1/28/12

"Çima tu ne wekî min î?"

Rengên Amedê

14ê vê mehê li Galeriya Amedê ya li Sumerparkê pêşangeheke bi navê “Gelên Winda yên Amedê” hebû. Pêşangeh ji wêneyên kevn pêk dihat... wêneyên ku di demên dawî yên dewleta Osmanî de li Amedê hatine kişandin.

Di wan wêneyan de rengên Amedê yên resen hebûn. Di wêneyekî de minareya mizgeftekê û naqosa dêrekê di heman çarçoveyê de bûn. Di wêneyekî din de, kurdekî misilman, kurdekî êzîdî û ermeniyek li kêleka hev bûn.

Pêkvejiyana li Ameda kevn ku di wan wêneyan de xuya dibû, bajarê Hewlêrê anî ber çavên min. Li Hewlêrê bi pirnaî kurd dijîn, lê li gel kurdan, asûrî, keldanî, tirkmen û hindek ereb dijîn. Li seriyekî cadeya Şoreşê mizgefta mezin heye û li seriyê din jî dêreke mezin heye. Di navbera wan de jî dezgeyeke tirkmenan. Kes ji kesî re nabêje “çima tu ne wekî min î?” Her kes bawerî bi Xwedayê xwe tîne û kes zimanê kesî qedexde nake.

Wekî di wêneyan de xuya dibe, demekê li Amedê jî rewş wisa bû.

Lê piştî ku êzîdî, ermenî, asûrî, keldanî û cihûyên nişteciyên Amedê* ji Amedê çûn/reviyan/hatin kuştin/hatin derxistin, rewş li vê derê jî guherî.

Xûyê tirk û farisan

Xûyekî tirk û farisan heye ku gelekî dişibe hev. Ev her du milet dema hêzê bi dest dixin, hez dikin her kesî bişibînin xwe. Piştî têkçûna Osmanî, Tirkiyeyê berê xwe da asoyeke “modern” û ji bo gihîştina wê armancê pêşî hemû dezgeyên îslamî (medrese, teke û li hin deveran mizgeft) dane girtin, cil û bergên “nemodern” qedexe kirin û kumên “modern” ferz kirin. Wekî tê qalkirin, beriya Şoreşa Îslamî li Îranê jî rewş kêm-zêde wisa bû, lê piştî şoreşê hema bêje hemû tiştên qedexe serbest bûn û tiştên serbest jî qedexe bûn.

Wekî ji kirinên dewlet û hikûmeta tirk diyar e, li Tirkiyeyê jî pêvajoyeke wisa heye ku reş û spî, serbest û qedexe ciyê xwe biguherînin.

Serboriyeke sosyalîstane

Dema ku min li Elezîzê zanîngeh dixwend, komeke me ya xwendekarên welatparêz hebû. Rojekê tirkên faşîst li tirkên çepgir -ku di kovar û weşanên xwe de hezar çêr û sixêf li kurdan dikirin- xistibû û tirkên çepgir hawara xwe anîbû cem me. Çepgiran xeber şandibû û dixwestin ji bo sazkirina platformeke çepgir em civînekê saz bikin. Bi kurtebirî, ez û hevalekî din çûne wê civînê û me got “hûn xwe bi xwe ne”. Civîn li partiya Emepê bû. Li wê derê ez li ser gotina çepgirekî hêrs bûbûm. Çepgiro, li ser lêdana wan çepgirên din digot “ew (ango faşîst) mafdar in ku li çepgiran xistine. Piştî şoreşê îca em ê wisa li wan bikin”.

Bi kurtî, mesele ev e; ka Elo zilmê dike ha Bedo. Heta ku derdê wan ev be û bibêjin “çima ew zilmê dikin û ne em?” halê wan jî, ji ber ku em di nava sînorekê de dijîn, halê me jî dê wisa be.

Têbiniyek: Hefteya borî di salvegera kuştina ermeniyê kurdistanî Hrant Dînk de li Stenbolê mirov bûn lehî û herikîn. Lê wekî Xecê Omerî di Faceê de gotî: “Roboskê jî digirî...”

Ey lehiya tirk, ermenî û kurdên “bixîret”, ji bo lehiyeke wisa ji bo kurdan jî biherike, herî kêm divê çend kurd bên qetilkirin?



* Li gorî serjimariya Osmanî ya sala 1914an nifûsa wîlayetê 619.825 bû; û 492.101 ji vê misilman bûn. Gelheya nemisilman jî di serjimariyê de wisa diyar bûbû: 55.890 Ermeniyên Gregoryen, 9.960 Ermeniyên Katolîk, 7.376 Protestan, 37.976 Suryanî, 5.994 Keldanî, 4.133 Suryaniyên Kevn, 2.085 Cihû, 1.822 Rûmên Ortodoks, 113 Rûmên Katolîk, 2.375 Êzîdî. (Ji têbiniyên wêneyên pêşangeha Li Ameda Kevn Dewlemendiya Çandî)

No comments: