* Ji bo kesên di nav sînorên Tirkiyeyê de dijîn di parvekirin yan ecibandina vê nivîsê de rastî arîşeyan neyên, min bi taybetî "tiştên serê wan pê bikeve belayê" nexistin vê rêbernameyê.
12/27/18
Li ser Google Mapsê nexşe çawa tên çêkirin - Gav bi gav *
* Ji bo kesên di nav sînorên Tirkiyeyê de dijîn di parvekirin yan ecibandina vê nivîsê de rastî arîşeyan neyên, min bi taybetî "tiştên serê wan pê bikeve belayê" nexistin vê rêbernameyê.
11/10/18
Efxanê tirk ê antîkurd
![]() |
| Wêne ji malpera Galerie Jacobsayê |
10/7/18
Kurdê ku dikare bibe lehengê çîrokên O. Henry
Cihûyê belengaz gotiye, "Nirç. Îmana wan ji me diçe."
Xwediyê pirsê pirseke din li pirsa xwe zêde kiriye, "Çima nirç?"
Yê cihû gotiye, "Ji ber ku ji aliyê reng û rû, şekl û şemalê ve em û ereb gelekî dişibin hev, kî me dibîne dibêje qey em ereb in."
Îro meseleyeke hema bêje nêzîkî vê hate serê min.
Mesele pir ne nêzîkî vê be jî, gelekî nêzîkî çîrokke O. Henry ye.
Ka meseleyê bixwînin, heke we O. Henry xwendibe, hûn ê fêm bikin ka ez behsa kîjan çîrokê dikim.
Min beriya çend rojan ji malpera firoşgeheke amûrên elektronîk ji xwe re hard dîskek kirî. L iser malperê dinivîsand ew ê di nav rojekê yan du rojan de bigihîje navnîşana min. Ji ber ku roja paştir li virê betlaneya fermî bû, min got wê roja sisêyan li ba min be.
Piştî ku roja sisêyan bû şev û pakêta min hê jî nehat, min ji malpera kargoyê li rewşa wê nihêrt. Di malperê de dinivîsand ku ew ê 6ê mehê (ango roja çaran) di navbera 09:00 - 13:00î de bigihîje malê.
Roj qulibî û bû 6ê mehê, saet bû 09:00, 10:00, 11:00, 12:00 û ji 13:00î derbas kir. Min got de qey nake, bi derengî be jî ew ê îro bînin.
Saet ji 16:00 û 17:00î jî derbas kir lê pakêt hê jî nehat. Min jî bi du maîlan giliyê şirketa kargoyê li ba malpera firoşkar kir. Hema paşê jî, ez û Mîr Baz ji bo kirîna hin tiştan em çûn marketê.
Gava li marketê Mîr Baz hema her tiştî dixwest û min dikir ku wî qayîl bikim, yekî ji aliyê din ve bi kurdî silav kir. Yê silav kirî, hevalekî min ê efrînî bû ku demekê em bi hev re dixebitîn lê beriya çend mehan ji kar derketibû.
Hê silava min di devê min de, min dêna xwe dayê ku li ser t-shirtê wî logoya wê şirketa kargoyê hebû ku ev çend roj û saet bûn ez çaverêyê wê bûm lê nehatibû. Yekser min gotê, "Gidî, te li virê dest bi kar kiriye?" Wî got, "Erê, ça."
Hema çawa wî wisa got, min bi henekî xwe xeyidand û min bi henekî gazincan ji şirketa wan kir. Piştî gazinên min, wî got ku îro wî pakêtên taxa me belav dikir lê ji ber ku wî nav û paşnavê min ê di belgeyên fermî de bi hev re dîtiye û gotiye qey xwediyê pakêtê yekî tirk e, wî bi qest pakêt neaniye.
Ez pêşî hinekî hêrs bûm lê paşê keniyam. Lê ji ber ku roja paştir yekşem bû û anîna pakêta min ma roja duşemê, madê min hinek tirş bû.
Werhasil, wî soz da ku ew ê teqez bike ku pakêta min roja duşemê zû bigihîjîne malê û xatir xwest. Bi xatirxwestina wî re Mîr Bazê ku ereboka marketê tije cîps û çilekî kiribû, ji bo ku behs neyê ser tiştên wî xistine nav erebokêî gotî "Ev hevalê te bû."
"Erê, kur ê min, wekî lehenga O. Henry, li şûna kil bike, kor dike."
9/26/18
Pop-û-ler
Carekê dîsa li Amedê pêşangeha pirtûkan a Tuyapê li dar bû. Me ji bo standa Şaredariya Bajarê Mezin ji depoyê pirtûk dianîn.
Hevaleke xebatkara şaredariyê got, ew ê jî îro were pêşangehê.
Min got, te xêr e? Wê got, ew heyrana Can Yücel e, û Can Yücel ji bo pirtûkên xwe îmze bike tê.
Piştî çend pirs û bersivan, li xwe mikur hat ku wê ne pirtûkên Can Yücel xwendine ne jî yên Can Dündar.
Paşê gava em çûn pêşangehê, min dît ku bi sedan kesên wekî wê li ber weşanxaneya Can Dündar ketine rêzê ku pirtûkên xwe bi Can Yücel bidin îmzekirin.
Di çalakiyeke rehmetiyê Mehmed Uzun de jî tiştekî wisa qewimîbû.
Yekî ji yê din dipirsî: Tu Mehmed Uzun nas dikî?
Yê din: Erê, çawa. Ew dengbêjekî mezin e.
Yekî din ê dîtir jî romanên Feqiyê Teyran xwendibû.
(Behsa nebûna kurdî di afîşên dawiyê de bila bimîne nivîseke din.)
5/21/18
Ferqa Bakur-Başûr tenê ma îsot
5/12/18
Bîranîn in tiştên kevn û nû şîrîn dikin
Wê çaxê min bawer nedikir ku ev klavyeya min wê rojekê ji min re lazim bibe. (Erê, we tê derxist. Min ji xwe re Macbook kirî).
Ev serê mehekê bû laptopa min a ku Windowsa wê 6-7 meh in têk çûbû û Ubuntuyeke ku carê ji nedî ve diçû û dihat, li ser sazkirî, ji binî ve xira bû. Wisa texmîn dikim ku piştî min ji bo ji CDRomeke dereke yan ji USBê Windowsê dîsa saz bikim berê xwe da eyarên BIOSê û tê de guhertineke ku min jî jê fêm nekir çêkir, laptop çû û careke din venegeriya.
Li Almanyayê tiştekî ji xwarina li xwaringehan girantir hebe, ew jî dantamîrkiirna alavên elektrîk-elektronîk e.
Tamîreke ku laptopa min ji wî halî derîne û bixe halekî "îdare", wê ji 200 euroyî ne kêmtir bûya. Min jî ji dêvla ku laptopa xirabe bidim tamîrkirin, ji xwe re ji Ebay Kleinanzeigenê laptopeke destê duyem kirî.
Piştî ku hatim malê, min pêşî wê klavyeya ku min di sala 2015an de li Amedê çêkiribû li ser Macbooka xwe saz kir û li ser şerefa laptopa xwe ya nû, mn bi klavyeya min amade kiribû, nivîsa xwe ya pêşî ya li ser vê laptopê nivîsand.
Gava ku min ji bloga xwe dosyeya klavyeyê bar dikir, hat hişê min ku wê roja min ev klavye çêkiribû, ez û dostê xwe yê qedîm Omer Dilsoz wekî her car bi hev re çûbûn firavînê, paşê em çûbûn bin siya Sûran û me çayek kiribû behaneya sohbetê.
(Bêguman li ser vê laptopê karê min ê di dorê de, hema piştî ku min karî belgeyên xwe yên di hard dîska laptopa kevn de derxim, wê ew be ku pêdaçûna pirtûka mamosteyê gorbihuşt Celalettîn Yöyler "Gelperwerî û Welatparêzî" temam bikim.)
Nivîsên blogê yên navborî:
Ji bo Windows 10ê Klavyeya Kurdî
https://amedcj.blogspot.de/2015/08/ji-bo-windows-10e-klavyeya-kurdi.html
Klavyeya Kurdî ji bo Mac OS X 10.7.5ê
https://amedcj.blogspot.de/2015/09/klavyeya-kurdi-ji-bo-mac-os-x-1075e.html
2/25/18
Lolanî xweş e
Mîr Baz niha 2 sal û nîv e. Hê beriya bibe salek û nîv dest bi gotinan kir. (Wekî li virê dibêje “bacan”: https://www.youtube.com/watch?v=b4iGshSneF8)
Lê wê roja sar gava ez û wî di nav otomobîlê de bûn û tîrêjên rojê yên xurt em di nav otomobîlê de germ dikirin, wî got “lolanî xweş e”. Ji ber ku mesele ne “dijberiya tariyê” bû, min fêm kir ku êdî ji bo wî ronahî têkildarî “germkirinê” ye jî. (Ev jî lînka “lolanî xweş e”yê: https://www.youtube.com/watch?v=J1NkN7EKHPM)













