12/21/07

Dînê ku ji Xwedê re nameyan dişîne: BIRAKO!..



Pere ji destê kesî nedigirt…

Li her cihî nan nedixwar. Aşxaneyên wî yên kifşe hebûn, dema birçî dibû, diçû wan deran û nanê xwe dixwar, ava xwe vedixwar, cixara xwe dikişand. Heqê nên nedida. Jixwe li cihê nan dixwar kesî pere jê wernedigirt. Dema yekî pere dirêjî wî dikir, hêrs dibû û digot: “Lawo qey ez parsekê bavê te me?!”

Berdewam bikim?

Baş e…

Dîsa carek mamûrekî dewletê, ji miletê Enadolê ligel jina xwe ya boqiltazî di ber wî re derbas dibe. Çend qirûş diavêje ber wî. Serê xwe ji ber xwe radike, destên xwe ji nava qapûtê xwe yî qirêja salan derdixe, dirêjî wî dike û dibêje:“Here qûna jina xwe bigire, paşê were pereyan bide!..”

Hê maye!..

Li Batmanê, li Xeraca Qurtelanê ya ku li ber Heykelê Ataturk e, jinek tê û xwe dide ber dîwêr. Ji jinikê dibêje: “Rabe xweha min, rabe!.. Fesad û ewan hene. Wê bibêjin dilê wê ketiye vî zilamî!..” Jinik şerm dike, serê xwe dixe ber xwe û dibêje “wîîîî, li min porkurê!” Li derdora xwe mêze kir. Paşê çend esnafên li wir jê re gotin: “Xanim guh nedê, ma tu nizanî ew Birako ye?!”

Belê ew Birako bû…

Birakoyê xwediyê niftikan… Her dem di destên wî de niftik (derbik/kibrît) hebûn. Pê dixist, diavêt erdê û temaşeyî êgir dikir. Ne tenê niftik, di tûrikê wî de her û her lîmon jî hebûn. Lîmon qet dikir, heta dilopa avê jê nedima diguvaşt, piştre agir berdida qetên lîmonê. Her minemina wî bû, kêm xeber dida.

***

Sînanî ye Birako...

Sînan gundekî Bismilê ye. Xwişka wî li Girêsîra dima. Piştî ku trên hat Batmanê, di riyên hesinî (riya trênê) de kar dikir. Li gorî saloxdaran, kesê ku pê re kar dikir, ji derdora xwe re wisa digot: “Şiva hesinî ya trênê dida ser milên xwe, bi metroyan dibir, lê nediwestiya!..” Gora wî li Girêsîra ye…

Her kesekî li Batmanê jiya be û temenê wî/ê raserî 40 salî be, xwediyê/a serpêhatiyeke li ser Birako ye. Demên wî yên dawî tê bîra min. 9-10 salî hebûm, tunebûm. Salên 1980-yî. Her gava bavê min ji dikanê ez dişandim bo kirîna rojnameyan, rastî wî dihatim. Li navenda Batmanê bes rojnamefiroşek hebû, ew jî li ber “peronê” bû. Di navbera peronê û Stasyona trênê de, jêrzemîneke tarî hebû ku liba lempeyê têra ronîkirinê nedikir. Birako an di nava wê jêrzemînê de bû, an li ber dikana fotografkêşê kêleka peronê, li ser kevirên sar rûniştibû an jî li qehwexaneya li hemberî aşxaneya Kazim Hoste, bi tena serê xwe temaşeyî derdora xwe dikir.

Kincên qetiyayî û kevin. Çawa ku ji qîra Batmanê derxistibin; reş, şilopilo û qirêj. Porê wî gijokî, te digot şanzdeh sal in serê xwe neşûştiye. Gava di ber wî re diboriyam, bêhneke giran ji dorhêla wî difûriya. Lê awirên wî, tevgerên wî, rabûn û rûniştina wî tesîreke mezin li min dikir. Dikana fotografkêş, wêneyekî wî yê qerase xistibû camekana dikanê. Gava ew ne li wan deran bû, diçûm ber camekanê û lehzeyekê min temaşeyî wî dikir. Çavekî wî ji çavê din hûrtir, rih û simbêlên wî tevlihev, dibişirî. Ew bişirîn piştî 20 salan, wekî niha li ber çavên min e. Ji hin kesan re tabloyê Mona Lisa çi be, bêyî mûbalexa tabloyê Birako jî, ji bo min ew e. Heger rojek riya we bi Batmanê ket, berê xwe bidin fotografkêşê li kêleka rojnamefiroşê peronê. Birako na lê, wêneyê wî li benda we ye. Bişirîna xwe ji we re jî veşartiye!..

Nifşek, bi Birako re mezin bû. Ew nifş, nifşa bavên me bû. Nifşa me, xwe gihand dawiya salên Birako. Van salên dawiyê, min xwe gihand gelek kesan. Her kesek li gorî xwe li ser wî behsa qewimîn û serpêhatiyan dikir. Van qewimîn û serpêhatiyan kir ku piştî koça xwe ya dawîn bike, gora wî bibe ziyaret. Belê ziyareteke wisa ku her roja derbas dibe, axa li ser gora wî kêm bibe. Jinên dorhêla Batmanê, Mêrdînê, Xerzan û Diyarbekirê mîna keriyan berê xwe didin ser dora wî û axa li dorê hididin dibin malên xwe. Çapût, kinc û potan bi dora gora wî ve girê didin. Hêviya dûayan jê dikin…

Birako, tevî jiyan û hebûna xwe li dorhêla Batmanê bûye efsane û maye. Wisa ye ku di salên dawî de, Şaredariya Batmanê peykerekî wî li navenda Batmanê çêkiriye. Navê wî jî li jêrzemîna peronê daye: “Birako Altgeçidi” (Jêrzemîna Birako).

Nivîskarê Batmanê û hevnifşê min Yavuz Ekîncî, di gotûbêjeke bi zimanê tirkî de li ser wî wiha digot: “… Çawa bibêjim? Bajarekî ku bi dînê xwe bipesine. Piştî salên dûvedirêj, ji vegotinên li ser wî, du tevgerên wî bala min kişandin. Her kesek di van du tevgeran de hemfikir bû. Yek jê her dem niftik pê dixistin û temaşeyî agirê wê dikir, yek jê jî her roj diçû postexanê û nameyên ku ji Xwedê re nivîsandibûn, radestî wezîfedaran dikir!..”

Dînê ku ji Xwedê re nameyan dinivîse û dişîne; Birako!..

Serpêhatiyên wî yên li ser Mustefa Kemal Ataturk jî gelek in. Bi tenê ezê behsa yekê ji wan bikim:

Rojek tê li hemberê peykerê Mustefa Kemal disekine, tiliya xwe dirêjî peyker dike û dibêje: “Lawo te berê xwe çima daye Korikê? Berê xwe bide Çanakkaleyê. Herba te li wir çêbûye!..”

***

Birako; Weliyekî Xwedê…

Weliyekî Xwedê bê keramet dibe?

Helbet na!.. Bifermin, ji devê çend kesan kerametên Birako…

“Salewext, di germa havînê û çileyê ereb de lingên wî tazî bûn. Tu caran di lingên wî de sol û pêlav tunebûn…” (Mehfûzê Seyîdê Mamo)

“Gava em diçûn hecê, li Kerbelayê otobosa me di rê de ma. Em ji tîna ketin. Me hew dît ku Birako ji wir ve tê û du satilên avê li ser milên wî ne. Satilan danî. Ez ber bi wî ve çûm. Lê ji nişka ve winda û çû. Me heca xwe kir û em vegeriyan malê. Çend roj paşê min Birako li sûka Batmanê dît. Min jê re hal û mesele got. Berê xwe da min, keniya û got: ‘Derewan neke looo, heca çi Kerbelaya çi?!” (Seyîd Mihemed Elî)

“Dema ku min li Batmanê teble (ereboka sêteker ya bazarê) digerand. Yek hat bazara xwe kir û çû. Paşê pê hesiyam ku 50 banqenotê min bi ser wî de çûye. Ez şeş mehan bixebitim, 50 banqenotî kar nakim! Hewçend ku pereyekî mezin e... Qasek paşê, hê ez wisa difikirim, Birako hat û got: ‘Rûhê te derket malmîrat! Wê perê te were, winda nabe. Netirse… Piştî kurtedemek zilam hat, keniya û got: ‘Bira te perekên xwe tev daye min!’ û pereyên min li min vegerandin…” (Mele Zekiyê Badayî)

“Ez bixwe şahid im. Patpatokek (demançeya zarokan) her di bin çengê wî de bû. Li binê peronê patpatoka xwe derxist û berda mêrikekî û jê re got: ‘Min tu kuştî, êdî tu nema xelas dibî…’ Piştî ku zilam derkete pêşberî Stasyonê, neyarên wî lê xistin û ew kuştin. Di nava 5 deqeyan de ev mesele pêk hat. Ez tu caran ji bîr nakim” (Dengbêj Salihê Qûbînî)

“Ezê biçûma Diyarbekir. Li Batmanê konduktor Birako peya kir. Ez çûm Stasyona Zîlekê dîsa ew peya kirin. Li Stasyona Babaxekiyê (di navbera Çoltepe-Bismilê de ye) dîsa peya kirin. Li wir min dît ku Birako hevrazî prêzeyan bû û bi wan çolan ket. Gava ez li Diyabekirê peya bûm, min dît ku Birako li qehwexaneya Stasyonê rûniştiye, çaya xwe vedixwe…” (Mele Zekiyê Badayî)

***

Heger rojek riya we bi Batmanê ket, berê xwe bidin fotografkêşê li kêleka rojnamefiroşê peronê. Wêneyê wî li benda we ye!..

Dîn bû. Lê li gorî gelekan welî bû. Weliyekî Xwedê;

Birako…

SALIHÊ KEVIRBIRÎ


http://www.azadiyawelat.com/civak-jiyan/dine-ku-ji-xwede-re-nameyan-disine-birako.aw

No comments: