12/3/08

Heşt TV û ruhiyeta xulamê axê

AMED ÇEKO JIYAN
Ev demek bû ku di TV'ên tirk de wekî ku gezek nanê hişk bi niyeta sedeqeyê didin, qala televizyona kurdî ku dê di TRT'ê de weşanê bike dihat kirin. Ji hêla 'kurd'an ve ev gav ji roja pêşî ve bişik hate pêşwazîkirin û çend nivîsên ku niyeta vê gavê wekî niyeteke xêrnexwaz nîşan didan jî hatin weşandin. Heta niha di çapemeniya tirk a serdest de ev mijar bi awayekî vekirî nehat vegotin, tenê wekî ku Dewleta tirk bi hestên bilind ên neteweya xwe ya pîroz xêrekê li kurdên belengaz û jar dike hat nîşandan.Heke mirov bi berçavka wan li mijarê binêre, teqez mirov dê neçar bimîne ku wan mafdar bibîne.
Ma ne em kurd in ku me hê pêvajoya netewebûnê derbas nekiriye?
Ma ne em kurd in ku hê zimanekî me yê bi kêrî ragihandin û perwerdehiyê were tune?
Ma ne em kurd in ku em nikarin bêyî serdestiya neteweya pîroz a tirk ji koletiya dewletên mêtinger rizgar bibin?
Dema mirov bi vê berçavkê li mijarê binêre, mirov dê neçar bimîne ku wekî qaşo ronakbîrên kurd ku di nîveka dilê bajar û şarên neteweya serdest de di bin siya qesrên wan ên xeşîm de bi ruhiyeta xulamê ku dema axayê wî digotê "kurê kerê" bi hişmendiya mîrateya çarenûsa qirêj digot ,Ji min re got ha, ne ji we re got" û bi saetan xwe dipesinand, li mijarê binêre û dê xwe qani' bike ku dewlet dê bêyî propagandaya antî-kurd xêrê li çand, ziman û dîroka kurdan bike her wekî me di TRT'ê de strana "Kanî kanî evsar kanî" wekî "Hani hani..." guhdarî nekiribe û em nebûbin şahid ku GUN TV ji ber weşandina stranên kurdî bi hezaran YTL nehatibe cezakirin. Û jixwe divê mejiyê mirov ji yê masiyan kêmtir be ji bo ku mirov girtina yek ji rûmetên gelê kurd Azadiya Welat ku bi dehan xebatkarên wê hatine girtin, windakirin û kuştin, bi bîr neyne.Me qala berçavka ku serdestên me yên sedên salan di nava noka çavên me de bi cî kiribû kir. Lê... lê berçavkeke din heye ku em ew qas jîr û çak bûne ku me kurdan di bin hemû polîtîkayên tuneker û zordest de bi xwîn û xwêdanê afirandiye da ku em karibin rastiya jiyanê û dek û dolabên qewmên diz û talanker arasteyî mejiyên xwe yên azad bikin. Bi min haya Muhsin Kizilkaya ji vê berçavkê tune ku di nûçeyên prime time de xwe xist rewşa xulamê axê.Di nûçeyên ku tê de bi quretiya mêrikê dewlemend ê ku mezinahiya xwe bi cîranê xwe yê feqîr bide hîskirin tasek şorbe dibir mala wî, qala Heşt TV dihat kirin de dihat gotin ku HEŞT TV dê propagandaya îdeolojiya dewletê neke û dê wekî kanalên din ên tirkî weşaneke pêşêketî bike. Ma kî nebûye şahidê weşana 'pêşketî' dema ji bo pesinandinê be jî serokên partiyên kurd ên Başûr nîşan didan, dîmenên wan ên ku ne bi kurdî lê bi zimanê erebî an jî înglîzî dipeyivîn, dineqandin û diweşandin? Eger berçavk ew berçavka ku kurdan wekî feqîr û neçarên li ber deriyê qewmê pîroz nîşan dide be, fistanê HEŞT TV'ê ji zû ve hatiye dirûtin. Û ji TV'ên din ên ku her roj çêr û sixêfan li nirxên me dikin diyar e ku ev kiras li me nayê.Dema ku mirov bi berçavka alternatîf li rewşê mêze bike, mirov dê bibîne jixwe bi salan e bi dehan televizyonên kurdan hene ku ji hêla partî û komên cur bi cur ên kurdan ve tên rêvebirin. Û televizyonên ku ne girêdayî partî û koman jî zêdebar...Mebest ne ew e ku bi awayekî neheq TV'ên kurdan bên pesinandin. Dema ku mirov li rewşa televizyonên kurdî yên ku ji hêla "kurdan" ve tên weşandin binêre, mirov dikare xwe wekî "kurdekî/ê" mafdar binîne ku bi her awayî tîrên rexneyan ber bi wan ve bide. Lê rastiyek heye; me kurdan çarenûsa kirêt ji zû ve çirandiye û me pêwîst nedîtiye ku ji bo bikaranîna mafên xwe li benda destûra kesan bimînin. Û jixwe nanê parsê ye ku di qirika mirov de dibe girêk û rê nade ku bi du gotinan li rûmeta xwe xwedî derkeve.

Welat - hejmar 4 - 3 kanûn 2008

8/25/08

KOL Î POŞMAN


Xwezî nebûya ew ciwaniya bi tolazî û xwîngermî ku mişt bi rojên xweş û şa derbas bû û min nedîtibûya vî kaliya balxerab.” Kalê pîr î piştqilûz di ber xwe re digot û diniçniçand dema ku di bin tava tûj î germ a havînê de neviya wî ya ciwan di pêşiya wî de dimeşiya û ber bi qeymeqamiyê ve diçûn. Kalo bi gopalê xwe yê cî bi cî terikî bi kulekî di pey neviya xwe ya ku di telefona di ber guhê xwe re dikir pitepit dimeşiya.


Keçikê bi dengekî bi gazinc û hêrs digot, “Welle ez pê re nakevim hundir. Ma zarok e. Her hal dikare karê xwe biqedîne.” Keçikê dor nedida diya xwe ya ku pê re dipeyivî, “Heso wekî beraza li malê radizê. Ma çima ew ji nav ciya dernakeve û hûn min pê re dişînin. Hi?” Her çiqas gotinên keçikê ji pêncî metre dûrî ve jî bi rehetî dihat bihîstin, kalo her wekî deng nebihîstî tevdigeriya, serê xwe dixist ber xwe, dikir niçeniç û di ber xwe re digot, “Xwezî nebûya ew ciwaniya ku me qedr û qîmet dida bav û kalan û min nedîta vî halê reben. Mala xweyiyê vê dewletê hilweşe, em kirin muhtacî pakêtek meqerne.”


Qeymeqamî bi fermana hikûmetê alîkarî li malên feqîran ku muxtarî navên wan jê re radgihand belav dikir lê ji ber ku ji berê de navbera kalo û muxtarê taxê tune bû, muxtêr navê wî nexistibû lîsteya alîkariyê. Piştî ku alîkarî hatibû belavkirin û ji kalo re gotibûn ku navê wî di lîstê de tune ye, wî bi gopalê xwe yê ku bi kevinbûna xwe dişibiya kalbûna wî, êrîşî dikana muxtêr kiribû. Der û cîran ketibûn navbera wan û ji bo aşkirina kalo, di ber dilê wî dabûn. Simoyê li Qesra Hikûmetê dixebitî aqilekî baş dabûyê. Simo gotibû ku serê muxtêr bişkêne û dikana wî serobino bike jî nikare tiştekî bi ser tiştekî bixe lê heke rasterast here cem qeymeqam û rewşa xwe jê re bêje, qeymeqam dê navê wî jî têxe lîsteyê.


Ez qehirîm lê. Bi Xwedê ez di deriyê qeymeqamiyê re nakevim hundir. Ez ê wî li ber dêrî berdim û ez ê vegerim. Ew çi dike bila bike.” Keçikê gotinên xwe yên dawî gotin û telefon li rûyê diya xwe girt û di ber xwe re got, “Jixwe ez têra xwe pê re hetikîm, îca ez ê pê re bikevim qeymeqamiyê?”


Keça min, hez `kî êdî tu vegere, ji vê pê ve ez dikarim rê derxim” kalo di dengekî mişt sûcdarî gote neviya xwe. Keçikê kire pifepif û got, “Na bavo, min ji diya xwe re got ku ez ê heya ber derî bi te re werim.” Keçikê ji ber ku fedî dikir di nava sûkê de bi bapîrê xwe re bimeşe, her lez dida xwe û bi çend gavan li pêşiya wî dimeşiya. Kalo ku bi vê rewşê serwext bû, careke din got, “Keçika min, êdî tu vegere.” Keçik bi carekê re zîvirî kalo û bi dengekî gur got, “Temam kalo, de hiş. Va em gihîştinê”


Piştî bêhnekê gihîştin ber deriyê qeymeqamiyê, keçik bêyî ku tiştekî ji kalo re bêje berê xwe da riya jê hatî û çû. Kalo qaxizên di berîka xwe de derxistin û bi hêrsa neheqiya muxtêr lê kirî qesta odeya qeymeqam kir. Dema ku çend gav di nav avahiyê de çû, yekî karmend ber bi wî ve beziya hat, destê xwe da ber sînga wî û got, “Hooop dayi! Nereye?*” Kalo destê wî ji sînga xwe vekir, gopala xwe li hewa hejand û bi heman hêrsê got, “Çi hop hop, ez ê herim cem qeymeqam. Muxtarê bênamûs navê min nexistiye lîsteya ardimê**. Her çi bibe dê bi qeymeqam bibe. Ez ê herim cem qeymeqam.” Karmendê qeymeqamiyê bi gopalê kalo girt û kir ku ji destê wî derxe, lê kalo xwe hê bêtir şidand û qet ji xwe kêm nekir. Din ava avahiyê de, nêzî deriyê odeya qeymeqam bû xirecira kalo û karmend. Karmend û welatiyê ku ji bo karên xwe li qeymeqamiyê bûn li wan civiyan û çend ji wan xwestin bikevin navbera wan lê karmendan kalo zeft kir. Pismamekî muxtarê taxê ku bûbû şahidê şerê kalo û muxtêr ji nav qerebalixê çeng bû û got, “Ez kalo nas dikim. Kalo li taxa me rûdine. Ji ber ku di hilbijartinan de dengê xwe dide partiya terorîstan, muxtar navê wî nexistibû lîsteya alîkariyê û wî jî êrîşî dikana muxtar kiribû.” Kalo gopalê xwe ber bi wî de hejand û got, “Bênamûs, ma tu ne pismamê wî kûçikî yî.” Li ser van gotinan karmendan xwe hê bêtir li kalo şidand.


Kalo her ku li ber xwe dida, karmendan ew baştir zeft dikir û di ber de jî lê didan. Yek ji karmendan destê kalo bi paş de qurufand, kalo ber bi dêrî ve kaş kir û wekî telîsa kayê kalo dakir ser peyariyê. Kalo li ser peyariyê serê xwe xist navbera her du lepên xwe yên qerase, wekî her demên xwe yên bed rojên ciwaniyê anîn hişê xwe û di ber xwe de got, “Xwezî nebûya ew ciwaniya bêxemî û bênamûsî û her nebûya ev kaliya bêrûmetî.”


*Hoop, xalo. Bi ku ve herî?

