Rojeva bakurê
Kurdistanê û ya Tirkiyeyê ku carê bandorê li hev dikin û carê
bi hev re dimeşin û dibe rojevek, bi bayê bezê diguhere. Mirov ne
pê re digihîje ku li ser hemûyan binivîse ne jî pê re digihîje
ku hemûyan bişopîne.
Hefteya borî ku min
gotinên nivîskara tirk Emîne Şenlikoglu yên derbarê “ensestê”
de xwendin, gotinên xortekî rihayî hatin hişê min ku me di
destpêka salên 2000î de (2002-2006) bi hev re li Elezîzê
Zanîngeh dixwend.