Amed
Çeko Jiyan
Dibêjin
piştî ku gelek sal di ser trajedî û karesatan re derbas dibin, ew
trajedî û karesat hê nû dibin mijarên wêje û hunerê. Dema ku
mirov li trajediya bi serê cihûyan de hatî dinêre, mirov dibîne
ku piştî 50 salan hê nû ew trajedî dibe mijara sînemayê.
Lê Omer
Dilsoz, di vê dema ku hê jî kurd êşê dikişînin û trajediya
bi serê wan de hatî hê jî destê xwe ji gewriya wan nekişandiye,
dîmeneke vê trajediyê, ango gorên komî kiriye mijara romanekê.
Romana
Omer Dilsoz “Berbiska Zer” ku bi nûçeyeke TVê dest pê dike,
dide dû şopa wê nûçeyê û me jî bi xwe re kaş dike. Roman,
bûyerên ku îro li derdora Sînemê diqewimin û bûyerên beriya
10-15 salan li derdora Berjenî qewimîne vedibêje. Geh vebêj ji me
re behsa wan bûyerên îro û do dike û geh leheng bixwe qutiya
dilê xwe li ber me vedikin û ji der û kulên xwe diaxivin û geh
bi Sînemê re hestiyên canê me jî diêşin, geh bi Berjenî re me
vedigerînin salên zaroktiyê.
Ciyê daxê
ye ku bûyerên her du demên cuda û her wisa gotinên vebêjî û
gotinên lehengan, bêyî ku tu hişyariyek hebe, di heman rûpelan
de ne.
Wekî
mînak; dema ku vebêj di dema niha de behsa civana Sînemê û Zînê
dike, em ji nedî ve dibînin ku em çûne beriya 10-15 salan û em
li Sêserê li mala Nûhê aşvan in. Eger her ku dem an jî vebêj
guherî, rûpel jî biguheriya û ji rûpeleke nû dewam bikira, dê
çêtir bûya. (Ji ber ku min ev roman beriya ji weşanxaneyê re bê
şandin jî xwendibû, ez dizanim ku piştî guherîna dem û vebêjan
ji rûpelên nû dewam dikir.) Lê li gel vê jî, nivîskar wisa bi
zîrekî tevgeriyaye ku dema em ji demekê derbasî demeke din dibin,
an jî dema vebêj diguhere, em di cî de pê dihesin. Derbasbûnên
di navbera beşan de ew çend nerm û baş çêbûne ku em pê aciz
nabin.
Omer
Dilsozê ku çavkaniya kurdiya wî çiyayên bilind ên Colemêrgê
ne, di vê romanê de jî gelek peyv, biwêj û qalibên hevoksaziyê
diyarî ferhenga me dike.
Û bi
hevokên Dilsozî, em wê êşa dikeve hestiyên Sînemê di hestiyên
xwe de hîs dikin.
***
Ya rast,
ne ji bo ku hêlên baş ên vê romanê binivîsim an jî behsa
teknîka baş û kurdiya herikbar a vê romanê bikim min klavye
kişand ber xwe; berevajiyê wê, ji bo ku çewtî û kêmasiyên vê
romanê (ku bi nêrîna min çewtî û kêmasî ne) yek bi yek nîşan
bidim min xwe li nivîsê rakêşa.
Romana ku
bi zimanekî herikbar dest pê dike, heta çarîka sêyemîn wisa
dewam dike, lê di çarîka sêyemîn de, wekî beşa ku Sînemê
behsa evînê dike (rp. 172, 173, 174, 175) ew herikbarî kêm dibe.
Ez dibêjim qey ne hewce bû Sînemê di van çar rûpelan de heman
gotinan dubare bikira û ji me re behsa evînê bikira. Jixwe di
seranserê romanê de evîna Sînema parêzer ku behsa wê tê kirin
xwe ew çend nade hîskirin. (Dibe ku sedem evîna xurt ya Berjenî
ye.)
Li dû vê
dersa ku Sînemê ji me re behsa evînê dike, axaftinên lehengên
din ên xwe bi xwe re jî bi heman şêweyî mirovî ditengijînin,
mirov dibêje “ev beş nebûna çêtir bû”.
Bi raya
min, eger ew beşên “nebûna çêtir bû” nebûna, roman dê
serkeftîtir bûya.
Li gel vê
jî, di romanê de çend kêmasiyên teknîkî hene. Wekî mînak, em
di dawiya romanê de şahidî li çûna Sîmenê û hevalên wê ya
bo Sêserê dikin; lê hê di rûpela 58an de ku hê haya me ji vê
çûnê niye, ev hevok ji nedî ve dikeve navberê:
Em li
dû birîn û birandinê (ji bo qirkirinê jî meta Gulê ku wê rojê
em -ez, ew Sînem, Cemîl û Zînê- bi hev re çûn Sêserê digot:
qir lê ketiyo, Xwedê nifşê we birandiyo!) bûn. (rp. 58)
Li gel vê
çewtiyê, di heman hevokê de çewtiyeke din jî beloq dibe; yê bi
xwe re diaxive Emre ye û Emre tirk e. Her çiqas di rûpelên pêş
de Emre dibêje ku fêrî kurdî bûye jî, Emre li vê derê xwe bi
xwe diaxive, lewre diviya bi tirkî biaxiviya; tirk ji jinên biyanî
re nabêjin “hala-metê”; an dibêjin “abla-etê” an jî
dibêjin “teyze-xaltî”. Ev peyva “metê” ji kurdî tê û
Emre her tim vê peyvê bi kar tîne.
Wekî din
jî, dema em dibihîzin Emre fêrî kurdî bûye, (Qenc bû ku ez
fêrî zimanê wan bûbûm û min qewlê xwe yê leşkeriyê anîbû
cih. rp.171) em ji xwe dipirsin: Kengê fêr bûye?
Emreyê
tirk çend mehan li çiyayekî Kurdistanê bi hin leşkerên din ên
tirk re dimîne, di nav wan de tenê kesek bi kurdî dizane û ji ber
ku yên din bi kurdî nizanin tembîh li wan tê kirin ku dema çûne
nava gund ew neaxivin. Di rewşeke wisa de ne pêkan e ku Emre fêrî
kurdî bibe. Jixwe Emre “komandoyê Behrayê ye” (rp. 28) û ji
bo vê peywira taybet ji bo çend mehan tê çiyayên Kurdistanê.
***
Di romanê
de lêkera “viyan”ê, ji bilî du-sê caran, her tim çewt hatiye
bikaranîn. Bikaranîneke çewt û yeke rast:
Diviya
tu lê bigerî û îro vê meseleyê hel bikî. (rp. 82)
Diviya
min dilê wî xweş bikira. (rp. 83)
Ev “diviya” li seranserê romanê ji bilî çend caran, li hemû
deran çewt hatiye bikaranîn. Wekî di rûpela 82yan de diyar e,
“viyan” ji bo dema borî hatiye kişandin; “diviya”. Lê
heman hevok bi dema borî dewam nake “hel bikî”. Û di rûpela
83yemîn de jî “viyan” di dema borî de hatiye kişandin, lê
hevok, wekî ku pêwsît e, bi dema borî dewam dike, “...dilê wî
xweş bikira.”
Hem vebêj hem jî hemû lehengên romanê, wekî ku ji “divê”ya
di dema niha de hatî kişandin xeyidîbin, di hemû deman de dibêjin
“diviya” û ev kêşana çewt rê li herikbariya romanê digire.
***
Wekî me li jorê jî got, Emre tirk e û divê dema ew diaxive, em
tê derxin ku bi tirkî diaxive. Lê mixabin Emre her tim wekî
kurdekî ku ji kaniya zimanê kurdî av vexwariye, bi kurdî diaxive:
“Emreee,
Emooo rabee, rabeee!” (rp.85)
Tirk
dema bi xwe re an jî bi hev re diaxivin, navên xwe bi formên
kurdîkirî nabêjin? “Emo” wekî Hemo, Heso, Celo, Remo û hwd.
formeke kurdî ye. Navê “Hakan” jî di rûpela 210an de “Hako,
tertîp, çi taveke xweş e ne wisa?”
û navê Sebrî (ku jixwe ev jî formeke kurdî ye) wekî “Erê
Sebo, hema qet besh jê neke”
bi forma kurdî ye. Her wisa dema Emre di rûpela 115an de bi riya
telefonê bi Sînemê re diaxive, dibêjê, “Sîmen
xan...” û ev jî formeke
kurdî ye. Wekî min got, dibêjî qey Emreyê tirk ji kaniya kurdî
av vexwariye...
***
Di romanê de, beramberî koma kontrayan, komeke gerîlayan jî heye.
Divê mirov heqê wî bide ku nivîskar di xêzkirina wêneyên
gerîlayan û diyalogên wan de bêtir bi ser ketiye; ev serkeftin di
diyalogên kontrayan de, ne di vê radeyê de ye.
Lê di beşeke diyalogên gerîlayan de nivîskarî tiştek
ceribandiye; her lehengek bi devoka wî daye axaftin:
“Heval,
cigara xwe weyne û here zikê şikeftê bikêşe.” (rp.98)
“Ez
narrimmm hundirê şikeftê heval...” (rp.98)
“Heval,
we ev pirsgirêka cigarekêşiyê wekî mîna pirsgirêkeke neteweyî
mezin kir da!” (rp.98)
“Hevalno,
eve hûn ku d'ken.” (rp.98)
Ku her lehengek bi devoka herêma xwe diaxive, ev rengekî xweş dide
romanê. Lê piştî vê rûpelê hemû gerîla bi carekê re
vedigerin ser devoka “nivîskarî” û wisa dewam dikin. Dibe ku
hinekî zehmet be ku nivîskar her lehengekî bi devokeke din bide
axaftin, lê ji ber ku jixwe sehneyên gerîla tê de gelekî kêm
in, nivîskarî dikaribû heta dawiya romanê her gerîlayekî bi
devoka wî bida axaftin.
***
Ez dibêjim qey xwendevanên kurd ew çend ne nezan in ku pêwîstî
bi fêrkirina wateya “necesûr”ê hebe :) :
Cesaretê
tenê dikaribû ... û aqilên necesûr (newêrek) an bêdeng bike an
jî bi pey bibezîne. (rp.129)
***
Wekî çewtbikaranîna “viyan”ê, “na na”yên di romanê de
jî mirovî pir ditengijînin:
“...
ez ji jiyana rojane bi dûr dibûm. Na na, ne jiyana
rojane...”(rp.23)
“...
hema xweber hewl dida warekî, na na, cihekî...” (rp.40)
“Ji
bo xweparastinê, na na, ji bo ku tûşî çu bela û neçakiyan
neyêm...” (rp.129)
“Heke
jin nebûna em mêr dê wek pişîkan bûna, na na, dê wekî
kîvroşkên qûnbizdiyayî bûna...” (129)
“Hûn
li vê derê leşker in. Na na, hûn niha li ser wezîfeyeke gelekî
berpenî ne.” (rp.187)
Û hema bibêje hemû leheng, û vebêj bixwe jî, di gelek hevokên
din de bi heman dudiliyê diaxivin. Ev jî dike ku “karakterê”
hemûyan bişibe hev û tirs ew e ku ev karakter û şêweya vegotina
bi dudilî wekî karakterê “nivîskarî” bê şîrovekirin.
***
Me got di romanê de komeke kontrayan heye. Ev koma kontrayan bi
rêbertiya Qehremanê ku (bi peywirdariya dewletê) bi salan gerîlatî
kiriye û paşê bûye kontra, carê diçine serdana gundê Sêserê.
Wekî ku Qehreman nizanibe ka gerîla çawa bi gundiyayan re
diaxivin, an jî wekî ku bi qest bixwaze gundî jê haydar bibin ku
ew ne gerîla lê kontra ne, her tim bi zimanekî req diaxive:
“Zû
bin, heta saetekê ji me re wercên xwarinê bînin; têra me nan û
pêxwarinê zû peyda bikin.” (rp.130)
“Ma
qey bav û kalên we bi ceryanê dijiyan xwelîser...” (rp.215)
Di van du rûpelan û hemû rûpelên din de ku leşkerên xwe wekî
gerîlayan girêdane diçin Sêserê, bi heman şêweya req bi
gundiyan re diaxive; û gelek caran ji ber vê şêweya req gumanên
gundiyan çêdibin ku ew “ne gerîla ne” û van gumanên xwe ji
hev re dibêjin.
***
Ew çewtiyên min li jorê nivîsandin li aliyekê, lê min ji dil jî
fêm nekir ka çima di vê hevokê de beramberî sê “fêr bibe”yan
“hîn bibe”yek heye.
Tu
delal bî, ji dînan fêr bibe, tu kirêt bî, ji dînan hîn bibe,
tu rastgo bî, ji dînan fêr bibe, tu derewîn bî, ji dînan fêr
bibe...(rp.154)
***
Li gel ku diyar e Emreyî di salên 90î de leşkerî kiriye, û di
wan salan de telefonên destan û MOBESE hê tune bûn, dema Emre xwe
bi xwe diaxive, ji me re behsa telefonên destan û MOBESEyê dike:
“...
guhên li asîmanan, guhên di çîpên telefonan de, guhên di
MOBESEyan de...” (rp.189)
***
Roman, piştî çarîka sêyemîn, di çarîka çaremîn de dîsa
wekî ava çemekî diherike. Lê di vê çarîkê de em li surprîzekê
rast tên: Sînema parêzer her ew Sînema xwediya berbiska zer e, ew
Sînema berdilka Berjenê piçûk e:
Ez
Sînema keça Durê, çardehsaliya Sêserê, birîna hestiyên winda
a niha li warê bav û kalên xwe bûm.
...
Ez li
Sêserê bûm. Bi nasnameyeke cuda, belkî gelekan ez nedinasîm...”
(rp.228)
Dema min ev peyvên Sînemê xwendin, demildest ez lê geriyam ka di
kîjan rûpelê de Sînemê û Gula jinebî li bajarê Tîjê hev
dîtibû; gelo dema wan hev dîtibû hev nas kiribû? Lê min tu
nîşane nedîtin ku wê û Gulê hev nas kiriye.
Sînema ku li Sêserê çardeh salî bû, niha parêzereke nû ye,
ango herî zêde 10-15 sal di navberê re derbas bûne. Wekî din,
hema bêje Sînem li ber destê Gulê mezin bûye; gelek caran pêkve
diçin aşî bo dîtina Nûh û Berjenî. Loma ne gengaz e ku wê û
Gulê hev nas nekiribe.
Û
gotiya beriya ya dawiyê; roman bi vê hevokê qediyaye, “Wê
berbiska zer di ber biska xwe rakir.”
Loma çend paragrafên piştî vê ne hewce bûn.
Û gotina dawiyê: Berbiska Zer bêyî xwendinke dawiyê hatiye
çapkirin, lê li gel vê jî bi Berjenê ku karakterekî gelekî
xurt e, bi zimanê xwe yê resen, bi ferhenga xwe ya berfireh, bi
vegotina xwe ya herikbar, bi mijara xwe ya diltezîn, û her wisa bi
teknîka xwe ya serkeftî dibêje “ez li virê me”.
* Ev
nivîs di hejmara 44 ya Kovara Wyê de hatiye weşandin.