3/18/10

Ev warê şerê hegemonyayê

Helbestvan û werger Kawa Nemir, ku bi gotineke di cî de ‘qiyametek pirtûk wergerandine, Hemû Soneyên William Shakespeare jî li pirtûkxaneya kurdî kire diyarî. Kawa Nemir ku îsal ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hêjayî Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç hat dîtin, mizgînî da ku dê gelek berhemên kesên wekî James Joyce, William Blake, John Keats, Seamus Heaney û gelekên din bibin kurdî. Nemir ku girîngiya duristkirina nexşeriyeke neteweyî anî ziman, got “Kingê ku welatê min li şûna Ehmed Arif, Sezaî Karakoç û neviyên wan Uryanî, Xanî, Mela, Feqî, Siyehpoş, Nalî û Cegerxwîn, Goran, Peşêw, Rojen Barnas, Arjen Arî, Berken Bereh, Mehmed Ûzûn, Helîm Yûsiv, Jan Dost, Hesenê Metê û navên nifşê Rewşenê bixwîne, em ê wê hingê bibînin bê qayîşkêşan çawa çêdibe.”


AMED ÇEKO JIYAN – ÇETÎN ALTÛN - AZADIYA WELAT

Helbestvan û werger Kawa Nemir, ku bi gotineke di cî de ‘qiyametek pirtûk wergerandine, Hemû Soneyên William Shakespeare jî li pirtûkxaneya kurdî kire diyarî. Kawa Nemir ku îsal ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hêjayî Xelata Ziman a Feqî Huseyîn Sagniç hat dîtin, mizgînî da ku dê gelek berhemên kesên wekî James Joyce, William Blake, John Keats, Seamus Heaney û gelekên din bibin kurdî. Nemir ku girîngiya duristkirina nexşeriyeke neteweyî anî ziman, got “Kingê ku welatê min li şûna Ehmed Arif, Sezaî Karakoç û neviyên wan Uryanî, Xanî, Mela, Feqî, Siyehpoş, Nalî û Cegerxwîn, Goran, Peşêw, Rojen Barnas, Arjen Arî, Berken Bereh, Mehmed Ûzûn, Helîm Yûsiv, Jan Dost, Hesenê Metê û navên nifşê Rewşenê bixwîne, em ê wê hingê bibînin bê qayîşkêşan çawa çêdibe.”


AMED ÇEKO JIYAN – ÇETÎN ALTÛN - AZADIYA WELAT
Wergerandina hemû soneyan çi qas dem ajot?
Ne ku di nava van hemû salan re yekane karê min wergerandina soneyan bû, lê min 16 sal berê dest bi wergerandina hemû soneyan kir, min di ber re birrek deqên din wergerandine kurdî, lê pêvajoya wergerandina hemû soneyan 16 sal e.

Te hemû soneyên Shakespeare wergerandin kurdî. Gelo sedemeke taybet heye, ku te ji bo wergerandinê Shakespeare hilbijart?
Ez her dibêjim, ku Shakespeare ne kesê pêşîn e, wekî min jê berhem wergerandin, lê di nava navên mezin û girîng de yê pêşîn e min dest bi wergerandinê kir. Dîsa dibêjim, li gorî pîvana dijwariyê û giriftiyê, piştî Shakespeare nivîskarê ku beriya ku ez bimirim min dil heye tevî samana kurdî bikim nivîskarê îrlandî James Joyce û beriya hemû berhemên wî jî romana wî ya Ulysses e.
Lê pirs ew e, wekî çima beriya hemûyên mezin, Shakespeare û nexasim jî hemû soneyên wî. Zimanê kurdî hebûna min e; heke em ê behsa namûsê bikin, heke em ê behsa Kurdistanê bikin, heke em ê behsa ala xwe û nav û nîşana xwe bikin, ev hemû tên û li mijara zimên disekinin. Îcar, serêşiya min ew e, ka gelo ez ê çawa zar û zimên li vî zimanî bigerînim, ez ê çawa rê û delîveyên xwederbirranê firehtir bikim û ka riya vê yekê çi ye? Di vê yekê de, pişta min bi kelama kurdî, ango çi devkî çi jî nivîskî, bi kelepora min rast e, yek jî bi kelepora cîhanê, ango bi berhemên navên gerdûnî û bi alîkarî û desteka ku ez, heta ku ji min hat, wan bînim nava kurdî û ji wan werbigirim ji bo xêra geşedan û kulîlkvedana zimanê me. William Shakespeare, bi raya min, heke başebaş bi kurdî bikaribe bikelime û beşdarî qonaxa me ya nûjenbûnê bibe, dê bikaribe bibe yek ji mezintirîn sedemên bifirêketina vî zimanî. Ez behsa kûranî û firehiya zerengiya zimanê wî yê di berhemên wî de dikim.
Dibêjin zêr dizane, zor dizane, lê ez jî dibêjim, devê Shakespeareê kelamjor dizane. Lewma Shakespeare.
























Wergerandina soneyên Shakespeareê ku di wêjeya cîhanê de xwedî ciyekî girîng e û bi sedan salan berê hatiye nivîsandin ji bo Wêjeya Kurdî çi îfade dike?
Yek; ev werger serfiraziya zimanê kurdî ye, ku rêzeke helbestên evînê yên bêhevta anî kir kurdî. Dudu; bi raya min, ev werger ê hêz û şiyaneke mezin bide wergêr û helbestkarên kurd ên ku piştî me bi van karan rabin. Sisê; zimanê kurdî bi peyaneke bi vî rengî li hemberî zimanine berra jî xurt dest pê dike hêz û şiyana xwe, tixûbên xwe diceribîne. Çar; Wêjeya Kurdî dest pê dike dibe wêjeyeke cîhanî, ku ev kelepora gerdûnî çi qasî were bi kurdî ji nû ve bê kelimandin, ew ê ew qasî ciyê nasnava xwe li ser dika cîhanê qewîn bike. Pênc; ev werger wergêrekî kurd ê Shakespeare diyarî koma wergêrên cîhanê yên Shakespeare dike. Ev jî ne tiştekî hindik e.

Gelo pîlan dikî di sibehrojê de lîstikên şanoyê yên Shakespeare jî, ku wekî lîstik bi gelek zimanan hatine lîstin, wergerînî kurmancî?
Jixwe ez ev ji panzdeh salan zêdetir e ji aliyekî ve jî lîstikên Shakespeare werdigerînim kurdî. Bo niha du lîstikên wî, Xewna Şeveke Havînê û Romeo û Juliet li ber çapê ne. Me wekî Weşanxaneya Lîsê biryar girtiye, wekî em salê bi kêmanî du an jî sê lîstikên Shakespeare çap bikin û sala bê jî, pîlan ew e em Macbeth, Hamlet û Othello diyarî kurmancî bikin. Bi vî awayî, pîlana min ew e ez heta şeş heft salan hemû lîstikên Shakespeare diyarî kurdî, zaravayê kurmancî bikim. Bo deh salên bê, karê min ê sereke dê ev be, wekî ez hemû kuliyata Shakespeare bikim malê kurdî.

Li Îngilistanê, ji bo têgihiştina berhemên Shakespeare perwerdehiya ‘Zimanê Shakespeare’ tê dayîn. Gelo zehmetiyên wergerandina wî ji bo kurmancî çi bûn?
Zehmetiya pêşîn ew bû, ku zimanekî me yê zerîf î letîf û delal heye, lê dagirkeran ew tepeser kiriye, nuansên wî, kûraniyên wî berî dane mirinê, qet nebe, dest pê bûye têne jibîrkirin. Hevoksazî, dengsazî û hêza derbirranê, çi ji ber êrîşkariya dereke, çi jî ji ber bişivana ku hêmana navxweyî ya gurrbûna êrîşan e û bi destê me kurdan êdî kiriye bibe saziya oto-asîmîlasyonê, di qonaxên nûjenbûnê de, teng bûye, bi vê jî nehatiye ser, mirina zimanekî hatiye elamkirin.
Ne bi tenê ji wergerandina berhemên Shakespeare, lê ji hemû karê wergerê yê ku min kiriye û dikim armanca min her ew bûye ez bi xebata xwe ya daxilî bernameyekê û rênexşeyekê vê qonaxa kuştinê ji nav bibim, bi alîkariya wergerê zimanê xwe rakim ser zîn. Lewma, ji nava 80 berhemên min ji îngilîzî wergerandî her yekê ez bi jinavbirina zehmetiyekê hisandim û wan dawiya dawî berê min da kelepora me bi xwe. Lewma jî, bi azmûna min ji qiyametek wergerên xwe wergirtî û bi gencîneya ji Xanî, Feqî û Mela bigirin heta Cegerxwîn, Evdila Goran, Arjen Arî û gelek navên din, bi zargotina me ya ku bi qasî ku hatiye berhevkirin min zimanekî wergerê durist kir.
Min di vê riyê de dêla xwe di gelek qulan de rût kiriye, lewma jî, hemû zehmetiyên vî warî bi tomerî bi ser min de bên jî, şûrê min ê şervaniya bêdawîtiyê ji kalanê xwe kişiyaye carekê. Zehmetî ne xema min in!

Dema ku mirov li rewşa kurmancî dinihêre, dibîne ku ji hêla hejmara pirtûkên ku têne çapkirin ve û ji hêla naveroka wan pirtûkan ve îro nikare bi gelek zimanan re bikeve qayîşkêşanê. Li gorî te, sedemên sereke yên lawazbûnê û astengiyên li ber geşbûnê çi ne?
Beriya her tiştî pêwîst e em kurd baş tê bigihîjin, heke em warê çandî wekî warê şerê hegemonyayê nebînin û li gorî wê yekê em rênexşeyeke neteweyî durist nekin, mixabin em ê çu caran di avakirina Kurdistana xwe, rizgarkirin, parastin û bipêşvebirina zimanê xwe, çanda xwe û wêjeya xwe de bi ser nekevin. Divê em ji destkeftinên cîranên xwe û cîhanê sûdê werbigirin, lê ji wê jî bêtir divê em xwe ji nîrê ziman, çand, wêje, huner û rabûn û rûniştina tirkan, ereban û farisan rizgar bikin, em xwe ji wan bişon. Kes ne birayê tu kesî ye û ne em birayên wan in, ne jî ew birayên me ne. Tiştê ku ew bi hemû şêweyan li ser me ferz dikin hegemonya ye, çi spî çi jî reş, dagirkerî ye û divê em di guhê gê de ranezin!
Doza me ya neteweyî heke ne zelal be, em ê ber bayê her kesî bikevin. Çareseriya pirsa ku hûn dikin; pêşî pirsa navê welatê me ye, Kurdistan e; paşê, bê tirs û guman û bê bazarkirin parastina hemû mafên me yên rewa ye; paşê, qaşo tiştekî biçûk tê zanîn, lê gelekî mezin e, jinavbirina serxweşiya ku kesên mîna Ehmed Arif, Sezaî Karakoç û neviyên wan didin me. Kingê ku welatê min li şûna wan navan Uryanî, Xanî, Mela, Feqî, Siyehpoş, Nalî, Cegerxwîn, Goran, Peşêw, Rojen Barnas, Arjen Arî, Berken Bereh, Mehmed Ûzûn, Helîm Yûsiv, Jan Dost, Hesenê Metê û navên nifşê Rewşenê bixwîne, em ê wê hingê bibînin bê qayîşkêşan çawa çêdibe.




















Ji bo bipêşdebirina Wêjeya Kurmancî, gelo çi bar dikeve ser milê weşangeran, sazî û dezgehên çandî û siyasetmedarên kurd?
Weşangerên kurd divê girîngî û pûteyê bidin karê edîtoriyê. Divê hay ji rê û rêbazên weşangeriya gerdûnî hebin. Weşangerî ne beqalî ye, ne jî dikandarî ye. Ew dizanin ez çi dibêjim.
Sazî û dezgehên me yên çandî û siyasetmedarên kurd?! Bi tenê gotineke min ji van canik û camêrên me yên delal re heye. Ez heyretzede me. Hûn çi ji van dizên esilkurd ên ku hunermendiya wan kenê miriyan tîne, gelo hûn bi banga xwe ve çi ji van kurmên darê yên wekî Yılmaz Erdoğan, Bejan Matur, Îbo, Mehsûm û keriyê bêkêran hêvî dikin? Qey ji ber vê bêxemî û nizanim çiyê we nîn e, ku qiyametek nivîskar, helbestkar, hunermend û rewşenbîrên kurd î xemxur li gelek deveran perîşan bûne? Ez ku îro gotina xwe ya rast texsîr bikim, ez ê xwe bixapînim. Ez naxwazim xwe bixapînim.

Ji bo ku di sibehrojê de pêk bînî, li pêşiya te, bi vî rengî çi kar hene gelo?
Weku min got, wergerandina hemû berhemên Shakespeare karekî min ê berdewam e. Ya duduyan; min beşin jê ceribandine, lê ez ê êdî hêdî hêdî dest bi wergerandina Ulyssesa James Joyce bikim. Ya sisiyan; hemû wergerên xwe didim hev, çap bibin jî nebin jî, ez wan amadeyî çapê dikim, navên mîna William Blake, John Keats, Shelley, Coleridge, Sylvia Plath, Anne Sexton, Emily Dickinson, H. D. Amy Lowell, Langston Hughes, Carl Sandburg, Stephen Crane, Robert Creeley, Stevie Smith, Seamus Heaney û gelekên din. Wekî din jî, ez hemû berhemên Oscar Wilde jî werdigerînim, ji wan romana Wêneyê Dorian Gray û tibabek çîrokên wî ji zû ve amade ne. Xebatên min ên têkildarî edîtoriya Rêza Klasîkên Cîhanê û edîtoriya rêzine din a Weşanxaneya Lîsê berdewam in.
Kar gelek e; divê em bixebitin, divê em bixebitin…

Ji bo kurdî werger jêneger e!
Ji bo kurmancî, ku bi sedan salan nivîsandin li hêlekê, axaftina bi wî zimanî jî hatiye qedexekirin, girîngiya wergerê, bi taybetî girîngiya wergerandina klasîkan çi ye?
Kurt û bi kurmancî; ne ji wergerê be, em ê çu caran nikaribin devê şikefta gencîneya xwe û kelepora xwe vekin. Ne ji wergerê be, ne em ê bikaribin Xanî û gewreyên xwe baş nas bikin, ne jî em ê bikaribin wan bi cîhanê bidin naskirin. Ne jî wergera klasîkên cîhanê be, romannûs, çîroknûs û helbestkarên me dê ji xwe re qewlikan bibêjin. Ne ji wergerandina deqên teorîk û şanoyê be, ne wê rexnegirên kurd rabin, ne jî wê şanoya kurdan, sînemaya kurdan, zanista kurdan, felsefeya kurdan bê damezirandin. Me dest pê kiriye em sed romannûs û çîroknûsên mezin ên cîhanê, berhemên navên wekî Shakespeare, Faulkner, Marqueze, Kafka, Yaşar Kemal, Oscar Wilde, Daniel Defoe, Charles Dickens, William Saroyan û êd. werdigerînine kurdî. Bila ev hemû çap bibin, di nava pênc an jî deh salan re ji aliyê girseyan ve bêne xwendin, em paşê rûnên careke din bipeyivin. Em ê wê hingê bibînin kî berx e, kî beran e, em ê bibînin çi ka kê heta niha dara derewan av daye.



http://welat.org/haber_detay.php?haber_id=71044&Grup=DOSYA

No comments: