12/8/07

Bîreweriya Laş


"Tiştên ku di navbera me de çêbûn, evîn bû û wêje bû hemû tiştên ku çênebûn.” Romana Ehlam Mustexanimî (li gorî wergêr, Misteğanmî) bi vê gotinê dest pê dike. Pirtûk nameya evîndarekî ye ku ji bo yara xwe nivîsandiye. Her ku xwendevan xwe bera nava rûpelên wê dide û pêrgî yekem hestiyê îskeleta çîroka wê tê, di mejiyê xwendevên de dikeve dirûvê romanekê... romana evînê û romana têkçûna şoreşa gelekî... di rengê serkeftinê de...

Ehlam Mistexanmî li Cezaîrê li fakulteya wêjeyê beşa zimanê erebî xwendiye û li zanîngeha Sorbonneyê doktoraya sosyolojiyê kiriye. Romana xwe ya ku li gelek zimanan hatiye wergerandin û gelek xelat wergirtine, di 1988'an de li Parîsê qedandiye.

Roman ku xwe bi çêjeke wêjeyî dixemilîne, li ser şerê Cezaîr û Fransayê û rewşa Cezaîrê piştî serkeftina şoreşê radiweste û li der û dora “evîneke di rengê gunehekê de” digere. Zimanê Ehlam dike ku xwendevan, bi çêja helbesteke ku di şêweya romanekê de xwe pêşkêş dike, bêyî daxwaza xwe, ji rûpelekê derbasî rûpeleke din bibe. Hin kes hene dema ku tiştekî dixwînin, lênûsk û pênûsekê digirin da ku gotinên xweş an jî balkêş jê bigirin. Di vê danasînê de dixwazim xwendevanên wisa hişyar bikim: bila deftereke 310 rûpel amade bikin.

Di romanê de 3 serleheng derdikevin pêşberî me. Xalid, Ehlam (carinan bi navê Heyat.) û Qusentîna, bajarê ku Xalid lê hatiye dinê û bûye evîndarê wî. Xuya ye ku Ehlama nivîskar xwe jî xistiye romanê û lehengê xwe wekî Mecnûnê biçolanketî ji xwe re kiriye evîndar û pênûsê daye destê wî (Xalid) da ku evîna ji bo wê (Ehlam) bi xweçirandinekê binivîse.

Xalid di 16 saliya xwe de dikeve girtîgehê. Li girtîgehê bi pêşewayên şoreşê yên wekî Sî Tahir re dimîne. Xalid û Sî Tahir ji taxekê ne, bi malbatî hev dinasin. Sî Tahir hem di çavê Xalid de hem jî di çavê kesên din xwe xwedî rûmeteke giran e.

“Sî Tahir di her tiştî de balkêş bû, wî ji destpêkê de xwe amade kiribû ku bibe bêhtirî mêrekî.

Ew çêbûbû da bibe pêşewak, tiştek tê de hebû ji nevîtiya Tariq bin Ziyad û Mîr Ebdul Qadir.”

Xalid piştî salekê ji girtîgehê derdikeve lê 10 sal piştî derketina ji girtîgehê tevli eniya şer dibe û di bin fermandariya Sî Tahir de şer dike heya ku di êrîşeke mezin de du geleyan ji milê xwe dixwe. Du guleyên ku dibin sedemên temenekî yekmil. Ji ber ku Xalid birîndar dibe, neçar dimîne ku dev ji jiyana şervanî berdide. Sî Tahir di xatirxwestin û hevdîtina dawî de ji Xalid dixwaze ku here serdana malbata wî û navê keça wî ya ku nû çêbûye di belediyê de wekî Ehlam qeyd bike. Xalid cara pêşîn Ehlamê dibîne dema ku ji bo qewîtiyên Sî Tahir diçe serdana malbata wî. Navê wê li belediyê qeyd dike û diçe Parîsê da ku wekî wênekêşekî jiyana xwe li wir bidomîne. 25 sal piştî yekemîn car dîtina Ehlamê, Xalid li pêşengeha xwe ya wêneyan careke din laqî wê tê bêyî zanibe ku ew Ehlama keça Pêşewa Sî Tahir e... Û yekemîn çirûska evînê di dilê wî/wan de vêdikeve.

Piştî wê hevdîtina yekemîn, Xalid û Ehlam gelek carên din hevdîtinên ku ji berê de hatine plankirin dikin û evîna xwe rasterast bi “ji te hez dikim”an ji hev re dibêjin heya Ziyad ji bo kar û xebatên rêzistinî tê Fransayê û li kafeyekê her sê bi hev re rûdinin... Ziyadê şervan û helbestvanê filîstînî... Ziyad ê hevalê Xalid ê ku Xalid pirtûkeke wî dabû Ehlamê dema Ehlam ji bo derbaskirina havînê çûbû Qusentînayê. Piştî hatina Ziyad, dilê Ehlamê ber bi Ziyad de gêndir dibe. Piştî ku Ziyad û Ehlam nêzî hev dibin, Xalid her tim ji bo şervanî û helbestvaniya Ziyad, rêzê jê re digire. Lê êşa dilê xwe bi gotina “Deh şîretan li aliyekî deyne û li min guhdar bike, min şîreta yazdemîn ji te re aniye... Tenê ya min be.” dibêje. Piştî ku Ziyad vedigere Filîstînê û li wir şehîd dikeve “Sî ...” Ehlamê ji apê wê dixwaze û dû re pê re dizewice. Xalid ji bo Ehlamê xweziya xwe bi Ziyadê şehîd tîne ji dêvla “Sî ...”ê ku ji bo şereşê tu tiştî nekiriye û dixwaze bi zewaca bi Ehlamê re bibe xizmê şehîd pêşewa Sî Tahir û gelek derfetan ji bo zêdekirina zengîniya xwe bi dest bixe. Tiştê ku ji destê Xalid tê ew e ku vexwe û serxweş bibe û yê ji destê Nasirê birayê Ehlamê tê jî li mizgeftê nimêj bike. Piştî gotina “Hinek nimêj dikin û hinek serxweş dibin û yên din wê çaxê îşê xwe bi welat dikin!..” Xalid vê gotinê jî di nameyê (roman) de bicih dike: “Ma sûcê min e ger evîna te di rengê gunehekê de ji min re hat?” Û çîroka romanê li ser kortal û geliyên vê evîna gunehkar diçe û tê.

Her çiqas roman di dirûvê romaneke evînî de be jî, ji evînê zêdetir li ser hezkirina gel(ê ereb ê Cezaîrê) û sextekarî û durûtiya kesên piştî serkeftina şoreşê tên ser kar û dibin rêvebirên welêt, hatiye nivîsandin. “Di navbera guleya yekemîn û ya dawî de sîng guherîn, armanc guherîn.. û w4elat jî guherî...”Piştî ku şoreş bi ser dikeve, digel ku gel di nav xizanî û feqîriyeke dilsoj de ye, gelek kesên ku ji bo şoreşê tu tiştî nekirine tên ser kar û di xanî û qesrên mezin de bi erebe û cîpên giranbuha jiyaneke xweş dikin. Birîndarên şoreşê û nasên şehîdên şoreşê ji bo standina vîzeyê ji bo çûna Fransayê li ber balyozxaneyan rêz dibin û “yên din di deriyên şerefî re derbas dibin” dema ku carê ji bo ger û danûstandinên xwe û navmalên xwe diçin Fransaya ku li welatê bi xebata şehîd û dilsozan şoreş lê pêk hat, dagirkeriyê kiribû.

Digel ku edîtoriya wergera kurdî ya romanê di rûpela pêşîn de tenê wekî nav heye, û hevoksaziya wê hin astengiyan derdixe pêşberî herikbariya wê, roman xwendevên dixe nav lepên xwe û wekî berhemeke qedirgiran tîp, gotin û hevokên xwe pê dide daqurtandin.

Ji bo danasîna pirtûkê me pir tişt gotin. Niha jî dora Ehlamê ye.

Bîrewerî wextî bigrî.. bîreweriya ku te zarokek bi çarlepkan dimeşiya nas kir, milê min ê tenha wextî bilerize, daxwaza hembêzkirina te dike, wextî bi Cezaîriyeke windayî ji te bipirse:

- Tu çawa yî?

Aax.. tu çawa yî ey zaroka ku bêyî min mezin bû? Tu çawa yî ey keça xerîb, ya nema min nas dike, ey zaroka ku bîreweriya min li xwe dike û bazinek di destê wê de ye, bazinê diya min bû?

Bihêle ez hemû kesên ku min ji wan hezkiriye di te de hembêz bikim, li te temaşe bikim û rûyê Sî Tahir bi te vegerînim, di kenê te de, di rengê çavên te de. Çi xweş e ku şehîd wisa di dîdara te de vegerin. Çi xweş e ku diya min di bazinê destê te de vegere û welat di hatina te de. Çi xweş e ku tu, tu bî!.

Tu zanî, ku mirov tiştekî pir xweşik dibîne, dixwaze bigrî û dîtina te kêfxweştirîn tişt bû di umrê min de çêbû.

Çawa ezê her carê van tiştan ji te re şîrove bikim, em sekinîne çav û guh para xwe bi me re distînin?

Çawa ji te re şîrove bikim ku min bêriya te kiriye bêyî ku ez zanibim.. û ez li bendî te bûm bêyî ku bawer bikim?

Divê me hevdû bidîta.. Ez encamên hevdîtina me ya yekemîn dicivînim, çarîkek ji axaftinê, ez ji te bêtir axivîm, ehmeqiyek bû, ez pişt re li ser poşman bûm. Ya rast min dixwest te bi gotinan bihêlim, min jibîr kir ku firsetekê bidim te da tu jî bi axivî. Tenê hebûna te xweşiya xeberdanê bi min re çêdikir.

Û ji ber ku wext tune bû ez ji te re beşên çîroka me herduyan bêjim, min bi du hevokan an sisiyan têkiliya xwe ya kevn bi bavê te re û zarotiya te re behs kir.û li ser tabloyeke te jê hezkiribû. Min hevokên xwe bi kurtî û jîrbûn hilbijartin, min di nava gotinan de gelek valahî hiştin da te bi giraniya bêdengiyê bihesînim ya ku gotinan tijî nekiribû. Min nedixwest bi lez û di rojekê de rûpelê xwe yê dawî bi te re biqedînim. Min nedixwest ez zanxwaza te şiyar bikim da ku bêtir bixwazî min nas bikî, da tu careke din werî.

No comments: