1/16/08

Keça Xumxum Paşa

Carinan hin bûyer hene ku mirovan ji hin tiştan sar dikin, neyîniyekê dixin dilê mirovan, wisa dikin ku hêviyên mirovan dişkên. Lê hin bûyer hene ku berevajiyê vê, dilê mirovan germ dikin û hêviyeke qerase dixin dilê mirovan. Îro ez bûm şahidê bûyereke wisa. Ez ji we re bêjim, hûn matmayî bimînin. Lê beriya ku tiştê îro laqî hatim ji we re bêjim, ez dixwazim bûyereke din -ku mijara wan yek e lê neyînî ye- ji we re bêjim.

Sala 2004'an bû. Wê rojê hilbijartin hebûn. Ji bo dengdanê, ez, birayê min ê mezin, bapîrê min û dapîra min diçûn dibistana taxa me. Xwişka min a 9-10 salî jî bi me re bû. Em hem dipeyivîn hem jî dimeşiyan. Em laqî hevaleke xwişka min hatin. Hevala wê pê re bi tirkî peyivî û xwişka min jî bi tirkî bersiva wê da. Piştî ku hevala wê çû, min jê re got "çima bi tirkî dipeyivin, ma ew keçik jî bi kurmancî nizane?" Bersiva ku dilê min êşand "Gava ez di nav hevalên xwe de bi kurmancî xeber didim, her kes bi min dikene" bû. Û ew êş îro kewiya.

De ez werim ser "ew êş çawa kewiya"yê. Îro min xwe ji taxa Hukumet Qonaxiyê berda sûkê. Dem nîvro bû û zarok ji dibistanê derdiketin. Sê keçikên ku temenên wan li dora 9-10 salan bû li pêşiya min dimeşiyan. Keçikek ji wan li pêşiya her du keçikên din dimeşiya. Her du keçikên li paş, kenê xwe bi ya din dikirin. Yekê digot "Keça Paşa ye, keça Paşa" û dibû tîqetîqa wan. Û ya din digot "Keça tirka ye, keça tirka" û dîsa dibû tîqetîqa wan. Keçika li pêş carê li paş xwe dinihêrî û bi tirkiyeke zelal digot "Evet, oyleyim." (Belê wisa me) Her du keçikên li paş, dîsa pê dikeniyan û henekên xwe pê dikirin, "Keça Paşa ye, keça Paşa." "Keça Xumxum paşa ye, li xwe danayne bi kurmancî xeber bide."

îro ez laqî kê hatibim min bi peroşiyeke nedîtî ev bûyer jê re got. Êvarê, dema em li malê li ser şîvê rûniştin, min ev bûyer ji maliyan re jî got, ew ji kena zikopişto bûn û ez ji kêfa firiyam. Di nava ken û kêfê de bavê min pirs kir, "Hûn zanin Xumxum Paşa çi ye?" Heya wê qasê min nizanibû ku 'Xumxum Paşa' ker e.

Îro hêviyek kete dilê min. Êdî tu kes nikare rê li ber kurmancî bigire, Ne Tirk, ne Soran ne jî Kurmanc. Wisa xuya ye ku çerx berê xwe diguherîne. Ma ji çapa duyemîn a Kovara W jî ne diyar e? Êdî zarokên welatê min ji kurmanciya xwe fedî nakin û kenên xwe bi kur û keçên Xumxum Paşa dikin.

Amed Çeko Jiyan / Misirc

Çavkanî: http://www.amidakurd.com

No comments: