3/10/20

Berxê nêr

Li ser xêrê be, dosyeya bi navê "Berxê nêr" do li dora 3yê şevê qediya.
Min di sala 2013-2014an de dest bi nivîsandina vê dosyeyê kiribû. Min plan dikir ku çîrokên "kurdên Marmarîsê" wekî kurteçîrokan binivîsim. Min serê dosyeyê di sala 2013-2014an de danîbû. Paşê min bala xwe bêtir dabû ser pirtûka fêrkirina Alfabeya Kurdî ya bi TÎpên Aramî. Paşêî jî sirgûniya 2016an.
Piştî şoka pêşî ya li dû serûbinbûna jiyan û pergala xwe ya li sirgûniyê, wergerandina çend pirtûk/çeyan rê neda min ku li vê dosyeyê vegerim. Piştî 3-4 sal ketin navbera destpêkirina dosyeyê, min dest bi dosyeya "Rêbernameya Sirgûniyê" kir. Ji ber ku di vê dosyeya ji karekî wêjeyî bêtir karekê hunera hevçax e de hinek "gotinên giran" hene, min temamkirin û çapkirina wê hişt bêhneke fireh. Piştî wê dosyeya nîvcohiştî, ji dêvla li "Berxê nêr" vegerim, min dest bi dosyeyeka din -a kurteçîrokan- "Fuck, Germans"ê kir.
Min li dora 15 çîrokên vê dosyeyê nivîsandin, lê dosyeya "Berxê nêr" her li bîra min bû. Û Berxo nehişt ez bêyî temamkirina dosyeya wî dest bi karekî din bikim. Loma min jî hemû dên û bala xwe da ser dosyeya "Berxê nêr". Lê gava vegeriyam ser wê dosyeyê, min dît ku tiştên min ji bo vê dosyeyê danîne ser hev winda bûne. Loma mecbûr mam ku her tiştî ji nû ve binivîsim. Dosyeya ku min plan dikir wê wekî dosyeyeke kurteçîrokan binivîsim, xwe bi zorê wekî "novel" da nivîsandin. Min tu caran ji nivîsandina çîrokên dirêj hez nekiribû, lê Berxo çîrokeke li dora 30,000 peyvî bi min da nivîsandin.
Niha ji bo "Berxê nêr" dema vehesîn û kemilînê ne. Ez ê meheke din dîsa vegerim ser vê dosyeyê û ji serî heta dawî bixwînim, lê zêde bikim, jê kêm bikim. Û piştî peydakirina çareseriyeke çapkirinê, ez ê wê çap bikim û pêşkêşî xwendevanên kurdî bikim.

No comments: