11/19/16

1- The Wolf and the Lamb - Gur û Berx

1- The Wolf and the Lamb*

Wolf,
meeting with a Lamb astray from the fold, resolved not to lay
violent
hands on him, but to find some plea to justify to the Lamb
the
Wolf's right to eat him. He thus addressed him: "Sirrah, last
year
you grossly insulted me." "Indeed," bleated the Lamb in a mournful
tone
of voice, "I was not then born." Then said the Wolf, "You feed
in
my pasture." "No, good sir," replied the Lamb, "I have not yet
tasted
grass." Again said the Wolf, "You drink of my well." "No,"
exclaimed
the Lamb, "I never yet drank water, for as yet my mother's
milk
is both food and drink to me." Upon which the Wolf seized him
and
ate him up, saying, "Well! I won't remain supperless, even though
you
refute every one of my imputations." The tyrant will always find
a
pretext for his tyranny.Gur û Berx
Rojekê gurek laqî berxikekê tê ku ji kerriyê xwe dûr ketiye. Niyeta Gurî xwarina berxikê bû lê wî dixwest ji bo vê hincetekê bibîne. Gurî xwe çeng kir ber berxikê û gotê:Xorto, par te heqaret li min kiribû.” Berxikê got, “Waaa” û bi dengekî melûl dewam kir, “Ez hê neketime sala xwe.” Li ser vê, Gurî got,Ev erdê min e tu diçêrî.” Berxikê bersivand,Min giya nexwariye.” Dîsa Gurî got,Te ji bîra min av vexwariye.” Berxika biçûk qîriya, “Na! Min av venexwariye. Şîrê diya min ji min re hem xwarin e hem vexwarin.” Li ser vê, Gur hilpekiya ser û dema ku ew xwar di ber xwe de got,Baş e! Tu hemû hincetên min pûç derxî jî, ez tI caran xwe
şîv nahêlim.”

Tîran her tim ji bo tîraniya xwe hincetan bibîne.


Provided by The Internet Classics Archive.
See
bottom for copyright. Available online at
   
http://classics.mit.edu//Aesop/fab.html

Aesop's
Fables
By
Aesop
Werger/Translation: Amed Çeko Jiyan, Flê Jiyan

10/30/16

MÎR Translation

MÎR Translation

professional, native and freelance translators

We are…

translating from/into Kurdish, English, German and Turkish.
For more details, please click on http://www.mirtranslation.com/






10/3/16

Parseka Dermanan*


Ez wê rojê li Amedê, li Deriyê Çiyê bûm, li Qada Şêx Seîd.
Hewa ecêb bû, geh şilî bû geh sayî bû. Carê dinya vedibû, tavekî xweş derdiket, lê paşê baranekê didayê û erd şil dibû. Piştî ku baran disekinî, careke din tav derdiket lê hê erd ziwa nedibû, dîsa baranê didayê.
Rewşa baranê jî wekî rewşa hewayê bû; carê hema çend dilop dibariya, mirov jê nedireviyan lê carê jî baraneke gur didayê û hema her kesî çavê xwe li stareyekê digerand.
Gava baranê careke din sist kir, kalemêrekî bala min kişand. Wî kalemêrî çend dest cilên stûr lê belê peritî û qetiyayî li xwe kiribûn. Di ser wan cilan de jî cakêtekî wekî wan cilan peritî û qetiyayî li ser bû. Kalemêrê ku ji bo xwe ji baranê biparêze kîsikekî naylon wekî şewqe dabû serê xwe, erebokeke destan ya yektekerî diajot. Erebok ji wan erebokan bû ku li pêş tekereka biçûk heye û bi her du destikan tê bilindkirin û ajotin.
Wekî ku ji bin naylonê ser erebokê xuya dibû, barê zilamê kal kaxiz, karton, kîsikên naylon, yanî tiştên ji çopê hatine berhevkirin bûn. Kalemêr bi ereboka xwe çû û li ber qutîka çopê zîq sekinî. Qutîka çopê jî hema hesinekî bi qasî metreyekî bilind û li nîviyê wê jî xelekeke hesinî hebû û kîsikeke naylon pê ve hatibû girêdan. Hesinê giloverik yê hema bêje du bostan ji xeleka hesinî bilindtir, nedihişt ava baranê bikeve nav kîsikê naylon.
Zilamê kal, bêyî ku zendên xwe ba bide, destê xwe xist nav kîsikê naylon ango nav çopê û kaxiz, karton, tilûmokên avê û kolayê û hema çi tiştê kaxiz, naylon yan jî metal hebe ji navê derxist û di ereboka xwe de bi cî kir.
Karton û naylonên di erebokê de wisa xweş hatibûn tekûzkirin ku dema carê bayekî hinek xurt dihat û naylonê li ser hildida jî, tu tişt jê nedibir.
Piştî ku wî kalemêrî hemû “tiştên bi kêr” ji nav wê çopê derxistin, cilê xwe yê ji ber şalwarê amedî derketî careke din baş xist nav şalwarê xwe, şalwarê xwe ji navtengê ve hinekî hilda jorê û ereboka xwe li ser tekerê pêş ajot.
Kalemêr wisa bêdeng û bê his tevdigeriya ku ew çend kes di wirê re dihatin û diçûn lê haya kesî jê çênedibû.
Gelo ew kalemêr li ser vê rewşa ku “tu kes wî nabîne” tu carî fikiriye? Hema belkî tune be, belkî tenê xeyalek be? Lê ev xeyala kambax xeyala kê ye ku kalemêrek xistiye vî halî?
Dema min li çûna zilamê kal temaşe kir, ez ketim nav hizr û ramanan. Gelo vî kalemêrî malbateke çend kesî xwedî dikir? Êvarê ji bo şîvê çavê çend kesan li riya wî bû? Di maleke çawa de dijiya? Rojê çend danan xwarin dixwar? Belengazî, feqîrî, bêçaretî, tuneyî, perîşanî, keda helal, jiyaneke bi rûmet, bêminetî... û li gelek tiştên din fikirîm.
Gava ji nav deryaya hizran derketim û vegeriyam jiyana rastîn, kalemêrê ku av li mîroyan şîlo nedikir, ji zû ve çûbû û ji xeynî çend qaşilên fêkiyan ku dema tişt ji nav çopê derdixistin ketibûn derdora kîsikê şîn, li dû xwe tu şop nehiştibû.


Roja din di eynî saetê de li heman ciyî bûm. Erd ziwa û ezman sayî bû. Tavekî tûj li jorê dibiriqî. Meydana Şêx Seîd ji mirovên betal tije bûbû. Hema kî ji xwe re ciyekî rûniştinê dîtibû li wirê rûniştibû. Gelek kes jî wekî mîroyan digeriyan û ji derekê diçûn dereka din. Min li dora kîsikên çopê yên li qadê çavê xwe li wî kalemêrî gerand, lê ne li wan deran bû. Ez qaseke xweş li wir li benda hatina zilamê kal mam, lê nehat.
Çend gavan ji wê, kîsika çopê ku min do kalemêr li wir dîtibû, pîrejinek hema li ber rê li keviya qadê rûniştibû. Pîrejina ku kaxizek di destê wê de bû, hema kî di wirê re derbas dibû gazî dikir. Ji kurikan re digot, “kurê min, were were”, ji keçikan re digot, “keça min, were were” û ji zilamên navsere re jî digot, “bavê min, were were”.
Gava ku kesên wê gazî dikirin berê xwe didanê, bi heyecan digot “were were”. Kî diçû balê, jinika pîr kaxizê di destê xwe de nîşan dida, paşê bi destên xwe çokên xwe miz dida û bi tirkiyeke xirabe alîkarî dixwest.
Gava bala min çû ser pîrejinê, jineke temenê wê li dora sî salî li ber sekinîbû, kaxizê pîrê di destê wê de û li pîrê guhdarî dikir. Jinika ku ji pîrê fêm nedikir, xwe tewand û xwe nêzîkî wê kir. Piştî ku jê fêm kir, ji nav çenteyê xwe pereyekî kaxiz ku ji rengê pere yê şîn diyar bû sed milyonê tirkî ye, li gel kaxizê pîrejinê dabûyê, da pîrejinê. Lê pîrejinê pereyê jinikê lê vegerand û nivîsa li ser kaxizê di destê xwe de nîşan da. Jina ciwan ya ku ji vê helwesta pîrê tiştek fêm nekiribû, ji bo alîkariyê çavê xwe li derdorê gerand. Kaxizê pîrê dirêjî du xortên ku di wirê re derbas dibûn kir û ji wan alîkarî xwest. Yek ji wan xortan pêşî kaxiz nîşanî pîrejinê da, piştî derdê pîrejinê fêm kir, li jinikê vegeriya û ji nav dikanên li hember dermanfiroş nîşanî jinikê da. Diyar bû ku pîrejinê dixwest jinik dermanên navên wan li ser kaxiz dinivîse jê re bikire.
Jinika ciwan rahişt kaxizê pîrê û di gavê de çû cem dermanfiroş derman kirîn û hat ew derman dan pîrejinê.
Wê gavê min dît ku kalemêrê li ser çopan digere, bi ereboka xwe ya do, li hemberî pîrê sekiniye û ew jî wekî min li wan temaşe dike. Piştî ku jinika ji pîrê re derman anîn çû, wî kalemêrî di ber xwe de kir niçeniç û ereboka xwe ajot û çû.
Li dû çûna wî kalemêrî min berê xwe da kîsikê çopê; kalemêrê xwediyê erebokê, gava bala min li ser pîrejinê bû, tiştên bikêr ji navê derxistibûn.

Jina pîr ku hê jî li ciyê xwe rûniştibû, derman xistin paşila xwe û ji kîsikê di destê xwe de çend gep nan derxist û piç bi piç xwar.
Gav nanê xwe dixwar, haya wê ji min çêbû. Bi awirên gumanbar li min nêrî. Paşê jî zû bi û rabû û ji wirê çû.

Ez çend rojên din jî hatim Qada Şêx Seîd. Lê min ew pîrejina ku parsekiya dermanan dikir nedît. Lê ew kalê ku çopan tev dida û tiştên bikêr ji navê derdixistin wekî her car li war deran bû.
Rojekê li ber qutîkeke çopê ez çûm ba kalo. Min pirsa pîrejinê jê kir. Kalo bi awayekî neqayîl, got “Lawo, ew jin dîneka dera hanê ye. Parsek e parsek. Nake û dixwe. Mirov ked nede, dibe?”
Belê, mirov ked nede û bixwe nabe. Lê carekê ez ketibûm pey çîroka pîrê. Min bela xwe ji kalo venekir. Min bi israr ji kalo pirsî. Di dawiyê de wî got divê ez li dora dermanfiroşan li pîrê bigerim, bi taybetî li dermanfiroşên li derdora Parka Sumerê.
Li ser gotinên kalo, min berê xwe da Ofîsê û ketim sikakên nêzîkî Parka Sumerê. Gelek rojan çûm wan deran. Li wê derê li çayxaneyên nêzîkî dermanfiroşan bi saetan rûniştim, lê min pîra parseka dermanan nedît.
Rojekê, dema li cadeya paş îstasyonê dimeşiyam ku biçim malê, min ji dûr ve ew pîrejin dît.
Pîrejinê ji aliyê taxma Rezan berê xwe dabû wê pira ku diçû aliyê Parka Sumerê. Ez jî wekî ajanekî bi dizî ketim pey pîrê. Ez heta nava Parka Sumerê li pey pîrejinê çûm lê li nava parkê pîrê ji ber çavên min winda bû.
Ez li nava parkê gelekî lê geriyam. Lê min ew nedît. Dema ku ez ji bêkêriya xwe gelekî hêrs bûbûm, min dît ku pîrê ji avahiya li parkê ji deriyekî derket ku li ser derî bi tîpên gir dinivîse “EM JI BIRÎNÊN ROJAVA RE BIBIN DERMAN”.


* Min ev çîrok di 02.10.2016an de di 3yemîn Festîvala Çand û Hunerê ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê de xwend.

2/28/16

Ji bo Samsung Galaxy Tab 4 7.0 barkirina Romê*

  • Dosyeya Firmwire daxe (https://mega.nz/#!sJ0kWDiY)
  • Dosyeya firmwire ji zipê derxe
  • Dosyeya Driver ji vir daxe (https://mega.nz/#!lRNQxRiI )
  • Odin v3.10.7 daxe (http://dl.sammobile.com/Odin3_v3.10.7.zip)
  • Odinê ji zipê derxe
  • Odin v3.10.7 veke
  • Telefonê di moda Download de reboot bike (Telefonê bigire û paşê bi hev re pêl van bûtonan bike: Home + Power + Volume Down)
  • Telefonê bi USB bi komputerê ve girê bide, bila Odin telefonê nas bike.
  • Dosyeya Firmwire (tar. md5) di AP / PDA de hilbijêre
  • Bila îşaret TENÊ li ser "Auto Reboot"û "F. Reset Time" HEBE.
  • Bûtona Start bitikîne û li bendê be, Odin wê her tiştî hal bikeand wait few minutes


    * Min van gavan li ser tabletan neceribandiye. Min ev agahî ji ser malperan berhev kirine. Lê min bi heman rêbazî Rom li Samsung Galaxy 3 7.0 ceribandiye û tu problem çênebûye.
    Beriya ku hûn dest bi barkirina Romê bikin, ji bîr nekin ku berpirsyar hûn in, ne ez im. Ez pêşniyar dikim ku beriya hûn dest bi barkirina Romê bikin, yedeka hemû tiştên li ser tableta xwe hilînin.
#googleads

11/30/15

Li kuçeyên Amedê tiyatroyeke nîvcomayî

Ji roja kuştina Tarhir Elçi ve pirsek di mejiyê min de ye:
Heke kamera ne li wirê bûna?
Yan jî, heke ne di qeydê de bûna?
Gelo wê çaxê ev tiyatroya nîvcomayî wê çawa bûya?

Min jî wekî her kesî ji ser medyaya civakî li hemû vîdyoyên wê gavê temaşe kir. Ji qeyda mobeseyê heta qeyda ku kameramanê DÎHAyê kişandiye...
Qeyda kameraya DÎHAyê dereng ket ser înternetê. Heta wê gavê di çapemeniya tirk de “şahidên bûyerê” digot “Tahir Elçi demançeya xwe kişand lê nekarî bi kar bîne.”
Paşê derket holê ku kesê ji cadeyê ve bi bazdan tê, wê demançeyê davêje polîsekî... polîsê ku bi dehan guleyan berdide lê guleyên wî ne li kesê direve dikevin ne jî li cam û derebeyên dikanên li hember...
Paşê ew polîs û polîsekî din berê xwe didin Minareya Çarling, ciyê ku ew kes ber bi wê ve direvin, ciyê ku Tahir Elçi li wir... û paşê dîsa guleyan berdidin. Polîsên li wir ji polîsekî nav xwe re dibêjin, ji vir here... ew polîs ber bi cadeyê ve direve diçe. Polîsek gazî dike, “çek bînin, çek.” Polîsekî din qîr dike aliyê ku ew kesên ji cadeyê hatî ber bi wê ve reviyane, dibêje “nereve”, paşê dibêje “bireve”.
Piştî temaşekirina van vîdyoyan, ev pirs hate hişê min: Heke kamera ne di qeydê de bûna?
Û paşê kuştina Ugur Kaymaz hate hişê min, kuştina her du xortên li Diyadînê, kuştina kesên ku piştî hatine kuştin çekek avêtine ber cenazeyê wan û gotine “di pevçûnê de” hatine kuştin.
Heke kamera ne di qeydê de bûna, gelo dûrî aqilan e ku manşetên çapemeniya wan wisa bûna: Parêzerê PKKê di pevçûnê de hat kuştin!
Heke kamera ne di qeydê de bûna, yan jî heke qeydên kameraya DÎHAyê nebûna?

30.11.2015, Amed

10/28/15

Bundle (OS X)

Examples of bundles that contain executable code include applications, frameworks, and plugins. This kind of bundle usually contains one file representing executable code, and files that represent resources such as nibs, templates, images, sounds, and other media. On some other systems, such as Microsoft Windows, these resources are usually included directly in the executable file itself at compile time. On older Macintoshes, a similar technique is used, where additional metadata can be added to a file's resource fork. Similar in concept are the application directories used in RISC OS and on the ROX Desktop, and the RUNZ bundles in Super OS.
Examples of bundles that do not contain executable code include document packages (iWork documents) and media libraries (iPhoto Library).
Bundles are programmatically accessed with the NSBundle class in Cocoa, NeXTSTEP and GNUstep's Foundation frameworks, and with CFBundle in Core Foundation. The Uniform Type Identifier (UTI) for an Apple bundle is com.apple.bundle.[1]

https://en.wikipedia.org/wiki/Bundle_%28OS_X%29#OS_X_application_bundles

10/10/15

Kone û zîrek


KCK: Heta êrîş neyê kirin wê gerîlayên me di rewşa bêçalakîtiyê de bin

Ez KCKê ji ber vê biryara rast pîroz dikim.
Çîrok zelal e: Ji ber têkoşîna li dijî DAIŞê, PKK li cîhanê ber bi legalbûnê ve diçû; stêrka kurdan geş dibû.


Va ye ev legalbûna PKKê û geşbûna stêrka kurdan ji tirkan re bû derd.

Pêşî li Agiriyê û paşê li bajarên din ji bo provokasyonê leşkerên xwe şandin kuştinê. Armanca wan ew bû ku leşkerên xwe bi destê kurdan bidin kuştin ku îhtîmala legalbûba PKKê ji holê rakin.

Mixabin piştî kuştina her du polîsan li Serêkaniyê, tişta wan dixwest êdî pêk dihat.

Pir zelal e ku teqînên li Amedê û li Enqereyê jî ji bo heman armancê ne: dixwazin PKKê li xwe sor bikin, PKK êrîşê wan bike, leşker û polîsên wan bikuje û ew jî ji cîhanê re bêjin "PKK terorîst e".

Ya rast, ew sîvîlan jî bikujin -jixwe dikujin- li raya giştî ya cîhanê deng venade lê heke PKK di pevçûnekê de leşker yan polîsekî bikuje, dibe hahoya wan.

Loma divê kurd ji koneyan zîrektir bin û siyaseta xwe li gorî wê az bikin.

Ji ber vê yekê, piryara PKKê ku di heman roja bombeya li mîtînga aştiyê ya Enqereyê hat teqandin de ragihandiye gelekî di cî de ye.


http://anfkurdi.com/kurdistan/kck-heta-eris-neye-kirin-we-gerilayen-me-di-rewsa-becalakitiye-de-bin