5/15/20

Nasilsin tu yî!


Par na pêrar ku berê me dikete sala me ya çaran a li sirgûnî û xeribiyê, me hê nû bar kiribû mala xwe ya nû û em bi raxistin û rastkirina malê re mijûl bûn. 

Gava min bi alîkariya Mîr Baz textê wî yê razanê bi hev dixist, Mizgîna ku wê çaxê hê bi piyan neketibû, serpişto dirêjkirî bû û dikir gixegix. Lê çawa ku telefona hevala min Jiyanê lê da, gixegixa Mizgînê bû girî. 

Ya telefon kirî xwişka min a li Amedê bû. Gava Jiyan û xwişka min bi hev ra diaxivîn, Mîr Baz jî çû ba Mizgînê û wekî her car şîret lê kirin ku negirî. Piştî Mizgîn dev ji giriyê berda, Mîr Baz dîsa bi alîkariya min ve hat. Lê wekî ku Mizgînê dixwest Mîr Baz li ba wê be û pê re bilîze, dîsa dest bi giriyê kir. Heçî Mîr Baz bû, rihê wî di karên tamîr û çakkirinê de bû, loma jî ji vê helwesta xwişka xwe aciz bûbû. 

Gava Jiyan bi xwişka min re diaxivî, xwişka min got, cîraneke wan ku Jiyanê jî wê nas dike li mala wan e û ew jî dixwaze pê re biaxive. Çawa telefon ket destê cîrana diyarbekirî, axaftina bi kurdî qediya û axaftina bi tirkî dest pê kir. 

Mîr Bazê ku wekî hemû zarokên di temenê xwe de gava peyveke biyanî dibihîst, tavilê dubare dikir û di mejiyê xwe de qeyd dikir. Mîr Bazê ku berê jî ji ber fîlmên karton yên Maşa û Hirço gelek peyvên rûsî û ji zarokên cînaran gelek peyvên farisî fêr bûbûn, vê carê ji axaftina diya xwe û wê cîranê "nasilsin" girt û di nav odeyê de çû wî serî û got "nasilsin" û hat vî serî û got "nasilsin". 

Piştî ku wî çend caran ev dubare kir, min gazî kirê û pirsî ka çi dibêje. Piştî ku min mesele fêm kir, min got:
"Kurê min, nebêje 'nasilsin', 'nasilsin' pîs e." 

Mîr Baz li ser vê gotina min qasekê sekinî û fikirî û paşê dîrekt çû ba xwişka xwe Mizgînê ku wekî hemû xwişk û birayên ku li pey hev çêbûne ji xwişka xwe dihesidî û jê aciz bû, û çend caran li ser hev jê re got: 

"Mizgîn, nasilsin!" 

Li ser vê gotina wî pîqînî bi min ket û mij bi ken got: 

"Nasilsin tu yî!" 

 

Ji dosyeya li ber destan "Fuck, Germans -Hinek xeyal gelek real" 

No comments: