6/27/09

Gelo we nivîsa Dilawer Zeraq xwend?


AMED ÇEKO JIYAN
Çîroknûs û mamosteyê zimanê kurdî Dilawer Zeraq hefteya borî* du rojan li ser hev di quncikê xwe yê rojnameyê de der barê Kurdiya Akademîk de nivîsek weşand. Mamosteyê kurdî di ser pirtûka 'Matematîk'ê re ku di hefteyên borî de ji hêla Kurdî Derê ve hate weşandin, balê dikişîne ser xebatên zanistî yên bi kurdî û pêşniyara xwe ya ku berê jî di nivîseke xwe de kiribû, ducar dike.
Bi hêviya ku pêşniyazên Dilawer Zeraq bên pratîzekirin dixwazim der barê xebatên teknîkî yên bi kurdî de di çarçoveya xebatên ji bo wergerandina pergal û bernameyên kompîturê de ku ev xebat jî di bin banê Kurdiya Akademîk de tên hesibandin, çend agahiyan bidim.
Di encama civîneke li ser înternetê de ku ji hêla çend ciwanên kurd ve hate lidarxistin, di sala 2005'an de Koma PCKurd hate damezirandin. Koma PCKurd bêyî ku ji tu kes û saziyan piştgiriyekê bigire, dest bi wergerandina pergal û bernameyên kompîturê kir. Ji damezirandina komê ve geh hejmara endaman zêde bû geh kêm bû. Lê xebatên ku hatibûn armanckirin çi hêdî çi jî bi lezgînî, her meşiyan û hê jî dimeşin.
Komê di encamê de digel gelek pergalên Linuxê (Lînaks) gelek bernameyên ji bo çêkirina malperan, bernameyên temaşekirina fîlman û guhdarîkirina muzîkê, bernameyên nivîsandinê, bernameyên ji bo gera li ser webê, bernameyên peyamnêrên demildest û gelek bernameyên din hem ji bo Windowsê, hem ji bo Linuxê û hem jî ji bo MacOS'ê wergerandin kurdî. Di serî de jî digel broşur û afîşan bi sedan CD -bêyî ku ji tu kesî û ji tu saziyan destekekê bigirin- amade kirin û belaş belav kirin û niha ji bo danasîna pergal û bernameyên Çavkaniya Vekirî panelan li dar dixin. Projeya ku Koma PCKurd daye pêşiya xwe, li dewletên wekî Çîn, Hindistan, Japonya, Almanya, Danîmarka û gelek welatên din ji hêla dewletan ve tê meşandin. Digel vê jî di projeyên Çavkaniya Vekirî de rewşa kurdî di nav hemû zimanan de di asteke ku her kurdek karibe pê serbilind be de ye. Bername û pergalên li kurdî hatine wergerandin ji hêla ewlekarî, bikêrhatin, dîtbarî û pêşveçûnê ve bername û pergalên herî hêja ne û ji hêla dewlet û saziyên herî pêşveçûyî ve tên bikaranîn û bikaranîna wan tê teşwîqkirin. Lê ligel vê jî, giyayê hewşê tehl û kurmancî ji me re tirş tê.
Ligel hemû bêderfetiyan ala zimanê kurdî bi saya Koma PCKurdê her bilind e lê mixabin ji ber ku proje gelek in û ji ber bêderfetiyan ne pêkan e ku hemû tiştên hatine wergerandin ji hêla ziman ve bên kontrolkirin, di hemû bernameyan de zimanekî yekgirtî nayê bikaranîn. (Mînak: 'paste'ya bi înglîzî li hin ciyan 'pêveke' ye li hin ciyan 'pêvekirin' e û li hin ciyan 'pêve bike' ye). Di ber wergerandina bernameyan de xebatên ji bo ferhengeke teknîkî jî ji mêj ve didomin, termên ku di kurdî de nîn in -an jî ji ber ku ne zindî ne nayên zanîn- di encama nîqaşên dûvedirêj de tên peydekirin. Mînak; peyva 'file' ku li beşên din ên Kurdistanê wekî 'fayl' tê bikaranîn, ji berê ve wekî dosî, dosye û dosya dihat bikaranîn. Lê komê di encama nîqaşan de peyvên 'file, folder, directory wekî pel, peldank, pelrêç diyar kirin û niha ev peyv di hemû wergeran de rûniştine. Lê peyvên wekî pêvekirin, jêkirin, hejmartin ku di civakê tên bikaranîn lê ji ber ku perwerdehiya kurdî bi pergal nehatiye kirin, li gorî bilêvkirinên herêmî û awayên cur bi cur tên nivîsandin. Eger ji birêz Zeraq bê xwestin, wekî di nivîsa li ser pirtûka 'Matematîk'ê de, dê karibe gelek çewtiyên rastnivîs û rêzimanî di wergerên pergal û bernameyan de jî rêz bike. (Lê ev çewtî teqez dê ne nîvê çewtiyên saziyên ragihandinê bin lewre zirar nayên 'pêşwazîkirin')


* Matematîka bi kurdî û avakirina zanistê, Dilawer Zeraq – 9-10 Gulan Şemî- Yekşem, HAWAR hejmar 4-5

No comments: