12/8/07

Sazkirina Ubuntu'yê

Berî her tiştî divê, em ji bo ku Ubuntu'yê lê saz bikin, beşeke vala bibînin. Heke em Windows'ê nexwazin (û di komputerê de tenê Ubuntu/Linuks'ê bixwazin), divê em hemû pel û peldankên xwe yên girîng di CD an jî DVD'yan de hilînin. (Di sazkirina hemû PX'yan (Pergala Xebatê) de ciyê ku PX lê tê sazkirin tê formatkirin.) Heke em bixwazin di komputera me de hem Linuks hem jî Windows hebe, divê em dest nedin “C”yê û beşeke din “D” an jî “E”yê jê bibin. (Heke pelên girîng tê de hebin pêşî wan hilînin beşeke din an jî CD'yan). Beşa vala divê herî kêm li dora 5 GB'î be lê pêşniyara min ew e ku hûn li dora 15-20 GB'î ji bo Ubuntu'yê veqetînin.

Wekî mînak em bibêjin beşa ku te ji bo sazkirina Ubuntu'yê amade kiriye “E” ye û mezinahiya wê 20 GB e. Te hemû pelên “E”yê ên ku ji bo te girîng in di ciyekî din de hilanîn? Nexwe em dikarin niha derbasî jêbirina beşê û sazkirina Ubuntu'yê bibin. Dikarî di Windows'ê de bi alîkariya “Disk Yönetimi”yê beşa “E”yê jê bibî. Di Ubuntu'yê de jî dikarî bi alîkariya “Gnome Partition Editor”ê beşa “E”yê jê bibî. A baş ew e heke tu niha vê nivîsê di Windows'ê de dixwînî “Disk Yönetimi”yê bi kar bîne, heke te komputerê bi CD'ya zindî ya sazkirina Ubuntu'yê vekiribe, dikarî bi “Gnome Partition Editor”ê beşê jê bibî.

Beşê çawa jê bibim?

Riya “Denetim Masası → Yönetimsel Araçlar → Bilgisayar Yönetimi” bişopîne û di paceya vebû de li ser “Disk Yönetimi”yê bitikîne. Li ser beşa ku dixwazî jê bibî rast bitikîne û bi vî awayî jê bibe. Ji bo sazkirina ubuntu'yê teqez divê beşeke vala bê amadekirin!!!

*Li ser wêneyê bitikîne da ku mezin bibe.



Bi CD'ya zindî komputerê veke. Heke CD'ya te ya zindî weşana Koma Ubuntu'ya Kurdî be, pêşî li ser klavyeyê “F2”yê bitikîne û rengê klavyeya xwe (F? Q?) hilbijêre û dû re enterê bitikîne. Heke te CD'yê ji malpera Ubuntu'yê daxistibe, pêşî pêl “F1”ê bike û zimanê kurdî hilbijêre dû re pêl “F2”yê bike û rengê klavyeya xwe hilbijêre. Piştî ku komputer vebû, li ser masê girêdana “Sazkar”a Ubuntu'yê heye. Li ser wê cot bitikîne û agahiyên ji te tên xwestin têkevê û gav bi gav pêşde here. Hewce nake ku em niha yek bi yek li ser van gavan rawestin. Agahiyên ku tên xwestin nav, paşnav, navê komputerê, nasnav, herêma saetê ya ku tu lê dijî û agahiyên bi vî rengî ne. Heya ku bigihîjî gava dabeşkirinê, hemû agahiyan têkevê. Di gavên sazkirina Ubuntu'yê de ya hinek zanîn divê ev gava dabeşkirinê ye. Di vê gavê de, vebijêrka "Bi alîkarî - ciyê vala yê hevgirtî yê herî mezin bi kar bîne" nîşan bike û heya rê hebe bimeşe.

Piştî ku te “saz bike”yê tikand, pergala te dê gav bi gav, xwe bi xwe bê sazkirin. (Di dema ku sazkirin didome de dikarî komputerê bi kar bînî.) Piştî ku sazkirin qediya, dê hişyariyek derkeve û ji te bipirse ka tu dixwazî bikaranîna CD'ya zindî bidomînî an jî dixwazî komputerê ji nû ve bidî destpêkirin û bi Ubuntu'yê komputerê vekî. Destpêkirina nû hilbijêre û gava ku CD ji CD-Romê derket, CD'yê hilîne û pêl enterê bike. Dema ku komputer dîsa vebû, dê lîsteya PX'yên di komputera te de saz bûne xuya bike. Li jorê Ubuntu heye, di bin wê de Ubuntu'ya ji bo têketina gerînende heye, di bin wê de testkirina bîrê heye û li herî jêr jî Windows heye. bi bişkojkên hêlan ên klavyeyê PX'ya dixwazî vekî hilbijêre û enter bitikîne. Te vebijêrka jortirîn ya Ubuntu'yê hilbijart? Niha Ubuntu vedibe. Di vebûnê de nav û nasnavê ku te di sazkirinê de diyar kiribûn dê ji te bên pirsîn. Ev pirs dê di her vebûnê de derkeve pêberî te. Piştî têketina nav û nasnavê, Ubuntu'ya te vebû.

Pîroz be! Te wekî mirovekî/e kurdîperwer bikaranîna PX'ya kurdî xwest û te saz kir. Niha tu yê bibînî ka bikaranîna wê çiqas xweş û hêsan e.

No comments: