Sala 2009an yan 2010an bû. Li wê hêlê, ango li Hewlêrê konferansek dihat lidarxistin. Konferans li ser zimanê kurdî bû. Wekî di hişê min de maye, ne tenê li ser ziman, lê li ser ziman û wêjeya kurdî bû. Gelek zimanzan û wêjekarên naskirî û nenaskirî beşdar bûbûn.
Di wan rojên ku konferans li dar bû de, yekî ji wê hêlê, şarezayekî zimanê kurdî ku bi kurmancî û soranî û hewramî baş dizanî -wekî tê hişê min, ji aliyê dê ve hewramî bû-, gelekî hêrs û xemgîn bû ku ew nehatibû vexwendin. Sedema ku nehatibû vexwendin ew bû ku dîplomayeke wî tune bû.
Heman salê ez jî li Başûr bûm û li beşa kurmancî ya AKNewsê dixebitîm. Li gorî min, ji bo kurdî, xizmeta herî mezin ew bû ku kurdên her çar parçeyan hev fêm bikin. Mebesta min ji jihevfêmkirinê, fêmkirina ji rojname, kovar û pirtûkên hev e.
Heke em bêjin, “na em baş ji hev fêm dikin”, jî ya rast em tenê gava tên cem hev ji axaftina hev fêm dikin. Lewre, li gel ku li Başûr bi dehan rojname, kovar û bi sedan pirtûk dihatin/tên çapkirin, me li Bakur tenê rojnameyek hebû/heye.
Ji ber vê yekê, ez li gel hevalekî çûm kurseke înglîzî ku hevaltiya wî bi xwediyê kursê re hebû. Min dixwest li wê kursê yan li dereke din poleke ji bo fêrkirina alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî bidim vekirin. Xwedêjêrazî, xwediyê kursê em gelekî pozîtîv pêşwazî kirin û got pêşniyara min gelekî hêja ye. Lê beriya biryara xwe bide, du pirs ji min kirin. Ya yekê, rojnameya li ser maseyê nîşan da û xwest ku bibîne ka ez dikarim tîpên kurdî yên bi alfabeya erebî bixwînim yan na. Piştî ku min ji rojnameya soranî çend paragraf xwendin, wî vê carê pirsa duyemîn kir. Pirsa duyemîn, dîplome bû. Wî pirs kir ka min dîplomeyeke ji beşeke mamostetiya zanîngehekê heye yan na. Mixabin tune bû. Lê min “Belgeya Mamostetiya Kurdî” ya min ji Kurdî-Dera Amedê wergirtî nîşan da. Xwediyê kursê kêfxweş bû. Belgeya Mamostetiya Kurdî danî ber xwe û baş kontrol kir û paşê pirsa îmze yan mohreke fermî/dewletî kir. Li ser wê belgeyê tenê îmzeya serok û rêveberên Kurdî-Derê hebûn. Loma jî me nekarî li Başûr kursa ji bo fêrkirina alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî bidin vekirin.
Wê salê min fêm kir ku di nav civakên wekî civaka me parşvemayî de tu girîngiya zanînê tune ye, tenê belge û dîplomeyên fermî girîng in.
Li hêla din, ango wekî li wê hêlê, li vê hêlê jî heman salan li ser zimanê kurdî konferans dihatin lidarxistin. Tişta ji wê hêlê cuda ew bû ku ji bo beşdarî û pêşkêşkirina gotaran dîplome ne mecbûrî bû. Bêguman hin krîterên din hebûn lê wekî mecbûriyeta dîplomeyê ne req bûn û îhtîmal hebû ev krîter bên nermkirin yan guhertin.
Di yek ji wan konferansan de ku sala 2015an pêk hat, wekî bêjin “em ê tu caran girîngiyê nedin dîplomeyan” biryar jî hatin standin. Biryara ku rê dide ez wê wisa şîrove bikim xala 20emîn e: “Sazî û dezgehên ku li gorî feraseta dewletê li ser zimanê kurdî kar û xebatê dikin ji aliyê delegasyonê ve hatin redkirin û divê hemû sazî û dezgehên me li gorî vê biryarê tev bigerin.”*
Bêguman wan salan hemû sazî û dezgeh li gorî wê biryarê tevgeriyan. Lê tişta balkêş ev bû ku, ew biryar hema bêje tenê li dijî xwendina li beşên kurdî û beşên hunerî hat bicîanîn û tu bandorê li xwendina beşên ziman, wêje û dîroka tirkî nekir. Li gel ku yek dikaribû bi dîplomeya xwe ya mamostetiya tirkî (ji her çi beşê be ferq nake) dikaribû li sazî û dezgeh û şaredariyan bibe “rayedar” lê hunermend û şanogeran maf tune bû ku hewlê bidin dîplomeyekê bistînin.
Ez li Kurdî-Dera Amedê rastî gelek ciwanan hatim ku beriya serî li beşa kurdî ya zanîngeha Artukluyê bidin, dihatin bi rêveberên Kurdî-Derê re xala navborî nîqaş dikirin. Tiştekî gelekî trajîk bû ku mamosteyên zimanê/dîroka tirkî yên li saziyan mamoste û rêveber bûn diketin hewldana hindê ku ji xortên dixwestin li beşên kurdî yên zanînghên Dewleta Tirk bixwînin re rastiya xala 20emîn îsbat bikin. Wekî ez bûme şahid, gelek kesên dilsozên doza kurdî û Kurdistanê, tenê ji bo ku nebin “dijberên biryara tevgerê”, qeydiya xwe li beşa kurdî ya zanîngeha Artukluyê çênekirin.
Ez her wisa bûme şahid ku gelek hunermendan jî ji ber heman biryarê li zanîngehan beşên hunerê nexwendin. Mixabin wan rojan her kes dibû şahid ku endamên hin malbatan çi bi dizî çi jî bi aşkerayî ji xwe re li zanîngehên dewletê xwendin û bûn xwedan dîplome da ku rojekê ji rojan ji bo serbilindiya malbata xwe bi saya wan dîplomeyan li ser serê sazî û dezgehan bibin rayedar û rêveber.
Û wekî gotina dawiyê: Dibêjin tekane tişta naguhere guherîn bixwe ye. Û tişta ji me kurdan re gerek û girîng e, xwendin û dibistan û bêguman û teqez dîplome ye ku hem li malê hem jî li derve îsbata “xwendin û dibistan”ê ye. Loma ez gelekî kêfxweş im ku dibînim îro gelek biryar hatine guhertin, li hemberî kesên payeyê didin xwendina ziman û wêje û dîroka tirkî, gelek kes payeyê didin xwendina beşên kurdî jî û ya girîngtir, ciwan dikarin bêyî bên “afarozkirin” li zanîngehan li beşên kurdî bixwînin.
Têbinî: Hêvî dikim kes vê nivîsa min wekî “çavnebarî”yê fêm neke. Ez gelekî kêfxweş im ku hin kesan guh neda biryara ku diyar bû wê rojekê bêwate be û wan kesan li beşên kurdî xwend. Wekî din, min zanîngeh li beşeke teknîkî dixwend û ji ber “îfade/îftirayên” “endamekî rêxistinê” ango "îftirayên qadroyekî" ku dabû polîs û dozgeriya komarê, min nekarî xwendina zanîngehê bibim serî.
* https://justpaste.it/2gd5d (dema dawî ya vekiirna malperê:12.02.2020)
No comments:
Post a Comment