2/28/12

Medyaya organîze


Welatekî bê rojnamevan
Di vê serdema em tê de dema behsa “çar hêzên demokrasiyê” tê kirin, hêza herî zêde berjewendiyên gel diparêze hêza rojnamevaniyê/medyayê ye. (Tew mala minê.) Lewre qanûnçêker û rêveber ji hilbijartinekê heta hilbijartina din ji gel dûr in. Jixwe dema qanûnçêker û rêveber pişta xwe didin gel, daraz jî an bi kêfa wan e an jî bi kêfa xwe ye. Lê medya? Ji ber ku medya her roj xwe/berhemên xwe pêşkêşî gel dike, neçar e li hêla gel be. Lê eger li welatekî hîç rojnamevan tune bin? Hebin lê wekî ku tune bin?

Organîzebûna medyaya tirk ji bo 15ê Sibatê
Îsal jî di salvegera radestkirina rêberê PKKê Abdullah Ocalan de li Kurdistan û gelek bajarên Tirkiyeyê kurd rabûn ser piyan; li her derê çalakî hebûn, lê “medyaya tirk” tune bû.
Ya rast xebatkarên wê jî li wan çalakiyan bûn, wêne girtin, nûçe nivîsandin... Lê medyaya tirk bi helwesteke organîzebûyî ew nûçe nedan. Wekî salên 90î, û wekî gelek geşedanên derbarê kurdan de, wekî roja qetliama Roboskê...

Hêza 4emîn ev be, rewş jî dê ev be
Heta ku li Tirkiyeyê hêza çaremîn ango medya û rojnamevanî ev be (ango ne ji bo agahdarkirinê lê ji bo armancên din bixebite), rewşa hemû gelên Tirkiyeyê jî dê her ev be.
Em di nûçeyên wan de her roj dibînin, dibêjin li filan welatî krîza aborî heye, bêvan welat dikeve krîza aborî. Û çalakiyên gelên wan welatan ku li dijî zêdebûna betaliyê û bacan serî hildinin nîşan didin.
Lê gelo ev medya qet meraq nake ka rewşa li welatê wê ji yên din çiqas cudatir e?
Fermo li çend welatan buha, bac, rêjeya bacê û buhayê firotinê yê benzînê wisa ye*:
Tirkiye 1.96 – 1.29 – %65--------------3.86 tl
Yunanistan 1.50 – 0.97 – %64-----------2.95 tl
Îtalya 1.36 – 0.79 – %58---------------2.67 tl
Îspanya 1.15 – 0.63 – %54--------------2.26 tl

Bila ne goşt bişewite ne jî bist
Çendê ha yekî ji IMC TVê digot ji bo reklaman serdana hin şirketên mezin kirine, wan şirketan jî demekê li televîzyona wan temaşe kiriye, û bi hinceta di televîzyonê de ji gerîlayan re nabêjine “terorîst” reklam nedane wan.
Çend rojan piştî wan gotinên wî, di bultena nûçeyên şevê ya IMC TVê de bi dehan caran peyva “terorîst” û “teror orgutu” (rêxistina terorê) hate gotin.
Çawa hate gotin?
Nûnerê Enqereyê yê rojnameya Starê bi telefonê beşdarî weşanê bûbû. Spîkera IMCê li ser girtinên endamên MÎTê pirsî, û wî jî got û biland. Lê ji her pênc peyvên ku ji devê wî derdiketin teqez sê peyv “terorîst” bûn.
Ne bi hemdê min, hema wê kêliyê ew mesela reklamê hate hişê min. Wekî wî yê dibêje “Bila ne goşt bişewite ne jî bist”.
Lê eger hem goşt bişewite hem jî bist?

Bijî Demirtaş!
Min nivîsa xwe ya vê hefteyê bi hevoka beriya vê qedandibû. Lê piştî ku min îro li axaftina Selahattîn Demirtaş a li Hewlêrê temaşe kir, min xwest sernavekî ji bo wî jî vekim.
Wî wekî hin siyasetmedaran nekir. Piştî bi bîr anî ku ew zaza ye, lêborîna xwe xwest ku bi kurmancî baş nizane û got “Ez ê bi kurmancî biaxivim”. Û bi kurmancî axivî.
Ma ji bo vê çi tê gotin? Bijî Selahedîn! Bijî Demirtaş!
Lê xwezî beşek ji axaftina wî bi kirmanckî (dimilkî) bûya. Lê dîsa jî, bijî!

