1/7/18

YouTube Kids


Ne şaş bim, sala 2008an bû. Rojekê em li Misircê li malê rûniştibûn û ez bi telefona xwe ya destan ku min bixwe dosyeya wê ya ziman wergerandibû kurdî û hevalekî tamîrkarê telefonan ew dosye lê bar kiribû û ew telefon û gelekên din yên ji wê markayê kiribûn kurdî, ketibûm înternetê. Bavê min ji min re got, “dibêjin telefonên ku dikevin înternetê derketine, rast e kurê min?” Min telefona di destê xwe de ku markayeke çînî bû bi geroka xwe ya înternetê û bernameyên bi javayê hatine nivîsandin dikete înternetê nîşan da û got, “Erê, ez jî bi telefona xwe dikevim înternetê”.
Wê demê înternet di hemû telefonan de tune bû. Di yên heyî de jî gelekî hêdî bû. Lê li hemû bajar û bajarçeyan kafeyên înternetê vedibûn. Yek li dû yekê. Çûna kafeyên înternetê ji bo gelekan bûbû nexweşî. Mirov hebûn ku ji bo heqê rûniştina li kafeya înternetê dev ji cixareyê berdidan.
Piştî ku teknolojî bi pêş ket, Samsung û Apple ketin qayîşkêşanê û markayên din da dû wan, êdî telefonên dikevin înternetê ketin her malê, û li her malê jî çend heb. Ew nexweşiya înternetê ya li kafeyên înternetê li xortan bûbû bela, niha zarok xistine nav pençeyên xwe. Kesên ku zarokên wan yên ji salek û nîvî mezintir hene vî derdî baş dizanin.
Di van telefonên bi înternet de tişta herî zêde bala zarokan dikişîne bêguman YouTube e. Êdî mirov dikarin ji vîdyoyên li ser YouTubeê bar dikin pere qezenc bikin. Vîdyo çiqas bên temaşekirin ew çend jî pere jê tê. Ji bo vê jî, gelek kes hene ku vîdyoyên beredayî ku tenê bala zarokan dikişîne çêdikin. Di wan vîdyoyan de li hev dixin, diqîrin, tiştan davêjin hev û dişikînin û gelek tiştên din.
Demekê Mîr Baz -ku niha du sal û nîv e- gelekî agresîf bûbû. Zû hêrs dibû, tif dikir, gava me tiştekî bi delalî jê re digot diqîriya. Me zû tê derxist ku ji wan vîdyoyên YouTubeê hîn dibe. Kanalên ku jê re nebaş bin min yek bi yek asteng kirin. Lê malxiraban ew çend zêde ne ku bi astengkirin û gilîkirinê naqedin.

Li ser vê, min zend û bendên xwe ba dan û min got ez ê bernamokeke -app- ku tê de tenê vîdyoyên ji bo zarokan hebin çêkim. Û ez difikirîm ku li ser “indiegogo.com”ê kampanyayeke ji bo peydakirina fînansê jî bidim destpêkirin. Lê piştî lêkolîneke kurt, min dît ku YouTubeê beriya 2 salan -di sala 2015an de- bernamokeke bi navê YouTube Kids çêkiriye. Eynî wekî tişta ez difikirîm.
Niha Mîr Baz ji telefona destan li YouTube Kidsê û ji ser Laptopê jî li Caillou -bi kurdiya Dunya TVê- temaşe dike û wekî berê ne hêrsok e.
Em hêvî dikin ku çawa YouTube Kids bi hawara me ve hat, Zarok TV jî bi hawara me ve were û bi kurdiyeke rast Caillou wergerîne kurdî.


Têbinî1: Bila di navbera me de be, Mîr Baz jî kanaleke YouTubeê heye (https://www.youtube.com/channel/UCfNu_jnkDp8w0tAWo5GaHtg)
Têbinî 2: Hûn dikarin di Play Store û App Storeê de li "YouTube Kids"ê bigerin û saz bikin. YouTube Kids li ser gerokan naxebite.

Wêneyek ji rûpela kanala Mîr Baz

No comments: