12/8/07

Bikaranîna Ubuntu'yê



Di Ubuntu'yê de sê pêşekên sereke hene. Ji bo ku her sê pêşek bi awayekî baş li ber çavan bên raxistin, me hemû paceyên vekirî anîn jêr. Wekî ku ji wêneyê jî xuya dibe; di Ubuntu'yê de bi navên “Bikaranîn”, “Cih” û “Pergal” sê pêşekên sereke hene. Di bin her xêşekeke sereke din binpêşekên têkildarî navên van pêşekên sereke hene. Em dikarin bi van pêşekan xwe bigihînin hemû bername, beş, û mîhengan.

Bikaranîn
Wekî ku ji navê wê jî diyar e, di bin pêşeka “Bikaranîn”ê de em dikarin xwe bigihînin tiştên ji bo bikaranînê (bername) yên komputerê. Di bin pêşeka “Bikaranîn”ê de binpêşekên wekî “Amûrên Pergalê”, “Bernameyên Alîkar”, “Deng û Vîdeo”, “Grafîk”, “Înternet”, “Lîstik”, “Nivîsgeh”, “Zêde Bike/Rake...” hene. Bi sazkirin an jî rakirina bernameyên nû pêşekên nû xwebixwe lê tên zêdekirin an jî rakirin. Di bin van binpêşekan de -piştî sazkirina gelek bernameyan- pêkan e ku bi sedan pêşek bên afirandin. Em ê li vir yek bi yek li ser van nesekinin. Ji xwe ji navê her pêşekekî diyar e ku di bin de çi hene. Mînak: di bin pêşeka “Amûrên Pergalê” de amûrên pergalê hene û di bin pêşeka “Bernameyên Alîkar” de jî bernameyên alîkar hene. Em ê li vir tenê li ser pêşekên wekî “Deng û Vîdeo”, “Grafîk”, “Înternet” û “Nivîsgeh” û bernameyên ku di nava van pêşekan de girêdanên ji bo vekirina wan hene rawestin.

Deng û Vîdeo
Di bin pêşeka “Deng û Video”yê de bernameyên deng û vîdeoyê hene. Hemû bernameyên ku li vir xuya dikin bi sazkirina pergalê re nayên. Gelekên wan piştî sazkirina pergalê ji CD an jî bi riya bernameya “Zêde Bike/Rake...”yê hatine sazkirin.
Bernameya “Amarok” hem bi kêrî guhdarîkirina muzîkê hem jî bi kêrî temaşekirina vîdeoyan tê. Ev bername bernameyeke Kubuntu'yê ye û bi sazkirina Kubuntu'yê xwebixwe tê sazkirin. Lê em dikarin ji CD'ya sazkirina Kubuntu'tê, bi riya “Zêde Bike/Rake...” an jî bi riya Synaptic'ê vê bernameyê di ubuntu'yê de jî saz bikin. Bernameya “Beep Media Player” bi kêrî guhdarîkirina muzîkê tê lê piştî sazkirina hin pêvekên zêdek bi kêrî temaşekirina vîdeoyan jî tê. “K3B” wekî “Amarokê bernameyeke Kubuntu'yê ye lê ev bername bi kêrî çêkirina CD'yan tê. Bernameya “Movie Player” bi sazkirina Ubuntu'yê xwe bixwe tê sazkirin û bi kêrî temaşekirina vîdeoyan tê. Bernameya “Rythmbox Music Player”ê jî bi sazkirina Ubuntu'yê tê û ev bername bi kêrî guhdarîkirina muzîkê tê. “XMMS” jî ji bo guhdarîkirina muzîkê û temaşekirina vîdeoyan tê û bi bikaranîna xwe gelek dişibe WinAMP'ê.

Grafîk
Di bin pêşeka “Grafîk”ê de bernameyên têkildarî wêne û dîtbariyê hene. Hemû bernameyên ku li vir xuya dikin bi sazkirina pergalê re nayên. Gelek ji wan piştî sazkirina pergalê ji CD an jî bi riya bernameya “Zêde Bike/Rake...”yê hatine sazkirin.
Bernameya “digicam” bi kêrî şêkirina albûmên wêneyan û ji kamerayê kişandina wêneyan tê. Ev bername bernameyeke Kubuntu'yê ye. “Edîtora Wêneyan GIMP” ji bo çêkirin û guherandina wêneyan e. Dişibe bernameya “PhotoShop”ê lê bikaranîna GIMP'ê hêsantir e û GIMP ji PhotoShop'ê basîtir e. Bernameya “Skanera Wêneyan Xsane” bi kêrî skenkirina wêne û nivîsan tê. Makîneya we ya skenkirnê çi dibe bila bibe, ji bo ku hûn bi Xsane'yê wêne an jî nivîsan sken bikin, pêdiviya we bi CD'ya sazkirinê tune. Pêdivî tune ku tu bi CD'ya sazkirinê makîneya skenkirinê bi komputerê bidî naskirin. XSane makîneya te jixwe nas dike :)

Înternet
Di bin pêşeka “Înternet”ê de bernameyên gerok, peyamnêr, FTP IRC, daxistin, e-peyam û hwd. hene. Di Ubuntu'yê de bernameya gerokê Mozilla Firefox e. bi tu awayî hewce nake ku em li vir qala Firefox'ê bikin. Belavbûna wê ya bilez û xelatên ku wergirtine têrî fêmkirina başbûna wê dikin. Li vir gerokeke din bi navê “Konqueror” heye. Ev gerok bi sazkirina Kubuntu'yê re tê. Wekî tê dîtin, di Ubuntu'yê de jî tê bikaranîn. Di nava hemû gerokên hemû pergalên xebatê de geroka “Konqueror” lezgîntirîn gerok e. “Peyamnêra Înternetê Gaim” û “Kopete” bernameyên peyamnêr in û protokolên wekî MSN, Yahoo!, ICQ û hwd. dipejirînin. Yanî bi hesabên xwe yên MSN, Yahoo! an jî ICQ'yê hûn dikarin têkevin van peyamnêran. Di lîsteya we ya hevalan a ku dê di van peyamnêran de xuya bibe, heman lîsteya ku di MSN messenger an jî Yahoo! Messengerê de xuya dibin e. Yanî hûn dikarin hemû hesabên xwe yên MSN, Yahoo! an jî ICQ bi hev re, di paceyekê de vekin.



Nivîsgeh
Di bin vê pêşekê de bernameyên ofîsê yên wekî bernameyên nivîsandin, xêzkirin û hesabê hene. “Bernameya nivîsandina OpenOffice.org”yê wekî ku ji navê xwe jî diyar e, bernameya nivîsandinê ye. OpenOffice.org (OOo)bi xuyakirin, bikaranîn û bikêrhatîbûna xwe gelek dişibe ofîsa Microsoft'ê. Pelên nivîsê yên ku bi Windowsê hatine afirandin bi Ooo'ê vedibin û pelên ku bi Ooo'ê hatine afirandin di Microfoest Office'yê de vedibin. Di navbera nav her du cureyên ofîsan de tenê cudahiyeke girîng heye; Pelên MS Office'yê bi niçika “.doc” û pelên Ooo'yê jî bi niçika “.odt” tên tomarkirin. Ooo pelên “.doc”ê vedike lê MS Office pelên “.odt”ê venake. Ji bo ku pelên ku bi Ooo'yê hatine nivîsandin di MS Office'yê de jî vebin, divê hûn pelê “cuda tomar bikin” û di paceya vebû de “.doc”ê hilbijêrin. bi vî awayî pel dê hem di MS Office hem jî di Ooo'ê de vebe. Di bin vê pêşekê de bernameyên ku beramberî bernameyên Power Point û Excel'a MS Office'yê ne jî hene. Ev bername jî wekî me ji bo bernameya nivîsandinê got, ji bo ku do Windows'ê de bên vekirin û bikaranîn, divê bi niçikên Windows'ê bên tomarkirin.
Bi bernameya “Wine”yê hûn dikarin bernameyên Windows'ê di Ubuntu'yê de saz bikin û bi kar bînin. Ev bername bi sazkirinê re nayê. Bikarhêner dikarin piştî sazkirinê vê bernameyê bi riya Synaptic'ê saz bikin.
Di bernameya “Zêde Bike/Rake..” de lîsteya bernameyên ku di depoyên Ubuntu'yê de amade ne heye. Bi vê bernameyên hûn dikarin bi sê tikandin û têketina nasnavê bernameya ku hûn dixwazin saz bikin.