* http://forum.memurlar.net/konu/1127085/

Tika dikim, kesî nexapînin


Zimanê te an yê min?
Dema min li Elezîzê zanîngeh dixwend, rojekê min dît li bin holika li ber deriyê beşê sê hevalên me yên ji Rihayê û neteweperestekî tirk rûdiniştin. Ez jî çûm bin holikê. Neteweperestê tirk ji wan re digot "ev der Tirkiye ye, em li bin ala tirkî dijîn. Hûn nikarin li virê bi kurdî bipeyivin, divê hûn bi tirkî bipeyivin."
Li ser van gotinên wî ez qehirîm û ketim navberê. Yek ji min yek jê, neteweperestoko dît dawiya vê nîqaşê şer e, ji tirsan teza xwe guhert û got, "ez ji bo xêra we wisa dibêjim. Hûn bi tirkî bipeyivin ji bo we jî çêtir e, lewre kurdî zimanekî qels e".
Bulent Arinç jî kêm-zêde tiştên wisa digot. Ew jî wekî wî neteweperestî bi kurdî nizane, lê dibêje qels e.
Min ji wî neteweperestî re gotibû ku ez bi kurdî baş dizanim û tirkî jî jê çêtir dizanim. Û min tirkî û kurdî jê re li mêzênê xist. Di dawiyê de wî yê neteweperest serê xwe çimand ber xwe û bêdeng rabû çû. Dibêjim qey piştî rastî bihîst, ji zimanê xwe fedî kir.

Ziman û xweza
Dibêjin ziman rasterast ji xwezayê dizên. Loma mirovên ji jidayikbûnê ve kerr in nikarin biaxivin. Axaftin bizarîkirina dengan e û deng jî ji xwezayê (ji belgên daran, ji şireşira kanî û çeman, ji çûk û balindeyan, ji ajal û ba û bahozan) tên.
Zimanên li xweza/erdnîgarî/welatê xwe dijîn, peresîna asayî dijîn. Lê zimanên ji welatê xwe qut bûne?
Zimanê tirkî ji welatê xwe qut bûye. Wekî dîrok dibêje, tirk ji Asyaya Navîn hatine vê derê. Dema wekî komên koçber hatine, li ser rê û li rawestgeha dawiyê zimanên cur bi cur bandor li zimanê wan kiriye. Sedema ku piraniya peyvên ferhenga tirkî biyanî ne, ev e. (Wekî hemû zimanan, mafê tirkî jî heye ku ji zimanên din peyvan bigire. Vê ne wekî kêmasiyekê dibêjim.)
Li gel peyvgirtina ji zimanên din, tirkan (an jî yên ji xwe re dibêjin tirk) peyvine nû jî çêkirine. Lê ji ber ku ew peyv ne li welatê xwe çêbûne/zane, seqet zane. Ji ber vê jî, di rewşeke ku derfetên kurdî û yên tirkî wekî hev bin de tirkî nikare li hemberî kurdî pêncî salan li ber xwe bide.
Ew çend sal in kurdî qedexe ye û hemû rê li pêşketina wî hatine girtin; lê kurdî dîsa jî wekî zimanên "xwedî dewlet" bi pêş dikeve. Bêguman ev ne xurtiya kurdan e. Ev rasterast xuurtiya kurdî ye.
Ez dibêjim sedema sereke ku ew çend ji kurdî rikê digirin ew e ku ji kurdî ditirsin. Bi raya min, hemû ziman hêja ne, û ji hêla rêzgirtin û parastinê ve wekhev in. Lê rastî jî rastî ye; hin ziman ji hinên din xurttir in. Loma hin zimanên kur derfetên mezin jî ji bo wan tên pêşkêşkirin, bi qasî kurdî nikarin xwe bidin jiyandin.

Ji Arinç neqehirin
Kurd neheq in ku ji Arinç diqehirin. Ew ji hêla xwe ve mafdar e. Dizane eger kurdî serbest bibe, di nava pêncî salan de kurdî dê li welatê wî serdest bibe. Ma kurdên bi sedan salan e çûne Enqere û Konyayê hê jî bi kurdî naaxivin? Lê tirkên beriya çend deh salan anîne Kurdistanê?
Ji ber vê jî, helwesta Arinç bertekek e ji bo parastina zimanê xwe.
Tiştê seyr ew e ku kurdên du-sê nifş in êdî bi kurdî napeyivin, li hemberî van gotinên Arinç xwe diqehirînin. (ev ew kes in ku li civakan bi gotina "Kürtçe bilmiyorum – Kurdî nizanim" xwe dipesinînin.) Bi raya min mafê wan tune ye ku derbarê kurdî de tu tiştî bibêjin, lewre li ber dilê wan kurdî zimanekî qels e. Û jixwe êdî kurdî ne zimanê wan e!

Şam dûr e, ma Kurdî Der jî dûr e?
Gotina herî zêde min diqehirîne ew ku hin "welatparêzok"ên kurdînezan dibêjin "xwezî bi kurdî zanîbûma." Û gotina "sûcê malbata min e." Erê, heta îro sûcê malbata te bû. Dibe ku dayik û bavê te ji kurdî hez nakin, dibe ku kurdî kêm dibînin, an jî dibe ku sîxur û ajan bin û ji bo têkbirina kurdî têdikoşin (nexwe çima hemû derî û derfetan li kurdî digirn?)
Lê ma tu jî di riya wî bavî û wê dayikê de yî? Eger ne wisa be, wa li her derê Kurdî Der hene û yên bixwazin dikarin kurdî fêr bibin. Lê yên fêr nabin/naxwazin fêr bibin, tika dikim, bi qasî Arinç mêr bin, rastiya ber dilê xwe bibêjin û kesî nexapînin.

Kurdino, Arinç dîwarê we lê nake



Piştî wan gotinên Arinç
Bêguman di koma AKPê de kesê ku derbarê kurdan de herî zêde “tiştên pozîtîv” dibêje Bulent Arinç e. Li du her kiryareke dijberî kurdan a AKPê, Bulent Arinç derdikeve ber kamerayan û du-sê gotinên pozîtîf -û gilover- dibêje. Dema ku di sohbetan de mijar dibe kiryarên AKPê, hin kurdên AKP-perest wan gotinokên Bulent Arinç ên pozîtîf referans digirin û dibêjin “Ne di destê wan de ye. Eger ji wan bê, ew ê hemû mafên kurdan bidin. Wa ye Arinç niyeta wan dibêje.”
Bi rastî vê carê Arinç niyeta AKPê gelekî baş got. Camêr gotin di devê xwe de necût, rasterast got hûn pişta stûyê xwe jî bibînin, hûn ê perwerdehiya bi kurdî nebînin.
Ez gelekî meraq dikim, piştî wan gotinan kurdên di nava AKPê de dê bersiva xwe çawa bidin.

Lê “qardêşlixperest”ên me?
Ez dibêjim qey hin kurdên me yên “qardêşlixperest” -ku bi nepenî dijminiya kurdî dikin- gotinên Arinç di cî de dibînin. Arinç nedigot “mafê kurdan ê perwerdehiya bi kurdî tune ye”. Camêr dibêje bila kurd bi kurdî bipeyivin, bi kurdî bistrên, û eger bixwazin bila li dibistanan dersek ji bo fêrkirina kurdî hebe; lê ji ber ku di dilê xwe de kurdî qels dibîne -ji xêrxwaziya xwe (!)- dibêje bila bi tirkî perwerde bibin. (Ji dil bawer dikim eger kurdî fêr bibe, ew ê bibîne ku kurdî ji tirkî xurttir e.)
Ji ber ku ji roja roj ve ye ew di dilê xwe de parazvanên van gotinên Arinç in, hemû deriyan ji bo tirkî vekirine, lê pencereyeke biçûk jî ji bo kurdî zêde dîtine.
Qunciknivîseke Gundemê carekê li cem çar nivîskarên kurd tirek kir û bêhneke genî da derdorê; xanimê got ji bo xurtkirina hestên pêkvejiyanê divê çend rûpelên Azadiya Welat bi tirkî bin.
Gelo eger Arinç tiştekî wisa bigota, me yê xwe dînomîno nekira?
Loma lomeyan ji Arinç nekin, lewre Xanî Baba beriya bi sedan salan gotiye “vî zemanî de her kes mîmarê dîwarê xwe ye”.

“Qet nebe tu bi tirkî bipeyive”
Wê rojê min şaşiyeke mezin kir û min televîzyona IMCê vekir. Bernameya derbarê kurdên li xerîbiyê bi çêkirina komira daran debara xwe dikin, bala min kişandibû.
Tiştê balkêş ew bû ku kesên ji kamerayê hinekî dûr, bi kurdî dipeyivîn lê yên nêzîkî kamerayê bersiva wan bi tirkî dida.
Vê dîmenê ji du televîzyonên cuda du bernameyên din anî hişê min.
Bernameya yekê ew bû ku di dema hilbijartinan de televîzyona herêmî ya Amedê GUN TVê li gundên derdora Amedê bername çêdikir. Di bernameyê de dema xebatkarê televîzyonê bi gundiyan re bi tirkî dipeyivî, gundiyan bersiva wî bi kurdî dida. Xebatkarê ku êdî ji bersivên bi kurdî aciz bûbû, hawara xwe bir zarokekê û gotê, “Bari sen Türkçe konuş (Qet nebe tu bi tirkî biaxive)”. Zaroka jîr jî wekî mezinên xwe bi kurdî bersiv dayê û xweziya wî di qirika wî de hişt.
Bernameya din, bernameyeke TRT6ê bû û li gundên kurdan ên li derdora Konyayê hatibû kişandin. Di bernameyê de her ku gundî bi tirkî diaxivîn, xebatkarê televîzyonê ew hişyar dikirin ku bi kurdî biaxivin.
Mixabin rewş ev e...

Stêrkek xuricî yek hate şûnê
Di encama dek û dolab û bazariyan de hemû rê li ber Roj TVê girtin, tenê weşana ji ser înternetê ma. Di vê serdema teknolojiyê de her rûdanek di heman kêliyê de li seranserê cîhanê belav dibe û mirov xwe digihîninê; eger şiyana mirov hebe sûdê ji teknolojiyê wergire.
Her ku rûdaneke dawî ji înternetê dixwînim û bi derdorê re parve dikim, kesên navsere -yên di serdema bêînternet de dijîn- dibêjin “piştî girtina Roj TVê wekî çavên me girêdabin, em ji dinyayê bêxeber mane”.
Min digot qey rêveberên Roj TVê ew çend jîr in ku dê di demjimêra nûçeyan de li gel televîzyonên din (MMC, Newroz, Ronahî...) weşana hevpar bikin. Lê nekirin. Belkî jî camêran gotiye “li Kurdistanê mala bê înternet tune ye”.
Lê mala Xwedê ava, li dû xuricîna stêrkekê (jixwe roj jî stêrkek e) televîzyona Stêrkê tîrêjên xwe geş kirin.
Bi xêr hatî Stêr!!!

Kurd û otopêz?



Qîmeta kurdî
Li Amedê jî wekî li hemû bajarên din rojnamevan bi karta xwe ya rojnamevaniyê bêpere li wesayîtên veguhestina girseyî siwar dibin. Lê bi ferqekê; li Amedê rojnamevanên kurdî jî hene. (Navenda rojnameya Azadiya Welat li Amedê ye.) Lê ew rojnamevanên kurdî wekî ji jinbavê bin, ji vê sûdê wernagirin. (Tenê çend otobusên navbajêr ên rasterast girêdayî Şaredariyê ne, bi xêra bavo karta rojnameya kurdî qebûl dikin.)

Rojnamevanên kurdî
Tiştekî seyr e ku ku otobusên karta rojnameya kurdî qebûl nakin, karta polîstiyê qebûl dikin. Lê tiştekî seyrtir heye ku, piştî li Amedê karta otobusan a bi navê Diyar Kart derket, rewş guherî/diviya biguhere.
Sê cureyên Diyar Kartê hene.
Karta Tam: Wekî camêran diçî karta xwe dikirî, pere lê bar dikî û karta xwe bi kar tînî.
Karta Daşikandî: Ev kart ji bo xwendekar, mamoste û teqewîtan e. Ew jî pere li kartê xwe bar dikin, lê ji karta tam erzantir rêwîtiyê dikin.
Karta Belaş: Di malpera Diyar Kartê de dibêje ku tenê zabitayên şaredariyê, xebatkarên çapemeniyê, xebatkarên postexaneyê û kesên berasteng (seqet) dikarin vê kartê bistînin. Xwediyên vê kartê belaş li hemû otobusann siwar dibin.

Piştî ku Diyar Kart derket, kesên dikarin Karta Daşikandî an jî ya Belaş bistînin, bi belgeyên ku rewşa wan diyar dike diçine navenda Diyar Kartê û karta xwe distînin. Dema li otobusekê jî siwar bibin, ne karta xwe ya pîşeyî an jî karta rewşa wan diyar dike, lê divê karta ji Diyar Kartê standine li cîhaza kartan a otobusê bixin.

Rayedarno, kamyon çêtir in!
Heta ku mala min li navenda bajêr bû, ez tu carî li otobusên navbajêr siwar nedibûm. Her ku min nava van otobusan wisa mişt mirov didît, fîlmê Yilmaz Guney ê bi navê Kerî (Sürü) dihat hişê min.
Ji bo ku hatin û çûn erzantir bibe, hema mirovan diheşînin nava otobusê. Mirovên li ser piyan 5 caran li yên rûniştî hene. Ev rewşeke nemirovî ye. Eger mesele sivikkirina hatûçoyê ye, ji kerema xwe re bila veguhestin bi kamyonan bê kirin, lewre wisa erzantir e û zêdetir kes dikarin lê siwar bibin. Lê eger mesele veguhestineke layiqî mirovan e, bila çareyek ji vê re bê dîtin.

Lê piştî ku min bar kir maleke ji navenda bajêr gelekî dûr, neçar mam ku ez jî li van otobusan siwar bibim. Êdî her roj bi van otobusan diçim û têm.
Piştî ku ez jî bûm muşteriyê wan, tiştekî bala min kişand; carê hin xortên ku ji werma li ber qûna wan diyar e polîs in li otobusê siwar dibin, kartekê -bêyî ku ji cuzdana xwe derxin an jî bêyî ku li cîhaza otobusê bixin- nîşanî ajokarî didin û bêpere li otobusê siwar dibin. Û polîsên bi cilên fermî bêyî ku tu tiştî nîşan bidin, hema derbasî nava otobusê dibin. (Divê rastiyê bibêjim ku diyar e wan polîsên fermî ferman girtiye ku heta paldankên vala ne pir in, danenişin.)

Kumê Ogun Samast
Îro jî dema ji malê dihatim ciyê kar, xortekî ji esmeriyê wêdetir êdî reşik dihate hesabê li otobusê siwar bû, karta di nava cuzdanê xwe de nîşan da û derbasî nava otobusê bû. Min berê xwe da navtenga wî; demançeya wî ya di bin cakêtê jî de diyar dibû.
Lê tiştê ku ev nivîs bi min da nivîsandin, ne siwariya wî ya belaş bû; lê kumê li serê wî bû. Polîsê reşik kumekî spî dabû serê xwe. (Dibe ku ji kumê spî wisa reş xuya dikir.) Çawa min kumê wî dît, kuştina Hrant Dînk hate hişê min. Lewre piştî kuştina wî, dema ez çûbûm Elezîzê min dîtibû ku kumê spî yê Ogun Samast bûbû moda. Xortên ku piştî fîlmê Kurtlar Vadisi bi bedilên Polat Alemdar derdiketin çarşiyê, vê carê bi kumê Ogun Samast derdiketin.
Belkî îmana wî polîsî ji Ogun Samast diçe, nizanim, lê tiştê dizanim, ew kum niyeta dewlet û hikûmeta tirk nîşan dide. Wekî ku li saziyên kurdan bi salan tovên “Halklarin Kardeşligi-Biratiya Gelan” (ku bela serê kurdan e) hatin çandin, dewlet jî dikare qet nebe hinekî tovên “yên din jî jiyanê heq dikin” biçîne. Eger hewleke wisa hebûya, ew kumê spî dê îro jî ne populer bûya.

Amed Çeko Jiyan

2/2/12

Nîvberteka parastinê



Yekşema borî (29.01.2012) li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn paneleke bi sernavê “Romana Kurdî” hate sazkirin. Dema ez berev navenda çandê ve diçûm, min digot tenê dê çend nivîskar û çend xwendevanên dilsoz dê li holê amade bin. Lê dema ez çûm hola panelê, min dît ku hejmareke baş ya mirovan beşdarî vê panela bi kurdî bûbûn.

Min li derdorê nihêrt ka giregirên siyasî an jî şaredar maredar jî hatine an na. Lê ne giregirên siyasî hebûn, ne jî şaredar maredar. Ev ne rexneyek e li wan. Sedema vê nihêrtina min ew bû ku bernameyeke bi kurdî bêxwedî nemabû û ev ji bo Amedê tiştekî seyr bû. Lewre ev bajar bûye şahid ku panela giregirên wêjeya kurdî jî bêxwedî maye.

Panela navborî têra xwe xurt bû. Tûrên birêz Muhsîn Osman û birêz Lokman Ayebe -ku panelîst ew bûn- têra xwe tije bû. Bi armanca ku yên nehatine panelê li nehatina xwe poşman bibin, ez behsa axaftinên her du panelîstan nakim. Lê tenê vê bibêjim; dema di beşa pirs û bersivan de yekî got “li gel ku ev der navendeke çandê ye, em dibînin li virê axaftinên navxweyî bi tirkî ne” moderatorê panelê birêz Serwet Denîz -ku xebatkarekî Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn e û têkoşerekî zimanê kurdî ye- nîvbertekeke parastinê da.

Bêguman li vî bajarî yek ji wan kesên ku ji jiyana ne bi kurdî aciz in, birêz Serwer Denîz e. Lê wê nîvberteka wî ya ji bo parastinê, hestê parastinê yê hin nivîskarên kurd ên zarokên wan bi kurdî nizanin anî bîra min.

Baştirîn kanala televîzyonê ya bi kurdî

Beriya demekê (hê ROJ TV li ser peyka Eutelsatê weşana xwe dikir) min li ser Facebookê anketek çêkir ka “Baştirîn kanala televîzyonê ya bi kurdî kîjan e?” Xwedê ji wan razî, 193 kes beşdarî vê anketê bûn. Kesên ku beşdarî anketê bûn, bi piranî kurdên bakurî bûn. Min tenê kanala ku min deng dayê diyar kir; her kes dikaribû navê kanalekê li lîsteyê dirêj bike û dikaribû deng bide gelek kanalan.

Bêguman em nikarin li gorî encama vê anketê başî û nebaşiya kanalên kurdî binirxînin, lê bi raya min, 193 ji bo anketekê hejmareke baş e û hêja ye ku encama wê li ber çavan bê girtin.

Encama wê anketê li jêrê diweşînim û hêvî dikim ku televîzyonên kurdî ji barê li ser milên xwe haydar bin û li gorî vê weşana xwe bikin.

Encama Anketê

Roj TV 64, Kurd1 54,  MMC 17, Kurdistan TV 17, Newroz TV 10, Korek 9, KNNC 6,VÎN TV 4, Zagros TV 2, Tisk TV 2, Kurdsat 2, Dunya TV 2, TRT6 2, Ronahi TV 1, NRT 1

1/28/12

"Çima tu ne wekî min î?"

Rengên Amedê

14ê vê mehê li Galeriya Amedê ya li Sumerparkê pêşangeheke bi navê “Gelên Winda yên Amedê” hebû. Pêşangeh ji wêneyên kevn pêk dihat... wêneyên ku di demên dawî yên dewleta Osmanî de li Amedê hatine kişandin.

Di wan wêneyan de rengên Amedê yên resen hebûn. Di wêneyekî de minareya mizgeftekê û naqosa dêrekê di heman çarçoveyê de bûn. Di wêneyekî din de, kurdekî misilman, kurdekî êzîdî û ermeniyek li kêleka hev bûn.

Pêkvejiyana li Ameda kevn ku di wan wêneyan de xuya dibû, bajarê Hewlêrê anî ber çavên min. Li Hewlêrê bi pirnaî kurd dijîn, lê li gel kurdan, asûrî, keldanî, tirkmen û hindek ereb dijîn. Li seriyekî cadeya Şoreşê mizgefta mezin heye û li seriyê din jî dêreke mezin heye. Di navbera wan de jî dezgeyeke tirkmenan. Kes ji kesî re nabêje “çima tu ne wekî min î?” Her kes bawerî bi Xwedayê xwe tîne û kes zimanê kesî qedexde nake.

Wekî di wêneyan de xuya dibe, demekê li Amedê jî rewş wisa bû.

Lê piştî ku êzîdî, ermenî, asûrî, keldanî û cihûyên nişteciyên Amedê* ji Amedê çûn/reviyan/hatin kuştin/hatin derxistin, rewş li vê derê jî guherî.

Xûyê tirk û farisan

Xûyekî tirk û farisan heye ku gelekî dişibe hev. Ev her du milet dema hêzê bi dest dixin, hez dikin her kesî bişibînin xwe. Piştî têkçûna Osmanî, Tirkiyeyê berê xwe da asoyeke “modern” û ji bo gihîştina wê armancê pêşî hemû dezgeyên îslamî (medrese, teke û li hin deveran mizgeft) dane girtin, cil û bergên “nemodern” qedexe kirin û kumên “modern” ferz kirin. Wekî tê qalkirin, beriya Şoreşa Îslamî li Îranê jî rewş kêm-zêde wisa bû, lê piştî şoreşê hema bêje hemû tiştên qedexe serbest bûn û tiştên serbest jî qedexe bûn.

Wekî ji kirinên dewlet û hikûmeta tirk diyar e, li Tirkiyeyê jî pêvajoyeke wisa heye ku reş û spî, serbest û qedexe ciyê xwe biguherînin.

Serboriyeke sosyalîstane

Dema ku min li Elezîzê zanîngeh dixwend, komeke me ya xwendekarên welatparêz hebû. Rojekê tirkên faşîst li tirkên çepgir -ku di kovar û weşanên xwe de hezar çêr û sixêf li kurdan dikirin- xistibû û tirkên çepgir hawara xwe anîbû cem me. Çepgiran xeber şandibû û dixwestin ji bo sazkirina platformeke çepgir em civînekê saz bikin. Bi kurtebirî, ez û hevalekî din çûne wê civînê û me got “hûn xwe bi xwe ne”. Civîn li partiya Emepê bû. Li wê derê ez li ser gotina çepgirekî hêrs bûbûm. Çepgiro, li ser lêdana wan çepgirên din digot “ew (ango faşîst) mafdar in ku li çepgiran xistine. Piştî şoreşê îca em ê wisa li wan bikin”.

Bi kurtî, mesele ev e; ka Elo zilmê dike ha Bedo. Heta ku derdê wan ev be û bibêjin “çima ew zilmê dikin û ne em?” halê wan jî, ji ber ku em di nava sînorekê de dijîn, halê me jî dê wisa be.

Têbiniyek: Hefteya borî di salvegera kuştina ermeniyê kurdistanî Hrant Dînk de li Stenbolê mirov bûn lehî û herikîn. Lê wekî Xecê Omerî di Faceê de gotî: “Roboskê jî digirî...”

Ey lehiya tirk, ermenî û kurdên “bixîret”, ji bo lehiyeke wisa ji bo kurdan jî biherike, herî kêm divê çend kurd bên qetilkirin?



* Li gorî serjimariya Osmanî ya sala 1914an nifûsa wîlayetê 619.825 bû; û 492.101 ji vê misilman bûn. Gelheya nemisilman jî di serjimariyê de wisa diyar bûbû: 55.890 Ermeniyên Gregoryen, 9.960 Ermeniyên Katolîk, 7.376 Protestan, 37.976 Suryanî, 5.994 Keldanî, 4.133 Suryaniyên Kevn, 2.085 Cihû, 1.822 Rûmên Ortodoks, 113 Rûmên Katolîk, 2.375 Êzîdî. (Ji têbiniyên wêneyên pêşangeha Li Ameda Kevn Dewlemendiya Çandî)

1/13/12

Rewş berev ku derê diçe?

Min dixwest ku nivîsa xwe ya yekemîn a li ser NûKurdê li ser mijareke ku dilxweşî û kêfê dide binivîsim, an jî li ser mijareke teknîkî an jî zimanî. Lê di vê geremola ku operasyon û girtin li bin guhên hev dikevin de, tu mijareke din naşê gava xwe ji ya vê mijarê pêştir bavêje.
Nivîsandina li ser geşedanên demên dawî yên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê diqewimin de wekî xuya dike ne hêsan e. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku mirov hem nikare ji îro ve texmînekê teqez ji bo sibê bike, hem jî dikare bi hezaran texmîn û teoriyan li dû hev rêz bike.
Hema bi kurtî ez jî texmîna xwe ya li ser vê bibêjim û ji bo heta nivîseke din destê xwe ji vê mijarê bişom.
Bi raya min, di van salên destpêka sedsala 21emîn de li Tirkiyeya mîratxura dewleta Osmanî şoreşek pêk tê; şoreşeke îslamî. Şoreşeke ku dixwaze kula heştê û nizanim çend salan ji çavên "yên ne ji xwe" û yên jê re dibin asteng derxe.

Denktaş bi hawara dewletê ve hat
Di roja dawî ya hefteyê de li 16 bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê polîsên tirk bi ser gelek mal û saziyan ve girt û heta kêliya ku nûçeya mirina serokomarê avakar ê Kibrisa tirkî Rauf Denktaş belav bû, nûçeyên li ser van operasyon û girtinan di çapemeniya tirk a înternetî de jî wekî rûdawa kêliya dawî cî digirt.
Lê piştî mirina Rauf Denktaş, rojeva wan guherî û di hemû nûçe û basan de mijar bû Denktaş. Ji ber ku dewlet piştî hemû operasyonên li dijî kurdan bi zîrekî rojevê diguherîne, hema ramaneke wisa mejiyê min mijûl kir: Gelo mirina Denktaşî plankirî bû?
Henek li aliyekê, ji bo dewletê kew li darê ket û Denktaş bi mirina xwe hawara wan ve hat û rojev guhert.

Mijara ku min dixwest binivîsim
Eger rojev ne operasyon û girtin bûna, min dixwest li ser Vegera Komên Winda yên Amedê binivîsanda, min dixwest çend agahiyên li ser êzîdiyên amedî, ermeniyên amedî, suryaniyên amedî, keldaniyên amedî û cihûyên amedî bi we re parve kiribûya.
Lê bila basa kom û gelên winda yên Amedê sozek be li ser vê rûpelê, û bila bibe deynê stûyê min.

Heta nivîseke din bimînin di xweşiyê de û ji jiyana kurdewar û xeyalkirina azadiyê bêpar nemînin.

Amed Çeko Jiyan
14.01.2012 - Amed

12/29/11

Pîlana kûr

Bi 10 15 rojan beriya vê sersalê, dîsa tirsek kete dilê min. Ew tirsa ku her tim beriya rojên taybet, rojên cejn û şahiyan dikete dilê min, bi 10-15 rojan beriya vê sersalê dîsa xwe bi min da hesandin: li devereke welatê min dîsa dê zarokên welatê min bi hovane bên kuştin... Ji ber ku her tim dema cejna Qurbanê, cejna Remezanê an jî rojeke din a pîrozkirinê nêzîk dibû û zarokên welatê min dihatin qetilkirin... Her ku rojeke şahiyê nêzîk dibe, ev tirs dikeve dilê min.
Mixabin bi sê rojan beriya sersalê, bi sê rojan beriya pîrozbahiyên sersalê, bi sê rojan beriya pîrozbahiyên ku dê teqez bi nîv-şadî nîv-xemgînî pêk bihata, li Roboska Qilabana welatê min bi dehan xortên nûciwan hatin qetilkirin... Hin ji wan 12 salî bûn, hin 16 salî û hin jî 20 salî. Bê çek û rext bûn. Li gel ku bê çek û rext bûn jî, ceger nekiribûn ku "ew" herine wan; balafirên xwe yên şer şandibûn ser wan.
Difikirim: gelo eger hefteya pêşiya me ne sersal bûya, dîsa jî wan dê ev hovîtî bikira? Ya rast, ji bo kuştinê wan tu caran xwe li benda rojên taybet negirtiye. Lê dema rojên taybet nêzîk dibin teqez ew hovîtiyekê dikin, welatê min şîn digire; ew qetlîamekê dikin, welatê min li ser kuştiyên xwe digirî, ew xwîna xort û keçan dirijînin, welatê min rondikan dibarîne.
Loma bi 10-15 rojan beriya vê hovîtiya li Qilabanê, dîsa wê tirsê xwe berda dilê min. Û hê ji sersalê re 3 roj mayî, wan careke din nîşan da ku ew sondxwarî ne ku nehêlin welatê min tu caran -piçek bejî- bikene/dilşad bibe/kêfxwe bibe.
Ji min ve êdî tu guman tune ye ev pîlaneke stratejîk e û armanc ew e ku hemû rojên taybet û rojên şadiyê li kurdan bikin jehr da ku kurd rojeke xweş nebînin û derûniya kurdan têk here/têkçûyî bimîne.
Bêguman ev pîlaneke kirêt e. Lê dewleta ku ji roja ku ava bûye ve tunekirina kurdan ji xwe re kiriye armanc û ji bo pêkanîna vê armancê ji qeyranên aborî bigire heta kuştina general û serokomarên xwe, ji serbestberdana kanalên peykî yên pornografîk bigire heta qedexekirina rengên kesk û sor û zer, ji qedexekirina zimanê kurdî bigire heta pêşkêşkirina çavkaniyên xwezayî her tişt daye ber çavên xwe, bêguman dikare ji bo bigihîje vê armanca xwe her tiştî bike.