5/12/18

Bîranîn in tiştên kevn û nû şîrîn dikin

Hê sala 2015an ku piştî vebûkirina sîstema laptopa xwe, Windows 10ê, gelekî li klavyeke kurdî geriyabûm lê min peyda nekiribû, min bi xwe klavyeyek çêkiribû û li ser bloga xwe belav kiribû. Paşê hin hevalên ku MacOSê bi kar tînin, pirsa klavyeyeke kurdî ya ji bo MacOSê kiribûn. Min jî li dû lêkolînekê klavyeyeke kurdî ji bo MacOSê çêkiribû.

Wê çaxê min bawer nedikir ku ev klavyeya min wê rojekê ji min re lazim bibe. (Erê, we tê derxist. Min ji xwe re Macbook kirî).
Ev serê mehekê bû laptopa min a ku Windowsa wê 6-7 meh in têk çûbû û Ubuntuyeke ku carê ji nedî ve diçû û dihat, li ser sazkirî, ji binî ve xira bû. Wisa texmîn dikim ku piştî min ji bo ji CDRomeke dereke yan ji USBê Windowsê dîsa saz bikim berê xwe da eyarên BIOSê û tê de guhertineke ku min jî jê fêm nekir çêkir, laptop çû û careke din venegeriya.
Li Almanyayê tiştekî ji xwarina li xwaringehan girantir hebe, ew jî dantamîrkiirna alavên elektrîk-elektronîk e.

Tamîreke ku laptopa min ji wî halî derîne û bixe halekî "îdare", wê ji 200 euroyî ne kêmtir bûya. Min jî ji dêvla ku laptopa xirabe bidim tamîrkirin, ji xwe re ji Ebay Kleinanzeigenê laptopeke destê duyem kirî.

Piştî ku hatim malê, min pêşî wê klavyeya ku min di sala 2015an de li Amedê çêkiribû li ser Macbooka xwe saz kir û li ser şerefa laptopa xwe ya nû, mn bi klavyeya min amade kiribû, nivîsa xwe ya pêşî ya li ser vê laptopê nivîsand.

Gava ku min ji bloga xwe dosyeya klavyeyê bar dikir, hat hişê min ku wê roja min ev klavye çêkiribû, ez û dostê xwe yê qedîm Omer Dilsoz wekî her car bi hev re çûbûn firavînê, paşê em çûbûn bin siya Sûran û me çayek kiribû behaneya sohbetê.


(Bêguman li ser vê laptopê karê min ê di dorê de, hema piştî ku min karî belgeyên xwe yên di hard dîska laptopa kevn de derxim, wê ew be ku pêdaçûna pirtûka mamosteyê gorbihuşt Celalettîn Yöyler "Gelperwerî û Welatparêzî" temam bikim.)

Nivîsên blogê yên navborî:
Ji bo Windows 10ê Klavyeya Kurdî
https://amedcj.blogspot.de/2015/08/ji-bo-windows-10e-klavyeya-kurdi.html

Klavyeya Kurdî ji bo Mac OS X 10.7.5ê
https://amedcj.blogspot.de/2015/09/klavyeya-kurdi-ji-bo-mac-os-x-1075e.html

1 comment:

Unknown said...

Silav kekê
Înşellah tu baş î. Dikarî çav li malpera me bigerînî û ramanê xwe ji re bibêjî. Spas dikim