Cih
Di vê pêşekê de girêdanên beşên Hard Dîskê û Torê hene. Bi tikandina“Peldanka Mal” hûn dikarin têkevin peldanka ku hûn dikarin pelên xwe yên wêne, vîdeo, nivîs an jî bermayena lê tomar bikin. Bi tikandina “Sermase”yê hemû pel û peldankên li ser maseyê di paceyekê de vedibin. Di paceya ku bi tikandina “Komputer”ê vedibe de hemû beşên Hard Dîskê û cîhazên wekî Floppy, CD-Rom û DVD-Rom hene. Bi “Afirandêrê CD/DVD'yan” hûn dikarin CD an jî DVD'yên dane an jî mediya çêkin. Ji ber ku di vê komputera ku ev wêneyê maseyê lê hatiye kişandin de Windows jî sazkirî ye, di Hard Dîsk'ê de beşên Windows'ê jî hene. Ev beş bi navên xwe yên ku di Windows'ê de li wan hatiye kirin xuya dibin: deq, muzîk, Windows. Girêdana “Tor”ê we dibe tora ku girêdayî komputera we ye û bi girêdana “Girêdanê bi pêşkêşker re ava bike...” jî hûn dikarin bi pêşkêşkar re girêdanekê ava bikin. Jixwe ne hewce ye ku em bêjin ku bi “Li Dosiyan Bigere” hûn dikarin li pelan bigerin û bi “Pelgeyên Borî” jî pelên ku we di demên dawî de vekirine bibînin.


Pergal
Di bin vê pêşekê de wekîş ku xuya dibe binpêşekên vebijêrkan, rêveberiyê, agahiyên derbarê GNOME û Ubuntu'yê de û riya alîkarî û piştgiriya Gnome û Ubuntu'yê û girêdana ji bo girtina komputerê hene.

Vebijêrk
Di bin pêşeka “Vebijêrk”ê de girêdanên ji bo guherandina vebijêrkên komputerê û takekeskirina wê û binpêşek ji bo heman karî hene. Bi girêdanên di bin vê pêşekê de em dikarin navê komputerê û nasnavê wê, dirb û xuyakirina komputerê û wêneyê rûerdê sermayeyê, dîmenderparêzê, cureyê nivîsên pace û pêşekan, cureyê klavyeyê, wêneyê têketinê, kurteriyên klavyeyê, pêşeka navendî, deng, mişk, pace û gelek taybermendiyên din biguherînin.

Rêveberî
Di bin pêşeka “Rêveberî”yê de amûr û bernameyên ji bo rêvebirina komputer û pergalê hene. “Amûrên Torê” wekî ji navê xwe diyar e, amûra torê ye. “Çaper” çaperên bi komputerê ve girêdayî ne nîşan dide û bi kêrî çapkirina wêne û nivîsan tê. “Dem û Dîrok” bi kêrî mîhenkirina dem û dîrok û herêma saetç ya komputerê tê. Di vê pêşekê de girêdanên ji bo torê, rojanekirinê, sazkirina bernameyan (Synaptic) û guherandina zimên hene. Di têketina girêdan û bernameyên di bin navê pêşeka “Rêveberî”yê de nasnav tê xwestin. Bi vî awayî kesên ku nasnavê nizanibin nikarin li ser pergalê guhertinên girîng bikin û komputer wisa tê parastin.

No comments: