12/31/17

Pîra mejî-pîrebok

Wê rojê ji bo ji taştê re nan bikirim, bi otomobîlê çûme firûnê. (Nebêjin ma nikaribûyî peya herî, hem rê dûr e hem jî dinya pir sar e.)
Firûn, supermarket û bankayek di nav hewşeke fireh de ne ku ji nîviyê wê zêdetir otopark e.
Heçî otopark e ku sebeba vê nivîsê ye, beş bi beş e. Beşek wekî hemû otoparkan ku her kes dikare li wirê park bike, beşek tenê ji bo malbatên bi zarokên xwe re hatine û beşa din tenê ji bo ajokarên astengdar/kêmendam/seqet e.
Carê ku ez û Mîr Baz bi hev re diçûn, min li beşa tenê ji bo malbatên bi zarokên xwe re hatine park dikir. Lê vê carê ez bi tenê bûm. Loma min berê xwe da xeta herî nêzîk. Li ser xeta herî nêzîk ciyê 6 otomobîlan heye. 3 jê -yên li milê çepê- tenê ji bo astengdaran in û li ber her yekê tabela ango nîşaneya ku diyar dike ew der ji bo astengdaran e, heye. Her sê ciyên din ku li milê rastê ne, bêtabela ne ango her kes dikare li wirê park bike.
Dirêj nekim, min otomobîlê xist ciyê herî dawiyê yê li milê rastê. Gava min ûtî dikir (bi navlêkirina hevjîna min Jiyanê em di nav malê de ji bo hewldana parkkirina bêqisûr ku gelekî wext digire, dibêjin 'ûtîkirin') pîrejinek û kalemêrek ji jorê ve peya dihatin. Pîrejina ku rengê dûbişka cehenimê lê diket, pêşî li porê min ê reş nêrî, paşê li derdora ciyê min park dikir çavê xwe li tabelaya astengdaran gerand. Xuya bû wêdil hebû ku hema tabelayê bibîne, were çend dersên "medeniyetê" bide vî "porreşê cahil û nezan".
Lê xweziya wê di qirika wê de ma. Tabela li sê ciyên li milê çepê hebû, lê her sê ciyên li milê rastê ji bo her kesî bûn.
Piştî ku ew ji min derbas bûn, min lezan û ji otomobîlê peya bûm û min ji paş wan ve kir gazî "Brille, Brille" (bi alman, 'berçavk'). Gava pîrejinê û mêrê wê berê xwe da paş û li min nihêrî, min dîsa tahn da wan, "ji hina re berçavk divê, hin kes tabelayan nabînin".
Li ser van tahnên min, wan çivek da xwe û ketin marketê.
Piştî ku min nan kirî û ji firûnê derketim, min dît ku wan jî karê xwe yê li marketê xilas kiriye û di ber otomobîla min re (ya rast otomobîl ya birayê min namzedê parêzeriyê Flê ye) derbas dibûn. Pîrejiya ku ji tahnên gava din şerm nekiriye, firsend ev firsend ku ez ne li ba otomobîlê me, dîsa çavê xwe li tabelayekê gerand. Ha wê gavê min bi dûredesta ku deriyê otomobîlê vedike "tûtetût" bi otomobîlê xist. Bi bihîstina tûtetûtê re her du mejî-kurmî pekiyan û çûn.

Carê Yek Yeksan Deh û Sed e

Wekî helbesta pêşewa Qazî ku dibêje du û du her yek e*, hin caran ferqa di navbera 1 û dehê yan 100î de tenê sifirek/du sifir e/in. Bi zimanê sembolan, 1 = 10 = 100 e. Ango yek yeksan deh/sed e.

Gelo ev çawa dibe?
Heke mijar qula di dîwarekî de be, yan jî qulo di bendavekê de be yan jî qula di serhişkî/hişmendiya kurdîparêziyê de be, ev gelekî xwezayî dibe.
Qula di dîwêr de ji sedî yek be jî ji sedî deh be jî, heke qul neyê girtin, wê bide ber xwe û dîwarî birûxîne. Her wisa qula di bendavê de jî û qula di hişmendiya kurdîparêziyê de jî wisa ye.
Di vê mijarê de xurtî û zexmiya ji sedî 99 yan 90ê dîwêr, bendavê yan hişmendiyê tu bandorê li ser wî sedî 1 yan dehê nake. Heke bêjin, “çima, ma 99 û 90 ji 1 û nehê ne mezintir in?”, ezê bêjim, belê wekî hejmar mezintir in, lê bandora wan li “girtina qulê” 0 e lê bandora ku ew qula ji sedî 1 yan ji sedî 10 ji “derdorê” digire û li wê 90 yan 99ê dike xurt e.
Ji ber ku mijar bi mînak û serboriyan xweştir tên fêmkirin, ez ê du mînakan bidim; yek ji bo “qula di bendavê de”, ya din ji bo “qula di hişmendiyê” de.

Çaxê em zarok bûn, li medreba li ser riya Kotîbê “Bendava Mecîdoyê Macir hebû. (Li Misircê/Gurdilan taxeke maciran heye û bi dimilkî -ku me jê re digot dimbilî- diaxivin) Mecîdê macir li ser Çayê -ku me tenê digotê “Çayê” ango navekî wê yê din tune bû yan jî me nedizanî- bendavek çêkiribû û bi ava wê bendavê erdê xwe yê li medrebê av dida. Mecîdo li ber Çayê girikek ji axê çêkiribû û serê axê jî bi nayloneke mezin girtibû. Ev rêbaz ji lêkirina dîwarekî beton erzantir û hêsantir bû.
Ji ber Misirc havînan bar dike navbera Rojê û Dinyayê, hewa pir germ dibe. Wa di wan rojên germ de wekî mezinan, zarok jî li avekê digerin ku xwe tê de hênik bikin. Ji bo vê jî opsiyon ne gelek in: Çemê Başûra, Çemê Kezerê, bîrên avdaniyê yên li derdora bajêr û Gola Mecîdo. (Vê paşiyê li nava bajêr hewzek jî hat vekirin.)
Belê, Gola Mecîdo jî hebû lê tenê gava Mecîd ne li wirê bûya. Gava Mecîd diçû malê yan nava bajêr, kurê wî yê di temenê me de nobedariyê dikir lê ji ber ku kurê wî jî wekî me dixwest xwe li nava golê bixwe, ew gol ji me re dibû seryangeh, perav û Miamî.
Dîsa wisa rojeke havînê me berê xwe da golê. Ji ber ku -nayê hişê min ji ber çi- em ji Mecîdo aciz bûbûn, beriya ku em ji golê derkevin me di naylonê bendavê de qulek vekir. Piştî ku em ji golê derketin, wekî ji berê ve me plan kiribû, em çûn Amedê mala xizmên xwe. Di vegerê de me bihîst ku ew qula ku nake ji sedî 1ê dîwarê bendavê, hêdî hêdî fireh bûye û dîwêr bi temamî daye ber xwe û bendav hilweşandiye.
Bêguman temamê dîwarê bendavê ji wê qulika biçûk mezintir bû. Lê bandora avê ku li ser firehbûna qulikê dikir gelekî xurt bû. Loma wê qulika biçûk bi saya bandora “derdorê/avê” bandorê li ji sedî 99ê dîwêr kir.

Mesela din jî meseleyeke gelekî tiltezîn e ku hatiye serê hevalekî min. Ez ê di vê meseleyê de nav nedim. Jixwe ya girîng mesele bixwe ye, ne kes in.
Hevalekî hêja yê dilsozê kurdî ku ji beşeke din ya Kurdistanê ye li Amedê bi cî bûbû. Hem ew hem jî jina wî dilsozên kurdî bûn û li navmalê bi hev re û bi keçika ya biçûk re bi kurdî dipeyivîn. Keçika şîrîn wekî hemû zarokên bi kurdî dipeyivin, gava dipeyivî derd û kulan bi mirovan dida jibîrkirin.
Rojekê, hevaleka wan ya ku li pêşdibistaneke taybet mamostetiya zarokên biçûk dike, ji wan re dibêje wş gelekî baş be ku rojê çend saetan ji zaroka xwe re ji TVê kanaleke zarokan ya bi tirkî vekin. Piştî sohbeteke li ser vê mijarê, malbat digihîje wê encamê ku “saeta tirkî” wê bandoreke neyînî li “23 saetên bi kurdî” neke.
Lê piştî demekê, zarok hem ji kurdî hem jî û dayik û bavê xwe yên “kurdîaxêv” dûr bû. Cara paşî beriya 3 salan me hev dîtibû û wî hevalî gazin dikirin, digot ew bi keça xwe re bi kurdî diaxive lê keçik bi tirkî bersiva wî dide.

Heke ez sosyolog bûma, min ê navê “bandora qula li bendavê” li vê bikira.

* https://youtu.be/QtGsSiQYG6s

12/15/17

Em ne ereb in, em cihû ne


Wê rojê berfeke ecêb hatibû. Erd fîqspî bûbû. Nexasim derveyî bajêr. Xweziya min ne bi şeveder û bêmalan û ne bi bêotomobîlan.
Otobusa kambax nabêje sar e, serma ye û her şemî heta nîvro dixebite. Qiyamet jî rabe, rojên şemiyê piştî saet dido û nîvê nîvro otobus ranabin vî gundê belqitî.
Wekî ku qira rojên din hatibe, em şemiyê çûbûn marketê. Piştî ku me kîs tije kirin û kîs kirin bin ereboka Mîr Baz, me lezand û em gihîştin otobusa dawiyê. Ji ber ku otobusa dawiyê bû û yên jê bimînin wê mecbûr bin 25 euroyê neşikestî bidin taksiyekê, nava otobusê ji rêwiyan tijî bû. Li ser piyan jî cî nemabû.
Filan û bçvan li aliyekê, her çar erebokên zarokan/bebikan cî li xelkê tengtir kiribû ku yek ji wan erebokasn ya Mîr Baz bû û di rojên wisa de ji me re dibû "barhilgir".
Werhasil bi awayekî ji awayan her kes -çi rûniştî çi li ser piyan- di otobusê de bi cî bû û otobus bi rê ket. Hê otobusê bi xweşkî leza xwe negirtibû, yekî pêl bişkoka rawestandinê kir. Ez bûma, ji dêvla wê rêwîtiya kurt ya di nav wê otobusa wekî ku mirov heşandinê, ez ê wê riyê bi peyatî çûbûma. Hem wê ji min re hêsantir bûya hem jî min ê ew çend acizî nedabûya ew çend mirovên ku bi zorê di otobusê de bi cî bûne.
Piştî ku camêr bi bifepif û ofeof peya bû, li her rawestgehekê rêwiyan heman ezabî kişand, bi taybetî rêwiyên li ber deriyê derketinê. Û nexwasim pîrejin û kalemêrê li ber derî. Ez jî wekî wan li ber derî bûm lê ji ber ku min xwe dabû paş derî, di her vebûna derî de hewce nedikir ezjî wekî wan ji otobusê peya bibim û careke din lê siwar bibim.
Lê xuya bû ev peyabûn û siwarbûn kalo û pîrê gelekî êşandibû û nizanim çima, ji dêvla ku ew ji almanên ji bo riya du gava li otobusa dagirtî siwar bibin hêrs bibin, ji rêwiyên porreş, bebikên wan/me û erebokên bebikan aciz dibûn û bi awirên wekî li sûcdaran dinêrin li xelkê dinêrîn.
Ev awir û minemina wan heta rawestgeha ku ew lê peya bûn dewam kir. Gava peya bûn, nizanim çima, rasterast bi riya xwe ve neçûn. Li bendê man ku kesên din jî ji otobusê peya bibin û di wê navberê de kalo ji pîrê re got, "Gelek ereb ketine van deran. Û hemû jî her sal zarokan tînin." Min dipa ku ew ê dîsa vegerin nav otobusê, lê piştî ku rêwiyên peya bibin neman wan berê xwe da riya xwe. Wê gavêî hê deriyê otobusê nehatî girtin, bi dengekî ku ew bibihîzin min gote wan,"Wir sind keine Araber, wir sind Juden" ango "Em ne ereb in, em cihû ne."

12/3/17

(Hin) Kurd ehmeq in - 1

De deqeyekê, hema hêrs nebin. Min ne ji we kurdên kurdîperwer re got. Haşayî we.
Lê kurd hene gelekî ehmeq in. Hin ji Bakur in, hin Başûr, hin ji Rojhilat û hin jî ji Rojava.
We qet dîtiye ku du kurd, yek ji Başûr yek ji Rojava, bi hev re erebî axivîne? Min dîtiye. Li bajarê ku em li Almanyayê pêşî lê bi cî bûbûn du malbatên kurd hebûn. Yek başûrî ya din rojavayî. Her malbatekê çend zarok hebûn. Ji ber ku zarokên bi kurdî diaxivin timî li ber dilê min ezîz in, her ku ez rastî zarokên wan malbatan dihatim, bi wan re diaxivîm. Rojekê min dît ku zarokeka vê malbatê yeka malbata din bi hev re bi erebî diaxivin.
Min gazî wan kir û pirs kir ka çima bi hev re bi erebî diaxivin. Ya başûrî got, "Ew ya Sûrî ye" û ya rojavayî got, "Ew ya Iraqê ye".


Trenda Nû: Blogerî?

Blogerî ango nivîskariya blogan demekê trend bû. Lê ne li nav me kurdan, tabî li nav zarên xelkê.
Piştî ew çend salan, xuya ye bayê vê trendê gihîşt nav me kurdan jî. (Belkî jî jixwe ev ba gihîştibû nav me lê bi saya serê Inanolo û OFB haya me hê nû jê çêbû.)
Mala her duyan û yên din jî ava be ku haya me bi blogên kurdî dixin. Di vê serdemê de ku ji aliyekî ve cîhan bûye gundekî global lê ji aliyekî din ve her takekesek li gerdûneke cuda dijî, tiştekî xweş e ku haya mirov ji nivîsên hêja çêbe.
Piştî ku vî bayî hizr û mejiyê min alast, daxwaza dewamkirina nivîskariya blogeriyê careke din li ba min geş bû.
Min nivîsa pêşî ya bloga xwe di kanûna 2007an de, ango deh salan beriya niha û 3 mehan piştî Zinarê Xamo nivîsandibû. Mixabin min li ser blogê gelekî kêm nivîsand.
Bi hêviya ku bayê blogeriya kurdî geştir bibe, min niyet e her hefte herî kêm nivîsekê li ser blogê biweşînim. Êdî hema Xwedê çi bike qismet, kurteçîrokek be, wergerek be, serpêhatiyek be, bîranînek be, hema çi be.
Ma ne mamoste Arjen Arî li hemberî li "Îqre"yê zêde dikir û digot, "Lawo binivîsin! Hema sohbetên li vê Kuçeya Hunerê bin jî binivîsin."
Nexwe bêyî ku em meselê dirêj bikin, heta nivîseke din bimînin di nav xêr û xweşiyê de.

12/2/17

Laşfiroşî?

          Rojnameya alman DW di rûpela FBê ya beşa xwe ya înglîzî de dibêje, "bi sedan daxwazkarên penaberiyê li ser sînorê Sirbistan-Xirwatistanê kon daniye, birçîne, perîşan in û li derfetekê digerin ku derbasî YEyê bibin."
          Ji nûçeyê bêtir şîroveyên li bin nûçeyê bala min kişand.
          Heçî ewropî ne, jixwe di mijara faşîzm û nefreta li hemberî biyaniyan de pispor û zana ne. Lê şîrove/kurtenîqaşa du afrîkiyên ku her du jî li Ewropayê dijîn û îhtîmal e ew jî demekê di wî halê wan penaberan de bûn (belkî jî di halekî xirabtir de) gotina kurdî "mêvan ji mêvan aciz e, xweyiyê malê ji her duyan aciz e" anî bîra min.
          Pêşî afrîkiyê ku em dikarin navê "kurmê darê" lê bikin, kêm zêde wisa dibêje, "Ew ê li virê çi gûyî bixwin? Piraniya wan ker û cahil û nezan in, çima bi riyên legal nayên virê?"
          Afrîkiyekî din jî bersiva wî dide, "Here li neynikê binêre afrîkiyo û dawî li şîroveyên binefret yên li hemberî penaberan bîne."
          Diyar e Kurmê Darê xwe di asta faşîstên ewropî de dibîne, loma wekî wan qure û ehmeqane dipeyive, "bersiva pirsê bide."

          Xwediyê şîroveya beriya nîqaşa wan ku dibêje, "Herin mala xwe, hûn û îslama hûn bi xwe re tînin bala kesî nakişîne" bi eslê xwe ji Çekyayê ye û li Amerîkaya Trump dijî û îhtîmal e li ber çavê amerîkiyên ji biyaniyan nefretê dikin, di heman asta van penaberan de ye.