**Alîkarî


AMED ÇEKO JIYAN


azadiyawelat.com

3/4/08

Levketin (*)

A. Çeko JIYAN

Ev sê sal bûn ku Laser li Amedê dikir ku zanîngehê bixwîne. Belê dikir ku zanîngehê bixwîne... her çiqas di azmûna têketina zanîngehê de encameke baş bi dest xistibû jî, ji ber ku jiyana wî bi carekê re hatibû guhertin, di ezmûnên zanîngehê de, wekî ezmûna têketinê, encamên baş bi dest nedixistin û roj bi roj ji zanîngehê bi dûr diket. Û her ku xwendin û têgihîştina wî û danûstandina wî ya bi mirovan re zêde dibû, dixwest ji tevliheviya jiyana xwe ya bi carekê re hatibû guhertin, derbasî jiyaneke dîtir bibe. Mixabin ev xwestek her tim di dilê wî de wekî kulekê dima û her ceribandin bi têkçûnekê biencam dibû.
Pêşî berê xwe dabû gîtarê; perê ji cixare û çayên li Kuça Hunerê kuştibû û dabû bi gîtareke kevn. Di demên pêş de li gîtarê baş sor bûbû. Jê re têlên nû kirîbûn, ji hevalên xwe deftereke ku welênên stranên destpêka fêrbûna gîtarê tê de hebûn, standibû. Êdî li malê tiştê ku herî zêde rûmet didayê gîtara wî bû; ew gîtara kevin êdî ji pitûkên Freud û Neitche jî biqîmetir bûn li ber dilê wî. Piştî demeke dirêj a xebatê, dengê ku ji gîtarê derdixist dişibiya dengê stranan. Lê hê jî nikaribû stranekê ji serî heta dawiyê lê bixe. Dema ku dengê ji gîtarê derdixist dişiband dengê stranê, ji kêfa dikir bifiriya, mîna zarokên metropolan ku nûçeya bixêr a derketina derve ji dê an jî bavê xwe dibihîstin, kêfxweş dibû; kulîlkên biharê yên çiyayên bilind û asê di rûyê wî de dibişkivîn û jê hezeke bêhempa distand. Dixwest ku piştî lêxistina gîtarê başebaş fêr bibe, gîtara xwe bifiroşe û hinek pere deyne serê û pê elektrogîtarekê bistîne. Lê beriya ku lêxistina gîtarê başebaş fêr bibe, ji gîtarê jî sar bû; wekî ku ji Freud û Neitche sar bûbû.
Piştî sarbûna ji gîtarê, xwe li nîgarkêşiyê qewimand. Xewna wî ew bû ku rojekê wêneyê jineke tazî ku destê xwe ber bi bazekî bi firê dikeve ve dirêj kiriye û bi çavên xemgîn li baz dinêre, çêke. Bi qasî ku li kafeyeke kuça hunerê, li maseyeke li kêleka maseyên nivîskar û hunermedan bi rojan çayê vexwe, pere li boyax û tuvalan dabû da ku wî wêneyê di mejiyê xwe de çêke. Carinan, bi hefteyan ji odeya xwe dernediket. Çavên xwe digirtin û bi saetan difikirî da ku di mejiyê xwe de dîmenan biafirîne û dûre ew dîmenên di mejiyê xwe de afirandine, bi firçeyên xwe yên curbecur, li ser tuvalê nexş bike. Hemû wêneyên ku çêkiribûn li odeya xwe, li erdê, li ser hev kiribûn du kom. Komek hemû wêneyên cur bi cur û koma din ceribandinên wêneyê ‘jina tazî ya destê xwe ber bi bazekî bi firê dikeve ve dirêj kiriye û bi çavên xemgîn li baz dinêre’ bû. Gelek caran ceriband da ku wêneyê nîşaneya kamilbûna di nîgarkêşiya xwe de çêke, lê rûyê jina tazî tu carî nedişibiya rûyê jinan... û baz jî her tim wekî kevokeke çilmisî xuya dikir.
Li dû têkçûna nîgarkêşiyê, mola wî careke din çûbû ser pirtûkan lê hezkirina pirtûkan tenê demeke kin ajotibû; êdî ne ramanên Neitche ne jî yên Freud wekî ramanên wî pêşketî û hevçax bûn li ber dilê wî. Ew jî nizanibû sedem çi ye, lê bi carekê re, evîna lîstikvaniya şanoyê di dilê wî de hêşîn hatibû. Komeke xwendekaran hebû ku berê li saziyeke çandê wekî şanoger dixebitîn. Ji ber ku ew kom li dû pevçûneke digel nûnerên saziyê ji wir hatibûn qewirandin, li ber dilê wî şîrîn bûbûn. Di demeke kin de di nava komê de ji xwe re cî girtibû û tevli xebatên wan bûbû. Di koma şanoyê de xwe dilxweş hîs dikir. Ne pirtûkan ne gîtarê ne jî nîgarkêşiyê ew ji gola xeman ew qas dûr kiribû. Hê di tu lîstikekê de cî negirtibû û derneketibû pêşberî temaşevanan lê di hemû provayan de wekî ku derkeve pêşberî bi hezaran tamaşevanên entelektuel, amade bû. Bi peroşiya sala yekemîn a xwendekariyê, bêyî ku biweste û gazincan bike, di xebatên şanogeriyê de dibeziya hemû karan. Gelek caran hevalên wî yên şanoger ji ber xebitîna wî ya bêwestan ew pîroz dikirin û jê re digotin ku hêz û coşa xwe bi carekê re der neke. Lê wî her tim di dilê xwe de heman hêz û coş, wekî ku tu car winda nebe, hîs dikir. Heke ev rewş wisa bidomiya, dê karibûya vexwarina alkolê jî kêm bike.
Şevekê, digel hevalên xwe yên şanoger, li mala hevalekî xwe bûbû mêvan û heya derengiya şevê li ser leyîstika nû axivîbûn û vexwaribûn. Heke wê şevê nûçeya ku ew ê jî di leyîstika nû de rolekê bistîne nestandibûya, dê bi xwe karibûya û ew çend venexwaribûya. Di destekî de deqa leyîstikê û di destê din de jî qedeha bîrayê, geh qurtek li bîrayê dixist û geh çavekî li beşên deqê yên têkildarî xwe digerand. Ji niha ve dest bi jiberkirina gotinên xwe kiribû. Bi saya alkolê, bi dengekî bilind gotin dubare dikirin.
Ji bo ku bi vê coşê gotinên xwe ji ber bike diviya here malê û bi tenê bimîne. Bi peroşiyeke ku gupegup bi dilê wî dixist, rahişt deqê û pakêta cixarê û derket.
Di tariya şeva zivistanê de, di bin ronahiya zer? a heyvê de dûmana cixareya xwe radestî bê dikir û di sikakeke teng a Baglarê de li ser peyariya ku hemû kortikên wê di bin berfê de winda bûbûn û ji ber berfa spî wekî riyeke ji mermerê xuya dibû, geh bi wê de û geh bi vê de dihejiya. Ji ber ku çend carekê li kortikên ku wekî kortikên jiyanê, jê ve xuya nedibûn û ji bo têkbirinê di bin berfa spî de xwe xef kiribûn, qelibîbû û heya nava derpiyê xwe lewitîbû, bi awayekî ji rêveçûna xwe nebawer, bi gavên biçûk ber bi malê de diçû. Nedihat hişê wî ka çend şûşeyên bîrayê di sohbetên têrken de bi ser kezeba xwe ya ku ji ber nexweşiyê jiyana wî ya zaroktiyê herimandibû û gelek caran ew ji lîstikên zarokan ku li taxê dihatin lîstin bi dûr xistibû de, vala kiribû.
