3/14/10

Çîrokeke Zivistanê cemedan dihelîne






AMED ÇEKO JIYAN
Lîstika muzîkal a Haldun Dormen Çîrokeke Zivistanê, ku berê bi tirkî hatiye lîstin û wekî fîlm jî hatiye çêkirin, ji hêla Mem Mîrxan, Lal Laleş û Mîran Janbar ve li kurdî hatiye wergerandin û şanogerên serkeftî yên Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) lîstik derdixe ser dikê. Lîstika ku 26’ê sibatê cara yekemîn derkete ser dikê, hê jî eleqeyeke nedîtî dibîne. Di hefteya sêyemîn de jî şanogeha Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têrî hezkiriyên şanoyê nekir. Bilêtên Çîrokeke Zivistanê tune diçin. Lîstik hefteyê du rojan tê listîn. Hejmara kesên lîstik temaşe kiriye ji 2 hezar û 200’î derbas bû.
Çîroka lîstika ‘Çîrokeke Zivistanê wiha ye: Qeymeqamê nû yê nahiyeyê ji ber ku berf bariye nikare bê. Lê ev nahiye cihê mirovên sextekar, kedxwar, îstîfkar û sûkereşkaran e. Hemû welatiyên ku ji ber sextekar û îstîfkaran bêzar bûne, bi kelecan û mereqê li benda qeymeqamê nû ne. Rojekê du kes tên bajar û Çawişê Dîn wan bi bajariyan wekî qeymeqamê nû û cîgirê wî dide nasîn. Ev du kesên ku wekî qeymeqam û cîgirê wî dest bi kar dikin, hewl didin ku hê berf neheliyaye, gel ji destê kedxuran rizgar bikin... Piştî ku berf dihele, rastî derdikeve holê.
Me got ev lîstik berê bi tirkî wekî fîlm hatibû çêkirin. Di wî fîlmî de Qeymeqamê Dîn ango serleheng Kemal Sunalê ku wekî Înek Şaban (Şabanê Çêlek) dihat naskirin bû.
Lîstikvanên DBŞT’ê ku berê jî gelek lîstikên hêja derxistine ser dikê û heqê lîstikan danê, di vê lîstikê de jî performanseke hêja nîşan didin. Ji hêla gelek koman ve gelek lîstik bi kurdî hatine ser dikê. Lê rexneya herî zêde derdiket pêş ew bû ku ‘her lîstikvanek bi devoka gundê xwe dipeyive’. Lîstikvanên DBŞT’ê jî di gelek lîstikên xwe yên ku berê derxistibûn ser dikê de di heman kêmasiyê de bûn. Lê di çend lîstikên dawî û di vê lîstikê de jî, lîstikvan êdî bi kurdiyeke standard dipeyivin.
Lîstikvanekî sînemaya tirkî ku niha navê wî nayê hişê min, li hemberî rexneyên wekî ‘Li Yeşîlçamê fîlmên hêja nehatine çêkirin’ digot ‘me qet tiştekî baş nekiribe jî, me ev gel fêrî axaftinê kir.’ Ji ber vê hêla şano û sînemayê ku ji dibistan û televîzyonan bêtir bandorê li ser gel dikin, pêkan e ku di nava civakê de kurdiyeke standard bê bicîkirin. Wisa xuya ye ku lîstikvanên DBŞT’ê bi kurdiya xwe ya ber bi standardbûnê ve, dê hê bêtir bên temaşekirin.















Digel ku pêşandana lîstikê beriya mehekê dest pê kir jî, eger mirov hefteyek berê bilêtên xwe veneqetînin, du-sê rojan beriya lîstikê nikarin ji bo lîstikê bilêtan peyda bikin. Ev eleqeya germ a nedîtî ger ji Haldun Dormen ger jî ji Kemal Sunal diqewime, rasterast vediguhere eleqeya ji bo şanoyeke kurdî. Bi vê hincetê jî, şanogerên kurdî li hemberî eleqeyeke wisa nîşan didin ka dikarin çiqasî serkeftî bin.
Di vê rewşa ku di her warî de li hemberî bêeleqebûna ji bo berhemên bi kurdî gazinc tên kirin, ev lîstik dikare bibe derfet ku berhemên kurdî jî ji niha pê ve eleqeyeke germ bibînin û ev eleqeya germ cemedên ji hêla dagirkerên Kurdistanê ve bi polîtîkayên asîmîlasyonîst di navbera kurdî û kurdan de hatine çêkirin, bihelîne.



http://welat.org/haber_detay.php?haber_id=70868

No comments: