Xwedêjêrazî, hevalekî me yê gelekî cirxweş
û dilgerm hebû, heta jê dihat bi awayekî ji awayan, peyvên biyanî, bi
taybetî peyvên ku derbasî nava gelek zimanan bûne, dikirin malê kurdî. Ango li
gorî xwe ji peyvan re etîmolojiyek çêdikir.
Peyva “demokrasî”yê jî yek ji van peyvan
bû. Birayê delal, ji bo etîmolojiya vê peyvê, bêyî ku haya wî ji “demos + kratia”yê
(gel + hêz)” hebe, digot “dema + ku + rastî”.
Li gorî wî, peywendiya demokrasiyê
rasterast bi “rastiyê” re hebû û demokrasiya bê rastî ne ti demokrasî bû.
Birayê delal ji vî aliyî ve mafdar bû. Ya
rast, demokrasî û derew li hev nakin û heke di nava demokrasiyê de “rastî” tune
be, ew demokrasî dibe wekî demokrasiya tirk û ereb û farisan. (Bila di navbera
me de be, di mijara têgihîştin û pêkanîna demokrasiyê de em kurd jî ne ti
bilbil in.)
Gava mirov ji derve û ji dûr ve li pergalên
van gelan dinêre, dibe ku mirov bibêje dişibin demokrasiyê. Lewre di pergalên
wan de gel diçe ser sindoq û ji bo diyarkirina rêveberan dengê xwe dide,
hilbijêr karê rêveberiyê li meclîsekê bi dengdanê pêk tînin.
Ma mirov mastê tirş û yê tirş ji dûr ve
çawa ji hev nas bike?
Loma ji bo naskirina rewşê, ya baş mirov
guh bide yên “ne ji derve”.
Dibêjin rojekê namzetê parlamenteriyê yê Sêrtê
Nizamettin Sevgîlî û serokê partiya wî (ANAP) Mesut Yilmaz di çarçoveya
kampanyaya hilbijartinê de bi balafirê ji Enqereyê tên Sêrtê. Gava balafir ji
bo danînê li ser Sêrtê nizm dibe, Mesut Yilmaz ji pencereya balafirê dibîne ku hema
bêje li ser banê her kesî peyk (satalayt) hene. Mesut Yilmaz berê xwe dide
Nizamettin Sevgîlî û dibêjê, “Ka binêre, li ser banê her kesî peyk hene. Ew ê
bêtirs peyk dayne ser banê xwe, diyar e wê dengê xwe bide kê. Ka tu yê çawa li
vî bajarî bibî parlamenter”.
Sevgîlî di bin simbêlan de li cahiliya
Yilmaz dikene û gotina xwe ya dîrokî dibêjê: “Di hilbijartinan de ne dengên
dikevin nav sindoqan lê dengên ji nav sindoqan derdikevin girîng in.”
Wê demê ya girîng dengên ji sindoqan derdiketin
bû. Li gelek deveran ancax nîvê dengên kurdan yên diketin nav sindoqan ji nav sindoqan
derdiketin. Ango di hemû hilbijartinan de dengên partiyên kurdan wergirtî du caran
li dengên bi fermî qebûlkirî bûn.
Wê demê wisa bû. Lê îro, ya rast ji sala
2016an ve bi tayînkirina qeyûman, dengên dikevin nav sindoqan li aliyekê, ti
girîngiya dengên ji sindoqan derdikevin jî tune ye.
Gava di demokrasiyekê (!) de ya girîng -bi
çi awayê dibe bila bibe- “serkeftin” be û hîç girîngiya “serkeftina bi dengên
gel” ango girîngiya “rastiyê” tune be, ew dibe olîgarşî, dibe otokrasî, dibe
teokrasî, dibe gelek tişt lê nabe demokrasî.