Berxwedan û Şahidî; Hêmanên Sereke yên Salên 90î di Çîroka Berbang jî Şahid e ya A. Çeko Jiyan de [Wêje û Rexne, 7/2016]
ÖMER DELİKAYA
...
Di vê gotarê de,
hewlek heye ku dixwaze hêmayên salên 90î bi ber-gehekî edebîyata şahidî û
berxwedanê ve bide ber ronîya çavan û pirtû-ka Berbang jî Şahid e 7 ya A. Çeko
Jiyan li dor qewimandin û hêmanênsereke yên wan salan binirxîne. Herwiha, li
ser navê çîroka bi navê Ber- bang jî Şahid e ya A. Çeko Jiyan, nirxandinên giştî
derheqê edebîyataşahidî û berxwedanê de hatine kirin û çend hêmanên sereke yên
çîrok-sazîya nivîskar bi vê bergehê hatine şîrovekirin. Di vê gotarê de dîsa
hatdîtin ku nivîskarê ciwan A. Çeko Jiyan, bi honaka xwe ya serkeftî û bizimanê
xwe yê herikbar xwestîye temsîleke xweş a salên 90î bide berxwendekarên xwe.
Herwiha, nivîskar dengê kesên mexdûr, bi dengekî bilind li me dide bihîstin da
ku em felaketên salên 90î bisitirînin di bîraxwe ya kavil de û bi vî rengî bo
xwe dahatûyekê bisêwirînin.
...
Dîsa jî hin
metin hene ku vegêr bi rêya parateksê dixwaze bi- bêje ku di heman demê de
metin ji nav rastî yan jî dîrokê ye. Pirtûka Berbang jî Şahid e ya A. Çeko
Jiyan bi paratekseke bi vî rengî ve dest pêdike: “ Berîya çîrokê dîrok e ev a
l’ber destên te ”. Nivîskar xwestîye ku bibêje çîroka ku ew dihûne ji rastîya
jîyanê dûr nîn e. Herwiha ji navêkitabê û parateksa navborî tê fahmkirin ku
çîrok xwe dispêre rûdanênrasteqîn. Digel van paratekstan ev yeka heqê
nirxandineke bergeyînade xwînerên xwe.
...
Vegêr, bêyî ku navê tu tevgerekê bide, bêyî ku
derbarê wan de tuagahîyên îlawe bide (jixwe hewce nake ku bi pêzanînan ve
veguhêzîyadîrokê bike) qêrîna ku bi Allahû Ekberê ve li kolanê olan dide li
hemûkarakterên di çîrokê de bi seredorî dide guhdarîkirin. Nivîskar pûtê pênade
ku bi awayekî rasterast agahîyan derbarê vê qêrînê de bide. Çimkî vegêr wisa
texmîn dike ku xwînerên wî bi rehetî dikarin bûyerên şîddetê yên di bin siwanê
vê gotinê de hatine veşartin, tê derxin. Jixwe vegêrsalixê qetlê bi rengekî wisa
dide ku têkilîya ku wê demê di navbera JI-TEM û Hîzbullahê de hebû bi aşkereyî
dîyar dike. Di çîrokê de, mêrikêrîdirêj ê ku bi satorê serê zarokekî dixe û
erebeya spî ya ku piştî kuştinêtê cihê bûyerê kontrol dike, dîyar e ku bi hev
re tevdigerin. Wate, zilamêrîdirêj ê ku qetlê pêk tîne wisa xuya dike ku endamê
tevgera Hîzbûllahê ye.
...
Di pirtûkê de
barçav e ku nivîskarê ciwan A. Çeko Jiyan, bi honakaxwe ya serkeftî wêneyekî
baş ê salên 90î bo xwînerên xwe berpêş kiriye di şexsê lehengên cihêreng de. Ev
yek muhim e, ji ber ku dahatûya me wê xwe bispêre rabirdûya me ku wek salên 90î
bi kavilkirin û felaketan ve dagirtî ye. Sêwirandina dahatûyê, encax bi vî
rengî dikare pêk bê.
[Lînka peydakirina çapa 2yan ya Berbang jî Şahid e]
[Lînka peydakirina hejmara navborî ya kovara Wêje Rexneyê]
[Lînka ji bo xwendin û daxistina nivîsa birêz Ömer Delikaya]