3/7/10

Li ser înternetê gera kurdewar


Amed ÇEKO JIYAN - AMED

Mozilla Firefox ku wekî gerokeke (browser) çavkaniya vekirî û nivîsbariya azad derketiye bazarê, ji roja hatiye belavkirin heta niha, di nav bikarhênerên înternetê de bi lezgînî belav dibe. Mozilla Firefox ku pêşî bi ramanên Çavkaniya Vekirî bû reqîbê Internet Explorera (IE) Microsoftê, piştî ku li gelek zimanan hate wergerandin textê IE'yê hejand.
Beriya Mozilla Firefoxê, digel ku hin gerokên din hebûn jî, em dikarin bêjin ku gera li ser înternetê di bin tekela Înternet Explorera Microsoftê de bû. Microsoftê gelek salan, ji bo ku bikarhênerên kompîturê bi xwe ve girêbide geroka IE'yê tenê ji bo Windowê çêdikir û ji ber vê jî, Înternet Explorer wekî sembola înternetê dihate nasîn.

TEXTÊ IE'Ê HEJAND
Lê ev tekel û desthilatdariya dêwa kapîtalîst Microsoftê pir neajot. Dema ku cara yekemîn Mozilla jî kete bazara înternetê, tu kesî texmîn nedikir ku dê li hemberî vê dêwa kapîtalîst reqîbeke xurt derkeve. Lê digel her tiştî, ji ber hin kêmasiyên teknîkî, Mozillayê nekarî li hemberî IE'yê derkeve pêş. Li ser vê jî, ji hêla Mozillayê ve Mozilla Firefox bi lîsansa GPL (General Public License – Lîsansa Giştî ya Mecaweriyê) kete bazarê. Ji roja ku GPL hatiye avakirin ve, ji bo dêwa tekel a kapîtalîst Microsoftê bûye tirsa herî mezin. Bername û pergalên ku di bin lîsansa GPL'ê de ne, bi tu awayî nayên firotin seba wisa tê qebûlkirin ku zanîn ne malê tu kesî ye; zanîn bi hezaran salan bi keda bi hezaran kesan bi pêş ketiye. Dema ku bernameyek bi lîsansa GPL'ê tê belavkirin, ji her derên cîhanê mirov dikarin heta kodên wê, wê binirxînin û eger hebe kêmasiyên wê temam dikin û çewtiyên wê serast dikin. Ji ber vê xebata komunal, bernameyên GPL'ê wekî berhem û hilberînên cemaweriyê tên qebûlkirin û bi vê şêweya xebatê, bername û pergalên herî baş yên bi lîsansa GPL'ê ne.

ZANÎN MALÊ GEL E
Mozilla Firefox jî di bin lîsansa GPL'ê de kete bazara înternetê û ji ber vê taybetmendiya xwe, di demeke kin de belav bû û textê IE'yê hejiya.
Mozilla Firefox ku ji hêla Koma PCKurdNet'ê ve tê wergerandin, ji mêj ve xizmetê bi kurdî jî dide. Ligel vê azadiya ku Mozilla Firefox ji bo hemû zimanan pêşkêş dike, bi taybetmendiyên xwe yên astenkirina malperên êrîşkar û hwd. wekî geroka herî ewle; bi navrû, dirb û pêşekên xwe yên xweşik wekî geroka herî xweşik; bi vekirina hilpekînan, paqijkirina daneyên taybet û tomarkirina bijareyan wekî geroka herî bikêrhatî û bi leza xwe jî wekî geroka herî lezgîn tê nasîn.
Mozilla Firefox di her guhertoya xwe de tiştekî nû li xwe zêde dike û di warê gera li ser înternetê de derfetên bêhempa pêşkêşî bikarhênerên înternetê dike. Taybetmendiya dawî ya Firefoxê, 'Personas' e. Personas ew taybetmendî ye ku bikarhênerên înternetê dikarin dirb û navrûyê geroka xwe li gorî dilê xwe biguherînin. Firefox ku ji mêj ve bi kurdî jî tê belavkirin, bi personasan navrûyên kurdewar jî pêşkêş dike û zêdetir dibe kurdewar.

GERA KURDEWAR
Bi personasên der barê Azadiya Welat, Xaltîka Eyşo, Koma Pckurd, Ubuntuya Kurdî, Egîd, Mazlum Dogan, KCK û gelek hêmayên din ên kurdewar hatine amadekirin, ligel zimanê Firefoxê, navrûyê wê jî bi reng û hêmayên kurdewar xemilî. Yên dixwazin bi van navrûyên kurdewar bikevin înternetê, dikarin bikevin malperên www.pckurd.net û www.mozilla.com/kuyê.

No comments: