10/10/15

Kone û zîrek


KCK: Heta êrîş neyê kirin wê gerîlayên me di rewşa bêçalakîtiyê de bin

Ez KCKê ji ber vê biryara rast pîroz dikim.
Çîrok zelal e: Ji ber têkoşîna li dijî DAIŞê, PKK li cîhanê ber bi legalbûnê ve diçû; stêrka kurdan geş dibû.


Va ye ev legalbûna PKKê û geşbûna stêrka kurdan ji tirkan re bû derd.

Pêşî li Agiriyê û paşê li bajarên din ji bo provokasyonê leşkerên xwe şandin kuştinê. Armanca wan ew bû ku leşkerên xwe bi destê kurdan bidin kuştin ku îhtîmala legalbûba PKKê ji holê rakin.

Mixabin piştî kuştina her du polîsan li Serêkaniyê, tişta wan dixwest êdî pêk dihat.

Pir zelal e ku teqînên li Amedê û li Enqereyê jî ji bo heman armancê ne: dixwazin PKKê li xwe sor bikin, PKK êrîşê wan bike, leşker û polîsên wan bikuje û ew jî ji cîhanê re bêjin "PKK terorîst e".

Ya rast, ew sîvîlan jî bikujin -jixwe dikujin- li raya giştî ya cîhanê deng venade lê heke PKK di pevçûnekê de leşker yan polîsekî bikuje, dibe hahoya wan.

Loma divê kurd ji koneyan zîrektir bin û siyaseta xwe li gorî wê az bikin.

Ji ber vê yekê, piryara PKKê ku di heman roja bombeya li mîtînga aştiyê ya Enqereyê hat teqandin de ragihandiye gelekî di cî de ye.


http://anfkurdi.com/kurdistan/kck-heta-eris-neye-kirin-we-gerilayen-me-di-rewsa-becalakitiye-de-bin

No comments: