3/23/20

Zimanê tirkî kurdîkuj e


CUDAHÎ 1: ZÎLIK
THE DIFFERENCE 1: THE SPROUT
Meseleya kurdan û tirkan tiştekî ecêb e. Hin kurd dibêjin qey “tirk hema tirk e û tirkî jî wekî hemû zimanan zimanek e”.
Gelo wisa ye?
Her ku tirkî li mala me, taxa me, gundê me, bajarê me û welatê me xurt dibe, kurdî qels dibe. Em vê îro li seranserê bakurê Kurdistanê dibînin.
Ev rastiyek e. Li gorî vê rastiyê, tirkî wekî hemû zimanên din ne tenê zimanek e, tirkî kurdîkuj e.
Erê, rastiya tirkî ev e. Lê tirkîtî/tirkbûn?
Meseleya tirkîtiyê ji ya tirkî hinekî tevlihevtir e. Ev tevlihevî ji ber vê yekê ye ku 3 cure tirkbûn hene.
Ya yekê, ew tirkbûna wan kesan e ku piştî li Asya Navîn ji ber xelayê reviyane, ji welatê xwe heta Viyenayê talan kirine. Li gorî lêkolînên zanistî yên li ser DNAyê, rêjeya wan li Tirkiyeyê li derdora %5an e. Yanî ne gelek in.
Tirkbûna din ew tirkbûn e ku li gorî Destûra Bingehîn ya Tirkiyeyê hatiye diyarkirin, ango hemû kesên welatiyên Tirkiyeyê, tirk in. Li gorî vê kesên kurd, ermenî, asûrî, boşnaq, çerkez û hemû kesên ji miletên din ên welatiyên Tirkiyeyê tirk in. Yanî ereb yan kurdekî piştî şerê li Sûriyeyê hatiye Tirkiyeyê û piştî çend salan pasaporta Tirkiyeyê wergirtiye, êdî tirk e. Ya rast, ji bilî kar û barên fermî, ti bandora vê li ser xelkê tune ye.
Tirkbûna sêyemîn ya xetere ye. Ev tirkbûna çandî û zimanî ye.
Ev tirkbûn çanda hemû gelên li derdor înkar dike û wekî ya xwe qebûl dike û dide qebûlkirin. Kesên dikevin nav vê kategoriya tirkbûnê jî, çi tirk çi jî kesên ji miletên din in ku di nav demê de ji zimanê xwe qetiyane û pêşî bûne “tenê axivkerên tirkî” lê paşê xwe wekî tirk qebûl kirine.
Kesên ji koma sêyemîn li bajarên wekî Erzirom, Erzincan, Sêwas û Elezîzê gelek in û li bajarên din yên Bakur û her wisa li nav kurdên li Metropolên Tirkiyeyê û li nav kurdên -bakurî yên- li seranserên cîhanê jî zêde dibin.
Wekî ku tirkî kurdîkuj e, ev tirkbûn jî kurdkuj e. Hem kurdîtiya/kurdbûna mirovan dikuje hem jî kurdan dikuje.
Bi kurtî, heke tu kurd î û tu kurdî bihêlî û bi tirkî bijî, bi îhtîmaleke mezin, nifşên ji te zêde dibin dê bibin kurd(î)kuj.




No comments: