1/27/15

Piştî 71ê 85 tê

Dîrokzan dibêjin ku tirkan piştî sala 1048an hêdî hêdî berê xwe daye Enedolê, lê piştî serkeftina di şerê 1071ê de, wan bi girseyên qerebalixtir berê xwe daye Enedolê. Hin dîrokzan dibêjin ku serkeftina di wî şerê 1071ê de bi alîkariya kurdna bûye, lê hin dîrokzanên tirk ji ber quretiya xwe gotinê dibin û tînin ku bêjin di şerê Melazgirê de hejmara leşkerên kurd gelekî hindik bû. Lê dîsa jî nikarin înkar bikin ku kurdan -bi çavê rijiyayî- di sala 1071ê de deriyên Enedolê li ber wan vekirine, yan jî kurd bûne alîkar ku deriyên Enedolê li ber wan vebin.
Çawa tê hişê min, her ku behs vedibe, rewşenbolên kurd behsa wê hevkariya kurdan ya sala 1071ê dikin û gazincan dikin ka çima ew hevkarî/peyman îro nîne.
Mixabin, dibe ku ji nezaniyê be, dibe ku ji qelsî yan bêderfetiyê be, em kurd qet napirsin, “erê di sala 1071ê de dewleta kurdan ango Merwaniyan hevkariya tirkan kir û deriyên Enedolê li tirkan vebûn, lê gelo ew hevkarî/peyman kengê bi dawî bû?”
Dîrokzanên tirk bersivekê didin vê pirsê, “Piştî ku Nasr mir, kurê wî Mensûr kete ciyê wî. Wezîrê selçûqî Fahruddevle bin Cehir ji bo bidestxistina axa Merwaniyan ji Sultan Melik Şah destûr girt. Di sala 1085an de artêşa selçûqî piştî pevçûneke tund herêm bi dest xist.”1
Yanî, kurdan, bi çavê rijiyayî di sala 1071ê de deriyên Enedolê li tirkan vekir, yan jî bûn alîkar ku deriyên Enedolê li tirkan vebin, û çardeh (14, dehek û çarek) salan piştî vê hevkariyê/peymanê, tirkan ew hevkarî/peyman avêt tenekeya çopê û welatê kurdan dagir kir.
Wekî lêkolîner û nivîskar Murat Bora diyar dike, “îxanet li kurdna hat kirin”2
Û îro, li bakur di navbera kurdan û dewleta tirkan de “hevdîtinên ku pêkan e veguherin peymanekê” dewam dikin. Li başûr di navbera kurdan û dewlet tirkan de gelek peymanên aborî, siyasî û leşkerî3 hene.
Li Rojava; heta do helwesta dewleta tirk zelal bû, jixwe Serokomarê ku wê demê Serokwezîr bû, gotibû “Kobanî ha ket ha ket”4 Piştî ku Kobanî azad bû, cîgirê Serokwezîr piştî civîna wezîran behsa “rolê erênî yê Tirkiyeyê”5 kir. Diyar e her ku kurd xurt bibin, tirk wê bixwazin wekî sala 1071ê hevkariyekê çêkin, lê Serokomarê tirk Erdogan ji dil jî nahêle kurd bikevin xewa xefletê; wekî bêje “piştî 71ê 85 tê”, hem dijberiya hebûna Herêma Kurdistanê ya li Başûr dike (li gel peymanên aborî, siyasî û leşkerî), hem jî dijberiya statuyeke kurdan ya li Rojava dike (li gel “rol”a ku Arinç behsê dike).6





1(Nasır´ın ölümünden sonra yerine oğlu Mensur gecti. Selçuklu veziri Fahrüddevle bin Cehir Mervani topraklarını ele gecirmek için Sultan Melikşah´dan izin aldı. 1085 senesinde Selçuklu ordusu şiddetli bir çarpısmadan sonra bölgeyi ele geçirdi.) http://tr.wikipedia.org/wiki/Mervaniler, (27.01.2015)
2Murat Bora, “Awirek ji Dîrokê, Li ser pêvajoya aştiyê”, http://www.kurtalanhaberleri.com/Murat-BORA/172/Awirek-ji-dîrokê-li-ser-pêvajoya-astîyê-.html, (27.01.2015)
3(Peşmerge'ye eğitim ‘Bordo Bereliler’den “Perwerdehiya Pêşmergeyan ji 'Bordo Bereliyan”) http://www.hurriyet.com.tr/dunya/27625485.asp, (27.01.2015)
5(Türkiye’nin bu konuda olumlu bir rolü olduğunu umarım unutmazlar. “Ez hêvî dikim ku ew ê ji bîr nekin di vê mijarê de rolê Tirkiyeyê erênî bû.”) http://www.milliyet.com.tr/bulent-arinc-tan-flas-aciklamalar/siyaset/detay/2004342/default.htm, (27.01.2015)

6(Biz yeni bir Irak olsun istemiyoruz. Nedir bu? Kuzey Irak... Şimdi de Kuzey Suriye doğsun! Bunu kabullenmemiz mümkün değil. “Em naxwazin Iraqeke nû çêbe. Ev çi ye? Bakurê Iraqê... Niha jî Bakurê Sûriyeyê. Nabe ku em vê qebûl bikin.”)

No comments: