1/24/15

Google Translate bi Kurdî


Googleê destûr daye Google Translatea kurdî. Û ji bo vî karî li ser FBê komek hatiye vekirin.
Li ser xêrê be.
Hêvî dikim kesên ne pisporê vî karî ne, wekî Google Translatea tirkî neynin serê vî karî.
http://translate.google.com/community?client=t
 Google Translate Kurdî 

1/20/15

Ji bo hemû dost û hevalan

Ji bo hemû dost û hevalan;
Dadgeha Cezayê ya Giran ya Elezîzê, li ser îftira û nebûyên kesekî bi navê Recep Sade 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê daye min. Û ez vî bêşeref û bênamûsê safî nas nakim.
Sala 2008an li ser îfadeyên vî bênamûsî, li dadgeheke Elezîzê doz li min hat vekirin. Li gorî dibêjin, bi dehan belkî bi sedan kesên din ji ber nebûyên vî bêşerefî hatine girin û darizandin. Di belgeyên dadgehê de dinivîse ku ev ê safî dolheram demekê “qadro” bûye piştî ku carekê hatiye girtin, li Enqere, Entab, Meletî, Elezîz û çend bajarên din îftira û nebû li gelek kesan kirine ku ez jî yek ji wan mexdûran im.
Di sala 2009an de ji ber ku dadgeha Elezîzê têra xwe ne giran bû, doz şandin Dadgeha Cezayê Giran ya Meletiyê. Dadgeha Meletiyê piştî 3 salan biryara beratê da, lê dozgeriya wî dadgehî biryar şand Dadgeha Bilind -Yargitayê- ya li Enqereyê û wê dadgehê par biryara darizandina ji nû ve da.
Piştî ku dadgehên bi rayeya taybet hatin rakirin, dosye çû ber destê dadgeha Elezîzê û wan jî li ser nebû û îftirayên bêşerefekî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da min.
Ez Recep Sadeyê safî bêşeref nas nakim û ew jî min nas nake. Û ez baş dizanim, ji ber ku min di navbera salên 2002-2004an de li Elezîzê kovareke xwerû kurdî (kurmancî û zazakî) -bi navê Çirûsk- derdixist, polîsên Elezîzê kiriye ku Recep Sade nebûyan li min bike.
Min îtiraz li biryarê kir û biryar şand Dadgeha Bilind. Yanî wekî parêzera min got, heta salekê du salan wê serê min rehet be. Lê tirsa min ew e ku ev Recep Sade niha li hin saziyan wekî welatparêzekî li ser kar be. Nebêjin nabe, bi Xwedê dibe û xweş dibe. Loma ez ji her kesî hêvî dikim, heke yek ji we zanibe ev Recep Sade kî ye li ku ye û eke wî bibîne, ji kerema xwe re di şûna min de tif bikin rûyê wî.


http://diyarname.com/news.php?Idx=12086

 

1/20/14

Amedîno, vê xêra min li we kirî ji bîr nekin ha

Dema te jî ev sernav xwend, di bin simbêlan de keniyayî, ne? De em bi hev re bikenin :) da ku ez derbasî mijarê bibin.
Îro, wekî gelek caran, piştî ku ez ji ciyê kar derketim, rasterast çûm firinê ku nanekî bikirim û herim malika xwe. Firin wekî her car qerebalix bû, gelek kes ketibûn dorê ku nanî bikirin, lê çend kes jî hebûn ku hema nan ji ser dezgeyê digirtin û bêyî bikevin dorê, wan perê nanên xwe dirêjî keçika nanfiroş dikir.
Min tam kir ku ji ber vê helwesta wan xwe nerazî bikim, bala çû ser sê kesên li pêşiya min ku hem ciwan bûn, hem li Amedê bûn û hem jî bi kurdî diaxivîn. (Min digot belkî tenê ez bi keçika nanfiroş re bi kurdî diaxivim)
Piştî ku min nanek ji xwe re kirî, bi wê kêfxweşiyê, ne wekî her car, min berê xwe da wê bufeya ku li meydana Deriyê Çiyê (ku bi navê Meydana Mazlûm Doxan jî tê binavkirin) ava fêkiyan diguvêşe û difiroşe.
Dema gihîştim ber bufeyê, xwediyê bufeyê yê ku ji bo du kesên beriya min hatibûn wê derê ava hinaran diguvaşt, wekî gelek esnafên Amedê bi tirkî peyivî. Min guh neda tirkiya wî û min bi kurdî ava hinaran jê xwest.
Çawa ku ez bi kurdî axivîm, wekî ku ew di şerekî xedar de bi tenê ye û bira û pismamên wî hatine hewarê, wisa kêfa wî hat. Û bi wê kêfê berê xwe da her du zilaman û vê carê bi kurdî gote wan:
"Va win dibînin, xelkê Amedê kurdî taxive". (Ev peyva "taxive" wekî emanet ji devê wî ket). "Dibînî, xortên me kurdî taxivin". (Xort ez im, hem jî di vî temenê sî û sê salî de ku meha pêş dibim sî û çar)
Yek ji wan her du zilaman, bi awayekî jixweqayîl û xeydok, got:
"Pa pitir bi turkî taxivin".
Li ser gotina wî, zilamê ku ava fêkiyan difiroşe, mesele gote min.
Ew her du zilam ji Zaxoyê bûn (Jixwe ji "pa"ya wî diyar dibû) û wan gazinc dikirin ku li Amedê (bi gotina wan) her kes bi tirkî diaxive. Camêrê amedî jî digot, ev ne rast e, dibe ku hinek bi tirkî diaxivin, lê bi piranî bi kurdî diaxivin.
Gelek caran min li firoşgeh û dikanên Amedê başûrî ditîne ku ji ber tirkiya amediyan gazinc kirine. Her carê min daye ber dilê wan ku hemû wisa ne tirkîaxêv in. Lê piştî axaftina me ya çend deqeyan, wan fêm kiriye ku ez ne amedî me û di ser de jî wan tê derxistiye ku ez "nûser" im. Û her carê jî xeyalşikestî bûne ku li Amedê yên bi kurdî diaxivin yan ke ji Amedê ne yan jî nivîskar in. (Û di serî de nizanin ku li Amedê gelek nivîskar hene ku li nav malên xwe jî bi tirkî diaxivin).
Vê carê min bi "eviya" û "wanî"yên axaftina amediyan rê neda ku fêm bikin ez "nûser" im û xeyalşikestî bibin. Û piştî ku min perê ava hinaran da yê firoşkar, min tembiyek li wan zaxoliyan kir:
"Pismam, her cara ku win bên Amedê û xelkê vira bi we re tirkî baxive, wanî xwe neqayîl bikin ku ji ber vê kêmasiya xwe fedî bikin".
Wile amedîno, vê carê min nehişt hûn bêhurmet bibin, lê careke din ez ê bêjim "Ez ne ji Amedê me, ji lew ez bi kurdî diaxivim".

1/18/14

Nexşeya cîhanê şaş hatiye xitimkirin

Ez îşev li ser Facebookê rastî agahiyeke balkêş hatim.* Bi wêne û vîdeoyekê dihat diyarkirin ku “nexşeya cîhanê ya em pê dizanin şaş e”. Di malperê de nexşeyek jî hebû ku tê de tê nîşandan aqarê Afrîkayê ji yê em pê dizanin zêdetir e.


Nexşeya Cîhanê, her parzemînek bi rengekî cuda hatiye nîşandan

Piştî lêgerînekê, min heman agahî li ser çend malperên din jî dît. Di malperekê de agahiyeke din ya balkêş hebû. Wekî ku di hemû nexşeyên cîhanê de tê nîşandan, Bakur "jor" e û Başûr jî "jêr" e. Eger em di nav "gerdûn û kaînatê" de lê bifikirin, em ê jor û jêrê çawa diyar bikin? Yanjî, gelo li kaînatê "jor" û "jêr" heye?
Eger em tenê ji bo cîhanê bifikirin, li Bakur jî li Başûr jî raserî me jor e û berjêrî me jêr e. Li Afrîkayê jî û li Ewropayê jî şaxên daran li jorê ne û qurmên daran li jêrê ne.
Dibe ku "di rewşeke asayî de" ne girîng be ka kî li jêr e û kî li jor e, lê ji çîroka "Adem û Lîlîthê" jî diyar e ku sedema Afrîka li jêrê ye/li bin e, ew e ku "herî zêde" ew bindest bûn/in.

Nexşeya Cîhanê, Başûr jor e û Bakur jêr e

Meseleya "jor û jêrê" li hêlekê, li dû wan agahiyên derbarê kêmkirina aqarê Afrîkayê de, min li ser Google û Wîkîpediayê li wêneyên cuda yên nexşeya cîhanê nihêrt.Dibêjî qey hemû nexşe "li navendekê" hatine çêkirin, kêm zêde hemû wekî hev in.
Dema mirov li van nexşeyan dinêre, dibêjî qey Dewleta Amerîkayê bi qasî nîvê parzemîna Afrîkayê heye û parzemîna Ewropayê jî hema bêje ji nîvê parzemîna Afrîkayê mezintir e. Lê gelo di rastiyê de wisa ye?
Piştî agahiyên li ser malpera UpWorthy û malperên din, min ji wîkîpediayê agahiyên derbarê parzemînan**, Dewleta Amerîkayê***, Ewropa**** û beşa Ewropayê ya Rûsyayê***** de xwend. (Ya rast min berê xwe dayê ka aqarê her yek ji wan çend metre ducar e.)
Li gorî van agahiyan tabloya li jêrê derket holê.
Di nexşeyên cîhanê yên ku li her derî tên nîşandan, Afrîka hema bêje du carna li Amerîkayê heye, lê di rastiyê de sê caran lê heye. Û jixwe dema ku mirov Ewropa û Afrîkayê li gorî nexşeyan û li gorî agahiyên rast dide ber hev, mirov dibîne ka ev nexşeyên hanê çiqas çewt in.
Diyar e derewa di nexşeyan de têrê nekiriye, li ser Google Mapê Afrîka hê bêtir hatiye biçûkirin******.
Li dû van hemûyan, rewşa nexşeya Kurdistanê -ya ku dewleta Îranê Loristan jê kêm kiriye- hate hişê min ku îro li çar parçeyên Kurdistanê kurd dibêjin qey nexşeya Kurdistanê ew e.


Parzemîn

Aqar (km²)

Nifûs



Asya
44,579,000
4,164,252,000

Afrîka
30,370,000
1,022,234,000

Amerîkaya Bakur  (Gronland jî di nav de)
24,490,000
542,056,000

Amerîkaya Başûr
17,840,000
392,555,000

Antartîka
13,720,000
4,490

Awistralya
9,008,500
23.897.390

Ewropa (Beşa ewropî ya Rûsya û welatên Qafqasan jî di nav de)
10,180,000
738,199,000

Ewropa (Beşa ewropî ya Rûsyayê ne di nav de welatên Qafqasan di nav de)
6,220,000
= 10,180,000 – 3,960,000*
738,199,000

Dewleta Amerîkayê
9,826,675
317,493,000


10/18/13

Meseleya “qumaş û xerîdar”

Destpêka vê mehê (03.10.2013) li sê bajarên cuda (Bruksel, California, Toronto) konferans û civînên Mozillayê hebûn. Ji çar aliyên cîhanê, ji gelek welatan bi sedan kes, ji bo nîqaşên li ser berhemên Mozillayê yên wekî Firefox, Fennec, Firefox OSê li van sê bajaran civiyan.
Ez, ku ji sala 2005an ve bi awayekî dilxwazî Firefoxê werdigerînim kurdî, li ser navê Firefoxa kurdî, beşdarî konferans û civînên li Brukselê bûm.
Sala 2005an, bi alîkariyên hêja Erdal Ronahî, kurdîkirina Firefoxê dest pê kiribû û çend salan piştî wê, Firefoxa kurdî di malpera fermî ya Firefoxê de di nav zimanên wekî înglîzî, fransizî, almanî û zimanên din yên cîhanî de ciyê xwe girtibû. Piştî vê serkeftinê, her ku min derfet didît, min Firefoxa kurdî li ser kompîterên saziyên kurdî û hevalên xwe saz dikir. Lê li gel vê jî, li (bakurê Kurdistanê û) Tirkiyeyê hejmara bikarhênerên Firefoxa kurdî ji hejmara bikarhênerên Firefoxa rûsî û almanî jî hindiktir bû.
Dibe ku gelek sedemên vê yekê hebin. Yek ji van sedeman Google e, ku di Firefoxê de motora lêgerînê ya standard Google e û Google kurdî wekî “tenê soranî” û bi tîpên erebî qebûl dike. Dema di Firefoxa kurdî de Googleê vekî, Google bi soranî û tîpên erebî vedibe. Li gel hemû hewldanan, Google hê jî rê nade kurmancî. (Androîd bixwe jî berhemeke Googleê ye û ji ber vê helwesta Googleê zehmet e ku Androîd bibe kurdî/kurmancî) Dibe ku ji ber vê sedemê, di qada navneteweyî de dilê me bi kurdbûna me bişewite. Lê min baş dizanî ku sedemeke din jî heye ku ji sedema pêşî diltezîntir e; miletekî ku li paytexta xwe bi zimanê xwe napeyive dê çima Firefoxê bi zimanê xwe bi kar bîne?
Bêguman ev yek dibûn sedema xemgîniyê. Piştî Firefoxa ji bo kompîteran, min Firefoxa ji bo telefonên jîr jî wergerand kurdî, lê ji ber ku tu pergaleke telefonên jîr (ne Androîd, ne Symbian, ne iOS, ne Windows ne jî yên din) bi kurdî hene, Firefoxa kurdî ya ji bo telefonên jîr li ser tu telefonan nayê sazkirin. Piştî demekê, ji ber van sedeman min jî dev ji nûkirina Firefoxa kurdî berda.
Lê piştî ku navenda Mozillayê ragihand ku ew li ser pergaleke ji bo telefonên jîr dixebitin, min ji nû ve zend û bend badan ku qet nebe telefoneke jîr bi kurdî jî hebe û min li ser Facebookê ji bo alîkariya wergerandina Firefox OSê (pergala Firefoxê ya ji bo telefonên jîr) daxuyanî da. Mala wan hezar carî ava be, Hozan Rûbar, Jêhat Zekî Taher, Flê Jiyan û Ramo Gündogdu peyam şand û got ku ew dixwazin alîkariya wergerê bikin.
Dema ku min amadekariya çûna bo Brukselê dikir, gelekî li ber xwe diketim ku kurdî di Mozillayê de gelekî li paş e û li ser navê Mozillaya kurdî tenê ez heme. Lê piştî peyamên van çar dilsozên kurdî rûyê min hinekî geş bû ku ez ê dikaribim li Brukselê bibêjim me ji bo kurdî komeke wergerê heye.
Di konferans û civînên li Brukselê de gotinên endamên komên wekî fransizî, almanî, çînî û komên din yên hejmara endamên wan bi sedan û hezaran hene, gelek bûn. Ji her komê pênc, deh, bîst kes di civînan de amade bûn ku berhemên Mozillayê yên bi zimanên wan ji hêla bi deh û sed hezaran kesan ve dihatin bikaranîn û tekane berhema kurdî ya Mozillayê, yanî Firefoxa kurdî tenê 76 bikarhêner hene. Ne tenê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li seranserê cîhanê 76 kes.
Dema ku komekê dixwest malpera Firefoxê berhema xwe bi zimanê wê komê biweşîne, pêşî pakêta zimên yanî versiyona ceribandinê diweşand û eger hejmara bikarhêneran zêde be, hê nû li ser malpera fermî diweşand.
Niha jî rewş kêm zêde wisa ye. Dema ku min behs kir ku bi milyonan kurd bi zaravayê kurmancî diaxivin û ji bo Firefox OSa kurdî/kurmancî serî lê da, bersiva kesê berpirs ew bû ku divê pêşî em di Firefoxa sermaseyê de bi pêş bikevin. Yanî eger hejmara bikarhênerên Firefoxa kurdî hindik be, Mozilla dê xwe nede ber barê Firefox OSa bi kurdî ku li gorî wan sedem ew e ku di telefonê de hebûna gelek zimanan performansa telefonê kêm dike.
Yanî bi kurt û kurmancî, hejmara me kurmancan ne bi milyonan lê bi milyaran be jî ku em bi kurdî nejîn û berhemên teknolojiyê bi kurdî bi kar neynin, yanî eger qumaşê me ji zêr be û hîç xerîdar nebin, qîmeta wî qumaşî nîn e.

Li gel her tiştî, encamên konferans û civînan dê bi kêrî kurdî bên ku çend xal jê ev in:
- Zimanê Firefox mobîleê dê ne ji hêla pergalê (Androîd, Windows, iOS) ve bê diyarkirin. Yanî me niha Firefox mobîle bi kurdî heye û ji bo em wê bi kar bînin ne pêwîst e ku telefona me ya Androîd yan jî ya iPhone bi kurdî be.
- Mozilla dê ji bo Firefox OSê li gel şirketên wekî ZTE, Alcatelê bi şirketên wekî LG re jî bixebite.
- Firefox OS dê sala 2014an li welatên Ewropa, Amerîkayê bikeve bazarê. (Ji niha ve li Îspanya, Almanya û çend welatan derketiye bazarê)
- Di nêzîk de (piştî ku Firefox desktopa kurdî hinek bi ser xwe ve bê) wergerandina Firefox OSê dê bi fermî bi kurdî dest pê bike. (Niha em li ser kompîterên xwe werdigerînin lê di nêzîk de em ê karibin wan dosyeyên xwe li pergalê bar bikin.)
- ...*
Bi kurtî, eger hejmara wergêr û bikarhênerên Firefoxa kurdî zêde bibe, telefonejeke jîr dê bi hemû bername (App), xerîte, kontrola rastnivîsê, û taybetiyên xwe bi kurdî çêbe.
Û piştî ku Androîd, iOS û pergalên din bibînin ku telefoneke jîr ya bi kurdî bi hemû taybetiyên xwe heye û kurdên ku hejmara wan bi milyonan e wê telefonê bi zimanê xwe bi kar tînin, dibe ku ew jî derî li kurdî vekin. We go çi?

Li gel van tiştan hemû, divê vê jî bibêjim ku karê wergerandina Firefoxê heta îro bi awayekî dilxwazî hatiye kirin. Ji ber vê yekê, ne wekî karekî birêkûpêk lê wekî karekî ku di wan demên ji ber karên bingehîn mayî de hatiye kirin. Ji ber vê rastiyê, tiştekî normal e ku di vî karî de kêmasî çêbin. Lê li gel hemû kêmasiyan, deriyê Firefoxa navendî û her wisa deriyê Firefoxa kurdî ji bo hemû rexne û pêşniyaran vekiriye.
Û kesên ku dixwazin Weba kurdî bi kurdiyeke tekûztir bi pêş bikeve, dikarin bi van sê riyan piştgiriya weba kurdî bikin. Yên ku dixwazin piştgiriyê bidin; dikarin Firefoxa kurdî li ser kompîtera xwe saz bikin, dikarin beşdarî koma wergerê bibin, diakrin bi riya e-payamê yan jî bi riya koma Firefoxa Kurdî ya li ser Facebookê hemû rexne û pêşniyarên xwe ragihînin.

Girêdana jêbarkirina Firefoxa sermaseyê ya bi kurdî: http://goo.gl/bdmIQz
Koma Firefoxa Kurdî ya li ser Facebookê: http://goo.gl/TI1kMJ















Di Firefoxa kurdî de Google wisa ye; ziman bi kurdî/soranî ye û Google li gorî dewleta tu lê dijî, zimanekî din pêşniyar dike. Eger li Swêdê dijî, Google dê swêdî pêşniyar bike.




















Firefoxa kurdî di asta ceribandinê de li ser malpera fermî ya Mozillayê ye.




















Rewşa wergerên Firefoxa sermaseyê


Amed Çeko Jiyan
amedcj@gmail.com



*Ev xala dawiyê xala herî girîng e ku ji bo siberoja Mozillaya kurdî ez naxwazim niha behsa wê bikim.

1/5/13

Berbiska Êşa Hestiyan*

Amed Çeko Jiyan

Dibêjin piştî ku gelek sal di ser trajedî û karesatan re derbas dibin, ew trajedî û karesat hê nû dibin mijarên wêje û hunerê. Dema ku mirov li trajediya bi serê cihûyan de hatî dinêre, mirov dibîne ku piştî 50 salan hê nû ew trajedî dibe mijara sînemayê.
Lê Omer Dilsoz, di vê dema ku hê jî kurd êşê dikişînin û trajediya bi serê wan de hatî hê jî destê xwe ji gewriya wan nekişandiye, dîmeneke vê trajediyê, ango gorên komî kiriye mijara romanekê.
Romana Omer Dilsoz “Berbiska Zer” ku bi nûçeyeke TVê dest pê dike, dide dû şopa wê nûçeyê û me jî bi xwe re kaş dike. Roman, bûyerên ku îro li derdora Sînemê diqewimin û bûyerên beriya 10-15 salan li derdora Berjenî qewimîne vedibêje. Geh vebêj ji me re behsa wan bûyerên îro û do dike û geh leheng bixwe qutiya dilê xwe li ber me vedikin û ji der û kulên xwe diaxivin û geh bi Sînemê re hestiyên canê me jî diêşin, geh bi Berjenî re me vedigerînin salên zaroktiyê.
Ciyê daxê ye ku bûyerên her du demên cuda û her wisa gotinên vebêjî û gotinên lehengan, bêyî ku tu hişyariyek hebe, di heman rûpelan de ne.
Wekî mînak; dema ku vebêj di dema niha de behsa civana Sînemê û Zînê dike, em ji nedî ve dibînin ku em çûne beriya 10-15 salan û em li Sêserê li mala Nûhê aşvan in. Eger her ku dem an jî vebêj guherî, rûpel jî biguheriya û ji rûpeleke nû dewam bikira, dê çêtir bûya. (Ji ber ku min ev roman beriya ji weşanxaneyê re bê şandin jî xwendibû, ez dizanim ku piştî guherîna dem û vebêjan ji rûpelên nû dewam dikir.) Lê li gel vê jî, nivîskar wisa bi zîrekî tevgeriyaye ku dema em ji demekê derbasî demeke din dibin, an jî dema vebêj diguhere, em di cî de pê dihesin. Derbasbûnên di navbera beşan de ew çend nerm û baş çêbûne ku em pê aciz nabin.
Omer Dilsozê ku çavkaniya kurdiya wî çiyayên bilind ên Colemêrgê ne, di vê romanê de jî gelek peyv, biwêj û qalibên hevoksaziyê diyarî ferhenga me dike.
Û bi hevokên Dilsozî, em wê êşa dikeve hestiyên Sînemê di hestiyên xwe de hîs dikin.

***

Ya rast, ne ji bo ku hêlên baş ên vê romanê binivîsim an jî behsa teknîka baş û kurdiya herikbar a vê romanê bikim min klavye kişand ber xwe; berevajiyê wê, ji bo ku çewtî û kêmasiyên vê romanê (ku bi nêrîna min çewtî û kêmasî ne) yek bi yek nîşan bidim min xwe li nivîsê rakêşa.

Romana ku bi zimanekî herikbar dest pê dike, heta çarîka sêyemîn wisa dewam dike, lê di çarîka sêyemîn de, wekî beşa ku Sînemê behsa evînê dike (rp. 172, 173, 174, 175) ew herikbarî kêm dibe. Ez dibêjim qey ne hewce bû Sînemê di van çar rûpelan de heman gotinan dubare bikira û ji me re behsa evînê bikira. Jixwe di seranserê romanê de evîna Sînema parêzer ku behsa wê tê kirin xwe ew çend nade hîskirin. (Dibe ku sedem evîna xurt ya Berjenî ye.)
Li dû vê dersa ku Sînemê ji me re behsa evînê dike, axaftinên lehengên din ên xwe bi xwe re jî bi heman şêweyî mirovî ditengijînin, mirov dibêje “ev beş nebûna çêtir bû”.
Bi raya min, eger ew beşên “nebûna çêtir bû” nebûna, roman dê serkeftîtir bûya.
Li gel vê jî, di romanê de çend kêmasiyên teknîkî hene. Wekî mînak, em di dawiya romanê de şahidî li çûna Sîmenê û hevalên wê ya bo Sêserê dikin; lê hê di rûpela 58an de ku hê haya me ji vê çûnê niye, ev hevok ji nedî ve dikeve navberê:
Em li dû birîn û birandinê (ji bo qirkirinê jî meta Gulê ku wê rojê em -ez, ew Sînem, Cemîl û Zînê- bi hev re çûn Sêserê digot: qir lê ketiyo, Xwedê nifşê we birandiyo!) bûn. (rp. 58)

Li gel vê çewtiyê, di heman hevokê de çewtiyeke din jî beloq dibe; yê bi xwe re diaxive Emre ye û Emre tirk e. Her çiqas di rûpelên pêş de Emre dibêje ku fêrî kurdî bûye jî, Emre li vê derê xwe bi xwe diaxive, lewre diviya bi tirkî biaxiviya; tirk ji jinên biyanî re nabêjin “hala-metê”; an dibêjin “abla-etê” an jî dibêjin “teyze-xaltî”. Ev peyva “metê” ji kurdî tê û Emre her tim vê peyvê bi kar tîne.
Wekî din jî, dema em dibihîzin Emre fêrî kurdî bûye, (Qenc bû ku ez fêrî zimanê wan bûbûm û min qewlê xwe yê leşkeriyê anîbû cih. rp.171) em ji xwe dipirsin: Kengê fêr bûye?
Emreyê tirk çend mehan li çiyayekî Kurdistanê bi hin leşkerên din ên tirk re dimîne, di nav wan de tenê kesek bi kurdî dizane û ji ber ku yên din bi kurdî nizanin tembîh li wan tê kirin ku dema çûne nava gund ew neaxivin. Di rewşeke wisa de ne pêkan e ku Emre fêrî kurdî bibe. Jixwe Emre “komandoyê Behrayê ye” (rp. 28) û ji bo vê peywira taybet ji bo çend mehan tê çiyayên Kurdistanê.

***

Di romanê de lêkera “viyan”ê, ji bilî du-sê caran, her tim çewt hatiye bikaranîn. Bikaranîneke çewt û yeke rast:
Diviya tu lê bigerî û îro vê meseleyê hel bikî. (rp. 82)
Diviya min dilê wî xweş bikira. (rp. 83)
Ev “diviya” li seranserê romanê ji bilî çend caran, li hemû deran çewt hatiye bikaranîn. Wekî di rûpela 82yan de diyar e, “viyan” ji bo dema borî hatiye kişandin; “diviya”. Lê heman hevok bi dema borî dewam nake “hel bikî”. Û di rûpela 83yemîn de jî “viyan” di dema borî de hatiye kişandin, lê hevok, wekî ku pêwsît e, bi dema borî dewam dike, “...dilê wî xweş bikira.”
Hem vebêj hem jî hemû lehengên romanê, wekî ku ji “divê”ya di dema niha de hatî kişandin xeyidîbin, di hemû deman de dibêjin “diviya” û ev kêşana çewt rê li herikbariya romanê digire.

***

Wekî me li jorê jî got, Emre tirk e û divê dema ew diaxive, em tê derxin ku bi tirkî diaxive. Lê mixabin Emre her tim wekî kurdekî ku ji kaniya zimanê kurdî av vexwariye, bi kurdî diaxive:
Emreee, Emooo rabee, rabeee!” (rp.85)
Tirk dema bi xwe re an jî bi hev re diaxivin, navên xwe bi formên kurdîkirî nabêjin? “Emo” wekî Hemo, Heso, Celo, Remo û hwd. formeke kurdî ye. Navê “Hakan” jî di rûpela 210an de “Hako, tertîp, çi taveke xweş e ne wisa?” û navê Sebrî (ku jixwe ev jî formeke kurdî ye) wekî “Erê Sebo, hema qet besh jê neke” bi forma kurdî ye. Her wisa dema Emre di rûpela 115an de bi riya telefonê bi Sînemê re diaxive, dibêjê, “Sîmen xan...” û ev jî formeke kurdî ye. Wekî min got, dibêjî qey Emreyê tirk ji kaniya kurdî av vexwariye...

***

Di romanê de, beramberî koma kontrayan, komeke gerîlayan jî heye. Divê mirov heqê wî bide ku nivîskar di xêzkirina wêneyên gerîlayan û diyalogên wan de bêtir bi ser ketiye; ev serkeftin di diyalogên kontrayan de, ne di vê radeyê de ye.
Lê di beşeke diyalogên gerîlayan de nivîskarî tiştek ceribandiye; her lehengek bi devoka wî daye axaftin:
Heval, cigara xwe weyne û here zikê şikeftê bikêşe.” (rp.98)
Ez narrimmm hundirê şikeftê heval...” (rp.98)
Heval, we ev pirsgirêka cigarekêşiyê wekî mîna pirsgirêkeke neteweyî mezin kir da!” (rp.98)
Hevalno, eve hûn ku d'ken.” (rp.98)
Ku her lehengek bi devoka herêma xwe diaxive, ev rengekî xweş dide romanê. Lê piştî vê rûpelê hemû gerîla bi carekê re vedigerin ser devoka “nivîskarî” û wisa dewam dikin. Dibe ku hinekî zehmet be ku nivîskar her lehengekî bi devokeke din bide axaftin, lê ji ber ku jixwe sehneyên gerîla tê de gelekî kêm in, nivîskarî dikaribû heta dawiya romanê her gerîlayekî bi devoka wî bida axaftin.

***

Ez dibêjim qey xwendevanên kurd ew çend ne nezan in ku pêwîstî bi fêrkirina wateya “necesûr”ê hebe :) :
Cesaretê tenê dikaribû ... û aqilên necesûr (newêrek) an bêdeng bike an jî bi pey bibezîne. (rp.129)

***

Wekî çewtbikaranîna “viyan”ê, “na na”yên di romanê de jî mirovî pir ditengijînin:
... ez ji jiyana rojane bi dûr dibûm. Na na, ne jiyana rojane...”(rp.23)
... hema xweber hewl dida warekî, na na, cihekî...” (rp.40)
Ji bo xweparastinê, na na, ji bo ku tûşî çu bela û neçakiyan neyêm...” (rp.129)
Heke jin nebûna em mêr dê wek pişîkan bûna, na na, dê wekî kîvroşkên qûnbizdiyayî bûna...” (129)
Hûn li vê derê leşker in. Na na, hûn niha li ser wezîfeyeke gelekî berpenî ne.” (rp.187)

Û hema bibêje hemû leheng, û vebêj bixwe jî, di gelek hevokên din de bi heman dudiliyê diaxivin. Ev jî dike ku “karakterê” hemûyan bişibe hev û tirs ew e ku ev karakter û şêweya vegotina bi dudilî wekî karakterê “nivîskarî” bê şîrovekirin.

***

Me got di romanê de komeke kontrayan heye. Ev koma kontrayan bi rêbertiya Qehremanê ku (bi peywirdariya dewletê) bi salan gerîlatî kiriye û paşê bûye kontra, carê diçine serdana gundê Sêserê. Wekî ku Qehreman nizanibe ka gerîla çawa bi gundiyayan re diaxivin, an jî wekî ku bi qest bixwaze gundî jê haydar bibin ku ew ne gerîla lê kontra ne, her tim bi zimanekî req diaxive:
Zû bin, heta saetekê ji me re wercên xwarinê bînin; têra me nan û pêxwarinê zû peyda bikin.” (rp.130)
Ma qey bav û kalên we bi ceryanê dijiyan xwelîser...” (rp.215)
Di van du rûpelan û hemû rûpelên din de ku leşkerên xwe wekî gerîlayan girêdane diçin Sêserê, bi heman şêweya req bi gundiyan re diaxive; û gelek caran ji ber vê şêweya req gumanên gundiyan çêdibin ku ew “ne gerîla ne” û van gumanên xwe ji hev re dibêjin.

***

Ew çewtiyên min li jorê nivîsandin li aliyekê, lê min ji dil jî fêm nekir ka çima di vê hevokê de beramberî sê “fêr bibe”yan “hîn bibe”yek heye.
Tu delal bî, ji dînan fêr bibe, tu kirêt bî, ji dînan hîn bibe, tu rastgo bî, ji dînan fêr bibe, tu derewîn bî, ji dînan fêr bibe...(rp.154)

***

Li gel ku diyar e Emreyî di salên 90î de leşkerî kiriye, û di wan salan de telefonên destan û MOBESE hê tune bûn, dema Emre xwe bi xwe diaxive, ji me re behsa telefonên destan û MOBESEyê dike:
... guhên li asîmanan, guhên di çîpên telefonan de, guhên di MOBESEyan de...” (rp.189)

***

Roman, piştî çarîka sêyemîn, di çarîka çaremîn de dîsa wekî ava çemekî diherike. Lê di vê çarîkê de em li surprîzekê rast tên: Sînema parêzer her ew Sînema xwediya berbiska zer e, ew Sînema berdilka Berjenê piçûk e:
Ez Sînema keça Durê, çardehsaliya Sêserê, birîna hestiyên winda a niha li warê bav û kalên xwe bûm.
...
Ez li Sêserê bûm. Bi nasnameyeke cuda, belkî gelekan ez nedinasîm...” (rp.228)
Dema min ev peyvên Sînemê xwendin, demildest ez lê geriyam ka di kîjan rûpelê de Sînemê û Gula jinebî li bajarê Tîjê hev dîtibû; gelo dema wan hev dîtibû hev nas kiribû? Lê min tu nîşane nedîtin ku wê û Gulê hev nas kiriye.
Sînema ku li Sêserê çardeh salî bû, niha parêzereke nû ye, ango herî zêde 10-15 sal di navberê re derbas bûne. Wekî din, hema bêje Sînem li ber destê Gulê mezin bûye; gelek caran pêkve diçin aşî bo dîtina Nûh û Berjenî. Loma ne gengaz e ku wê û Gulê hev nas nekiribe.

Û gotiya beriya ya dawiyê; roman bi vê hevokê qediyaye, “Wê berbiska zer di ber biska xwe rakir.” Loma çend paragrafên piştî vê ne hewce bûn.
Û gotina dawiyê: Berbiska Zer bêyî xwendinke dawiyê hatiye çapkirin, lê li gel vê jî bi Berjenê ku karakterekî gelekî xurt e, bi zimanê xwe yê resen, bi ferhenga xwe ya berfireh, bi vegotina xwe ya herikbar, bi mijara xwe ya diltezîn, û her wisa bi teknîka xwe ya serkeftî dibêje “ez li virê me”.


* Ev nivîs di hejmara 44 ya Kovara Wyê de hatiye weşandin.

3/10/12

Têbiniyên ji Konferansa Ziman

Ev sê roj in li Amedê kêf bû, şahî bû, cejn bû; dîlana zarên kurdî bû, Konferansa Ziman a Neteweyî bû.
Di konferansa navgiran û bargiran de ji hemû beşên Kurdistanê kurdîzan û kurdîhez amade bûn. Xwedê qebûl bike, piştî sê rojan, konferansa bi Ey Reqîbê dest pê kiribû bi dîsa bi Ey Reqîbê bi dawî hat.
Encamnameya konferansê ya bi 13 xalan bi çapemenî û raya giştî re hate parvekirin. Lê ez dixwazim çend têbiniyan li virê bi xwendevanên NûKurdê re parve bikim.

- Ji nîqaş û encamên konferansê bêtir tiştê herî zêde mirovî kêfxweş dikir ew bû ku hema bêje ji hemû reng û aliyên kurdan kes beşdar bûbûn.
- Di konferansê de ji gotarên ku panelîstan pêşkêş kirin bêtir hestên neteweyî derketin pêş.
- Xala herî zêde behsa wê hate kirin yekîtiya neteweyî bû.
- Ji hêla akademîk ve jî konferans ji bo Amed û Kurdistanê tiştekî yekemîn bû. Li gel hin gotarên ku dişibiyan sohbetên li quncikên qehwexaneyan, gelek gotarên ji hêla zanistî ve têr û tije hatin pêşkêşkirin.
- Di vê konferansê de bi zelalî diyar bû ku zar çi dibe bila bibe, kurd ji hev têdigihîjin. (Êdî eger kesek bibêje we “ji filan zarî tênagihîjim”, hûn jî bêjinê “nexwe tu hê bi zarê xwe baş nizanî.) Lewre di konferansê de her kesek bi zarê xwe axivî û hîç mişkule nebû. Beriya konferansê min dibihîst ku digotin “xwezî wergera sîmultane hebûya” lê dema konferans bi rê ve diçû û piştî konferansê kesî negot “ez ji axaftina bi filan zarî tênegihîştim”.
- Beşdarên konferansê ne tenê bi zarê xwe lê bi zarên din ên kurdî jî axivîn û xweşî û lezeta pirzaravayiyê dan tamkirin.
- Di konferansê de diyar bû ku “zimanê yekgirtî” ji bo kurdan ne baş e, ji dêvla wî ve pirzaravayî bêtir rasteqîn e û bêtir li rewşa kurdan tê.
- Konferans -bi gotina mêvan û delegeyan- serkeftî derbas bû -û dîsa bi gotina hin ji wan- encamnameya wê ne li gorî wê bû.
- Di konferansê de biryar hate girtin ku komeke ji 31 kesan bê sazkirin (TZP Kurdistanî) û ev kom ji bo hemû zar û beşên Kurdistanê bixebite.
- Li dû axaftinên di destpêka konferansê de bi beşdaran re tirsek çêbû ku konferans li ser gotinên Bulent Arinç bimeşe, lê wisa nebû.
- Hin panelîstan li hemberî wan gotinên Arinç pesnê kurdî da û berteka li dijî gotinên Arinç gihîşt asta “Tirkî ne zimanê medeniyetê ye”. Mele Zekî got “destnimêja” bê wê nimêj name ku di tirkî de dibêjinê “avdest” (av-dest) bi kurdî ye.
- Osman Ozçelîk çend tîp jimartin û got peyvên bi van tîpan dest pê dikin an ev tîp di nav de hene ne bi tirkî ne û li ser ferhenga tirkî hin îstatîstîk parve kirin. Li gorî encamê bi deh hezaran peyvên di ferhenga tirkî de ne bi tirkî ne.
- Hate gotin ku di tirkî de peyva “şaristanî” ku bi erebî “medeniyet” e tune ye. Rojekê Ataturk li ser sifreya araqê gotiye “çima beramberî 'medeniyet'ê peyveke bi tirkî tune ye. Bersiv danê, “Ji ber ku tirk ne bajarî bûne. Û ji ber ku tekane tirkên niştecî “Uygur” bûne, ji vî navî peyva “uygur-uygar-uygarlık” çêkirine.
- Diyar bû ku peyva “zarava” ne di wateya “dialekt”ê ku li Bakur tê bikaranîn de ye. Ji bo wê wateyê peyva “zar” çêtir e.
- Zimanzan û zimanhezên kurdî di sazkirina yekîtiyekê de bi ser ketin, lê siyasetmedarên kurd bi ser neketine û hê nekarîne konferanseke xwe ya neteweyî saz bikin.
- Divê zarok pêşî zaravayên xwe fêr bibin û paşê zaravayên din fêr bibin.
- Em di konferansê de hîn bûn 900 salan beriya zayînê li herêma Hewreman kurdan parlamento saz kiriye, serokên xwe bi hilbijartinê diyar kirine û jinên ku mafê wan ê dengdan û namzdetiyê heye jî wekî serok hatine hilbijartin.
- Dîsa em di konferansê de hîn bûn ku zêdetirî 400-500 salan beriya Baba Tahir bi kurdî kurdên Yarsanî bi kurdî nivîsiye.

Amed Çeko Jiyan – nukurd.com