Sira bayê sar ji hêlekê ve hêdî hêdî ew ji bin bandora ava cehî derdixist û ji hêla din ve jî çawa ku nexweşiya wî wekî ku bi devê wî bêje 'ez li vir im' quxînî pê dixist. Di dema xwe ya zaroktiyê de jî, di rojên sar de, carinan wisa kuxînî pê diket û bi her kuxîniyekê wekî parçeyek ji kezeba wî hilbe, ew di nava êşê de digevizand û belxemeke tîr û tarî bi ser dilê wî dixist. Ji ber nexweşiya ku gelek caran ew ji meş û çalakiyan jî bi dûr xistibû û dakiribû nav livînan, gelek caran çûbû nexweşxaneyan û derzî û derman standibûn. Beriya ku dest bi zanîngehê bike, nexweşiya wî hema bêje xwe pê dabû jibîrkirin. Lê di salên zanîngehê de, ji ber alkol û cixareyê derzî û dermanan tu fêde nedidanê.
Di her gaveke din de kuxika wî zêdetir dibû û êşa wî jî bi zêdebûna kuxikê dijwartir dibû. Êdî tê de hal nemabû ku bimeşe, ji bo ku hinek bîna xwe bide, li derçika deriyê xaniyekî ku kevinbûna wê ji sewaxa hilweşiyayî ya dîwarê wê yê qulqulî diyar bû, bi tiliyên xwe yên qerisî ciyekî biçûk ji berfê paqij kir û li wir pal da dîwar. Ji hêlekê ve erdê şil û ji hêla din ve jî bayê ku wekî gûzanekê rûyê wî diçirand, heya mejiyê nava hestiyên wî ew diqerisand. Dilerizî... ji lerizînê nikaribû cixareyê di nav tiliyên xwe de bigire. Wekî ku darniqêlek nikulê xwe li dareke hişk bixe, reqereqa diranên wî bû. Heke demildest xwe nigihanda ciyekî germ, diranên wî dê ji ber levketinê hûrhûrî bibûna. Der û dora wî giş bûbû berf û berf li ser lingê wî kom bûbû. Ji ber ku tu hêz tê de namabû, êdî rabûn qet ne dihat hişê wî. Di vana berfê de, wisa qerisî û bêhêz ji xwe ve çû û bi kuxekux li ser tenişta çepê ku du bost berf lê hatibû, ket.
Lembeya xaniyê ku li derçika wê ketibû erdê, vebû. Jineke ku ji pişt perdê temenê wê diyar nedibû, hat ber pacê û çavên xwe li sikaka xalî gerandin. Jê ve ciyê ku dengê kuxekuxê jê dihat xuya nedibû. Jinika bizdiyayî lampe vemirand û di ber deriyê derve re li laşê di bin berfê de nihêrt. Çû ber wî, pêşî bi caketê wî girt û ew hejand; tu bersiv jê nehat. Jinikê bi baldariyeke bitirs guh li bêdengiya şevê bel kir. Ji der û dor tu his û deng nedihat. Bi wê dilrehetiyê çend careke din bi berstûka caketê wî girt û ew hejand lê dîsa tu bersiv ji laşê qerisî nedihat. Nîşaneya zindîbûna wî tenê hilma ku mîna dûmana cixarê ji devê wî derdiket û lerizîna wî ya ku dişibiya lerizîna seyekî ku xwe ji avê zuwa dike, bû. Nizanibû çi bike, di ciyê xwe de wisa sekinî û fikirî. Ev heft sal bûn ku jiyaneke bî borandibû. Ev heft sal bûn ku bi tenê serê xwe di malê de dijiya û ji bilî çend serdanên lawê cîranê wê, di nava livînan de ew xwe bi xwe bû.
Lawikê di nav berfê de çiqas bêguneh û jar xuya dikir.” Jinik difikirî. Hemin nedibû ku wî li wir, di nava seqema şeva zivistanê de bihêle. Ji ber ku destên wê diqefilîn, bi dawa xwe berfa li ser wî paqij kir, bi her du lingên wî girt û ew heta nava xênî kaş kir. Bi ketina wan a hundir re bû çîkeçîka çûkê di qefesê de. Di bin nêrînên çûkê de, beriya ku êzing dake soba tîna wê şikestiye, cilên wî jê şeqitandin û ew li ser livînê dirêj kir. Piştî ku sobe hinek germ bû û tîna xwe da dora xwe, çend carekê pêjgîr li sobê lefand û pêjgîra germkirî li laşê wî pêşa. Her ku dema pêjgîr lê dipêça tiliyên wê li laşê sar dihingivîn, lerizandineke ecêb dikete laşê wê; bêyî destûra mêjiyê xwe bîhneke kûr ji pozên xwe heya nava kezeba xwe dikişand. Pêjgîr danî erdê û destê xwe li ser laşê bêdeng gerand; laşê direcifî hê jî seqemî bû. Cilên xwe ji xwe kirin, laşê xwe yê ku germahiya dojehî ya salan dihewîne bi laşê sar ve kir û bi wî awayî kete xewê.
Jinik serê sibê zû ji xew rabû. Lawik dilerizî. Destê xwe li ser laşê wî yê ku berevajiyê rewşa bişev, wekî ku di nava agirê de be, germ bû gerand û kete xeyalan. Di xeyalên wê de ew û lawikê ji berfê derketibû hebûn. Gelo li dû jiyana wê ya bî ya ew çend salan, ev diyariyeke Xwedê bû? Bi kuxîniya lawikê li kêleka wê, xeyalên wê ji ber çavan bi dûr ketin. Diviya sobe dadabûya, êma çûkê bidayê û beriya taştêyekê amade bike, wekî; ku her roj dikir azadiyeke biçûk pêşkêşî çûkê bikira.; wê di nava odê de azad berdabûya.
Dema ku Laser şiyar bû bi çavên kûs li der û dora xwe nihêrt. Nizanibû ka ev rewşa ew niha tê de ye xeyal e an rastî ye. Nikaribû çavên xwe baş veke; çavên wî dişewitîn. Laşê wî, wekî ku bi rojan di nava livînên kevn ên hirî de razabe, qerimîbû. Êşeke ku zorê didayê ketibû masûlkeyên stûyê wî. Xwest ku masûlkeyên stûyê xwe yê qerimî rehet bike... li hemberî xwe jineke tazî dît. Jinikê destê xwe bi jor ve hildabû û li bazê ku bi firê diket, dinihêrt. Çavên xwe yên ku bi zehmetî vedibûn hêdî hêdî girtin. Aveke sar bi ser çavên wî yên dişewitin de hat û heya ser sînga wî, mîna rûbarekê ji xwe re rê vekir û heya ku rehetiyeke nayê gotin bi ser dilê wî bixe, herikî.


*Ev nivîs di pergala xebatê ya bi Kurdî (Ubuntu'ya Kurdî) de bi bernameya nivîsandinê ya Kurdî (OpenOffice.org) hatiye nivîsandin.

**http://www.kovaraw.com/index.php?option=hem_content&task=view&id=420&Itemid=59

2/20/08

Pêşniyarek ji bo ferhengnûsan


AMED ÇEKO JIYAN

Di zimanan de lêker di deman de, li gorî hin rêbazan tên kişandin. Wekî mînak; di kurmancî de lêkera 'çinîn'ê di demên borî de dibe "çinî", di dema niha û di dema bê de dibe "çin".

Dema Boriya Berdest

Min diçinî

Çîroka Dema Boriya Dûdar

Min çinîbûye

Dema Boriya Dûdar

Min çiniye

Çîroka dema boriya têdeyî

Min çinî

Dema Boriya Têdeyî

Min çinî (çinî)

Dema Niha

Ez diçinim (çin)

Dema Bê

Ez ê biçinim (çin)

Em dikarin lêkerên kurmancî li gorî rêbazên kişandinê wekî 5 komên cuda bigirin dest

  1. -în, -an, -tin

  2. astin (=aştin, estin, aftin, artin, êrtin, êjtin, axtin)

  3. -andin

  4. Lêkerên koka wan ji tîpekê pêk tê

  5. Lêkerên bêrêbaz



1) -în, -an, -tin

Mînak:

dizîn, kirîn, çilmisîn, derizîn, dewisîn, fetisîn, pêçan, kolan, kutan, girtin, cûtin, kuştin û hwd.

dizîn: Min dizî, Ez didizim (dizî, diz)

kirîn: Min kirî, Ez dikirim (kirî, kir)

derizîn Ez derizîm, Ez diderizim (derizî, deriz)

pêçan: Min pêça, Ez dipêçim (pêça, pêç)

kolan: Min kola, Ez dikolim (kola, kol)

kutan: Min kuta, Ez dikutim kuta, kut)

girtin: Min girt, Ez digirim (girt, gir)

cûtin: Min cût, Ez dim (cût, cû)

kuş(j)tin: Min kuşt, Ez dikujim (kuşt, kuj)

Wekî ku ji hemû mînakan diyar e, dema ku ev lêkerên me di demên borî de tên kişandin, tîpa dawî a paşgira raderê (çinîn) dikeve û tîpên din dimînin. Di dema niha û dema bê de jî hemû tîpên paşgira raderê (çinîn) dikevin.



2) astin (=aştin, estin, aftin, artin, êrtin, êjtin, axtin)

Mînak:

Parastin, qevastin, guhestin, pişaftin, spartin, hejmartin, kesaxtin, biraştin û hwd. -astin
parastin: Min
parast, Ez diparêzim (parast, parêz)
qevastin: Min
qevast, Ez diqevêzim (qevast, qevêz)
guhestin: Min
guhest, Ez diguhêzim (guhest, guhêz)
pişaftin: Min
pişaft, Ez dipişêvim (pişaft, pişêv)
spartin: Min
spart, Ez dispêrim (spart, spêr)
hejmartin: Min
hejmart, Ez dihejmêrim (hejmart, hejmêr)
kesaxtin: Min
kesaxt, Ez dikesêxim (kesaxt, kesêx)
biraştin: Min
biraşt, Ez dibirêjim (biraşt, birêj)

Wekî ku ji mînakan xuya ye, di dema borî de du tîpên dawî ên paşgira raderê (parastin) dikevin û di dema niha û dema bê de jî sê tîpên dawî (parastin) dikevin û tîpa "a" ya paşgira raderê (parastin) ditewe û dibe "ê" û hin tîpên piştî "a"yê jî vediguhêzin tîpeke din. (s - z, ş - j, f - v,)



3) -andin
Mînak:

borandin, çelqandin, çirandin, êşandin, hewandin, neqandin û hwd.

-andin
borandin: Min borand, Ez diborînim (borand, borîn)
çelqandin: Min çelqand, Ez diçelqînim (çelqand, çelqîn)
çirandin: Min çirand, ez diçirînim (çirand, çirîn)
êşandin: Min êşand, Ez diêşînim (êşand, êşîn)
hewandin: Min hewand, Ez dihewînim (hewas, hewîn)
neqandin: Min neqand, Ez dineqînim (neqand, neqîn)


Di dema borî de du tîpên dawî ên paşgira raderê (şewitandin) dikevin û di dema niha û bê de sê tîpên dawî ên paşgira raderê dikevin û û tîpa "a"yê vediguhêze "î"yê. (şewitîn)


4) Lêkerên ku koka wan ji dengekî pêk tê. bûn, çûn, kirin, xwarin.

bûn: Ez m, Ez dibim (bû, b)

çûn: Ez çûm, Ez diçim (çû, ç)

xwarin: Min xwar, Ez dixwim (xwar, xw)

Di dema borî de “in”a paşgira raderê dikeve û di dema niha û dema bê de tîpa yekemîn tenê dimîne.


5) Lêkerên bêrêbaz. Gotin, hiştin, man, dîtin... Dema ku ev lêker hatin jiberkirin, divê kişandina wan a li gorî deman jî bê jiberkirin lewre her yek ji wan xwedî rêbazeke cuda ye.

Gotin: Min got, Ez dibêjim (got, bêj)

Hiştin: Min hişt, Ez dihêlim (hişt, hêl)

Man. Ez mam, Ez dimînim (ma, mîn)

* * *

Wekî ku di hemû koman de diyar e, dema ku em lêkeran li gorî deman dikişînin, em awayên wan ên raderî li ber çavan digirin; ango wekî ku di ferhengan de cih digirin. Awayê raderî ya lêkeran çawa tê diyarkirin?
pêçan: Wan (ew) pêçan
girtin: Wan (ew) girtin
parastin: Wan (ew) parastin
borandin: Wan (ew) borandin
hatin: Ew hatin

çûn: Ew çûn

mirin: Ew mirin

Ev rêbaz ji bo hemû lêkeran derbasdar e û bi vî awayî em dikarin awayê raderî ya hemû lêkeran bi dest bixin. De niha em werin ser sernavê nivîsê. Ji bo ku mebest bi awayekî zelal bê fêmkirin, em li mînakên li jêrê binêrin:
Ez tewiyam, Ez ditewim
Ez xapiyam, Ez dixapim
Ez lefiyam, Ez dilefim

Lêkerên li jorê hatine nivîsandin, di ferhengan de wekî "tewîn", "xapîn" û "lefîn"ê cih digirin. Heke em van lêkeran wekî awayê ku di ferhengan de cih digirin qebûl bikin, pêwîst e ku em wan wekî "-în"ê bikişînin. An jî em ê riya ku ji bo hemû lêkerên din tê bi kar anîn, bi kar bînin û awayê ku di ferhengan de cih digire piştgo bikin.
Bi ya min, divê em çêkirina awayê raderî li ber çavan bigirin.
Ew tewiyan:
tewiyan
Ew xapiyan:
xapiyan
Ew lefiyan:
lefiyan

Piştî ku me van lêkeran wekî li jorî diyar bûne qebûl kir, em wan di deman de bikişînin.

tewiyan: Ez tewiyam, Ez ditewim (tewiya, tew)

xapiyan: Ez xapiyam, Ez dixapim (xapiya, xap)

lefiya: Ez lefiyam, Ez dilefim (lefiya, lef)

Wekî ku ji mînakan jî diyar e; lêkerên "-iyan"ê wekî lêkerên "-în", "-an" û "-tin"ê hatine kişandin. Me ji bo koma "-în", "-an" û "-tin"ê gotibû: “dema ku ev lêkerên me di dema boriya têdeyî de tên kişandin, tîpa dawî a paşgira raderê (çinîn) dikeve û tîpên din dimînin. Di dema niha û dema bê de jî hemû tîpên paşgira raderê (çinîn) dikevin.” Wekî ku di mînakên jorê de hatiye diyar; baştir e ku ev lêker di ferhengan de ji dêvla "tewîn", "xapîn" û "lefîn"ê ve wekî "tewiyan", "xapiyan", "lefiyan" cih bigirin. Ev yek dê fêrkirina zimanê kurmancî hêsantir bike.
http://www.azadiyawelat.com/forum/pesniyarek-ji-bo-ferhengnusan.aw

1/25/08

Çima Ubuntu/Linux?*



ubuntu-ku.pngAMED ÇEKO JIYAN

Em dikarin gelek rûpelan bi bersivên vê pirsê tije bikin lê ez dixwazim li ser çend sedeman tenê rawestim. Çima Ubuntu/Linux?

Ji ber ku Ubuntu/Linux reşaneke GNU/Linuxê ye û GNU/Linux di nava hemû Pergalên Xebatê (PX) de ya herî ewlekar e û Ubuntu/Linux di nava reşanên GNU/Linuxê de reşana herî bilez bi pêş dikeve û belav dibe ye. Çima Ubuntu/Linux? Ji ber ku Ubuntu/Linuks bikarhêneran di bikaranîn û guherandina bikêrhatin, ziman û pêşdebirina pergal û nivîsbariyan de azad dihêle. Çima Ubuntu/Linuks? Ji ber ku Ubuntu/Linuks ji hemû pergalên din bikêrhatîtir e. Çima Ubuntu/Linux? Ji ber ku GNU/Linux bi KURDÎ ye!!!

Ubuntu reşaneke Linuxê ye û wekî pergala xebatê ya komputerê hatiye amadekirin. Mirovekî ku komputer bi kar aniye (komputerên bi pergalên Windows, MacOS an jî bi pergaleke din a xebatê), dikare bi hêsanî Ubuntuyê jî bi kar bîne.

Komputer çawa tên bikaranîn? Wekî tê zanîn, divê berî her tiştî di komputerê de pergaleke xebatê (Linux, Windows, MacOs an jî pergaleke din) hatibe sazkirin. Bi sazkirina pergala xebatê re hin bername (wekî bernameyên nivîsandin, xêzkirin, guhdarîkirina muzîkê, temaşekirina vîdeoyan, gerok, peyamnêr û hwd.) saz dibin. Di komputeran de beşên ku mirov dikare lê pelên nivîs, muzîk, bername, wêne û hwd. tomar bike hene. Di nava hemû mirovahiyê de du cureyên bikarhênerên komputerê hene. 1 bikarhênerên ji rêzê, 2 jî bikarhênerên pispor. Bikarhênerên ji rêzê, bernameyên nivîsandin, peyamnêr, guhdarîkirina muzîk û temaşekirina fîlman û bernameyên gerok (browser) bi kar tînin. Her wisa hin bernameyên têkildarî karên xwe jî (wekî bernameyên mîzanpajê) bi kar tînin. Bikarhênerên pispor hem van bernameyan hem jî bernameyên ku têkildarî karên pisporî ên komputerê ne -bernameyên wekî bernameyên çêkirina bernameyan- bi kar tînin.

Bi awayekî basît em dikarin bêjin ku bikaranîna komputerê ji bikaranîna bername û beşên hard dîskê pêk tê. Nexwe heke em zanibin kîjan bername ji ku derê tê vekirin û çawa tê bikaranîn û pel li ku derê û çawa tên tomarkirin, em dikarin ji xwe re bêjin “bikarhênerê/a komputerê”.

Ji ber ku piraniya bikarhênerên komputerê, bikaranîna komputerê li ser Windows'ê hîn bûne, bikaranîna Windows'ê ji wan re gelek hêsan tê û hin bikarhênerên ji rêzê yên Windows'ê dema dikin ku Ubuntu'yê bi kar bînin, dibêjin ku bikaranîna Ubuntu'yê wekî bikaranîna Windows'ê ne hêsan e. Lê heke mirovekî ku ji bikaranîna komputerê tu tîştî fêm nake, bi Ubuntu'yê dest bi bikaranîna komputerê bike û wekî bikarhênerekî ji rêzê bikaranîna komputerê li ser Ubuntu'yê fêr bibe û dû re derbasî Windows'ê bibe, bikaranîna Windows'ê dê jê re gelek zortir be. Lê bikarhênerekî/e -wekî me li jorê got, ku zanibe bikaranîna komputerê ji zanîna “kîjan bername ji ku derê tê vekirin û çawa tê bikaranîn û pel li ku derê û çawa tên tomarkirin” pêk tê, dê karibe bi awayekî hêsan hem Ubuntu'yê, hem Windows'ê hem jî PX'yên din bi kar bîne.

Ji bo ku em Ubuntu’yê çêtir nas bikin, em li hin bernameyan binêrin. Bernameya ku di hemû komputerab de heye, bernameya ofîsê ye. Di Windows’ê de Microsoft Office ji bo vekirin û serastkirina pelên nivîsê hatiye pêşxistin. Di Linuxê de bernameya OpenOffice.org beramberî vê ye. Hemû karên ku hûn dikarin bi MS Officeyê pêk bînin, hûn dikarin bi OpenOffice.orgê jî pêk bînin. Di Windowsê de bernameya temaşekirina fîlman Windows Media Player e, di Ubuntuyê de Lêdera Fîlman e. Bi Lêdera Fîlman dikarî li VCD û fîlmên CD an jî DVD temaşe bikî. Di Windowsê de bernameya peyamnêr a demildest Live Messenger e, di Ubuntuyê de Pidgin e. Di Ubuntuyê de beramberî her bernameyeke Windowsê, bernameyek heye. Bernameyê Ubuntuyê, ji bo ku Ubuntu lezebez belav bibe, gelekî bikêrhatî ne û bikaranîna wan hêsan e. Ji ber vê ye ku Ubuntu di nava hemû pergalan de pergala ku herî zêde belav dibe ye.

Wekî ku me li jorê got, Ubuntu destûrê dide ku li hemû zimanan bê wergerandin. Ev demek e dirêj e ku wergerandina Ubuntuyê ji bo kurmancî didome. Gelek beşên Ubuntuyê û bernameyên Ubuntuyê li kurmancî hatin wergerandin. Bernameyên wekî OpenOffice.org, Firefox û Pidgin ku di Windowsê de jî tên bikaranîn, bi projeya wergerandina Ubuntuyê re ji bo Windowsê jî hatine wergerandin. Her wisa, dema ku Ubuntu tê wergerandin, di ber de Kubuntu, Xubuntu û hin beşên Edubuntu û Gobuntuyê jî hatin wergerandin. Pergala Xebatê ya yekemîn a bi kurdî Ubuntu bû lê niha gelekên din hene. Her wisa, bi wergerandina Ubuntuyê re, bêyî ku haya kesî jê hebe, Windows jî li kurmancî hat wergerandin.

Bername û pergalên ku li kurmancî hatine wergerandin ji malpera Ubuntuya kurmancî (http://www.ubuntu-ku.org) tên daxistin. Her wisa malpera forumê a ji bo alîkariya bikarhênerên kurmancî (http://www.pckurd.net) bi awayekî çalak xizmet û destekê dide bikarhêneran. Hemû kesên ku bixwazin, dikarin tev li koma teknîkî û/an jî koma wergerê bibin.



*http://www.azadiyawelat.com/forum/cima-ubuntu-linux-2.aw

1/16/08

Keça Xumxum Paşa

Carinan hin bûyer hene ku mirovan ji hin tiştan sar dikin, neyîniyekê dixin dilê mirovan, wisa dikin ku hêviyên mirovan dişkên. Lê hin bûyer hene ku berevajiyê vê, dilê mirovan germ dikin û hêviyeke qerase dixin dilê mirovan. Îro ez bûm şahidê bûyereke wisa. Ez ji we re bêjim, hûn matmayî bimînin. Lê beriya ku tiştê îro laqî hatim ji we re bêjim, ez dixwazim bûyereke din -ku mijara wan yek e lê neyînî ye- ji we re bêjim.

Sala 2004'an bû. Wê rojê hilbijartin hebûn. Ji bo dengdanê, ez, birayê min ê mezin, bapîrê min û dapîra min diçûn dibistana taxa me. Xwişka min a 9-10 salî jî bi me re bû. Em hem dipeyivîn hem jî dimeşiyan. Em laqî hevaleke xwişka min hatin. Hevala wê pê re bi tirkî peyivî û xwişka min jî bi tirkî bersiva wê da. Piştî ku hevala wê çû, min jê re got "çima bi tirkî dipeyivin, ma ew keçik jî bi kurmancî nizane?" Bersiva ku dilê min êşand "Gava ez di nav hevalên xwe de bi kurmancî xeber didim, her kes bi min dikene" bû. Û ew êş îro kewiya.

De ez werim ser "ew êş çawa kewiya"yê. Îro min xwe ji taxa Hukumet Qonaxiyê berda sûkê. Dem nîvro bû û zarok ji dibistanê derdiketin. Sê keçikên ku temenên wan li dora 9-10 salan bû li pêşiya min dimeşiyan. Keçikek ji wan li pêşiya her du keçikên din dimeşiya. Her du keçikên li paş, kenê xwe bi ya din dikirin. Yekê digot "Keça Paşa ye, keça Paşa" û dibû tîqetîqa wan. Û ya din digot "Keça tirka ye, keça tirka" û dîsa dibû tîqetîqa wan. Keçika li pêş carê li paş xwe dinihêrî û bi tirkiyeke zelal digot "Evet, oyleyim." (Belê wisa me) Her du keçikên li paş, dîsa pê dikeniyan û henekên xwe pê dikirin, "Keça Paşa ye, keça Paşa." "Keça Xumxum paşa ye, li xwe danayne bi kurmancî xeber bide."

îro ez laqî kê hatibim min bi peroşiyeke nedîtî ev bûyer jê re got. Êvarê, dema em li malê li ser şîvê rûniştin, min ev bûyer ji maliyan re jî got, ew ji kena zikopişto bûn û ez ji kêfa firiyam. Di nava ken û kêfê de bavê min pirs kir, "Hûn zanin Xumxum Paşa çi ye?" Heya wê qasê min nizanibû ku 'Xumxum Paşa' ker e.

Îro hêviyek kete dilê min. Êdî tu kes nikare rê li ber kurmancî bigire, Ne Tirk, ne Soran ne jî Kurmanc. Wisa xuya ye ku çerx berê xwe diguherîne. Ma ji çapa duyemîn a Kovara W jî ne diyar e? Êdî zarokên welatê min ji kurmanciya xwe fedî nakin û kenên xwe bi kur û keçên Xumxum Paşa dikin.

Amed Çeko Jiyan / Misirc

Çavkanî: http://www.amidakurd.com

1/13/08

V û W

Her çiqas cudahiya di navbera "V" û "W"ê de diyar û zelal be jî, gelek kes hene ku di birananîna van her du tîpan de çewtiyan dikin.
Peyvên ku "V" û"W" herî zêde tê de çewt tên bikaranîn û rastnivîsandina van peyvan ev in:

Rast Çewt
Welat Velat
Westabûn Vestabûn
Wisa Visa
Wax wax Vax vax
Heval Hewal
Silav Silaw
Çawa yî? Çava yî?
Bi hev re Bi hew re
Çav Çaw
Şev Şew

Em gelek caran dibînin ku ev peyv li ser otobusan -mixabin çewt- tên nivîsandin. Her wisa di gelek malperên kesên bavkurd de jî ev peyv çewt tên nivîsandin.
Dibe ku hin kes bêjin kurdên bakur di bin bandora kurmanciya jêrîn (soranî) de dimînin û dibêjin "Silaw", "Çaw" û "Şew". Lê ez vê angaştê rast nabînim lewre di navbera kurdên bakur û başûr de têkiliyeke wisa ku karibin bandorê li ser hev bikin nîn e û li hêla din ve, kurdên bakur ji kurmanciya nivîskî pir dûr in û soranî jixwe ji wan ve xuya nake (dûrbûna wê hûn biramin)
Ji ber ku ev çewtî tenê ji hêla kurdên bakur ve tên kirin, ez ê mînakên ji alfabeya tirkî bidim. Tîpa "V"yê di alfabeya kurdî û tirkî de bi heman dengî tên bilêvkirin. Dema ku me peyva"Vatan" a tirkî bilêv kir, me ji bo tîpa "V" a di vê peyvê de bi çi dengî derxist, em ê tîpa "V" a di peyva "Heval"ê de jî bi heman dengî derxin. Yanî "V" hem di tirkî de hem jî di kurdî de bi eynî dengî tên bilêvkirin.
Ez wisa bawer dikim ku çewtiya bilêvkirina tîpa "V"yê ji ber "W"yê ye. Tîpa "W"yê di tirkî de tune. Dema ku tirk îngilîzî dipeyivin, "W"ya îngilîzî wekî "V"yê dixwînin.
Mînak: Water (Votr), One (Van), Wish (Viş)

Îca, kurdên ku di ser tirkî re xwe digihînin cîhana derveyî, hemû çewtiyên ku tirk dikin wekî rast qebûl dikin û ji "Welat"ê re dibêjin "Velat" û ji "Westiyam"ê re dibêjin "Vestiyam". Bivê nevê ev çewtî bandorê li ser bilêvkirina "V"ê jî dike. Yanî li gorî mantiqê, dema ku "W" bibe "V", hewce ye ku "V" bibe tiştekî din. Di encamê de "V" jî dibe "W" û "Heval dibe "Hewal", "Silav" dibe "Silaw" û "Çav" dibe "Çaw".