12/8/07

Dewleta Mîtannî (1500 B.Z.)

Keyîtiya Mîtannî beriya zayînê, di destpêka salên 1500'î de li bakurê rojavaya erdnîgariya Kurdistan'ê ji hêla Hûriyan ve hatiye avakirin. Ev welat wekî ku di belgeyên Hîtîtan de derbas dibe tê binavkirin û hê nayê zanîn ku Mîtanniyan xwe çawa bi nav dikirin. Tê texmînkirin ku wan jî wekî Asûriyên hevçaxê xwe ji welatê xwe re digotin Hani-Galbad. Keyîtiya Mîtannî ji bajarê Qarqamiş ê li kêleka Firatê dest pê dikir û Bêlih û Xabûr'ê dixist nav xwe û heya Nîsîbîs'ê (Nisêbîn) dirêj dibû. Li rojhilat Belîs, li bakur Elezîz û Meletî û li başûr jî Aleppo (Heleb) û Nuzzî (Kerkûk) di nav sînorên wê de bûne. Li bakurê rojava a Welatê Mîtanniyan Hattî, li başûr Asûrî û li rojhilat jî eşîrên Hûrî hebûne. Paytexta Keyîtiya Mîtaniyan Waşukkanniya ku li deşta Mêrdîn'ê hatibû avakirin bû.

Keybanûya Mîtanniyan Radiant


Kayîtiya Mîtanni'yan piştî şerên bi Asûriyan re ji hêzê ketiye û di salên 1200'ê beriya zayînê de belav bûye; lê heya salên 900'ê beriya zayînê wekî eyaleteke di bin dewleta Asûriyan de bi keyîtiya xwe domandiye. Di dewleta Mîtanni'yan de tenê malbatek bûye serdest û ji hêla 14 keyên ji vê malbatê ve hatiye birêvebirin. (Kîrta 1500-1490, Şûttarna'yê I. 1490-1470, Barattarna 1470-1450, Parşatatar 1450-1440, Şautatar 1440-1410, Artatama'yê I. 1410-1400, Şuttarna'yê II. 1400-1385, Artaşumara 1385-1380, Tuşratta 1380-1350, Şuttarna'yê III. 1350, Mattivaza 1350-1320, Şattuara'yê I. 1320-1300, Wasaşatta 1300-1280, Şattuara'yê II. 1280-1270).

Çavkanî: www.kurdistantime.com

No comments: