2/28/12

Medyaya organîze


Welatekî bê rojnamevan
Di vê serdema em tê de dema behsa çar hêzên demokrasiyê tê kirin, hêza herî zêde berjewendiyên gel diparêze hêza rojnamevaniyê/medyayê ye. (Tew mala minê.) Lewre qanûnçêker û rêveber ji hilbijartinekê heta hilbijartina din ji gel dûr in. Jixwe dema qanûnçêker û rêveber pişta xwe didin gel, daraz jî an bi kêfa wan e an jî bi kêfa xwe ye. Lê medya? Ji ber ku medya her roj xwe/berhemên xwe pêşkêşî gel dike, neçar e li hêla gel be. Lê eger li welatekî hîç rojnamevan tune bin? Hebin lê wekî ku tune bin?

Organîzebûna medyaya tirk ji bo 15ê Sibatê
Îsal jî di salvegera radestkirina rêberê PKKê Abdullah Ocalan de li Kurdistan û gelek bajarên Tirkiyeyê kurd rabûn ser piyan; li her derê çalakî hebûn, medyaya tirktune bû.
Ya rast xebatkarên wê jî li wan çalakiyan bûn, wêne girtin, nûçe nivîsandin... Lê medyaya tirk bi helwesteke organîzebûyî ew nûçe nedan. Wekî salên 90î, û wekî gelek geşedanên derbarê kurdan de, wekî roja qetliama Roboskê...

Hêza 4emîn ev be, rewş jî dê ev be
Heta ku li Tirkiyeyê hêza çaremîn ango medya û rojnamevanî ev be (ango ne ji bo agahdarkirinê lê ji bo armancên din bixebite), rewşa hemû gelên Tirkiyeyê jî dê her ev be.
Em di nûçeyên wan de her roj dibînin, dibêjin li filan welatî krîza aborî heye, bêvan welat dikeve krîza aborî. Û çalakiyên gelên wan welatan ku li dijî zêdebûna betaliyê û bacan serî hildinin nîşan didin.
Lê gelo ev medya qet meraq nake ka rewşa li welatê wê ji yên din çiqas cudatir e?
Fermo li çend welatan buha, bac, rêjeya bacê û buhayê firotinê yê benzînê wisa ye*:
Tirkiye 1.96 – 1.29 – %65--------------3.86 tl
Yunanistan 1.50 – 0.97 – %64-----------2.95 tl
Îtalya 1.36 – 0.79 – %58---------------2.67 tl
Îspanya 1.15 – 0.63 – %54--------------2.26 tl

Bila ne goşt bişewite ne jî bist
Çendê ha yekî ji IMC TVê digot ji bo reklaman serdana hin şirketên mezin kirine, wan şirketan jî demekê li televîzyona wan temaşe kiriye, û bi hinceta di televîzyonê de ji gerîlayan re nabêjine “terorîst” reklam nedane wan.
Çend rojan piştî wan gotinên wî, di bultena nûçeyên şevê ya IMC TVê de bi dehan caran peyva “terorîst” û teror orgutu (rêxistina terorê) hate gotin.
Çawa hate gotin?
Nûnerê Enqereyê yê rojnameya Starê bi telefonê beşdarî weşanê bûbû. Spîkera IMCê li ser girtinên endamên MÎTê pirsî, û wî jî got û biland. Lê ji her pênc peyvên ku ji devê wî derdiketin teqez sê peyv “terorîst” bûn.
Ne bi hemdê min, hema kêliyê ew mesela reklamê hate hişê min. Wekî wî yê dibêje “Bila ne goşt bişewite ne jî bist”.
Lê eger hem goşt bişewite hem jî bist?

Bijî Demirtaş!
Min nivîsa xwe ya vê hefteyê bi hevoka beriya vê qedandibû. Lê piştî ku min îro li axaftina Selahattîn Demirtaş a li Hewlêrê temaşe kir, min xwest sernavekî ji bo wî jî vekim.
Wî wekî hin siyasetmedaran nekir. Piştî bi bîr anî ku ew zaza ye, lêborîna xwe xwest ku bi kurmancî baş nizane û got “Ez ê bi kurmancî biaxivim”. Û bi kurmancî axivî.
Ma ji bo vê çi tê gotin? Bijî Selahedîn! Bijî Demirtaş!
Lê xwezî beşek ji axaftina wî bi kirmanckî (dimilkî) bûya. Lê dîsa jî, bijî!

* http://forum.memurlar.net/konu/1127085/

No comments: