7/22/09

`DIVÊ EM ZAROKAN BI KURDÎ MEZIN BIKIN`


Di pêvajoya ku êdî her kes ji xwepişaftinê gazincan dike de me li ser atolyeyên kurdî yên Kurdî Derê, rewşa perwerdehiya kurdî, têkiliya jinan û ziman û der barê pişaftinê de bi mamosteyên atolyeyên Kurdî Derê Mamoste Rûken û Mamoste Hebîbe re hevpeyvînek kir. Mamosteyan anî ziman ku ji hemû beşên civakê; xwendekarên lîseyê û zanîngehê, dayik, karmend, karker û karsaz eleqeyeke germ nîşanî atolyeyên kurdî didin û gotin ji ber ku dayik zarokan xwedî dikin, hêlekê ve ziman emanetî dayikan e û para giran a barê ziman dikeve ser milên dayikan û gotin ji bo ziman, ji bo çandê û ji bo hebûna me divê zarokên me bi zimanê xwe mezin bibin, heta niha tiştê bûye jixwe bûye lê divê niha pê ve em ji zarokan dest pê bikin û di malan de malbat rê li ber asîmîlasyonê bigirin, zarokên xwe bi kurdî mezin bikin.

- Gelo çi bû ku we biryar girt, hûn hatin atolyeyên kurdî da ku xwendin û nivîsandina kurdî fêr bibin?
Mamoste Rûken: Bi rastî ne ku min kêmasî di kurmanciya xwe de dît, jixwe ne di hişê min de bû ku ez ê werim van rojan. Dema ez cara pêşî çav bi vê avahiyê ketim, min meraq kir ka çi ye. Min got ka ez herimê, ka bibînim çi ye. Ji ber ku ez farqînî me, kurdiya min zelal bû, min hewcetî bi kurdiyeke din nedidît. Lê paşê min dît, dema em bi kurdî dipeyivin em peyvên tirkî bi kar tînin. Sal 2004 bû. Ez serdemekê hatim atolyeyê, xwendin û nivîsandina bi kurdî hîn bûm. Wê çaxê li virê tenê bi kurdî dihat axaftin, ez pir li xweşa min çû. Piştî serdema pêşî qediya, min got ez ê serdemeke din jî werim. Min dît ku min zanîna xwe zêde kir. Bi wî awayî şeş mehan ez hatim atolyeyan. Piştî ku şeş meh qediya, dema ez li malê bûm jî ez li ser kurdî dxebitîm. Geke min rojê saetek be jî ji kurdî re veneqetanda, min digot qey kêmasiyek di jiyana min de heye. Par projeya bi katalanan re hebû, min di televizyonê de dît. Ji bo vê projeyê ez hatim, min jî serî lê da. Me şeş mehan perwerdehiya mamostetiyê dît.
Mamoste Hebîbe: Hê di lîseyê de hişmendiya ziman bi min re çêbû. Mamosteyê me yê lîseyê yê înglîzî di ders de behsa ziman dikir, em li ser ziman diaxivîn, ji me re pirtûkên bi kurdî dianîn. Carekê fotokopiya pirtûka Celadet Bedirxan anî bû. Tabî em li ser nexebitî bûn. Yanî hişmendiya ziman wan da me. Hê wê çaxê me dixest m li ser kurmancî bixebitin lê derfetên me tune bûn. Em li navçeyê, lî Kazarê bûn. Hem îmkan tune bûn, hem jî OSS (Azmûna ji bo ketina Zanîngehê) li pêşiya me bû. Başê em çûn dersxanê. Piştî ku min zanîngeh qezenc kir, ji bo di kurmancî de bi pêş bikevim ez hatim Kurdî Derê. Serdemekê ez hatim kursê, pola mamoste Mikaîl. Bi qasî sê mehan min li wirê perwerde dît. Piştî sê mehan, projeya gihandina mamosteyan dest pê kir. Ez beşdarî wê projeyê bûm.

- Gelo ji ber çi we biryar girt ku hûn bibin mamoste?
M.R: Wekî kurd, min dixwest ji bo gelê xwe tiştekî bikim. Mamosteyên min pêşniyar kir ku ez bibim mamoste. Wan got, Rûken dikare bibe mamoste, dikare dersa kurdî bide, dikare xîtabî xwendekaran bike û tiştên fêr bûne bide fêrkirin. Min ew hêz ji wan girt û wisa biryar girt ku dersê bidim.
M.H: Tadeya li zimanê me tê kirin aşkera ye. Ewqas tade li zimanê me dikin ku mirov îhtiyacê dibîne ku ji ziman re xizmet bike. Pêdiviya ziman bi xizmetê heye, divê em ji xwe kêm bikin, ji malbata xwe kêm bikin û xizmet bikin ji zimanê xwe re. Rewşa kurmancî li holê ye. Îro ez xizmet nekim, ew neke, yên din nekin ziman di xetereyê de ye. Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin.

- Gava hûn ders didin, hûn kîjan pirtûk û materyalan bi kar tînin?
M.R: Sê serdem bi di asta yekemîn de ders da. Di wan sê serdeman de pêşî min bi pirtûka Çeto Ozel ders dida. Ji ber ku ew pirtûk hinek herêmî bû, ji bo mamoste û ji bo xwendekar hin kêmasî derdixistin. Piştî wê Hînker derket. Rê û rêbazên wê baş in. Mirov dikare pê kurdî bi xwendekaran bide fêmkirin. Piştî wê, min di asta duyemîn de ders da du koman. Di wan tecrûbeyan de min li gorî xwe rêbazeke hîn kirinê afirand. Min dêhna xwe dida xwendekaran ka xwendekar ji çi direvin, ez bi wî awayî neçim ber bi wan ve. Di asta yekemîn de jixwe em pirtûka Hînkerê dişopînin. Di asta duyemîn de parçeyên xwendinê amade dikim. Û wekî çavkanî jî pirtûka graerê ya Samî Tan pêşniyar dikim.
M.H: Min heta niha du pol girtin. Yek asta yekemîn bû, min dersa dayikan dida. Pola xwendin û nivîsandinê bû. Ji bo xwendin û nivîsandinê li piyasê pirtûk tune bûn. Ew pirsgirêkek bû. Mamoste Sabahattîn pirtûkek çêkiribû. Min bi fotokopiya wê pirtûkê ders dida. Di pola din de, xwendekar keçikên ciwan bûn. Ji bo wê atolyeyê gotin hûn ê ji Hînkerê ders bidin lê min Hînker bêtir ji bo beşên xwendinê bi kar dianî. Rêziman min ji pirtûkên cuda dan; ji pirtûka Samî Tan, ji pirtûka mamoste Mikaîl û Bahoz. Carna min li pirtûka Celadet Bedirxan jî dinêrt. Yanî min ji tevan digirt û li gorî dersê tiştek amade dikir.
- Eleqeya gel ji bo van atolyeyan çawa ye? Herî zêde ji kîjan temenî û ji kîjan beşa civakê eleqe heye?
M.R: Herî zêde keç û xortên zanîngehê ber bi me ve tên. Ji nava gel jî gelek eleqe heye. Gelekên wan dibêjin, em dixwazin zimanê dayika xwe fêr bibin. Ji xwendekarên lîseyê bigire heta hemû temenan ji bo fêrbûna kurdî tên. Xwendekarê me yê herî bi temen 60 salî bû. Wekî din, ji hemû beşên civakê tên. Ji esnafa bigire heta karmend û karsazan ji bo fêrbûna kurdî serî li me didin.

- We got ku we ders dida dayikan. Gelo eleqeya dayikan ji bo atolyeya ziman çawa bû?
M.H: Beriya min kesî dersa kurdî nedabû dayikan. Ji ber ku tiştekî nû bû, haya gelek kesan jê tune bû. Xwendekarên min 15 kes bûn. Hemû jî eleqedar bûn. Di nav wan de yên ku xwendin û nivîsandina bi tirkî zanibûn jî hebûn, yên ku qet xwendin û nivîsandinê nizanibûn jî hebûn. Hemû ji bo ku fêrî kurmancî bibin hatibûn. Hinek dayik hebûn berê çûbûn kursên zimanê tirkî, lê piştî ku xwendin û nivîsandina tirkî fêr nebûbûn hatibûn atolyeya kurmancî. Li virê xwendin û nivîsandinê hîn bûn. Ji ber ku ew dayik bi tirkî nizanibûn, xwendin û nivîsandina tirkî jî hîn nebûbûn. Lê bi kurdî dizanibûn, yanî bi kurdî dipeyivîn. Loma xwendin û nivîsandina bi kurdî hîn bûn.

- Gelo dayik an jî ciwan, ji ber çi sedemê biryar digirin û dibêjin `Ez ê zimanê xwe fêr bibim`?
M.H: Dayikek hebû, heta wê demê bi zarên xwe re bi tirkî dipeyivî. Digot `ji bo ku tirkî hîn bibim ez tu caran bi zarokên xwe re bi kurdî nedipeyivîm.` Lê paşê ji xwe fedî kiriye, li xwe warqiliye, û ji ber wê sedemê jî biryar girtiye ku xwendin û nivîsandina kurdî fêr bibe. Dema min spartek dida dayikan, min digot sparteka herî baş ew e ku hûn li malê bi zarên xwe re bi kurdî bipeyivin. Tenê du dayik hebûn ku li malê bi zarokên xwe re bi tirkî dipeyivîn, ew jî ji berê ve xwendin û nivîsandina tirkî zanibûn, wan bi tirkî perwerde dîtibû. Dayikan digot, ez ji xwe şerm dikim ku heya niha min xwe ji kurdî dûr kiriye. Yên ciwan jî, wekî bertekekê nîşan bidin dihatin. Yanî didîtin ka çi tadeyî li kurdî dibe û di xwestin bi awayekî bikevin xizmeta kurdî. Hin ji wan dixwazin bibn spîker, hinek dixwazin bibin mamosteyên kurdî.

- Hûn demên atolyeyan çawa diyar dikin? Û di her polekê de çend şagirt hene?
M.R: Demên atolyeyan em diyar nakin. Tên serî li me didin, em wan tînin cem hev. Ew bi xwe diyar dikin ka nava hefteyê an jî dawiya hefteyê dikarin werin. Wekî din, saetan jî ew di navbera xwe de diyar dikin. Di her polekê de 20 kes in. Lê di nava demê de carna ev hejmar dikeve. Nizanim kêmasî ji me ye an ji çi ye, ev jî hêjayî lêkolînê ye.

- Heta niha di nav atolyeyan de çend kes gihîştine?
M.R: Heta niha 800 kesan ji bo fêrbûna kurdî serîlêdan kiriye, 42 atolye hatine vekirin, 600 kes tevli atolyeyan bûne û 211 kesan jî belge standiye.

- Gelo em dikarin bêjin piştî van atolyeyan xwendekar êdî bûne xwendevanên kurdî? Gelo çi rojname çi jî pirtûk, bi awayekî bi pergal dixwînin?
M.R: Em nikaribin ji bo van 600 kesan bêjin jî, em dikarin ji bo 211 kesên ku belge girtine bêjin ku bûne xwendevanên kurdî. Lê ji ber ku wan 389 kesên din heta dawiya atolyeyan berdewam nekiriye, em nikarin ji bo wan bêjin ku xwendin û nivîsandina kurdî baş fêr bûne.
M.H: Di dema dayikan de, min çûrok bi wan didan xwendin, ew çîrokên 100 Şev 100 Çîrok ku di Azadiya Welat de dihatin weşandin. Wekî din, dayik û ciwanan rojane dixwend. Nizanim gelo niha jî xwendinê berdewam dikin an na lê wê dixwendin.

- Gelo li gorî we di navbera “Jin” û “Ziman” de têkiliyeke çawa heye?
M.H: Dayikan ziman aniye heta îro. Yên ziman berdewam dikin jin in, jin zarokan xwedî dikin. Ew zarokan bi çi zimanî xwedî bikin, zimanê wan zarokan dê bibe ew ziman. Bar dikeve ser milê her kesî lê para giran li ser milê jin û dayikan e. Yanî ji aliyekî ve ev ziman emanetî me jinan e zêdetir. Ji ber ku heta niha xwendekarên min jin bûm, dilê min êdî rehet bû. Heta niha min 25 jin perwerde kirine, her yek ji wan du zarokan perwerde bike, dibin 75 kes.

‘Dema em li derve bi kurdî dipeyivin bala derdorê dikişînin’

- Dema em diçin nav kolanên Amedê em dibînin hemû têkilî û danûstandin bi tirkî ye. Li gorî we dê çawa rê li ber pişaftin û xwepişaftinê bê girtin?
M.R: Divê em şîretan li dê û bavan bikin; bila navên zarokên xwe daneynin Zîlan û bi tirkî nebêjin “Zîlan gel buraya”. Zarok pêşeroja me ne. Ji bo ziman, ji bo çandê û ji bo hebûna me divê zarokên me bi zimanê xwe mezin bibin. Heta niha tiştê bûye jixwe bûye lê divê niha pê ve em pêşî li tiştên nebaş bigirin. Divê em ji zarokan dest pê bikin. Divê pêşî di malan de malbat rê li ber asîmîlasyonê bigirin, zarokên xwe bi kurdî mezin bikin. Her tişt di destê dê û bavan de ye, mamosteyên mezin dê û bav in.
M.H: Divê yekser em jiyana xwe rast bikin; êdî bi kurdî bijîn. Di nav malbatê de, bi hevalên xwe re, li derve, li hemû deran divê em bi kurdî bijîn. Dema em li erebeyên navbajêr siwar bibin, dema em biçin kafeyekê, em herin ku jî divê em bi kurdî bipeyivin, hem bi hev re hem jî bi yên biyanî re. Dema hinek ji ciyên din hatin, bila zanibin li virê kurdî tê axaftin û ev der bajarê kurdan e. Dema li derve em bi kurdî dipeyivin, em bala derdorê dikişînin. Divê ev ne wisa be, divê dema li vî bajarî hinek bi tirkî peyivîn balê bikişînin. Ev şerma me ye. Divê em pêşî jiyana xwe serast bikin. Saziyên me, xebatkarên saziyên me ji bo gel model in. Dema di dema hilbijartinan de em diçin derî bi derî li malan digerin, gel me model digire. Dema em bi tirkî bipeyivin ev li ser gel jî bandorê dike.

7/20/09

KURDÊN ATLANTÎKÊ


AMED ÇEKO JIYAN
Roja hê nû hilatibû, ji ser berfa stûr ku li ser hemû çiya û newalan tebeqeyeke spî çêkiribû dibiriqî û çavên kudîlên ku cara pêşî ji şikefta xwe derdiketin, diteyisand. Kudîl geh bi wê ve geh bi vê ve li derdora diya xwe diçûn û dihatin û bi hêviya ku tiştekî pê bilîzin di bin de bibînin, berfa stûr dixepartin. Dema ku ji berfê pê ve tu tişt bi dest nedixistin, bi heman kêfê xwe li ser û guhê diya xwe dixistin û pê re dilîstin. Dayika ku ji salên borî dizanibû riya wan hê dûr e, ji bilî demên zikê xwe bi giyayê li bin berfê têr bike, qet ranediwestiya. Kudîl hê bi qasî ku ji bilî şîrê diya xwe, xwe bi tiştekî din têr bikin, ne mezin bûn. Dema ku dayika kudîlan têdigihîşt kudîlên wê yên boz westiyane û birçî bûne, gavên xwe hinekî sist dikirin û bi şîrê xwe kudîl têr dikirin.
Ji ber ku êdî dawiya zivistanê û destpêka biharê bû, berfa seranser hemû derên ku çavên hirçê dibirî spî kiribû, hêdî hêdî diheliya û di cokên biçûk de çayên biçûk diafirand. Her ku ber bi jêr ve diçûn, çayên biçûk fireh dibûn û çiyayên zelût diqediyan û çiyayên bi dar û ber, çiyayên bi daristanên asê dest pê dikir. Dayika kudîlan di nav daristanê de bêtir li kudîlan xwedî derdiket û nedihişt ku zêde jê dûr bibin. Hirça ku ji sê mehan ve tu tişt nexwaribû, bi şîrkirina kudîlan hê lawaztir û bêhêztir bûbû. Di ser bêhêziya ji zivistanê mayî de, pirçên wê yên boz çilmisîbûn û rengekî mat girtibûn. Kudîlên salê, berevajî diya xwe, hêdî hêdî qelew dibûn û laşê wan goşt digirt.
Dema ku êdî çayên fireh gihîştin hev û çemên boş anîn pê, bi hêviya ku dê xwarineke têrker bixwe, dayika kudîlan gavên xwe şidandin. Kudîlan jî bi heman lezî da dû dayika xwe. Dema gihîştin newala kûr, pêşî hirçê paşê jî kudîlên wê bi bez xwe avêtin çemê boş. Wekî ku lîstikek be, kudîlan çav dida diya xwe û pençên xwe bi şid li avê dixistin û çepeçep derdixistin. Hirçê bi her lepavêtinekê ji çêm masiyekî somon derdixist, bi her du lepên xwe wekî ku spasiya xwe ji xwezayê re bike masî hinekî bilind dikir û pêşî her kudîlek masiyek didayê û paşê jî ji bo xwe masiyekî mezin digirt û bi heman seremoniyê masî dixwar. Hirçê somonên atlantîkê baş nas dikirin. Her çiqas navê wan somonên atlantîkê be jî, hirçê dizanibû ku ev somon beriya salekê li virê, di nava vî çemî de hatine dinyayê û di yekemîn salvegera rojbûna xwe de ji bo ku hêkên xwe berdin, hatibûn heman çemî. Di goştê somonên atlantîkê de têra xwe vîtamîn hebûn. Ev cure somon piştî ku hatibûn dinyayê, wan berê xwe dabû Okyanusa Atlantîkê û di nav okyanûsa fireh de bi xurekên herî bi çêj û vîtamîn xwe xwedî kiribûn.
Ne tenê malbata hirçê, malbata gurê, malbata roviyê û gelek malbatên din ên ajalan ku zivistana sar nîvtêr nîvbirçî derbas kiribûn, ji bo ku zikê xwe têr bikin û ji bo zivistaneke din di bin çermê xwe de têr bez bicivînin, berê xwe dabûn warên somonên atlantîkê.
Her ku kudîlên hirçê masiyên di nav lepê xwe de diqedandin, hirçê masiyekî din digirt û pêşkêşî kudîlên xwe dikir. Bi vî awayî, ta ku êdî kudîl dikaribûn xwe bi xwe masiyan bigirin, hirçê masî ji wan re girtin û wan jî xwar.
Dibê qey her ku ajalên ji der û dorê hatibûn somon digirtin û dixwarin, hejmara somonan zêdetir dibû û dawî li somonan nedihat. Somon mîna artêşeke ser û bin nexuya, ji okyanusê heta kûrahiya daristanê, di her dera çêm de belav bûbûn û ji bo ku hêkan berdinê, di bin tehtan de li ciyên ewle digeriyan. Piştî ku somonên mê hêkên xwe berdidan binê tehtan, somonên nêr ji bo ku spermên xwe berdin ser hêkan, bi hev re diketin pêşbaziyê. Di nav pêşbaziya wan de, qaqlîbazan xwe noqî nava avê dikir û ji hêkên ku somonan li dû xwe mîna rîşiyekê berdidan, lib digirtin.
Wekî ku zanibin ev çerxa xwezayê û nîşaneya hevsenga xwezayê ye ne hirçê, ne kudîlan ne jî ajalên din somonek tenê jî belasebeb nedikuşt. Her yek ji wan somona girtiye heta misqala dawî dixwar û dasiyên wê berdidan nav çelq û pêlên avê.
Piştî demekê, di bin çermê hirçê de têra xwe don civiyabû û pirçên wê yên şid bûbûn, dibiriqîn. Kudîl jî êdî guvrovî bûbûn. Wan jî wekî diya xwe, rê dida masiyên jar û yên qelew digirtin.
Hemû ajalên li der û dorê êdî ji bo zivistaneke sar û bêxwarin amade bûn. Tenê dar û berên ku di zivistana sar de çilmisî bûn û çiqlên wan mîna bêhal ketibin ber bi jêr ve xwar bûbûn û kêzik û kurmiyên nikaribûn bikevin avê û somonan bigirin ji ziyafeta somonan ku wan bi dilxwazî xwe pêşkêşî hemû ajalan kiribû, bêpar mabûn. Masiyên ku hêkên xwe berdabûn binê kevir û tehtên di bin çêm de, berê xwe didan ciyê jê hatibûn. Lê wekî ku dilê wan bi halê dar û berên li derdorê ne xweş be, xwe ji avê çeng dikirin ser axa nêzî daran û dawî li jiyana xwe ya yeksalî ku têr û tije li seranserê Okyanusa Atlantîkê jiya bûn, dianîn.

7/1/09

`NIVÎSANDINA KURDÎ RÛMETEK E`


AMED ÇEKO JIYAN
Me bi nivîskar û mamosteyê kurdî Dilawer Zeraq re der barê berhemên wî, têkiliya di navbera rastiya civakê û wêjeyê de, di rewşa heyî de barê dikeve ser milê nivîskaran û gelek mijarên din de hevpeyvînek kir. Zeraq ku anî ziman yek ji sedemên ku bi kurdî dinivîse daxwaza têkbirina asîmîlasyona heftê û pêc salî ye û got ku kurd mecbûr in dest di demajoya dirûvgirtina zimanê kurdî bidin û ev yek berpirsiya kurdan a dîrokî ye. Zeraq ku diyar kir ku ji xeynî saziyên ku rasterast bi zimanê kurdî re eleqedar in, têkiliya tu saziyeke kurdan bi zimanê kurdî re ne baş û saxlem e.


Li Tirkiyeyê gelek nivîskarên tirkînûs ên navdar kurd in, her wiha gelek nivîskarên ku niha bi kurdî dinivîsin bi tirkî dest bi nivîsandinê kirine. Gelo we bi kîjan zimanî dest bi nivîsandinê kir?
Min heya niha ji bilî kompozîsyonên dibistanê tu tekst û pexşan û helbest bi tirkî nenivîsandine. Yanê, min bi kurdî dest bi nivîsandinê kir.

Gelo ji destpêka nivîsandinê ve hûn çîrokan dinivîsin an we jî wekî gelekan bi ceribandina helbestê dest bi nivîsandinê kir?
Na xêr, min tu carî xwe li helbestkariya ‘qerase’ ranekişand. Ji ber ku helbestkarî taybetiyek e û her çi qas helbest jî wekî roman û çîrokê bi keda mêjî tê nivîsandin jî, li ba min hê jî taybetiyeke xwe ya xweser heye. Min bi pexşan û çîrokê dest bi nivîsandinê kir.


Gelo cara yekemîn kengê û di kîjan weşanê de nivîseke we ya wêjeyî hate weşandin? Wê demê wekî kurdekî ku bi daxwaza xwe nivîsandina bi kurdî hilbijartiye we çi hîs kir?
Ger bîra min min neşehitîne, cara yekem, di sala 1996’an de bû. Çîroka min a bi navê ‘Darebiya Evînê’ di rojnameya Welatê Me de weşiya. Lê min piştre xebateke cuda li ser wê çîrokê kir, min ew ji nû ve û bi formeke dîtir cardî nivîsand. Û wê çîrokê bi form û şêweya xwe ya nû di pirtûka min a Çilkên Pênûsê de cih girt.
Helbet nivîsandina bi kurdî rûmetek bû wê demê (û di roja îroyîn de jî wisa ye); rûmeteke ku rengê wê bes li ba me kurdan peyde dibe. Ji ber ku, em çi qas polîtîze bûbin jî, em jî wekî her kurdekî/ê ketibûn ber çerx û diranokên asîmîlasyonê. Wan çaxan min hewl dida ku bi mêjiyê xwe yî bi zanîna bi tirkî hatî dagirtin, bi zimanê kurdî bişom û bi çanda tê de hewiyayî bixemilînim. Wê hingê bi min wisa dihat ku ger ez karibim bi vî zimanî nameyekê jî binivîsim, ez ê asîmîlasyona heftê û pênc salî di xwe de têk bibim. Erê, tevî ku ez bi du zimanan mezin bûbûm jî, diranokên çerxa asîmîlasyonê bêhtir di ruhê min de çûbûn xwarê. Lê ez a niha, xwe wekî kesekî asîmîlasyonê têkbirî û serkeftî hîs û qebûl dikim û her wekî Ewropî jî dikin, car caran xwe pîroz dikim. Tiştê ecêbtir jî ev e; piştî ez li hemberî vê pergala helandinê bi ser ketim, min hê bêhtir ji zimanê tirkî fam kir.

Digel nivîskariya xwe, bi salan e hûn dersên kurmancî jî didin, yên ji we ders girtine niha bûne mamoste. Li gorî rewşa ku civaka me niha tê de ye, çi bar dikeve ser milê nivîskaran?

A rastî, dersdayîna min a kurmancî, mudaxaleyek bû: Wekî çawa min mudaxeleyek ji bo xwe pêk anî û ez sê salan, ji sala 1992’yan heya sala 1995’an, wekî xwendekarekî, bi gramera kurdî û detay û kitekitên wê xebitîm, min xwest bila kurdên dîtir jî kêm zêde vê yekê bikin û ez jî ji wan re bibim alîkar. Lê helbet her nivîskar ne mecbûr e bi gramer û dersdayînê bizanibe. Ji lew re jî, dersdayîn bêhtir barê mamosteyên kurdî ye û divê ew vî karî bikin. Lê ger nivîskarên wekî min hebin jî, tu luks û teserufa me ya rûniştinê jî nîn e. Yanê kesên wekî min nikarin bêjin, ‘Wele heyra ez ê tenê binivîsim û bila xwîner jî bixwînin.’ Em mecbûr in dest di demajoya dirûvgirtina zimanê kurdî bidin: Ev yek berpirsiya me ya dîrokî ye û tu têkiliya wê bi nivîskarbûnê re tune ye. Her wisa, her kesê kurdînûs ku bi ruh û naverok û gramera kurdî dizane jî, divê ji bo rastgotin û rastavakirina hin têgih û terman, di dirûvgirtina kurdî de bi rola xwe rabe. Helbet sedema karê ku ez pê radibim jî ew e.

Tê gotin ku li Tirkiyeyê 20-25 milyon kurd dijîn. Gelek welat hene ku nifûsa wan çend milyonek e lê rewşa ziman û wêjeya wan ji ya me çêtir e. Em ê çawa derkevin rastekê?
Niha ez vê bêjim: Vê pergala hanê, vê pergala bêdînûîman ku li jiyan û aqûbeta me hatiye ceribandin û pêkanîn, kiriye ku em ji çawaniyê zêdetir bala xwe bidin çendaniyê. Yanê avê aş daye ber xwe û em jî radibin hesabê çeqçeqê dikin. Tu dizanî, gava ez di Kurdî-Der’ê de xebata atolyeyê dikim, her tim ji xwendekaran re wiha dibêjim: Ne şert e ku 20 milyon kurd bi kurdî biaxivin û hew tenê biaxivin. Lê ku 10 milyon kurd bi mêjiyekî rûniştî, bi ruhekî temambûyî, bi çandeke neçilvirî bi kurdî binivîsin û bixwînin û biaxivin û bi kurdî rabin û rûnên, bes e ji kurdî re. A girîng ev e. Gelo hin tişt dê ji me re bes be, an jî ji kurdî re. Tu dizanî, derketina rastekê, ne bi sloganan, ne bi kampanyayan, lê bi xebateke sîstematîk û bi mêjiyekî rûniştî û bi ruhekî temambûyî pêk tê. Jê pêvtir çîrokeke dûrûdirêj e.

‘Kakil’ ku pirtûka we ya yekemîn e, Xelata Edebiyatê ya APEC’ê wergirtibû. Gelo ‘Kakil’ di nava çend salan de hate nivîsandin?
Kakil, berhema xebata min a kurdî ya yekem e. Her çi qas min car caran hin cure nivîs di rojnameyên Welat û Welatê Me û di Kovara Rewşenê de diweşandin jî, çîrokên di pirtûka Kakil de di navbera salên 1998 û 1999’an de hatin nivîsandin. Û di sala 2002’yan de jî wekî pirtûk weşiya.

Hûn di qada çîrokê de têra xwe serkeftî ne lê we çar pirtûkên tirkî jî wergerandin kurdî. Ji ber çi we pêwistiyeke wisa hîs kir ku we ew wergerandin?
Werger, ji bo wêjeyê tiştekî ferz û hewcetir e. Tew îcar ev wêje ya zimanê kurdî be. Car caran wisa dibe ku mirov li şûna ku pirtûkeke kurdî ya ne serkeftî binivîse, kesekî dî wergereke xurt bike kêrhatîtir e ji bo kurdî û wêjeya wê. Îcar, ji ber ku werger ji bo ziman û wêjeyê tiştekî bivênevê ye û bi riya wergerê têkiliya xwe bi ziman û çand û wêjeya cîhanê re datîne, ne hewce ye em qala pêwistiyê bikin. Her wiha, wergerandina wan pirtûkan li ser projeya Weşanxaneya Lîsê bû. Gerînendeyê Weşanxaneya Lîsê pêşniyaza wergerandina wan her çar pirtûkan li min kir û min jî negot na. Bi vê bonê ez dikarim vê jî bêjim ku; min 28 çîrokên Sait Faik Abasıyanık wergerandine û ji bo çapê amade ye. Wekî dî jî, xebatên min ji bo wergerê didomin û min wergerandina pirtûkên her çar deqên wêjeya tirkî, yên A. Hamdi Tanpınar, Oğuz Atay, Bilge Karasu û Yusuf Atılgan dane ber xwe û min dest bi vî karî kiriye.

Pirtûka ‘Kakil, bi taybetî çîroka ‘Diltengî’ bandoreke mezin li ser min kiribû, ez gelekî xemgîn kiribûm. Divê di navbera rastiya civakê ango xemên civakê û wêjeyê de têkiliyeke çawa hebe?

A rastî, rastiya civakê û rastî û rasteqîniya hundirîn a wêjeyê ne wekî hev in û ne şert e ku wekî hev bin jî. Lê tiştê girîng ev e: Ka gelo xemên nivîskar û xemên civakê li ku derê û çi qas li hev dikin, li ku derê li bin guhê hev dikevin, çi qas û di kîjan deran û di kîjan kitekitan de li hev nakin û nakokiyên xwe diafirînin, nivîskar çi qas jidil e ku êş û jan û pirs û gelş û gelemşeyên civaka ku tê de dijî ji xwe re bike pirsgirêk û mesele? Nivîskarek ancax dikare bi nivîs û berhemên xwe bersivên van pirsên girîng bide û jixwe bersivên dayî jî rengê têkiliya ku divê kêm zêde hebe, diyar dike û dinimîne.
Belê, çîroka Diltengî… Kesên ku ew dixwendin bêhtir ev digotin: Çima jinik xwe dikuje? Tu ‘jiberku’ya min ji vê ‘çima’yê re tune bû. Ji ber ku nivîsandin ji bersivdayînê bêhtir afirandina pirsan e. Lê dîsa jî min ji wan kesan re wiha digot: Tiştê ez dizanim ev e; mêrê kurd nahêle, rê û destûrê nade ku jina kurd di nav jiyaneke berayîn û di nav heqîqeta xwe de bijî.

Di herikbariya vegotina we ya di çîrokan de bandora biwêjên kurdî heye. Gelo nivîskar bi biwêj û gotinên pêşiyan dixwaze ciyê (peyva wî) jê hatiye, bide îsbatkirin?
Na xêr, tu daxwaz û hewcetiyeke min a peyt û îspateke bi vî rengî nîn e. Ez ji 1996’an bi vir de ye biwêjên kurdî berhev dikim. Min ev berhevkariya xwe, bi Ferhenga Biwêjan (Tirkî-Kurdî) wekî berhem danî pêşberî hezkirên kurdî. Her wiha min berhevkariya xwe domand û a niha ferhengeke min a dî jî, Ferhenga Biwêjan (Kurdî-Tirkî) ku ji nêzikî 17 hezar biwêjên kurdî pêk tê, li ber çapê ye.
Îcar vê berhevkariyê bivênevê bandora xwe li nivîsên min kir û bêhna wê ketiyê. Ev yek min kêfxweş jî dike û ez biwêjan ji bo zimanekî wekî zêrê zêran dibînim. Ez car caran bi hin biwêjan dilîzim, awayê gotina wan diguherim, bi şêweya wan a gramerî dilebikim û bêyî ku forma wan a esasî xera bikim reng û dirûvekî dîtir didim wan. Lê ez di vê yekê de zêde pê de naçim. Ji ber ku hê kurdî wekî xwendina dibistanî nayê hînkirin û ne zimanê perwerdeya bi pergal û sîstematîk e, her kes bi gelek biwêjan nizane û ji ber wê jî di têgihiştinê de zehmetî peyde dibin. Lê ez înkar û mandele nakim ku biwêj karê nivîsandinê gelek hêsa û xurt dikin û aso û bergeha nivîsandina min firehtir dikin.

Wekî tezeke nehatiye peyitandin, lê dibêjin di navbera wêje û matematîkê de têkiliyeke xurt heye, yên di matematîkê de serkeftî dibe ku di wêjeyê de jî serkeftî bin. Wekî mamosteyê matematîkê hûn ji bo vê çi difikirin?
Rast e, di navbera wêje û matematîkê de, bi giştî di navbera huner û matematîkê de, di navbera ziman û matematîkê de, bi kurtasî di navbera jiyan û matematîkê de têkiliyeke gelekî xurt heye. Ew bêyî hev nabin. Ji ber vê yekê gelek kesên ku ligel hunera ku pê bilî dibin bi matematîkê jî bilî bûbin, serkeftî ne. Wekî mînak, Picasso wênesazek e ku bi matematîkê bilî bûye û ligel Georges Braque bingeha Wêneyê Kubîk daniye. Îcar taybetiya Wêneyê Kubîk jî ew e ku bi hesabê geometriyê tê çêkirin û şikl û dirûvên geometrîk tên bikaranîn.
Ger em di hêla wêjeyê de lê binêrin, ez ê karibim wiha bêjim: Kelûmela esasî ya wêjeyê ziman e. Ziman tevahiyek e, ji îşaret û sîmgeyan û ji parçeyên ku bi sîstemeke matematîkî bi hev ve vebestî ne, pêk hatiye. Her wiha, matematîk jî xwedî zimanekî taybet e û ji îşaret û sîmgeyên ku her yek bi yê/a dî ve vebestî ye, pêk hatiye. Matematîkeke taybet a zimên heye û zimanekî taybet ê matematîkê heye. Ligel vê yekê, ziman xwedî mantiqekê ye û tu çi jî bikî nikarî ji derveyî mantiqa wî tiştek bikî. Matematîk jî her wisa; xwedî mantiqekê ye û her ferisîn û çareserî di nav wê mantiqê de pêk tê. Îcar mêjiyê kesê ku hay ji vê yekê heye jî di nav vê tevahiya mantiq û sîmgeyan de dixebite û bivênevê diafirîne. Tevî ku gelek navên dîtir li matematîkê hatine kirin jî, lê navekî wê yî dî jî: hunera afirîner e.

Di hemû cureyên wêjeyê de ez ji çîrokan hez dikim loma min ‘Kakil’ û ‘Bişirîna Şermînî’ pir eciband. ‘Şevên Winda Wêneyên Meçhûl’ di tama romanê de bû û ji ‘Çilkên Pênûsê’ jî helbest dihat der. Lê li ser berga her du pirtûkan jî ‘çîrok’ dinivîse…
Belê, rast e, ‘Şevên Winda Wêneyên Meçhûl’ roman bû: romaneke kurt. Lê ji ber şaşîtiyekê li ser berga wê wekî çîrok hat nivîsandin. Nivîsandina wekî çîrok a li ser berga pirtûka ‘Çilkên Pênûsê’ daxwaz û çêtirdîtina weşanxaneyê ye. Lê pirtûka ‘Çilkên Pênûsê’ ji kurteçîrokan pêk tê. Heye ku ji aliyê vegotin û zimanê ku pê hatiye nivîsandin ve bêhna helbestê jê were. Lê ne helbest in; bi tenê helbestî ne. Her wiha, tevn û honaka çîrokên di wê pirtûkê de çîrokî ne; û ne wekî tevna helbestê ne.
Min di sazkirina van çîrokan de piçekî bala xwe da ser dem û şêweyê; şêwe û teknîka ‘firehkirina kêliyê’ ku L. Borges di çîrokê de li ser sekiniye û ew bidêûbav kiriye. Pê re jî, min di pirtûka ‘Çilkên Pênûsê’ de pir bala xwe da peyvan û têkiliya wan a bi hev re. Min di navbera wan de gelek kombînasyon ceriband û pêk anî. Min dixwest wate û watedariyên dîtir û cihêtir ava bikim bi wan re. An na, armanca min ne ew bû ku ez çîrokên helbestî binivîsim. Jixwe ne hewce bû jî; ji lew re helbestkarên me yên hêja hene û helbestên têra xwe xurt dinivîsin.

Wekî nivîskarekî xwedî 9 pirtûk -digel ferheng û wergeran- weşandî, hûn rewşa wêjeya kurdî ya îroyîn, bi taybetî rewşa çîrokê çawa dibînin?
Rewşa wêjeya kurdî ya îroyîn ne xerab e. Helbet ne li gorî dil û daxwazê ye. Lê ez vê rewşê û asta ku wêjeya kurdî –ku ligel ev qas tundî û asîmîlasyona tûj û hişk neheliyaye û pir tişt ji sermiyana xwe kêm nekiriye- û qonaxa ku gihayê jî gelekî baş û serkeftî dibînim. Belê, gava li cîhanê dinêrim, gelek zimanan dibînim ku tevî ku bi pergaleke dewletî ve tên parastin jî, di qada wêjeyê de ne xwedî gotin in. Îcar ziman û wêjeyên hin zimanan jî hene ku bi gelek qonaxan wêjeya Kurdî li dû xwe hiştine. Lê ez her du rewşan jî wekî pîvan nagirim.
Pîvana wêjeya zimanekî wekî kurdî, ew bi xwe ye. Divê di hundirê xwe de qalibên xwe firehtir bike û gava rewş û kawdan lê hat bila qonaxan bişewitîne û di ser deman re qevaz bide û berhemên nûjentir biafire, lê ku lê hat û rewşê rê da bila berhemên di tehm û asta sedsala 18’an de werin nivîsandin. Tişt pê nayê. Lê ya esasî ew e ku em karibin bibînin ku kurdî di hundirê xwe de aso û bergehan li xwe fireh dike û berê xwe dide qada cîhanê.

Wekî rexneyekê dibêjin ‘Filankes çûye Ewropayê lê hê jî behsa tenûra gund dike’. Gelo nivîskar divê mijarên xwe li gorî kîjan krîteran hilbijêre?
Krîterên hilbijartina mijaran tune ye di wêjeyê de. Her tiştên di jiyanê de heyî mijara wêjeyê ye. Lê di roja îroyîn de, a girîng ne ew e ku tu çêl û behsa çi dikî, a girîng ew e ku tu çawan çêl û behsa wî tiştî dikî. Îcar her cure nivîs krîtera xwe di rengê vegotin û nivîsandina xwe de ava dike. Dibe ku ev çîroka tenûrê jî be, çîroka axurê jî be û çîroka geto û trênên banliyoyên metropolan jî be… Li vir pirsgirêk ew e ku tu wekî çi behsa tenûrê dikî û wê dinivîsî; gelo mekana esasî ya berhema te ye, gelo semboleke çanda ku tu behsa wê dikî ye, gelo pirsa hebûna wê çandê ye…? Îcar rûniştina li Ewropayê û behskirina tenûrê jî ji ber nostaljiya ku Slavoj Zizek wê pênase dike ye.

Weşanxaneyên kurdî her tim ji ber kêmfirotina pirtûkan bi gazinc in, ez dibêjim mafdar in jî. Lê ligel vê rewşê di demên dawî de weşanxaneyên nû vebûn. Hûn rewşa weşangeriya kurdî çawa dibînin?
Ez rasterast ne di nav karûbarê weşangeriyê de me û tê de ne aktîv im. Lê wekî çiyayê berfê xuya û beloq e ku rewşa weşanxaneyan ji hêla firotana pirtûkan ve ne baş e. Lewre kurd hînî xwendinê nebûne; xwendina pirtûkan dibêjim, ne ku qala xwendina rojnameyên rojane dikim. Sedemên vê nexwendinê jî ji ber şaşfêmkirina sedemên hebûna kurdî ye. Gava em bala xwe didin, her kesê ku qala kurdî dike, tenê li ser axaftina bi kurdî peyv li dû peyvê rêz dike. Hin kes vê yekê dikin alava siyaseta xwe, hin kes siyaseta vê yekê dikin, hin kes ji bo ku xelk wan li camiyê bibîne ji bo çend deqeyan kirasê kurdî li xwe dikin, hin kesên wekî min û te jî barkêşî û renckêşiya vî zimanî dikin. Îcar, heyra gelek hêsan e ku meriv bibêje û nebirêje… An jî meriv bi zimanekî bibêje û bi agirê zimanekî dîtir bibirêje… A ji ber vê rewşê ye ku weşanxaneyên kurdî nikarin li piyan bimînin û bi projeyan hewce ne.

Gelo, her pirtûkeke we çend nusxe tên çapkirin û çend nusxe digihîjin ber destê xwendevanan?

Her wekî weşangêran ji min re gotiye, her çar pirtûkên min jî –û ferhenga biwêjan- hezar lib hatine çapkirin. Pirtûka min a Kakil bi temamî hatiye firotin û mala Xwedê ava peyase jê xalî bûye. Wekî dî, li gorî gotina weşangêran, ji her pirtûka min kêm zêde sê sed çar sed lib hatiye firotin.

Li gorî çavdêriyên nivîskarekî, nêzîkbûna saziyên kurdî ya li zimanê kurdî çawa ye?

Ji xeynî saziyên ku rasterast bi zimên eleqedar in, têkiliya tu saziyeke kurdan bi zimanê kurdî re ne baş û saxlem e. Her wekî min li jorê jî got, gelek kesên di saziyan de, zimanê kurdî wekî pêlikekê ku hewce ye lingê xwe deynin ser, ast û qonaxa xwe ya ku gihîştinê bidin nîşandan, dibînin. Hin kes jî, zimanê kurdî wekî tişt û camidekî kar û siyaseta xwe dibînin. Çend gotinên qerase û sloganîk û ajîtatîf ên kurdî hîn dibin –ew jî nîvê wê şaş bi lêv dikin- û wekî benîştê devê xwe dicûn û hey dicûn. Wekî mînak dikarim vê bêjim; gelek kesên ku dixwestin di hilbijartinên herêmî de ciyekî bidin xwe, ji bo ku xelk bêje va ye xençera Xaço jî heye, çûn kursa zimên. Lê mixabin, çi kesên hatî hilbijartin, çi jî nehatî hilbijartin, piştî hilbijartinê tu têkiliya wan bi kurdî re nema. Yanê gotina min ew e ku; têkiliya me ya bi kurdî re ne li ser xeteke rast û durist e. Ji bo zêdekirina hin puanan e, ji bo liberçavbûnê ye û ji bo netutiştî ye…


Rewşa kurmancî tê de, ji sikakên Amedê jî diyar e. Gelo ji bo ku kurdî li Kurdistanê rûmeta heq dike bistîne divê çi bê kirin?
Diyarkirina vê divêtiyê ji min zêde ye. Lê belê, her wekî min got, ger em bi çavekî baş û bi dilekî xurt û bi mêjiyekî durist û rûniştî li kurdî, li zimanê xwe binêrin, jixwe ne hewce ye ku em qala heqkirina rûmeta wê bikin. Kurdî rewşa wê çi be bila bibe wekî hemû zimanan zimanekî birûmet e. Lê belê, ji ber ku em bi mêjiyên dagirker û kolonyalîstan li xwe dinêrin, qala hêjayî û rûmeta zimanê xwe dikin. A girîng ew e ku, mirov qet peyva hezkirinê neke, lê hez bike, mirov qet peyva qîmet û rûmetê neke lê qîmet û rûmetê bidiyê; yanê mirov nirx û hêjahiyên ku jiyanê ew li me bexişandine navêje nav lingan û bêyî ku xwe bixapîne, bijî. Jê pê ve çîrokeke serkeftî ye jiyan.

DILAWER ZERAQ KÎ YE?
Zeraq di sala 1965`an de li Farqînê hatiye dinyayê. Wî ji dibistana seretayî heta lîseyê xwendina xwe li Farqînê temam kiriye û di sala 1985`an de Zanîngeha Dîcleyê Beşa Matematîkê qedandiye. Di sala 1996`an de dest bi nivîsandinê kiriye. Di kovarên wekî Jiyana Rewşen, Rewşen-Name, Kulîlka Ciwan, Kovara W, Tîroj û rojanmeyên Welatê Me û Azadiya Welat de nivîsiye. Di sala 2004`an digel komek nivîskar di derxistina Kovara W de cih girt û heta hejmara 13`an edîtoriya vê kovarê kir. Di Kursa Kurdî ya Amedê de mamostetiya zaravayê kurmancî kir.
Dilawer Zeraq ku mamostetiya kurdî didomîne, li Amedê dijî û di rojnameya Azadiya Welat de qunciknûsiyê dike.

Berhemên wî:
Kakil; kurteçîrok, Weşanên Sî, 2002, Stenbol
Bişirîna Şermînî; kurteçîrok, Weşanên Aram, 2003, Stenbol
Şevên Winda Wêneyên Meçhûl; Roman, Weşanên Lîs, 2005, Amed
Ferhenga Biwêjan, Tirkî-Kurdî; Weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê, 2005,
Çilkên Pênûsê; kurteçîrok, Weşanên Lîs, 2009, Amed

Wergerên.wî:
Ejdehayê Sêserî (Leyla Erbîl);: Weşanên Lîs, 2007, Amed
Jiyanê Li Îstasyonê Dest Pê Kir (Jaklin Çelik); Weşanên Lîs, 2007, Amed
Mirina Li Madrîdê (Oya Baydar); Weşanên Lîs, 2007, Amed
Gelaciyên Bajarê Nû (Müge İplikçi); Weşanên Lîs, 2007, Amed

http://www.welat.com/nuce.aspx?n_id=11873&cure=hevpeyvin

6/27/09

Gelo we nivîsa Dilawer Zeraq xwend?


AMED ÇEKO JIYAN
Çîroknûs û mamosteyê zimanê kurdî Dilawer Zeraq hefteya borî* du rojan li ser hev di quncikê xwe yê rojnameyê de der barê Kurdiya Akademîk de nivîsek weşand. Mamosteyê kurdî di ser pirtûka 'Matematîk'ê re ku di hefteyên borî de ji hêla Kurdî Derê ve hate weşandin, balê dikişîne ser xebatên zanistî yên bi kurdî û pêşniyara xwe ya ku berê jî di nivîseke xwe de kiribû, ducar dike.
Bi hêviya ku pêşniyazên Dilawer Zeraq bên pratîzekirin dixwazim der barê xebatên teknîkî yên bi kurdî de di çarçoveya xebatên ji bo wergerandina pergal û bernameyên kompîturê de ku ev xebat jî di bin banê Kurdiya Akademîk de tên hesibandin, çend agahiyan bidim.
Di encama civîneke li ser înternetê de ku ji hêla çend ciwanên kurd ve hate lidarxistin, di sala 2005'an de Koma PCKurd hate damezirandin. Koma PCKurd bêyî ku ji tu kes û saziyan piştgiriyekê bigire, dest bi wergerandina pergal û bernameyên kompîturê kir. Ji damezirandina komê ve geh hejmara endaman zêde bû geh kêm bû. Lê xebatên ku hatibûn armanckirin çi hêdî çi jî bi lezgînî, her meşiyan û hê jî dimeşin.
Komê di encamê de digel gelek pergalên Linuxê (Lînaks) gelek bernameyên ji bo çêkirina malperan, bernameyên temaşekirina fîlman û guhdarîkirina muzîkê, bernameyên nivîsandinê, bernameyên ji bo gera li ser webê, bernameyên peyamnêrên demildest û gelek bernameyên din hem ji bo Windowsê, hem ji bo Linuxê û hem jî ji bo MacOS'ê wergerandin kurdî. Di serî de jî digel broşur û afîşan bi sedan CD -bêyî ku ji tu kesî û ji tu saziyan destekekê bigirin- amade kirin û belaş belav kirin û niha ji bo danasîna pergal û bernameyên Çavkaniya Vekirî panelan li dar dixin. Projeya ku Koma PCKurd daye pêşiya xwe, li dewletên wekî Çîn, Hindistan, Japonya, Almanya, Danîmarka û gelek welatên din ji hêla dewletan ve tê meşandin. Digel vê jî di projeyên Çavkaniya Vekirî de rewşa kurdî di nav hemû zimanan de di asteke ku her kurdek karibe pê serbilind be de ye. Bername û pergalên li kurdî hatine wergerandin ji hêla ewlekarî, bikêrhatin, dîtbarî û pêşveçûnê ve bername û pergalên herî hêja ne û ji hêla dewlet û saziyên herî pêşveçûyî ve tên bikaranîn û bikaranîna wan tê teşwîqkirin. Lê ligel vê jî, giyayê hewşê tehl û kurmancî ji me re tirş tê.
Ligel hemû bêderfetiyan ala zimanê kurdî bi saya Koma PCKurdê her bilind e lê mixabin ji ber ku proje gelek in û ji ber bêderfetiyan ne pêkan e ku hemû tiştên hatine wergerandin ji hêla ziman ve bên kontrolkirin, di hemû bernameyan de zimanekî yekgirtî nayê bikaranîn. (Mînak: 'paste'ya bi înglîzî li hin ciyan 'pêveke' ye li hin ciyan 'pêvekirin' e û li hin ciyan 'pêve bike' ye). Di ber wergerandina bernameyan de xebatên ji bo ferhengeke teknîkî jî ji mêj ve didomin, termên ku di kurdî de nîn in -an jî ji ber ku ne zindî ne nayên zanîn- di encama nîqaşên dûvedirêj de tên peydekirin. Mînak; peyva 'file' ku li beşên din ên Kurdistanê wekî 'fayl' tê bikaranîn, ji berê ve wekî dosî, dosye û dosya dihat bikaranîn. Lê komê di encama nîqaşan de peyvên 'file, folder, directory wekî pel, peldank, pelrêç diyar kirin û niha ev peyv di hemû wergeran de rûniştine. Lê peyvên wekî pêvekirin, jêkirin, hejmartin ku di civakê tên bikaranîn lê ji ber ku perwerdehiya kurdî bi pergal nehatiye kirin, li gorî bilêvkirinên herêmî û awayên cur bi cur tên nivîsandin. Eger ji birêz Zeraq bê xwestin, wekî di nivîsa li ser pirtûka 'Matematîk'ê de, dê karibe gelek çewtiyên rastnivîs û rêzimanî di wergerên pergal û bernameyan de jî rêz bike. (Lê ev çewtî teqez dê ne nîvê çewtiyên saziyên ragihandinê bin lewre zirar nayên 'pêşwazîkirin')


* Matematîka bi kurdî û avakirina zanistê, Dilawer Zeraq – 9-10 Gulan Şemî- Yekşem, HAWAR hejmar 4-5

PIRZIMANÎ Û BÊZIMANÎ


AMED ÇEKO JIYAN
Wê rojê li ser înternetê min vîdeoyeke balkêş dît. Vîdeo ya balindeyekê bû, navê balindeyê “Menura Albertî” bû. Di destpêka vîdeoyê de, yekî wêneyê vê balindeyê dikişand û balindeyê dengê deklanşorê derdixist, paşê jî dengê korneya erebeyan û piştre dengê kesê ku balinde dikişand kamerayê û dengê çûkên din. Menura Albertî dikaribû hemû dengên ku dibihîze derxe.
Pirdengiya Menura Albertî rewşa me kurdan anî bîra min; em dikarin bi heftê û heft miletan re bi zimanê wan -gelek caran ji wan çêtir- biaxivin lê dema em du kurd tên cem hev...
Menura Albertî balindeyek e, berevajî balinde/lawirên din, tenê dengên li der û dorê derdixe. Lê em?

***

Carekê min ji hevalekî alman re bûyera ku hatiye serê kurdekî ji Helebê wekî hatibe serê înglîzekî vegot. Min got;
Nasekî min î înglîz ku ji bakurê Înglistanê ye, ji bo karekî diçe Londonê. Li Londonê li oteleke pir kevnar ku di roja îro de jî wekî otel tê bikaranîn dimîne. Wî hevalî got, beriya here otelê rezervasyona wî şîrketa tûrê çêkiriye. Dema çûye otelê, dîtiye ku odeyeke li qateke jorê danê. Ji ber ku lingên wî diêşin, xwestiye odeya wî biguherînin û odeyeke li qatê jêrê bidinê. Lê dema ku vê daxwaza xwe ji bellboy re gotiye, bellboy gotiye “Je ne parler, me no speak english” yanî bi tarzankî xwestiye bêje “ez bi înglîzî nizanim û bi fransizî pê re peyiviye. Dema li kafeya otelê ji garson avekê xwestiye, garson jî bi fransizî pê re peyiviye. Li ser vê jî, ew hevalê înglîz pir tengijiye û hêrs bûye.
Piştî van gotinan, hevalê alman ku min jê re ev çîrok vegot, pêşî bêdeng ma, her wekî bifikire tiştek tê de heye û paşê bi ken got; na lo, li Londonê li oteleke kevnare çawa bellboy û garson bi înglîzî nizanin? Paşê min got, otel ne li Londonê li Amedê ye, ziman jî ne înglîzî û fransizî ne, kurdî û tirkî ne û min çîroka rast ku li Amedê hatiye serê nasekî ji Helebê jê re vegot.
Min çîroka bûyera hatiye serê kurdê ji Helebê bi awayê derew û bi awayê rast hem ji hin hevalên kurd re jî vegot. Tiştê balkêş ew bû ku dema hevalê alman mesela înglîzê bi fransizî dipeyive bihîst pêşî metel ma û paşê diyar bû ku pir bawer nekir. Lê hem mesela rast hem jî ya derew tu caran ji kurdan re wekî tiştekî ecêb nehat. Gelo êdî em hîn bûne ku “dengên yên din” derxin?

***

Navên Gulay, Erdal Erzincan, Erkan Ogur, Musa Eroglu -û belkî bi dehan navên din- çi tîne bîra me? Ev kes di salên borî de bi vexwendina Şaredariya Mezin a Amedê hatine mîhrîcanan. Xwedê dizane kî ji bo were Amedê çiqas pere standiye û tabî yên ew vexwendine... 9`emîn Mîhrîcana Amedê bi dawî bû. Baydemîr di hevpeyvîna xwe ya digel Çetîn Altun de digot bi saya mîhrîcanên ku wekî kevneşopiyekê her sal ji hêla Şaredariyê ve tên lidarxistin, dê reform û ronesansek pêk bê.
Dema ku mîhrîcan didomiya, broşurek kete destê min. Broşur a bernameya Diyarkapi Festivali bû. Diyarkapi Festivali, dema ku mîhrîcana Amedê didomiya, ji hêla Walîtiya Amedê ve hat lidarxistin, û bêşik ev mîhrîcan ji bo sabotekirina mîhrîcana Amedê bû, ango armanc ew bû ku girse bi alîkariya kesên navborî ji mîhrîcanê bên dûrxistin... bi alîkariya kesên berê ji hêla `hin kesan` ve ji bo mîhrîcanê hatibûn vexwendin û di dilê girseyê de hatibûn şîrînkirin.

Li dû çîroka hatiye serê camêrê helebî û `hunermendên` sabotekar, bi vê nevê mirov jixwe çend pirsan dike û li ser rewşa Menura Alberti difikire:
Gelo kê û ji bo çi armancê Îbrahim Tatlises, Mahsun Kirmizigul û gelekên din vexwendibûn Newrozan?
Reform û ronesans? Gelo Menura Alberti pirdeng e an bêdeng e? Gelo em kurd pirziman in an jî bêziman in?
Beriya em pirzimanî û bêzimaniyê ji hev nas nekin, em ê `reform û ronesans`ê ji `qetliama spî û asîmîlekirin`ê jî nas nekin.

`ÇEKA HERÎ BI BANDOR MÎKROFON E`


ÇETÎN ALTUN – AMED ÇEKO JIYAN
Navê komê ‘Gose’ di zimanê baskiyan de tê wateya birçîbûnê û endamên komê da zanîn ku armanca komê ew e ku bi enstrumanên gelêrî muzîka nûjen çêkin û bi çeka herî bi bandor `mîkrofon`ê peyamên xwe ragihînin girseyan.

Koma muzîkê ‘Gose’ beriya 4 salan hat avakirin û di komê de Ines vokaliyê dike û amura muzîkê ya bi navê ‘trîkîtîxa’ dixe, Inakî li drums û Osoran jî li gîtarê dide. Ji ber ku endamên komê bi xwe re birçîbûna muzîka sentez a ji muzîka gelêrî û muzîka modern pêk tê, dîtine koma bi navê `Gose` ango `Birçî` damezirandine.

Koma ku der barê têkiliya ziman û muzîkê ya li welatê Baskê de diyar kirin ku bi zimanê xwe hunera xwe bi kar tînin û wiha pê de çûn: “Di stranê de tu peyam tune bin jî, naverok vala be jî, ji ber ku li Baskê bazara muzîka bi zimanê baskî heye û bazareke geş e, stranbêj bi piranî bi zimanê baskî muzîkê çêdikin. Wekî din ji ber ku gelê baskî herî baş bi zimanê baskî dipeyive û zimanên din wisa baş nizane, ji bo muzîkê bi piranî zimanê baskî tê tercîhkirin.”

BI ZIMANÊ XWE DISTRÊN
Endamên komê ragihandin ku di muzîkê de peyam û hest ji zimanê tê bikaranîn girîngtir in û wiha domandin, “Lê di navbera me û we de cudahiyek heye; zimanê me di bin parastinê de ye lê yê we ne di bin parastinê de ye. Wekî mînak, ez bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bûme. Beriya 50 salan em jî di vê rewşê de bûn lê niha derfetên me hene ku em bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û zimanê xwe bi pêş ve bibin. Zimanê perwerdehiyê li gorî daxwaza kesan tê hilbijartin, kî bixwaze bi spanyolî perwerdehiyê dibîne û kî bixwaze bi baskî perwerdehiyê dibîne. Niha di navbera me û spayolan de lihevhatinek heye. Beriya em werin vê astê, gelek baskî hebûn ku bi zimanê baskî qet nizanibûn. Niha divê em ji bo bidestxistina wê serdema ku me ji dest da bixebitin. Dinya diguhere, êdî kî bi kîjan zimanî bixwaze bi wî dijî, Îro li welatê Baskê ji bo parastina ziman şerê çekdarî hewce nake lewre zimanê me ji hêla gelê me ve tê axaftin. Niha divê em ferhengên ji bo peyvên aborî, siyasî û her wekî din biafirînin. Şerê niha bê dayîn divê bi vî awayî ji bo pêşdebirina ziman be. Lê beriya 50 salan tenê kal û pîr bi baskî dizanibûn, ciwan tenê spanyolî dizanibûn, wekî niha li Kurdistanê ciwan bi tirkî dipeyivin. Rewşa me pir ne cuda bû.”

Endamên komê anîn ziman ku gelekî kêfxweş bûne ku hatine Kurdistanê û hestên xwe wiha vegotin, “Ji hêla erdnîgariyê ve em ji hev pir dûr in. Lê ji hêla hestkirinê ve em pir nêzî hev in. Şeva konserê, li ser sehnê me xwe li malê hîs kir. Çarenûsa me pir dişibe hev, êşên me di paşerojê de kişandin yek in. Em rewşa hûn niha tê de baş hîs dikin. Bav û kalên me jî ji bo çand, ziman û serxwebûna gelê baskî şer kir.”

STRANA XEWNÊN SOSYALÎST
Endamên komê anî ziman ku ji bo muzîkê lîmît tune û muzîk riya herî baş e ku di navbera gelan de pirên dostaniyê bên avakirin û mirov ji hev fêm bikin û der barê hilbijartina stranên ku di konsera Amedê de gotine wiha gotin, “Demeke kin ji me re hatibû veqetadin. Me xwest em di wê dema kin de ji repertuara xwe stranên cuda bistrên. Wekî din, me xwest em hemû amûrên xwe yên muzîkê bi kar bînin. Gotinên stranan jî, her tim ji tiştên ku di mejiyê me de ne pêk tên. Wekî mînak strana duyemîn ji bo berxwedanê peyam didan. Digot; Kesên li der dora te dibêjin tu yê ji karê xwe bibî, tu yê bêpere bimînî, dinya dê xira bibe. Tenê bixebite, qet nefikire, pir bixebite û dewlemend bibe. Lê me peyama berxwedanê dida û me digot, li ber xwe bide`. Straneke din der barê xewnên sosyalîst de bû, der barê şerê pêşiyên me de ku em gihandin vê rojê. Stran ji bo ku şerê pêşiyên me daye newe jibîrkirîn û careke din ew rojên reş venegerin û şer dest pê neke bû.”

Endamên komê pirsa ‘hûn niha rojnameyeke bi zimanê kurdî weşanê dike û her tim rastî zext û girtinan tê re diaxivin hûn di wê mijarê de çi difikirin? Bersiva ‘ji ber ku em rojnameyeke wihe re diaxivin kêfxweş in’ dan. Komê anî ziman ku li Baskê jî 2 rojnameyên wan hene û her tim bi girtin û cezayan re rû bi rû dimînin û wiha pê de çû: “Ji bo Azadiya Welat jî em dixwazin bêjin ku em vê rewşê dizanin, em dizanin çima rojname tên girtin. Rojnameyek dema ku karên baş dike û rastiyan derdixe holê hin kes ne kêfxweş in û ji ber vê rojname tên girtin lê dîsa jî her tim karê xwe berdewam bikin û her tim rastiyan ragihînin.”

4/22/09

Panela Linux û Ubuntuyê













Ubuntu 9.04 Jaunty Jackalope derdikeve


Roja 25'ê nîsanê (Şemî/2009) li salona sînemayê ya Sumerparkê Panela me heye.
Panel dê der barê Linux, Ubuntu, Çavkaniya Azad û Kurdî de be.

Di panelê de dê CD'yên Ubuntu 9.04 Jaunty Jackalope û CD'yeke ku tê de bernameyên Çavkaniya Azad (Open Source) hene bêne belavkirin.









1/15/09

DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?

AMED ÇEKO JIYAN

Hikûmeta AKP’ê beriya hilbijartinê bi destê saziya dewletê TRT’ê televizyona kurdî vekir. Bêguman li paş vê gava AKP’ê hin hesabên wê yên kirêt hene. Li hêlekê AKP hewl da/dide ku vê gava xwe wekî di hêla mafan de gaveke erênî bide xuyakirin, li hêla din jî nivîskar, siyasetmedar û zanayên kurd tînin ziman “pêdiviya kurdan bi televizyonê tune lewre bi dehan televizyonên kurdan hene. Divê kurdî ne wekî “zimanekî nayê zanîn” an jî “zimanekî nenas” lê wekî “kurdî” bikeve qeydan û di zagonan de ji bo azadkirina kurdî serastkirin bên kirin.” Hikûmeta AKP’ê, wekî ku di hemû polîtîkayên xwe de xwe li kerîtî datîne, di vê mijarê de jî xwe li kerîtî datîne û bi tu saziyên kurdan re bi tu awayî nakeve têkiliyê. Sedema sereke ya bertekên saziyên kurdan yên li dijî televizyona kurdî ya dewletê ew e ku AKP bêje “min kir”, kurdan bike dijberî vê televizyonê û piştre bêje “aha min televizyon vekir lê ji PKK’ê bigire heta DTP’ê her kes li hemberî vê derket” û di dilê xwe de bêje, “min golek dakir kurdan.” Lê xuya ye ku bi mirazê xwe şa nebû; kurdan hesabên wê yên kirêt deşîfre kirin.
Di vê dema kurd li dû deşîfrekirina hesabên kirêt in de, AKP di bin de amadekariya li çend zanîngehan vekirina beşa kurdî dike. Bêguman li paş vê gavê jî hesabên kirêt hene. TRT’ê çi xêr li ziman û çanda tirkî kiriye ku li ziman û çanda kurdî bike? Bertekên kurdan ên li dijî TRT 6’ê yên di çarçoveya redkirin û reşkirina wê de di cih de ne. Lê mijara televizyonê û mijara zanîngehê qet naşibin hev lewre divê reaksiyon jî cuda bin.
Beriya ku dewlet televizyoneke kurdî veke jî, kurdên ku di televizyon û rojnameyên “ne yên kurdan” de dixebitîn wekî “ne ji me” an jî “reviyayî” dihatin binavkirin lê bêyî ku bibin “ne ji me” gelek kurd wekî mamoste, doçent an jî xwendekar li zanîngehan in.
Bi ya min riya herî baş ji bo pûçderxistina gava AKP’ê ew e ku kurd bi saziyên xwe û ciwanên xwe yên xwendekar re, bêyî ku vê gavê wekî “gaveke qerase” ji bo çareseriyê bibînin, beşên kurdî yên zanîngehan dagirin û vê meydanê ji yên “ne ji me” re nehêlin. Heke wisa neyê kirin, dewlet dê di wan beşan de kurdên xwe yên ku bi kurdî dipeyivin û bi çand û zimanê kurdî re bi awayekî zanistî mijûl dibin, biafirîne. (Jixwe bi van gavan niyeta dewletê jî ew e ku kurdên xwe biafirîne.) Bi reaksiyoneke wisa hem dê gava AKP/Dewletê pûç derkeve û hem jî ev gav dê ji bo kurdan bibe destkeftiyek. Heke li hemberî van polîtîkayan reaksiyonên di cih de yên ji bo pûçkirina van polîtîkayan neyên nîşandan û AKP/Dewlet bi ser bikeve û ‘kurdên dewletê’ bên afirandin, kurd dê zirareke mezin bibînin.

http://www.welat.com/nuce.aspx?n_id=6542&cure=forum

12/3/08

Heşt TV û ruhiyeta xulamê axê

AMED ÇEKO JIYAN
Ev demek bû ku di TV'ên tirk de wekî ku gezek nanê hişk bi niyeta sedeqeyê didin, qala televizyona kurdî ku dê di TRT'ê de weşanê bike dihat kirin. Ji hêla 'kurd'an ve ev gav ji roja pêşî ve bişik hate pêşwazîkirin û çend nivîsên ku niyeta vê gavê wekî niyeteke xêrnexwaz nîşan didan jî hatin weşandin. Heta niha di çapemeniya tirk a serdest de ev mijar bi awayekî vekirî nehat vegotin, tenê wekî ku Dewleta tirk bi hestên bilind ên neteweya xwe ya pîroz xêrekê li kurdên belengaz û jar dike hat nîşandan.Heke mirov bi berçavka wan li mijarê binêre, teqez mirov dê neçar bimîne ku wan mafdar bibîne.
Ma ne em kurd in ku me hê pêvajoya netewebûnê derbas nekiriye?
Ma ne em kurd in ku hê zimanekî me yê bi kêrî ragihandin û perwerdehiyê were tune?
Ma ne em kurd in ku em nikarin bêyî serdestiya neteweya pîroz a tirk ji koletiya dewletên mêtinger rizgar bibin?
Dema mirov bi vê berçavkê li mijarê binêre, mirov dê neçar bimîne ku wekî qaşo ronakbîrên kurd ku di nîveka dilê bajar û şarên neteweya serdest de di bin siya qesrên wan ên xeşîm de bi ruhiyeta xulamê ku dema axayê wî digotê "kurê kerê" bi hişmendiya mîrateya çarenûsa qirêj digot ,Ji min re got ha, ne ji we re got" û bi saetan xwe dipesinand, li mijarê binêre û dê xwe qani' bike ku dewlet dê bêyî propagandaya antî-kurd xêrê li çand, ziman û dîroka kurdan bike her wekî me di TRT'ê de strana "Kanî kanî evsar kanî" wekî "Hani hani..." guhdarî nekiribe û em nebûbin şahid ku GUN TV ji ber weşandina stranên kurdî bi hezaran YTL nehatibe cezakirin. Û jixwe divê mejiyê mirov ji yê masiyan kêmtir be ji bo ku mirov girtina yek ji rûmetên gelê kurd Azadiya Welat ku bi dehan xebatkarên wê hatine girtin, windakirin û kuştin, bi bîr neyne.Me qala berçavka ku serdestên me yên sedên salan di nava noka çavên me de bi cî kiribû kir. Lê... lê berçavkeke din heye ku em ew qas jîr û çak bûne ku me kurdan di bin hemû polîtîkayên tuneker û zordest de bi xwîn û xwêdanê afirandiye da ku em karibin rastiya jiyanê û dek û dolabên qewmên diz û talanker arasteyî mejiyên xwe yên azad bikin. Bi min haya Muhsin Kizilkaya ji vê berçavkê tune ku di nûçeyên prime time de xwe xist rewşa xulamê axê.Di nûçeyên ku tê de bi quretiya mêrikê dewlemend ê ku mezinahiya xwe bi cîranê xwe yê feqîr bide hîskirin tasek şorbe dibir mala wî, qala Heşt TV dihat kirin de dihat gotin ku HEŞT TV dê propagandaya îdeolojiya dewletê neke û dê wekî kanalên din ên tirkî weşaneke pêşêketî bike. Ma kî nebûye şahidê weşana 'pêşketî' dema ji bo pesinandinê be jî serokên partiyên kurd ên Başûr nîşan didan, dîmenên wan ên ku ne bi kurdî lê bi zimanê erebî an jî înglîzî dipeyivîn, dineqandin û diweşandin? Eger berçavk ew berçavka ku kurdan wekî feqîr û neçarên li ber deriyê qewmê pîroz nîşan dide be, fistanê HEŞT TV'ê ji zû ve hatiye dirûtin. Û ji TV'ên din ên ku her roj çêr û sixêfan li nirxên me dikin diyar e ku ev kiras li me nayê.Dema ku mirov bi berçavka alternatîf li rewşê mêze bike, mirov dê bibîne jixwe bi salan e bi dehan televizyonên kurdan hene ku ji hêla partî û komên cur bi cur ên kurdan ve tên rêvebirin. Û televizyonên ku ne girêdayî partî û koman jî zêdebar...Mebest ne ew e ku bi awayekî neheq TV'ên kurdan bên pesinandin. Dema ku mirov li rewşa televizyonên kurdî yên ku ji hêla "kurdan" ve tên weşandin binêre, mirov dikare xwe wekî "kurdekî/ê" mafdar binîne ku bi her awayî tîrên rexneyan ber bi wan ve bide. Lê rastiyek heye; me kurdan çarenûsa kirêt ji zû ve çirandiye û me pêwîst nedîtiye ku ji bo bikaranîna mafên xwe li benda destûra kesan bimînin. Û jixwe nanê parsê ye ku di qirika mirov de dibe girêk û rê nade ku bi du gotinan li rûmeta xwe xwedî derkeve.

Welat - hejmar 4 - 3 kanûn 2008