5/28/23

Bi-tene

Xwedê ji dewlet û pergala alman razî, zarokên ne-alman yên li almanyayê dijîn bi hewldaneke biçûk ya malbata xwe, dikarin gava fêrî zimanê almanî bibin ji zimanê xwe yê zikmakî xerîb nebin/ji zimanê xwe yê zikmakî şerm nekin û jê nefretê nekin.

Ji ber ku analîzkirin û nirxandin û îsbatkirina vê rastiyê wê çend A4an dagire, ez rasterast derbasî çîroka sernavê ango "bi-tene"yê bibim.

Bi xêra vê dewletê û pergala wan zarokên me bi me re û bi kurdên kurdîzan re bi kurdî û bi almanan re bi almanî diaxivin, û ji ber malbatên nas yên bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin 3 peyvên tirkî fêr bûne: ço-kuzel, na`sin, goluşuluz. Mîr Baz ku mehek maye bibe 8 salî ji ber zanîna van 3 peyvên tirkî îdia dike ku bi tirkî dizane. Gava yek jê dipirse, dibêje, "ez bi çar zimanan dizanim: kurdî, almanî, înglîzî, tirkî, rûsî." Li gorî temenê xwe bi înglîzî baş dizane lê heçî zanîna wî ya rûsî ye, di asta tirkiya wî de ye, ango tevî tevî bi 3 peyvên rûsî dizane: niyet, da, priviyet.

Piştî pêşkêşkirina van agahiyan, ez behsa "bi-tene"yê bikim.

Wê rojê min li ber televizyona vekirî wekî hemû rojên meha borî ji Twitterê nûçe, parvekirin û şîroveyên li ser hilbijartinên li Tirkiyeyê dixwendin. Zeryaya nêhatiya malbatê (5 mehî ye) li kêleka min bû û Mîr Baz kêfa xwe jî re dianî. Wê gavê bala min kişand, gava Mîr Baz kêfa xwe jê re tîne dibêjê "bi-tene". Min di ber xwe de got, yeqîn di mêvaniyekê de yekê wisa kêfa xwe ji Zeryayê re aniye û ev peyv di hişê wî de maye. Roja din jî Mîr Baz wisa kêfa xwe ji Zeryayê re anî û roja piştî roja din jî. Bêyî ku ez ji kesî re behs bikim, min ev mesele ji xwe re kir derd û kul. Heta pêr. Pêr Mîr Baz dîsa hatibû ser serê Zeryayê û digot "bi-tene". Mizgîn (5 salî) jî li wan temaşe dikir û di ber xwe de dikeniya. Mîr Baz ji kena wê aciz bû û ji min re got, "Ez ew çend ji Zerya re dibêjim `bi-tene` ew ji min re nakene lê ji Mizgîn re dikene."

Bi carekê bîhna min hate ber min. Ji we ve jî eyan e ku piraniya van nûçe, parvekirin û şîroveyên di vê pêvajoya hilbijartinê de tên pêşiya me bi tirkî ne, û ji ber vê rojeva hilbijartinê min nivîsa tirkî ya min di deh salên dawiyê de nexwendiye min di deh rojên dawiyê de xwendiye.

Wekî wî yê li ser Înstagramê digot, "di rûyê Teyîb de (ne Temel, Erdogan) em hemû bûne CHPlî, xuya ye min  jî di rûyê rojeva hilbijartinê de "bi-kene/bi-tene"ya Mîr Baz ya bi zarê zarokane kiriye "bîtane"ya tirkî.

No comments: