kurdistanê berê xwe dide Marmarîsa bajarê turîzmê. Armanca Berxo bi çûna Marmarîsê ne kar û xebat lê kêf û tolazî ye, lê piştî ku xebera şewitandina gundê wan digihîjê, biryarê dide ku “stûyê xwe bide ber kêrê” (?).

Roman ji aliyekê ve awirekê dide jiyana li gundên Kurdistanê yên di bin pêkutiyên leşker û cerdevanên dewletê de û ji aliyê din ve berê xwe dide jiyana “nifşê xêrjixwenedîtî”.

Her du pirtûkên Amed Çeko Jiyan Berxê Nêr ku li dor karakterê bi navê Berxo tê vegêran û bi çapa 2yan ya Berbang jî Şahid e ku şahidiya serdemekê dike li Fuara Pirtûkan a Amedê li standa Weşanên J&J li benda xwînerên kurdî ne.

 









No comments: