Rojekê di nîqaşeke li ser aliyên cuda û yên wekî hev yên di navbera me û xwişk û birayên me yên başûrî de, hevalekî got, "ferqa herî mezin meseleya îsotan e".
Kekê Kerem Hêlîn ku zanîngeha Selahedînê beşa Siyasetê xwendiye, girîngiya îsotê ya jihevnaskirina başûrî û bakuriyan de baş rave dikir.
Ev meseleya girîngiya îsotê, piştî ew çend salan, 1ê gulana îsal dîsa hat li ber min sekinî.
Îsal 1ê gulanê me jî wekî almanan kir: me (malbata min, malbateke êzdî û keçeke êzdî ya ji Gurcistanê ku hê nû hatiye Almanyayê) xwarin û vexwarinên xwe amade kirin û me berê xwe da ber golê. Ji bo ku nefsa hevalên birojî ranebe û nimeta xwe li Xwedê nekin, ez behsa xwarin û teamên li ser sifrê nekim û tenê behsa îsotan bikim.
Li ser xwarinê min îsotek dirêjî biraderê êzdî yê ji Başûr kir. Yekser got, "Tûj e?" Ez jî keniyam û min got, "Heke ne tûj be bi kêrî çi tê?" û paşê mesele hat ser di navbera başûrî û bakuriyan de girîngiya îsotên tûj.
Di navbera me bakuriyan û birayên me yên başûrî de cudahiyeke din hebû ku bi saya HDPê ew cudahî êdî rabû.
Ev çend hilbijartin in HDPê di lîsteyên xwe de girîngî dida axa û malmezinan. Di hilbijartinên dawiyê de Dîlek Ocalan jî kiribû parlamenter. Piştî Dîlek bûbû parlamenter, kekê Mihemed carekê ji parlamenterên HDPê aciz bûbû (ji K24ê re axivî bû). Hê wê demê min zanî bi taybetî ji Dîlekê aciz bûbû û min ev li ser FBê jî nivîsandibû.
Îro min ji nûçeyeke ANFê xwend, camêrî atraksiyoneke wisa kiriye û kurê xwe ji HDPê kiriye namzetê parlamenteriyê. (Bijî tu bimirin qoricî.)
Diyar e heta çend hilbijartinan em ê jî bigihîjin asta birayên xwe yên başûrî û tekane cudahiya di navbera me de wê îsotên tûj bimîne.