2/15/20

Nirxandinek li ser Rêbera WMê û rexneyên lê

Wekî gelek karan, mixabin di karê amadekirina Rêbera Rastnivîsandinê ya Weqfa Mezopotamyayê (WM) de tişta ku diviya di serî de bihata kirin, dawiyê tê kirin. Piştî Rêbera WMê hat çapkirin û bi buhayekî “nehindik” dest bi firotina wê hat kirin, pêşî li ser medyaya civakî rexne lê hatin kirin û paşê jî li ser blogan û di rojname û kovaran de rexneyên li ser wê hatin weşandin.

Bi raya min, diviya ev di destpêka vî karî de bihata kirin yan jî pirtûka çapkirî, wekî pêşnûma/reşnivîs bihata pêşkêşkirin û beşdarên "Komxebata Kurmancîyê" piştî demeke diyarkirî, bi nirxandina rexneyan berhemeke tekûz pêşkêş bikira.

Gelek hêjayan li ser Rêbera WMê fikir û ramanên xwe nivîsandin. Dibe ku rexneyên hin kesan bi endamên komxebatê giran hatibin. Lê bi raya min, nîqaşên li ser Rêbera WMê gelekî binirx in. Hêvî dikim hemû rexneyên li pirtûkê ji aliyê beşdarên "Komxebata Kurmancîyê" ve bi baldarî bên xwendin û beşdarên hêja nirxandina rexneyan li ser malpera fermî ya WMê bidin weşandin. Ez bawer dikim bi vî awayî rêbereke zêdetir tê qebçlkirin peyda bibe.

Yek ji şarezayên li ser Rêbera WMê nivîsandî, birêz Husein Muhammed e. H. Muhammed hem li ser pirtûkê nivîsandiye hem jî nivîsên şarezayên din (Deham Ebdulfettah, Halil Aktug, Qasimê Xelîlî, Amed Tîgrîs, Ergin Opengin) yên li ser pirtûkê nivîsandine, li ser bloga xwe weşandine.1

Hêjayî gotinê ye ku ji endamên "Komxebata Kurmancîyê", birêz Bahoz Baran wekî bersiva rexneyên birêz H. Muhammed, li ser bloga xwe nivîsek weşandiye.2 Xwezî birêz H. Muhammed nivîsa birêz B. Baran jî li ser bloga xwe belav bikira ku nîqaş germtir û hêjatir bûya.

Birêz B. Baran di mijara “bihê-bê” de diyar dike ku rexneya birêz H. Muhammed ne di cî de ye, lewre Rêbera WMê nabêje “bihê rast e û bê şaş e” û, berevajî rexneya H. Muhammed, Rêbera WMê her du forman jî rast qebûl dike. Birêz B. Baran her wisa diyar dike, rexneya ji bo “ve-bi-xwe”yê jî ne di cî de ye, lewre Rêbera WMê “vebike”yê ferz nake, ferzkirin li hêlekê, Rêbera WMê dibêje “dabigirim”, “rabiwestim”, “hilbikişim” nenivîsin, lê “dagirim”, “rawestim”, “hilkişim” binivîsin.

Lê birêz B. Baran di bersiva li rexneya ji bo “î”ya beriya “y”yê bi awayekî aşkere pêşniyara Rêbera WMê binpê dike. Birêz B. Baran wisa nivîsandiye:

Wekî ku di bikaranîna “-iy”ê da tu pirsgirêkek tune be qal kirîye. Bikaranîna “-îy”ê ya di kirmanckî da, tecribeya bikaranîna wê û awayê hînkirinê yê pedagojîk jî nehatîye ber bala wî. (Lînka nivîsa blogê li dawiya nivîsê ye.)

Di pirtûka WMê de ji bo vê mijarê -li gel agahiyên çewt wisa hatiye nivîsandin:

Bêjeya ku bi [î]yê diqede û [y] lê dihê zêdekirin, divê ku [î]ya wê nebe [i] û wekî xwe bihê nivîsîn. Ev [î]ya li vê derê behskirî di kurdiya zazakî û kurdiya soranî da jî wekî xwe dihê nivîsîn. (Rêbera Rastnivîsînê, Rûpel: 54)

Di pirtûkê de zelal e ku dibêje “bêjeya ku bi [î]yê diqede” ango nabêje, “hemû [î]yên beriya [y]yê. Lê birêz B. Baran di nivîsa xwe de gelek [i]yên beriya [y]yê jî wekî [î]yên beriya [y]yê wekî [î] nivîsandiye ku di nivîsa birêz H. Muhammed de (di beşa 6emîn de) ev rexneya di cî de gelekî sade hatiye vegotin.

Bi kurtî, birêz B. Baran nivîsandiye “qal kirîye” û “nehatîye”. Lê di van her du peyvan de jî “î” tune ye, “i” heye.

kirin:
Te ez dîn kir-i-me,
Wî ew dîn kir-i-ye

hatin:
Ez hat-i-me
Ew hat-i-ye

Ez bawer dikim heke yek bi dilekî saf nivîsa birêz H. Muhammed ya derbarê mijarê de, ew ê baş fêm bike ku pêşniyara Rêbera WMê, berevajî birêz B. Baran dibêje,wê bandoreke xirab li awayê hînkirinê yê pedagojîk bike. Lewre “nivîskarên” Rêbera WMê bixwe jî nizanin ka kîjan bêje bi “î”yê diqede.

Wekî din, di nivîsa min ji rûpela 54an a Rêbera WMê girtî de agahiyeke çewt heye ku gelek endamên komxebatê pê dizanin û diviya wan ev agahiya çewt dabûya serastkirin. Rêbera WMê dibêje, “Ev [î]ya li vê derê behskirî di kurdiya zazakî û kurdiya soranî da jî wekî xwe dihê nivîsîn.” Lê di rastiyê de ne wisa ye. Belê, di kurdiya zazakî de “î”ya beriya “y”yê wekî xwe dimîne lê di kurdiya soranî de, her wisa di kurdiya kurmancî ya başûr de ku alfabeya erebî bi kar tînin, “î”ya beriya “y”yê namîne. Hêjayî gotinê ye, li gel ku di alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî de (kurmancî û soranî) “i” tune ye, “î”ya beriya “y”yê wekî xwe namîne.

Mînak:

Bi alfabeya latînî
Bi alfabeya erebî (kurmancî û soranî)
Tîpên beranmerî alfabeya latînî
hatin
هاتن
hatn
hatime
هاتمە
hatme
hatiye
هاتیە
hatye
hatine
هاتنە
hatne



kirin
کرن
krn
kirime
کرمە
krme
kiriye
کریە
krye
kirine
کرنە
krne



Li Başûr di kurdiya soranî û kurdiya kurmancî de “î”ya beriya “y”yê wekî xwe nayê nivîsandin, lewre agahiya di Rêbera WMê çewt e.

Mijareke din ku êdî di kurmanciya nivîskî de bûbû standard, “bazinedaçek” bûn ku Rêbera WMê derbekê li vê standarbûnê dide. Dibe ku di nav kurdîaxêvan de yên di axaftinê de dibêjin “da, ra” ji yên dibêjin “de, re” zêdetir be. Lê ji ber ku Rêbera WMê di mijarên din de vê yekê ferz nekiriye, nikare vê ji xwe re bike palpişt. (Mînak: Ergatîvî, Rûpela 155an)

Heke em bêjin “da, ra” ji “de, re”yê kevntir in û di klasîkên kurd de jî wisa ye, wê çaxê em ê mecbûr bimînin hemû pêşniyarên Rêbera WMê paşguh bikin û vegerin “formên kevntirîn”.

Bi awayekî gelekî xwezayî, hemû kes, çi endamên komxebatê çi jî kesên pirtûka çapkirî rexne dikin, wekî hev nafikirin. Ev jî nîşan dide hin mijarên ji berê ve li ser wan nîqaş dihatin kirin, wê wekî xwe bimînin. Lê hêvî dikim ev nîqaş rê li hindê bigirin ku meseleya “î”ya beriya “y”ê û meseleya “bazinedaçek”an li wan mijarên her nîqaş li ser wan dihatin kirin, zêde nebin.

Lê ez wisa bawer dikim, her ku rexne zêde bin -her çend req bin jî-, kêmasiyên “me” wê kêmtir bin û riya “me” ronîtir be. Û ez wisa hêvî dikim keda zana û şarezayê mezin Celadet Bedirxan tu caran neyê jibîrkirin û em bi zanîna xwe ya “ji dil jî kêm” neheqiyê li “xwe” nekin.

Têbinî: Beriya nivîsê temam bikim û li ser bloga xwe biweşînim, min bersiva birêz H. Muhammed ya li bersiva birêz B. Baran dît. Lînk li jêrê ye3.


1: https://zimannas.wordpress.com/2020/02/13/rexneyen-6-kesan-li-ser-rebera-rastnivisine/?fbclid=IwAR1z1HPMEfvv3N_kDlEF_yrCXFrZwo58uKKMYsgkmSGusKteU0rGs6JMSZE
Deham Ebdulfettah: Daxuyaniyek li ser Rêbera Rastnivîsînê (pdf)
Halil Aktug: Komxebata Kurmancî û Rêbera Rastnivîsînê (pdf)
Qasimê Xelîlî: 6 rexne li “Rêbera Rastnivîsînê” (pdf)
Amed Tigrîs: Çend başî û şaşiyên Rêbera Rastnivîsînê (pdf)
Husein Muhammed: “Rêbera Rastnivîsînê” û derdê giran yê hîperkorektiyê û xweferzkirinê (pdf)
Ergin Opengin: Pêdaçûneke Rexneyî li ser Rêbera Rastnivîsînê (pdf) (derbarê kitêba Mustafa Aydogan e ku ”Rêbera Rastnivîsînê” fiiliyen dubarekirina wê ye)

2: https://bahozbaran.wordpress.com/2020/02/13/weqfa-mezopotamyaye-xebaten-zimani-u-komxebata-kurmanciye/

3: https://zimannas.wordpress.com/2020/02/15/bersivek-bo-erisen-bahoz-barani/

No comments: