10/3/16

Parseka Dermanan*


Ez wê rojê li Amedê, li Deriyê Çiyê bûm, li Qada Şêx Seîd.
Hewa ecêb bû, geh şilî bû geh sayî bû. Carê dinya vedibû, tavekî xweş derdiket, lê paşê baranekê didayê û erd şil dibû. Piştî ku baran disekinî, careke din tav derdiket lê hê erd ziwa nedibû, dîsa baranê didayê.
Rewşa baranê jî wekî rewşa hewayê bû; carê hema çend dilop dibariya, mirov jê nedireviyan lê carê jî baraneke gur didayê û hema her kesî çavê xwe li stareyekê digerand.
Gava baranê careke din sist kir, kalemêrekî bala min kişand. Wî kalemêrî çend dest cilên stûr lê belê peritî û qetiyayî li xwe kiribûn. Di ser wan cilan de jî cakêtekî wekî wan cilan peritî û qetiyayî li ser bû. Kalemêrê ku ji bo xwe ji baranê biparêze kîsikekî naylon wekî şewqe dabû serê xwe, erebokeke destan ya yektekerî diajot. Erebok ji wan erebokan bû ku li pêş tekereka biçûk heye û bi her du destikan tê bilindkirin û ajotin.
Wekî ku ji bin naylonê ser erebokê xuya dibû, barê zilamê kal kaxiz, karton, kîsikên naylon, yanî tiştên ji çopê hatine berhevkirin bûn. Kalemêr bi ereboka xwe çû û li ber qutîka çopê zîq sekinî. Qutîka çopê jî hema hesinekî bi qasî metreyekî bilind û li nîviyê wê jî xelekeke hesinî hebû û kîsikeke naylon pê ve hatibû girêdan. Hesinê giloverik yê hema bêje du bostan ji xeleka hesinî bilindtir, nedihişt ava baranê bikeve nav kîsikê naylon.
Zilamê kal, bêyî ku zendên xwe ba bide, destê xwe xist nav kîsikê naylon ango nav çopê û kaxiz, karton, tilûmokên avê û kolayê û hema çi tiştê kaxiz, naylon yan jî metal hebe ji navê derxist û di ereboka xwe de bi cî kir.
Karton û naylonên di erebokê de wisa xweş hatibûn tekûzkirin ku dema carê bayekî hinek xurt dihat û naylonê li ser hildida jî, tu tişt jê nedibir.
Piştî ku wî kalemêrî hemû “tiştên bi kêr” ji nav wê çopê derxistin, cilê xwe yê ji ber şalwarê amedî derketî careke din baş xist nav şalwarê xwe, şalwarê xwe ji navtengê ve hinekî hilda jorê û ereboka xwe li ser tekerê pêş ajot.
Kalemêr wisa bêdeng û bê his tevdigeriya ku ew çend kes di wirê re dihatin û diçûn lê haya kesî jê çênedibû.
Gelo ew kalemêr li ser vê rewşa ku “tu kes wî nabîne” tu carî fikiriye? Hema belkî tune be, belkî tenê xeyalek be? Lê ev xeyala kambax xeyala kê ye ku kalemêrek xistiye vî halî?
Dema min li çûna zilamê kal temaşe kir, ez ketim nav hizr û ramanan. Gelo vî kalemêrî malbateke çend kesî xwedî dikir? Êvarê ji bo şîvê çavê çend kesan li riya wî bû? Di maleke çawa de dijiya? Rojê çend danan xwarin dixwar? Belengazî, feqîrî, bêçaretî, tuneyî, perîşanî, keda helal, jiyaneke bi rûmet, bêminetî... û li gelek tiştên din fikirîm.
Gava ji nav deryaya hizran derketim û vegeriyam jiyana rastîn, kalemêrê ku av li mîroyan şîlo nedikir, ji zû ve çûbû û ji xeynî çend qaşilên fêkiyan ku dema tişt ji nav çopê derdixistin ketibûn derdora kîsikê şîn, li dû xwe tu şop nehiştibû.


Roja din di eynî saetê de li heman ciyî bûm. Erd ziwa û ezman sayî bû. Tavekî tûj li jorê dibiriqî. Meydana Şêx Seîd ji mirovên betal tije bûbû. Hema kî ji xwe re ciyekî rûniştinê dîtibû li wirê rûniştibû. Gelek kes jî wekî mîroyan digeriyan û ji derekê diçûn dereka din. Min li dora kîsikên çopê yên li qadê çavê xwe li wî kalemêrî gerand, lê ne li wan deran bû. Ez qaseke xweş li wir li benda hatina zilamê kal mam, lê nehat.
Çend gavan ji wê, kîsika çopê ku min do kalemêr li wir dîtibû, pîrejinek hema li ber rê li keviya qadê rûniştibû. Pîrejina ku kaxizek di destê wê de bû, hema kî di wirê re derbas dibû gazî dikir. Ji kurikan re digot, “kurê min, were were”, ji keçikan re digot, “keça min, were were” û ji zilamên navsere re jî digot, “bavê min, were were”.
Gava ku kesên wê gazî dikirin berê xwe didanê, bi heyecan digot “were were”. Kî diçû balê, jinika pîr kaxizê di destê xwe de nîşan dida, paşê bi destên xwe çokên xwe miz dida û bi tirkiyeke xirabe alîkarî dixwest.
Gava bala min çû ser pîrejinê, jineke temenê wê li dora sî salî li ber sekinîbû, kaxizê pîrê di destê wê de û li pîrê guhdarî dikir. Jinika ku ji pîrê fêm nedikir, xwe tewand û xwe nêzîkî wê kir. Piştî ku jê fêm kir, ji nav çenteyê xwe pereyekî kaxiz ku ji rengê pere yê şîn diyar bû sed milyonê tirkî ye, li gel kaxizê pîrejinê dabûyê, da pîrejinê. Lê pîrejinê pereyê jinikê lê vegerand û nivîsa li ser kaxizê di destê xwe de nîşan da. Jina ciwan ya ku ji vê helwesta pîrê tiştek fêm nekiribû, ji bo alîkariyê çavê xwe li derdorê gerand. Kaxizê pîrê dirêjî du xortên ku di wirê re derbas dibûn kir û ji wan alîkarî xwest. Yek ji wan xortan pêşî kaxiz nîşanî pîrejinê da, piştî derdê pîrejinê fêm kir, li jinikê vegeriya û ji nav dikanên li hember dermanfiroş nîşanî jinikê da. Diyar bû ku pîrejinê dixwest jinik dermanên navên wan li ser kaxiz dinivîse jê re bikire.
Jinika ciwan rahişt kaxizê pîrê û di gavê de çû cem dermanfiroş derman kirîn û hat ew derman dan pîrejinê.
Wê gavê min dît ku kalemêrê li ser çopan digere, bi ereboka xwe ya do, li hemberî pîrê sekiniye û ew jî wekî min li wan temaşe dike. Piştî ku jinika ji pîrê re derman anîn çû, wî kalemêrî di ber xwe de kir niçeniç û ereboka xwe ajot û çû.
Li dû çûna wî kalemêrî min berê xwe da kîsikê çopê; kalemêrê xwediyê erebokê, gava bala min li ser pîrejinê bû, tiştên bikêr ji navê derxistibûn.

Jina pîr ku hê jî li ciyê xwe rûniştibû, derman xistin paşila xwe û ji kîsikê di destê xwe de çend gep nan derxist û piç bi piç xwar.
Gav nanê xwe dixwar, haya wê ji min çêbû. Bi awirên gumanbar li min nêrî. Paşê jî zû bi û rabû û ji wirê çû.

Ez çend rojên din jî hatim Qada Şêx Seîd. Lê min ew pîrejina ku parsekiya dermanan dikir nedît. Lê ew kalê ku çopan tev dida û tiştên bikêr ji navê derdixistin wekî her car li war deran bû.
Rojekê li ber qutîkeke çopê ez çûm ba kalo. Min pirsa pîrejinê jê kir. Kalo bi awayekî neqayîl, got “Lawo, ew jin dîneka dera hanê ye. Parsek e parsek. Nake û dixwe. Mirov ked nede, dibe?”
Belê, mirov ked nede û bixwe nabe. Lê carekê ez ketibûm pey çîroka pîrê. Min bela xwe ji kalo venekir. Min bi israr ji kalo pirsî. Di dawiyê de wî got divê ez li dora dermanfiroşan li pîrê bigerim, bi taybetî li dermanfiroşên li derdora Parka Sumerê.
Li ser gotinên kalo, min berê xwe da Ofîsê û ketim sikakên nêzîkî Parka Sumerê. Gelek rojan çûm wan deran. Li wê derê li çayxaneyên nêzîkî dermanfiroşan bi saetan rûniştim, lê min pîra parseka dermanan nedît.
Rojekê, dema li cadeya paş îstasyonê dimeşiyam ku biçim malê, min ji dûr ve ew pîrejin dît.
Pîrejinê ji aliyê taxma Rezan berê xwe dabû wê pira ku diçû aliyê Parka Sumerê. Ez jî wekî ajanekî bi dizî ketim pey pîrê. Ez heta nava Parka Sumerê li pey pîrejinê çûm lê li nava parkê pîrê ji ber çavên min winda bû.
Ez li nava parkê gelekî lê geriyam. Lê min ew nedît. Dema ku ez ji bêkêriya xwe gelekî hêrs bûbûm, min dît ku pîrê ji avahiya li parkê ji deriyekî derket ku li ser derî bi tîpên gir dinivîse “EM JI BIRÎNÊN ROJAVA RE BIBIN DERMAN”.


* Min ev çîrok di 02.10.2016an de di 3yemîn Festîvala Çand û Hunerê ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê de xwend.

No comments: