Wêne ji malpera Galerie Jacobsayê |
Rojek ji rojên
havîna borî gava ji ciyê kar berjêrkî dihatim nav bajêr, dîsa
rastî wî şivanê hût hatim ku bi cil û bergên xwe yên gelêrî
wekî ji serdemên berê yên almanî pekiyaye hatiye vê serdemê.
Berê çend carên din jî min ew bi keriyê wî re likêlekên riyên
gundan dîtibû.
Qey bala hevalê
min ê li kêleka min rûniştî kişandibû ku ez li şêvanê alman
temaşe dikim, hê min ti tişt negotî, wî ji min pirs kir:
- “Tu vî segbavî
nas dikî?”
Nizanim çima, lê
hevalê min ê ji Qamişloyê hema gava behsa kesekî biyan bikira,
digot, “segbav”. Min mesela cil û bergên şivanî danî aliyekî
û gotê:
- “Tu bavê wî ji
ku nad dikî?”
- “Hi?”
- “Te gotê
‘segbav’. Yeqîn tu bavê wî nas dikî?”
Hevalê min li ser
heneka min bi darê zorê xwe kenand û kete behsa şivanê hût:
- “Mala wî li
gundekî li paş wî çiyayî ye. Rojên septê xelk diçin wirê
heywanan jê dikirin û yê bixwaze heywanê xwe serjê dike.”
Min berê jî ji
çend kesan bihîstibû ku mirov li gundekî van derdoran berx, mî
yan bizin dikire, heke bixwaze bixwe serjê dike û xebatkarên
çewlikê ji te re digurînin û goştê te çawa dixwazî wisa hûr
dikin. Li gorî gotina gotinbêjan, piştî ku heywan serjê dikin,
digurînin û ûr û rûvî û kezeb û hemû organan ji navê
derdixin, goşt tenê diwezinînin. Serê kîloya koştê wezinandî
8 euro didî û ser û pî, kezeb û hemû organên din li ser belaş
didin.
Ev çend meh in min
dil heye ku ez jî herim miyekî bidim serjêkirin lê ez bêjim ji
lihevnehatina dem û derfetê, hûn bêjin ji tiraliyê min miyek
neda serjêkirin.
Meha borî min got
‘de ya Ela’ û ketim ser rê. Li gorî tarîfa rê ya min
hevalekî standî, min xwe gihand çewlikê. Lê yeqîn ji ber ku ez
dereng çûbûm, kes li derdorê tune bû. Paşê hîn bûm ku mirov
dikare tenê rojên septan ew jî ji saet 9ê sibê heta 11, 12ê
nîvro mirov dikare heywanan serjê bike / bide serjêkirin.
Min jî pişta
stûyê xwe xurand û berê xwe da malê. Lê îro li gel ku dinya
ewr bû û hêviya min tune bû ku ew der vekiriye, min pêl pedala
gazê kir û berê xwe da wê derê. Ya rast, ne ji bo danserjêkirinê
lê ji bo bibînim ka li wirê kar çawa dimeşe û hete rojekê min
niyet kir heywanekî bidim serjêkirin, zanibim ka divê çawa bikim.
Werhasil ez çûme
wê derê. 3-4 siyareyan li ber deriyê çewlikê park kiribû. Li
hewşa çewlikê jî 3-4 malbatên ereb û efxanî hebûn. Di nav
kamyoneteke biçûk de jî 4-5 miyên ji van miyên ewropî yên ku
dûvên wan dişibin dûvên keran, hebûn. Bi silav û helloyan ez
jî çûm hewşê. Xortekî ereb ji bo xwe û ji bo yên din heywan
neqandî serjê dikirin û karê gurandin û jihevderxistina goştî
xema xebatkarên çewlikê bû. Du jinên ereb jî ûr û rûviyên
heywanên serjêkirî danîbûn ber xwe û bi aveke jid paqij
dikirin.
Zilamekî ku rengê
ozbekan lê diket, bi zimanê darî ku devokeke farisî ye, bi
dengekî nizm ku nedixwest yên derdoêr bizanin bi çi zimanî
diaxive bi jina xwe re peyivî û berê xwe da xwediyê çewlikê.
Piştî ku di axaftina almanî de bi ser neket û wî û xwediyê
çewlikê ti tişt bi serê hev nexist, jina wî gihîşt hawara wî
û bi almaniyeke fesîh tercumaniya mêrê xwe kir.
Di wê navberê de
almanekî bilind ku gava dimeşiya dibû teperepa piyên wî bi
xortên ereban re sohbetê dikir yeqîn ne bi tiştên digotin lê bi
kena xwe ya komîk ew dikenandin. Wa wê kêliyê bala min kişand ku
ew şivanê hût ev dehbet-il erd bû ku min ew di nav van cilên
qesabiyê de nas nekiribû.
Qey ev temaşeya
min a li derdorê dikir ku ez gelekî qure xuya bikim û vê bala
zilamê efxanî kişandibû, hêdîka hat ba min û bi tirkiyeke ku
diyar bû baş nizanibû, got,
- “Tu tirk î?”
Min jî bi tirkî lê vegerand:
- “Na. Ez kurd
im.” Li ser bersiva min a bi tirkî, got:
- “Yanî tu tirk
î?”
- “Na, yanî ez
kurd im. Yanî ez ne tirk im.”
Diyar bû ku
dixwest bibêje, “tu ji Tirkiyeyê yî?” lê tirkiya wî têrê
nedikir ka çawa bêje loma jî her ku min digot, “ez kurd im,”
wî bi israr digot “tu tirk î?” û paşiya paşî, wê bersiva
ku wekî kaxizê turnusolê mirovên mirov û mirovên bênamûs û
antîkurd ji hev diyar dike, da:
- “Em hemû insan
in. Kurd û tirk ferq nake.” Li ser vê bersiva wî ez aciz bûm û
min gotê:
- “Tu ozbek î?”
Wekî te tif kiribe nav çavên wî, wî got:
- “Na. Ez tirk
im.” De îca were vî kerî di vî borî re derbas bike. Ji bo
xatirê antîkurdiyê amade ye hazir e ku efxaniya bavê xwe dayne
aliyekî û tirkan ji xwe re bike bav. Ji bo israra wî ya di
tirkbûnê de bibînim, min gotê:
- “Tu moxol î?”
Qey hinek aciz bû. Lê dîsa jî got:
- “Na, ez tirk
im.”
- “Tu çînî yî?”
- “Na, ez tirk
im.” Li ser vê bersiva wî ya wekî papaxanan jiberkirî, min
pirsa ku min dizanî ji bo wî ji kutana kerê şermtir e, lê kir:
- “Tu efxan î?”
Li ser vê pirsa min, reng lê nema, te yê bigota qey ew xwîna ji
wê cokê diherike ne ji wan heywanên serjêkirî lê ji dêm û
rûyê wî diçe. Qet deng jê derneket. Ji bo ku wî zêdetir aciz
bikim, min got:
- “Tu darî yî?”
Li ser vê gotinê, wî careke din bi wê tirkiya xwe ya ne ti tirkî,
got:
- “Na ez tirk im.”
Li ser vê, min bi tirkî gotê ku ne şerm e efxan be, ne şerm be
darî be, ne şerm e faris be û ne şerm e ozbek yan tiştekî din
be. Min çend şîret û nesîhetên din jî lê kirin lê ji awirên
wî diyar bû ku nîvê tiştên min bi tirkî digotinê fêm
nedikir. Loma min quliband ser farisiyê ku diyar bû farisiya min ji
tirkiya wî çêtir bû û min gotê:
- “Tu tirkî fam
nakî lê tu ji xwe r edibêjî tirk û çima min got, ‘ez kurd im’
tu wekî tirkên nasyonalîst aciz bûyî û min jî wekî xwe dikî
tirk.” Wî serê xwe hêdîka çimand ber xwe û bi sê gavan ji
min dûr bû.
Ez ê ku bi gelek
ereb û efxanên gava çav bi kurdekî “kurd” dikevin di cî de
dibin tirkperest û antîkurd, bi dûrbûna wî kêfxweş bûm û min
di dilê xwe de got, “hema ji min ve dûr be, ji kê ve nêzîk bî
xema te ye.”
Piştî ku min ji
xwediyê çewligê çend fatereşk kirîn, beriya ku derkevim ser
riya xwe û herim, çûm ba efxanê tirkperest ê antîkurd û min
gotê:
- “Te ji ku zanî
ku ez ji Kurdistana bindestê tirkan im?”
Bi tirsa ku ez ê
dîsa ji bersiva wî aciz bibim, bi dengekî çilmisî got:
- “Ala Kurdistanê
li ser telefona te ye û nivîsên li ser jî ne bi erebî ne.”