12/31/17

Pîra mejî-pîrebok

Wê rojê ji bo ji taştê re nan bikirim, bi otomobîlê çûme firûnê. (Nebêjin ma nikaribûyî peya herî, hem rê dûr e hem jî dinya pir sar e.)
Firûn, supermarket û bankayek di nav hewşeke fireh de ne ku ji nîviyê wê zêdetir otopark e.
Heçî otopark e ku sebeba vê nivîsê ye, beş bi beş e. Beşek wekî hemû otoparkan ku her kes dikare li wirê park bike, beşek tenê ji bo malbatên bi zarokên xwe re hatine û beşa din tenê ji bo ajokarên astengdar/kêmendam/seqet e.
Carê ku ez û Mîr Baz bi hev re diçûn, min li beşa tenê ji bo malbatên bi zarokên xwe re hatine park dikir. Lê vê carê ez bi tenê bûm. Loma min berê xwe da xeta herî nêzîk. Li ser xeta herî nêzîk ciyê 6 otomobîlan heye. 3 jê -yên li milê çepê- tenê ji bo astengdaran in û li ber her yekê tabela ango nîşaneya ku diyar dike ew der ji bo astengdaran e, heye. Her sê ciyên din ku li milê rastê ne, bêtabela ne ango her kes dikare li wirê park bike.
Dirêj nekim, min otomobîlê xist ciyê herî dawiyê yê li milê rastê. Gava min ûtî dikir (bi navlêkirina hevjîna min Jiyanê em di nav malê de ji bo hewldana parkkirina bêqisûr ku gelekî wext digire, dibêjin 'ûtîkirin') pîrejinek û kalemêrek ji jorê ve peya dihatin. Pîrejina ku rengê dûbişka cehenimê lê diket, pêşî li porê min ê reş nêrî, paşê li derdora ciyê min park dikir çavê xwe li tabelaya astengdaran gerand. Xuya bû wêdil hebû ku hema tabelayê bibîne, were çend dersên "medeniyetê" bide vî "porreşê cahil û nezan".
Lê xweziya wê di qirika wê de ma. Tabela li sê ciyên li milê çepê hebû, lê her sê ciyên li milê rastê ji bo her kesî bûn.
Piştî ku ew ji min derbas bûn, min lezan û ji otomobîlê peya bûm û min ji paş wan ve kir gazî "Brille, Brille" (bi alman, 'berçavk'). Gava pîrejinê û mêrê wê berê xwe da paş û li min nihêrî, min dîsa tahn da wan, "ji hina re berçavk divê, hin kes tabelayan nabînin".
Li ser van tahnên min, wan çivek da xwe û ketin marketê.
Piştî ku min nan kirî û ji firûnê derketim, min dît ku wan jî karê xwe yê li marketê xilas kiriye û di ber otomobîla min re (ya rast otomobîl ya birayê min namzedê parêzeriyê Flê ye) derbas dibûn. Pîrejiya ku ji tahnên gava din şerm nekiriye, firsend ev firsend ku ez ne li ba otomobîlê me, dîsa çavê xwe li tabelayekê gerand. Ha wê gavê min bi dûredesta ku deriyê otomobîlê vedike "tûtetût" bi otomobîlê xist. Bi bihîstina tûtetûtê re her du mejî-kurmî pekiyan û çûn.

No comments: