Kurdî dibe mêvana Amedê
Bi xêr û xweşî di 2, 3 û 4ê adarê de li Amedê Konferansa Ziman a Neteweyî tê sazkirin. Ameda ku demekê pişta xwe dabû kurdî dê sê rojan mazûvaniya hemû zaravayên kurdî bike. Li vî bajarê kurmancî û kirmanckiyê soranî, hewramî û lorî dê bibin mêvan û kurdên ji pênc parçeyên Kurdistanê dê bi zaravayên/lehçeyên xwe peyvên kurdî pêşkêşî bajêr bikin. (Ji ber termê 'kurdên Ewropayê' divê termekî nû biafire: Kurdistana Ewropayê, parçeyê pêncemîn :) )
Derba kuştinê
Dema ku bakuriyek diçe Başûr û piştî ku kêmasiyên wê derê dibîne û rexne dike, başûriyên 'heyat im' û 'can im' jî derba kuştinê/hişkirinê/bêdengkirinê lê dixin: Dema em li Ameda paytex (vê peyva paytextê bi qerfî dibêjin) bi kurdî diaxivin kes ji me tênagihe, em li xwe diheyirin.
Em bibêjin ji virê ne heta mala Xwedê be jî, heta nîvê riya mala Wî gotina wan heq e. Lewre heta salên dawiyê jî li vî bajarî kesên bi tirkî nizanibin li xwe diheyirîn.
Rewşa berê
Bi ya min sedemeke vê ya girîng heye. Heta beriya çend salan dema li vî bajarî yek bi esnafan re bi kurdî biaxiviya, esnafî li traş û cilên wî dinêrt ka “welatparêz” e an “hîzbullahçî” ye.
Ez ji xwe dizanim, dema diçûme dikanekê ku tiştekî bi kurdî bikirim, esnafî peyva “heval” li nav axaftina xwe direşand.
Mînakeke din a ji vê sosrettir: Rojekê ji ber ku pereyê avê zêde hatibû, ji bo îtirazê ez çûm DÎSKÎyê. Çi ji kêfan çi ji zexeliyê riyê min hinekî dirêj bûbû. Dema çûm cem karmendê DÎSKÎyê û min îtiraza xwe bi kurdî kir, camêrî guh neda min û di ser de jî ez neheq derxistim. Gava ku min dev jê berneda û li mafê xwe pirsî, rasterast (bi tirkî) got, “Tu nehatiyî îtiraza deynê avê, tu hatiyî antî-propagandayê û şaredariya me reş dikî”.
Wê kêliyê ez têgihîştim ku mesele ligelhevbûna peyva kurdî û riyê dirêj e.
Lê niha?
Heta beriya çend salan rewş ev bû. Lê niha guheriye. Hefteyeke sax li vî bajarê ku mora “kurdînezaniyê” li qûnê ketiye bi birakê xwe yê hêja Can Êzîdxeloyê di mijara zaravan de şareza -ku bi tirkî nizane- re geriyam. Li gel ku em tenê bi kurdî diaxivîn, em hîç li xwe neheyîrîn. Lewre dema yek dihat bi esnafekî re bi tirkî diaxivî, wî esnafî bi tirkî bersiva wî dida; gava em bi kurdî diaxivîn, bersiva me bi kurdî dida.
Wekî din, li vî bajarî hemû kêliyên jiyana min û yên gelek kesên din ku ez nas dikim bi kurdî ne, lê tu carî li xwe naheyirim.
Bi kurtî; ev bajar bi tirkîaxêvan re bi tirkî û bi kurdîaxêvan re bi kurdî diaxive.
Nîşe: Di van sê rojên konferansê de ez ê çavdêriyên xwe û atmosfera konferansê ji we xwendevanên NûKurdê re binivîsim.
Amed Çeko Jiyan – nukurd.com